Li Hezexê pevçûn: 2 leşker birîndar bûn 2018-05-14 15:28:13 ŞIRNEX - Di operasyona li çoltera Hezexê destpê kir de pevçûn derket û 2 leşker bi giranî birîndar bûn.   Li çoltera gundê Haberlî ya navçeya Hezexa Şirnexê operasyona leşkerî hat lidarxistin û di operasyonê de pevçûn derket. Di pevçûna derket de 2 leşker bi giranî birîndar bûn.  Leşkerên birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê û li herêmê tevgera leşkerî berdewam dike.