3 sal borîn hêj kujerê Kadrî Bagdû nehatin dîtin 2017-10-13 09:28:57 EDENE - Di ser qetilkirina xebatkarê Rojnameya Azadiya Welat Kadrî Bagdû re 3 sal derbas bûn, lê hîn jî kiryarên wî nehatine dîtin. Parêzer Tugay Bek, diyar kir ku ji bo lêpirsîn çalaktir bibe ew tevdigerin, lê heta niha tu gav nehatiye avêtin. Hevşîna Kadrî Bagdu Şemsa Bagdu jî xwest ku kiryarên hevjînê wê bên dîtin.  Di 14’ê Cotmeha 2014’an de, xebatkarê Rojnameya Azadiya Welat (ku bi KHK’ê hat girtin) Kadrî Bagdû, dema ku li Taxa Ovayê ya semta Şakîrpaşa ya navçeya Seyhan a Edeneyê bi duçerxa xwe rojname belav dikir, êrîşeke çekdarî lê hat kirin û jiyana xwe ji dest da. Di ser mirina Bagdû re 3 sal derbas bûn, lê belê hîn jî kiryarên wî nehatine dîtin. Dema serê sibehê Bagdu rojname belav dikirin, kesekî li ser motorsiklêtê û kask di sera de ji paş ve gule bera paş stuyê Bagdû da û ew qetil kir. Der barê dosyeya Bagdû de biryara “lêgerîna daîmî” hat dayîn û li nav dosyeyên kiryar nediyar hat bicihkirin. Qetilkirina Bagdû, li Tirkiyeyê yekemîn cinayeteke siyasî ye ku DAIŞ’ê pêk aniye.    ŞAHIDAN DÎT   Piştî qetilkirina Bagdû, lêpirsîn hatibû vekirin lê belê ji bo dosyeya lêpirsînê biryara nepeniyê hatibû dayîn. Piştî 15 mehan şûnde biryara nepeniyê hat rakirin û ji bo dosyeyê biryara “lêgerîna daîmî” hat dayîn û ew xistin nav yên kiryar nediyar. Piştî ku Amîrtiya Buroya Cinayetê ya Muduriyeta Polîsan a Edeneyê dosyeya lêpirsînê dewrî Şaxa Asayîşê ya Edeneyê kir, kesê bi navê Can Tûbay wek şahid hat guhdrakirin. Tubay, di îfadeya xwe de diyar kir ku roja cinayetê wî li ser banî êm dida kevokên xwe û wî li serê kuçeyê kesekî li ser motorsikleteke sor dîtiye. Tûbay, di îfadeya xwe de got ku wî gotiye qey ev kes dizê çivîkan e û wî bi baldarî temaşeyî wî kiriye û wiha got: “Qama kesê li ser motorsikletê 1.70 wan bû, hinekî xurt bû, kaska serê wî sor û reş bû. Li ser wî pantorekî reş ê keten hebû, eyneya motorsiklêta wî tune bû û ew kes li derdora xwe dinerî.”    Tûbay, diyar kir ku piştî kêliyekê şûnde ji bo ew nan bikire derketiye derve û li kuçeyê leqayî motorsikleta bi plakeya 44198 hatiye. Tûbay di îfadeya xwe de got ku marka motorsikletê “Yamaha 125 YBR” bûye.  Tûbay di îfadeyê de diyar kir ku piştî kêliyekê şûnde motorsiklêt ketiye kuçeya ku cinayet lê çê bûye û dema ew gihaştiye cihê bûyerê jineke ku ew wê nas nake gotiye “Kesê bi kaska sor û li ser motorsiklêta sor bera rojnameger Kadrî da.”    Şahid Mahmut Ogûz jî, di îfadeya xwe de diyar kir ku dema wî dengê çeke bihîstiye ew derketiye ber derî û wî dîtiye ku di ber deriyê dikana wî re motorsikleteke sor ku dişibiya Yamahayê bi lez derbas bûye û li destê rastê vegeriyaye û berê xwe daya Bazara Sêşemê. Ogûz, diyar kir ku kaskeke sor di serê wî kesî de bûye û monteke reş lê bûye.  Li ser vê yekê, polîsan li kamerayên derdorê û mobeseyan nihêrî, lê belê hat diyarkirin ku ji ber mobese di dema çalakiyan de hatine texrîbkirin, dîmen wernegirtine.    Lê belê, di hin girtekên îfadeyan de derket holê ku, berî ku Bagdû bê qetilkirin bi 2 rojan êrîşkaran giliyê Bagdû kiriye. Di dema bûyerên Kobaniyê de kargeh û mala kesê bi navê Talip Guler texrîb dibe û li ser vê li emniyete îfadeya wî tê wergirtin. Di girteka îfadeya Guler de tê diyarkirin ku ji bûyerên Kobaniyê yên li Şakîrpaşayê Kadîr Bagdû berpirsiyar e. Derket holê ku xizmê Guler, Ercan Guler di 10’ê Cotmeha 2014’an de li Edeneyê bi çekan êrîşî welatiyên ku tevlî çalakiyên Kobaniyê bûne kiriye û der barê cinayeta Yûsûf Guldiren ku wê demê dema di rê de diçû bi hinceta “xeber ji Xwedê re gotine” hat kuştin, lêgerîna wî heye.    Parêzerê malbata Bagdû, Parêzer Tûgay Bek pêvajoya lêpirsîna der barê qetilkirina Bagdû de nirxand. Bek, anî ziman ku hikûmet tenê Yasin Boru tîne ziman û der barê kuştina 50 kesên din de zelalbûyînek tune ye. Bek, dest nîşan kir ku wê serdemê li Edeneyê sê kes hatine kuştin û bi delîlên di dosyeyan de ev cinayet ji aliyê DAIŞ’ê ve hatine kirin. Bek, diyar kir ku ev dosye ji aliyê Şaxa Asayîşê ve tê birêvebirin û emniyet DAIŞ’ê wek rêxistine “terorî” nabîne û wek cinayetên şexsî û hêsan nêzî van cinayetan dibe.    'EMNIYET BERSIVA DAXWAZNAMEYAN NADE’    Bek wiha domand: “Tê zanîn ku cinayeta Bagdû ji aliyê DAIŞ’iyan ve hat kirin û me di hemû merheleyên lêpirsînê de ji bo vê yekê daxwazname dan, lê belê di çarçoveya rêxistinê de tu lêkolîn nehatin kirin.” Bek, got ku cinayeta Bagdû wek cinayeteke ji rêzê û hêsan tê dîtin û her çi qas kiryar hatibe dîtin jî, lê belê ji ber netespîtkirina nasnameya wî û nebûna şahidan lêpirsîn xistine nav lêpirsînên kiryar nediyar.    Bek wiha axivî: “Heke hûn cinayeta ku rêxistin dike wek cinayeteke şexsî bibînin, ne mumkun e ku hûn vê yekê çareser bikin. Yek ji polîtîkayên wê demê yên îktîdarê jî ew bû ku, bi ser rêxistina terorî DAIŞ’ê ve nediçû. Em wisa difikirin ku kesên di dema çalakiyên Kobaniyê de jiyana xwe ji dest dan jî, wek alîgirên PKK’ê hatin nişandan. Mixabin ji ber vê angajmana siyasî cinayeta Kadrî Bagdû jî nehatiye lêkolînkirin û bi encam nebûye. Ji bo bûyer bê ronîkirin me gelek daxawazname dan. DAIŞ’iyan ev cinayet pêk anî. Daxwaznameyên ku me dan dozgeriyê jî, mixabin ji aliyê emniyete ve bê bersiv hatin hiştin. Di vî warî de emniyet naxwaze dozgeriyê agahdar bike.”    'EM Ê DEV JI VÊ DOZÊ BERNEDIN’    Şemsa Bagdû jî diyar kir ku ev 3 sal in kujerên hevjînê wê nehatine dîtin û nehatine darizandin û her wiha heta niha di dosyeya lêpirsînê de jî tu geşedan xwe nedane der û dosye xistine nav ên kiryar nediyar. Bagdû, diyar kir ku kujer tên parastin û bi vî awayî ser dosyeyê tê girtin û wiha got: “Kujeran aşkere nakin. Heta kujer neyên dîtin em ê dev ji vê dozê bernedin. Heke kujer dernekevin holê, dê ew hesabê vê yekê bidin. Kujerên hin kesên din dibînin. Lê dema rojnamegerên me tên qetilkirin kujerên wan nabînin. Ez dixwazim kujerên wî û yên hevalên wî bên dîtin.”    MA / Hamdullah Kesen