3 sal borîn hêj kujerê Kadrî Bagdû nehatin dîtin

  • rojane
  • 09:28 13 Cotmeh 2017
  • |
img

EDENE - Di ser qetilkirina xebatkarê Rojnameya Azadiya Welat Kadrî Bagdû re 3 sal derbas bûn, lê hîn jî kiryarên wî nehatine dîtin. Parêzer Tugay Bek, diyar kir ku ji bo lêpirsîn çalaktir bibe ew tevdigerin, lê heta niha tu gav nehatiye avêtin. Hevşîna Kadrî Bagdu Şemsa Bagdu jî xwest ku kiryarên hevjînê wê bên dîtin. 

Di 14’ê Cotmeha 2014’an de, xebatkarê Rojnameya Azadiya Welat (ku bi KHK’ê hat girtin) Kadrî Bagdû, dema ku li Taxa Ovayê ya semta Şakîrpaşa ya navçeya Seyhan a Edeneyê bi duçerxa xwe rojname belav dikir, êrîşeke çekdarî lê hat kirin û jiyana xwe ji dest da. Di ser mirina Bagdû re 3 sal derbas bûn, lê belê hîn jî kiryarên wî nehatine dîtin. Dema serê sibehê Bagdu rojname belav dikirin, kesekî li ser motorsiklêtê û kask di sera de ji paş ve gule bera paş stuyê Bagdû da û ew qetil kir. Der barê dosyeya Bagdû de biryara “lêgerîna daîmî” hat dayîn û li nav dosyeyên kiryar nediyar hat bicihkirin. Qetilkirina Bagdû, li Tirkiyeyê yekemîn cinayeteke siyasî ye ku DAIŞ’ê pêk aniye. 
 
ŞAHIDAN DÎT
 
Piştî qetilkirina Bagdû, lêpirsîn hatibû vekirin lê belê ji bo dosyeya lêpirsînê biryara nepeniyê hatibû dayîn. Piştî 15 mehan şûnde biryara nepeniyê hat rakirin û ji bo dosyeyê biryara “lêgerîna daîmî” hat dayîn û ew xistin nav yên kiryar nediyar. Piştî ku Amîrtiya Buroya Cinayetê ya Muduriyeta Polîsan a Edeneyê dosyeya lêpirsînê dewrî Şaxa Asayîşê ya Edeneyê kir, kesê bi navê Can Tûbay wek şahid hat guhdrakirin. Tubay, di îfadeya xwe de diyar kir ku roja cinayetê wî li ser banî êm dida kevokên xwe û wî li serê kuçeyê kesekî li ser motorsikleteke sor dîtiye. Tûbay, di îfadeya xwe de got ku wî gotiye qey ev kes dizê çivîkan e û wî bi baldarî temaşeyî wî kiriye û wiha got: “Qama kesê li ser motorsikletê 1.70 wan bû, hinekî xurt bû, kaska serê wî sor û reş bû. Li ser wî pantorekî reş ê keten hebû, eyneya motorsiklêta wî tune bû û ew kes li derdora xwe dinerî.” 
 
Tûbay, diyar kir ku piştî kêliyekê şûnde ji bo ew nan bikire derketiye derve û li kuçeyê leqayî motorsikleta bi plakeya 44198 hatiye. Tûbay di îfadeya xwe de got ku marka motorsikletê “Yamaha 125 YBR” bûye.  Tûbay di îfadeyê de diyar kir ku piştî kêliyekê şûnde motorsiklêt ketiye kuçeya ku cinayet lê çê bûye û dema ew gihaştiye cihê bûyerê jineke ku ew wê nas nake gotiye “Kesê bi kaska sor û li ser motorsiklêta sor bera rojnameger Kadrî da.” 
 
Şahid Mahmut Ogûz jî, di îfadeya xwe de diyar kir ku dema wî dengê çeke bihîstiye ew derketiye ber derî û wî dîtiye ku di ber deriyê dikana wî re motorsikleteke sor ku dişibiya Yamahayê bi lez derbas bûye û li destê rastê vegeriyaye û berê xwe daya Bazara Sêşemê. Ogûz, diyar kir ku kaskeke sor di serê wî kesî de bûye û monteke reş lê bûye. 
Li ser vê yekê, polîsan li kamerayên derdorê û mobeseyan nihêrî, lê belê hat diyarkirin ku ji ber mobese di dema çalakiyan de hatine texrîbkirin, dîmen wernegirtine. 
 
Lê belê, di hin girtekên îfadeyan de derket holê ku, berî ku Bagdû bê qetilkirin bi 2 rojan êrîşkaran giliyê Bagdû kiriye. Di dema bûyerên Kobaniyê de kargeh û mala kesê bi navê Talip Guler texrîb dibe û li ser vê li emniyete îfadeya wî tê wergirtin. Di girteka îfadeya Guler de tê diyarkirin ku ji bûyerên Kobaniyê yên li Şakîrpaşayê Kadîr Bagdû berpirsiyar e. Derket holê ku xizmê Guler, Ercan Guler di 10’ê Cotmeha 2014’an de li Edeneyê bi çekan êrîşî welatiyên ku tevlî çalakiyên Kobaniyê bûne kiriye û der barê cinayeta Yûsûf Guldiren ku wê demê dema di rê de diçû bi hinceta “xeber ji Xwedê re gotine” hat kuştin, lêgerîna wî heye. 
 
Parêzerê malbata Bagdû, Parêzer Tûgay Bek pêvajoya lêpirsîna der barê qetilkirina Bagdû de nirxand. Bek, anî ziman ku hikûmet tenê Yasin Boru tîne ziman û der barê kuştina 50 kesên din de zelalbûyînek tune ye. Bek, dest nîşan kir ku wê serdemê li Edeneyê sê kes hatine kuştin û bi delîlên di dosyeyan de ev cinayet ji aliyê DAIŞ’ê ve hatine kirin. Bek, diyar kir ku ev dosye ji aliyê Şaxa Asayîşê ve tê birêvebirin û emniyet DAIŞ’ê wek rêxistine “terorî” nabîne û wek cinayetên şexsî û hêsan nêzî van cinayetan dibe. 
 
'EMNIYET BERSIVA DAXWAZNAMEYAN NADE’ 
 
Bek wiha domand: “Tê zanîn ku cinayeta Bagdû ji aliyê DAIŞ’iyan ve hat kirin û me di hemû merheleyên lêpirsînê de ji bo vê yekê daxwazname dan, lê belê di çarçoveya rêxistinê de tu lêkolîn nehatin kirin.” Bek, got ku cinayeta Bagdû wek cinayeteke ji rêzê û hêsan tê dîtin û her çi qas kiryar hatibe dîtin jî, lê belê ji ber netespîtkirina nasnameya wî û nebûna şahidan lêpirsîn xistine nav lêpirsînên kiryar nediyar. 
 
Bek wiha axivî: “Heke hûn cinayeta ku rêxistin dike wek cinayeteke şexsî bibînin, ne mumkun e ku hûn vê yekê çareser bikin. Yek ji polîtîkayên wê demê yên îktîdarê jî ew bû ku, bi ser rêxistina terorî DAIŞ’ê ve nediçû. Em wisa difikirin ku kesên di dema çalakiyên Kobaniyê de jiyana xwe ji dest dan jî, wek alîgirên PKK’ê hatin nişandan. Mixabin ji ber vê angajmana siyasî cinayeta Kadrî Bagdû jî nehatiye lêkolînkirin û bi encam nebûye. Ji bo bûyer bê ronîkirin me gelek daxawazname dan. DAIŞ’iyan ev cinayet pêk anî. Daxwaznameyên ku me dan dozgeriyê jî, mixabin ji aliyê emniyete ve bê bersiv hatin hiştin. Di vî warî de emniyet naxwaze dozgeriyê agahdar bike.” 
 
'EM Ê DEV JI VÊ DOZÊ BERNEDIN’ 
 
Şemsa Bagdû jî diyar kir ku ev 3 sal in kujerên hevjînê wê nehatine dîtin û nehatine darizandin û her wiha heta niha di dosyeya lêpirsînê de jî tu geşedan xwe nedane der û dosye xistine nav ên kiryar nediyar. Bagdû, diyar kir ku kujer tên parastin û bi vî awayî ser dosyeyê tê girtin û wiha got: “Kujeran aşkere nakin. Heta kujer neyên dîtin em ê dev ji vê dozê bernedin. Heke kujer dernekevin holê, dê ew hesabê vê yekê bidin. Kujerên hin kesên din dibînin. Lê dema rojnamegerên me tên qetilkirin kujerên wan nabînin. Ez dixwazim kujerên wî û yên hevalên wî bên dîtin.” 
 
MA / Hamdullah Kesen
 
 

Sernavên din

15/10/2017
14:23 Li Kepezê bi gotina 'gawira pîs' jinek derb kirin
14:04 Şahidê bûyerê: Piştî kuştin şop paqij kirin
13:22 Rojnameger 'kesê bi fikar' yên ew derb kirin 'mexdûr' in
13:17 Nûçegihanê ANHA Hogir Mihemed jî jiyana xwe ji dest da
12:15 Berxwedana karkeran encam da
11:27 Leşkeran welatiyê li baxçeyê xwe dixebitî kuşt
11:21 Hejmara nû ya Roperî derket
10:57 'Erkdayina Muftî li dijî Qanûna Bîngehîn e'
10:48 Rêjîma Îranê deriyê sînorê Xaneqînê ji bazirganiyê re girt
10:47 TSK di hewldana dorpêça Efrînê de ye
10:45 Buyerên li Muglayê ji parêzeran veşartin û di çapemeniyê de weşandin
09:27 Karkerên sendîkayî yên ji kar hatin avêtin: Serokwezîr ne samîmî ye
09:26 Zengilê dibistana zaroken Êzîdiyan lêxist
09:23 Li Girtîgeha Ceyhanê kurdî qedexe kirin
09:23 ‘Ji bilî yekîtiyê tu rê tune ye’
09:22 'AKP bi xwîn û dagirkirinê temenê xwe dirêj dike’
09:21 ‘Paqijî û xwedîkirineke bi tenduristî rê li ber nexweşînan digire’
09:19 Pirtûka Demîrtaş hat qedexekirin!
09:17 Di sînorê du welatan de bê nasname ma ye
09:10 'Serpêhatiyên kurdan û katalanan dişibin hev'
09:00 ROJEVA 15'Ê COTMEHA 2017'AN
14/10/2017
19:50 Rojnamegerên agahî ji wan nedihat wergirtin bi birîndarî hatin dîtin
18:40 Rojnameger Bagdu hat bibîranîn
18:34 Hêlin li ser milê jinan hat oxirkirin
17:38 Cenazeyê Rojnameger Dilîşan û YPG/QSD'î bi girseyî oxir kirin
17:19 Demîrê xelata ÎBA girt: Min dayîka Taybet vegot
17:07 Mistefa: Erdogan li dijî kurdan bi dijminê xwe re îtîfaqê çê dike
17:06 Parêzerê Ocalan: Tecrîd bi dawî bibe dê pêşî li van nûçeyan bê girtin
16:44 Komxebata 'Di medya de zayendîparêzî': Divê alternatifên me hebin
16:28 HDP'ê doza xwînê ya 4 salan berê bi dawî kir
16:19 Ji bo jiyanek nû belav nebe qeyûm tayîn kirin
15:36 ‘Bila girtiyê her du destê wî tuneyî bê berdan’
15:26 'Girtiyê birîndar Akin nayê dermankirin'
14:55 Li Kolana Yukselê êrîş û binçavî
14:45 Rojnameger Kadrî Bagdu hat bibîranîn
14:44 Li Çewligê 26 herêm hatin qedexekirin
14:41 Dayikên Şemiyê: Me ji bîr nekir em ji bîr nakin
14:23 Xizmên windayan: Heta em li jiyanê bin em ê şopdarê wan bin
14:10 'Serlêdanên li navenda jinan di destê kî/ê de ne em nizanin'
13:55 Li Fîldîşî balafirek ket xwarê
12:50 HDP dê damezrandina xwe ya 5’emîn pîroz bike
12:47 Li Meclisê pirsa 'Kurdistan’ê
12:44 KGT li xwendekarê revandibûn geriyan: Wextê te tije bû
11:41 Girtiyên jin li dijî îşkenceyê ketin greva birçîbûnê
11:40 Cenazeyê Rojnameger Dilîşan şandin Kobanê
11:30 ÎRA ji ANHA'yê re sersaxî xwest
10:54 Yekî ji wan jî 'kuştina jinê' venegot
10:13 Leşkeran gundê Ogulpinar kirin biryargeh
09:49 4 kes hatin girtin
09:47 'Wan ken bi me dan ji bîrkirin, divê bên cezakirin'
09:29 Ozel: Qanûna tecawizê kiras guherî
09:16 Şer di navbera Heşdî Şabî û pêşmergeyan de derket
09:15 Ji ber wêneyê Kobanê rastî 1 sal û 3 meh ceza hat
09:14 Çîroka îşkence, koçberî û xizaniyekê: Dîrok guherî, gund guherî lê…
09:13 Ava nexweşxaneya leşkerî Fîskayayê tehdît dike!
09:12 ‘Bi sînordarkirina parêzeran dê îşkence berbelav bibe’
09:11 Ji ber SÎHA'yan nikarin li heywanên xwe jî bigerin
09:10 Ji keviran hunerê ava dike
09:10 Parlementera CHP'î Bîçer: Ne cotkar, spekulator buhayên tirî diyar dikin
09:00 ROJEVA 14'Ê COTMEHA 2017'AN
13/10/2017
21:50 Serdozgeriyê der barê bûyerên Mûglayê de daxuyanî da
20:55 Cenazeyê Demîr ku hat gotin di pevçûnê de miriye hat definkirin
20:43 DYA, Muhafizên Şoreşê yên Îranê xist lîsteya mueyîdeyan
18:29 Li dibistanê êrîşa çekdarî: Xwendekarek mir
17:38 'Dilîşan jî wek Nûjiyanê bû dengê gelan'
16:45 Angaşta gundî di axuran de hatine derpkirin
16:38 Serlêdana malbatê ya hevdîtina bi Ocalan re hat redkirin
16:05 Rojnamegerên hatin derbkirin sirgûnê Bafrayê kirin
16:05 Rojnameger Dilîşan Îbîş di erişa DAIŞ'e de jiyana xwe ji dest da
15:07 'Bila dewlet sozê ku daye bi cih bîne'
14:58 Hevjîna polîs bertek nîşanî êrîşa polîsan da
14:26 HDP’ê bertek nîşanî Tupraşê da
14:23 Li 11 polisên fermana 'operasyona KCK'ê dan' doz hat vekirin
14:18 Êrîşên zayendî herî zêde di wesayîtên rêwîtiya komî tên jiyîn
14:17 DEDEF'ê xwest endamên wan bên berdan
13:17 Dê OHAL'ê 3 mehên din dirêj bikin
12:50 Ji bo kana keviran bi sedan dar birîn
12:46 Di ‘Doza çapemeniya KCK’ê’ de îdîanameya Yurt Atayun xwestin
12:36 Li Licê cenazeyek hat dîtin
12:01 Tîmur: Rêgeza wekheviyê hatiye binpêkirin
11:51 Malbat ji bo bi Ocalan re hevdîtinê bike serlêdan kir
11:29 Yekîneya Revandina bi Zorê ya Enqere: TEC
11:28 Şêniyên Reqqayê: Allahû yensîrûkum
10:56 Taşdemîr: Dixwazin jinan di malê de girê bide
10:29 Akat: Berxwedana jinan hesabên li Rojhilata Navîn xirab kir
10:10 Tûtinvanên Semsûrê: Çixareyên TEKEL'ê jî xedexe bikin
09:59 Ewropa ji êrîşên DAIŞ’ê re got ‘Jenosîd’, AKP bêbiryar ma
09:57 Avahiya Meclisê berî 4 salan çêkirin, bi 153 milyona tê nûkirin
09:36 'Berê vedişartin niha civakê ji şer re amade dikin'
09:35 Zarokê nexweşîna epîlepsî li benda derman kirinê ye
09:34 Dermanê sermaya Serhedê çaya nebatan e
09:33 Çerkezoglu: Beşdariya jinan a kar ji sedî 30 e
09:32 Girtî felç û bêhiş kirin û berdan
09:31 Dermana tenduristiyê ‘dimsa hinaran' jî ‘luks’ e!
09:29 Ji bo biçin dibistanê rojê 6 km dimeşin
09:28 3 sal borîn hêj kujerê Kadrî Bagdû nehatin dîtin
09:24 Fakulteya Jineolojiyê dest bi dersan dike
09:00 ROJEVA 13'Ê COTMEHA 2017'AN
12/10/2017
21:15 294 xwendekar ji ber xwarinê jehrî bûn
20:25 Nûnera TUHAD-FED’ê Havva Ozcan hat girtin