ŞIRNEX - Di operasyona li çoltera Hezexê destpê kir de pevçûn derket û 2 leşker bi giranî birîndar bûn.
Li çoltera gundê Haberlî ya navçeya Hezexa Şirnexê operasyona leşkerî hat lidarxistin û di operasyonê de pevçûn derket. Di pevçûna derket de 2 leşker bi giranî birîndar bûn. Leşkerên birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê û li herêmê tevgera leşkerî berdewam dike.