DEM Partî hevdîtinên bi gel re da destpêkirin: Serê îktîdarê li sicdeyê aqilê wê li ser hîleyan e!

  • rojane
  • 12:03 22 Sibat 2024
  • |

NAVENDA NÛÇEYAN - DEM Partiyê di çarçoveya xebatên hilbijartinê de ji du baskan ve dest bi hevdîtinên bi gel re kir. Hevserokê Giştî Tuncer Bakirhan bal kişand ser mijara veguhestina hilbijêran û wiha ji îktîdarê re got: “Serê vanan li sicdeyê û aqilê wan li ser hîleyan e.” 

 
Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan di çarçoveya xebatên hilbijartina rêveberiyên herêmî de ji du baskan ve bi gel re hatin gel hev. Hatîmogûllari û şandeya pê re ji ewil çûn Erdexanê. Hevserokê Giştî Bakirhan û şandeya pê re jî çûn navçeya Şemzînan a Colemêrgê. Hevserokên  Giştî dê mehekê li qadê bin û bi gel re hevdîtinan bikin. 
 
LI ŞEMZÎNANÊ DÎMENÊN RENGÎN
 
Tuncer Bakirhan li Şemzînanê li navçeya Şemzînanê bi gel re hate gel hev û tev li vekirina buroya hilbijartinê bû. Bakirhan û şandeya pê re li Kaniya Bermêşê ya li Jêbihûra Şapatanê ji hêla girseyekî qelebalix ve bi coşeke mezin hatin pêşwazîkirin. Piştre jî derbasî buroya hilbijartinê bûn. Konvoya DEM Partiyê li her cihê jê re derbas dibû rastî eleqeyeke mezin a gel hat. Welatiyan bi nîşaneyên serkeftinê û dirûşman konvoy silav kirin. Li pêşiya buroya hilbijartinê jî şande bi girseyî hat pêşwazîkirin. Di hevdîtinê de alayên partiyên hatin hilgirtin û pêtal hatin vêxistin. 
 
‘ŞEMZÎNAN KURDISTAN E’
 
Bakirhan li vir got “Şemzînan yekitî û Kurdistan e.” Bi domdarî Bakirhan anî ziman ku dê di 31’ê adarê de qeyûman bişînin û wiha got: “Me di vê hilbijartinê de ji Şemzînanê dest pê kir û dê Şemzînan bi ser keve. Yên ku kurdan qebûl nakin, ji bo kurdî dibêjin ‘zimanê nayê zanîn an jî X.’ Divê xelkê Şemzînanê bersiva wan bide. Têkoşîna me têkoşîna hebûnê ye. Nûnerên partiyên din ên li çar aliyên Tirkiyeyê dadikevin kolanan, yek gotineke bi kurdî nabêjin. Li vî welatî 30 milyon kurd dijîn û gelê kurd heta niha li tu gelan xiyanet nekiriye. Tekane daxwaza vî gelî ew e ku mîna her kesî bi mirovane bijî.” 
 
 
‘REWŞA ME BIQÛDRET E’
 
Bakirhan, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Serdemek berê qeyûm tayîn kirin. Îradeya we teslîmî memûrekî dewletê kirin. Çi bû? Ne xizmet heye ne jî tiştekî din. Li dijî kurdan cihêkarî kirin. Di hilbijartina din de gel xapandin, gef lê xwarin û bi dengekî kin şaredarî standin. Niha jî ji bo xespkirina vîna gel hilbijêr hatine veguhestin. Serê van li sicdeyê û aqilê wan li ser hîleyan e. 2 hezar hilbijêrên qaçax anîne vê derê. Kesên ji Aksaray û Amasyayê anîne vê derê. Dê piştre jî bibêjin ‘em di hilbijartinê de bi ser ketin.’ Dê ev hilbijartina bi hîleyan ji kepê we derkeve. Banga min ji bo AKP’iyan e; gelo wijdana we qebûl dike ku hûn Şaredariya Şemzînanê bi rêya hilbijêrên qaçax bi dest bixin? Hûn dê çawa dengê xwe bidin vê zîhniyeta dizîker? Bawer bikin rewşa me gelek biqûdret e. Li gel jin û ciwanan em ê dersekî baş bibin kesên kurdan tune dihesibînin û di girtîgehan de dirizînin.”
 
Piştî axaftinan jî bûroya hilbijartinê hate vekirin. Bakirhan û şandeya pê re piştre derbasî navçeya Geverê bûn. 
 
ERDEXAN
 
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari jî starta hilbijartina xwecihî ya partiya xwe li Qada Bajar a Haptanê ya li navçeya Mêrdink a Erdexanê da. Beriya hevdîtina bi gel re, xelkê navçeyê Hatîmogûllari li Demîrkapiyê pêşwazî kir û bi hev re bi konvoyê derbasî navçeyê bûn. Partiyiyên ku bi stranan ketin navçeyê, ji hêla gel ve bi nîşaneyên serkeftinê û çepikan hatin pêşwazîkirin. 
 
BAL KIŞAND SER TECRÎDÊ 
 
Namzetê hevşaredariyê yê DEM Partiyê yê şaredariyê Serkan Yilmaz û endamên partiyê tev li hevdîtinê bûn. Yilmaz li vir axivî û diyar kir ku partiya wan ne partiya kesên nelirêtiyê dikin e û ev tişt anî ziman: “Partiya me li dijî nelirêtiyê û li gel xizanan e. DEM Partî, partiya pêşerojê ye. Yên ku wekhevî, aştî û xwişk-biratiyê li vî welatî diparêzin, nûnerên DEM Partiyê ne.” Her wiha Yilmaz bal kişand ser greva birçîbûnê ya li girtîgehan bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û rakirina tecrîdê hatiye destpêkirin û têkoşîna girtiyan silav kir. 
 
 
 
 
‘EM Ê GOLANÊ BI DEST BIXIN’
 
Piştre jî Hatîmogûllari axivî û got ku xelkê Golanê bi gel û têkoşîna xwe ya şoreşgerî tê naskirin. Hatîmogûllari , bi domdarî Akîf Yilmaz û Cemîl Kirbayir weke mînak nîşan da û wiha domand: “Piştî teslîmkirina lîsteyan, ji ewil em hatin vê derê.Tevî zext û girtinan jî DEM Partî li vir e. Em ê li vir bi ser kevin. Hevşaredarên me dê nîşan bidin bê ka şaredarvaniya demokratî û ekolojîk çawa ye. Yên ku tenê xelkê Golanê piştî hilbijartinê tê bîra wan, dema diçin Enqereyê ma careke din berê xwe didin vir? Ma dibêjin çi pêdiviyên wan hene? Nabêjin. Em ê tu caran dengê xwe nedin van. Ez ji ber pêşwazîkirina we ya dilgerm spas dikim.” 
 
‘ERDEXANÎ DÊ VEGERIN ERDEXANÊ’
 
Di berdewamê de Hatîmogûllari diyar kir ku AKP’ê li Erdexan û Golanê turîzm, çandinî û sewalkarî tune kiriye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Jixwe li vir her tişt pir biha ye. Her roj ji bo mazotê zeman dikin. Êmê sewalan jî pir biha bûye. Xelk nikare debara xwe bike. Golan ji bîr kirine. Nabêjin gelo dê di van rojên sar de xelk çi bixwe û çi vexwe. Qet nabêjin gelo ji bo sewalkariyê kooperatîf hewce dikin an na. Nayê bîra tu kesî. Lê di bîra DEM Partiyê de ye. Dê hevşaredarên me di demên pêş de van projeyan pêk bînin. Weke karê ewil dê kooperatîfan ava bikin. Miroveke birçî nikare bijî. Kesên birçî zexta koçberiyê lê dibe. Zêdetirî pênc qatî kesên li vir dijîn koçber bûne. Dê Erdexanî dîsa vegerin Erdexanê.” 
 
BAL KIŞAND SER LICIKÊ
 
Hatîmogûllari bal kişand ser hezaza li Licikê çêbûyî û qala 9 karkerên di bin axê de kir. hatîmogûllari, axaftina xwe wiha qedand: “Projeya çêkirina kana madenê ji bo Erdexanê heye. Dê me neçar bikin ku ava jehrî, bisiyanûr û bipenceşirî vexwin. Em destûrê nedin vê. Divê em xwe li dijî vê birêxistin bikin. Bila Golan ji xelkê Golanê re bimîne. Bila karkerên me koçber nebin. Mirov li ku bijîn bila zikê wan li wir têr bibe.” 
 
Hatîmogûllari piştre jî li navçeyê dest bi serdanan kir. . 
 

Sernavên din

04/08/2024
16:33 Li Xeta Jinê hevdîtina jinan
16:00 Li Qersê du malbat bi şer ketin: 4 kes birîndar bûn
15:37 Li Mêrdînê karkerekî di cînayeta kar de jiyana xwe ji dest da
14:34 Li pêşiya girtîgehê çalakiya ‘azadiyê’: Guftûgo û muzakere welêt parçe nakin
14:05 Damezirînerê SADAT’ê Tanriverdî mir
13:54 Uçar: Azadiya Abdullah Ocalan ji bo çareseriyê pir girîng e
13:50 DEM Partî çû serdana girtiyên Doza Geziyê
12:46 Komên paramîlîter li Efrînê 4 welatî revandin
12:37 Li dijî tecrîdê çalakiyên rûniştinê tên destpêkirin
11:47 Li Amedê komxebata ekolojiyê hat lidarxistin
11:40 Bîlançoya şer a meha tîrmehê hat eşkerekirin
10:25 Hejmara 75’emîn a Kovara Jinê derket
10:03 Ji bo 8 bajaran hişyariya barîna zêde hate kirin
09:54 ‘Em hewl didin jinan bêhtir tev li hemû qadên jiyanê bikin’
09:26 Rewşa girtiyê di greva birçîbûnê de giran dibe
09:20 ‘Dagirker ji qûbê dibeze, asteng û qedexe dike’
09:11 Girtiyê ku di hefteyekê de 3 caran rakirin nexweşxaneyê nayê berdan
09:10 Şîrketa çavberdaye Hasandinê diyar bû
09:07 Kayayê ji Partiya Saadetê: Bi êrişan dixwazin kurdî krîmînalîze bikin
09:04 Mûgûç ê OHD'î: Kesên welatekî demokratîk dixwazin divê li dijî tecrîdê rabin
09:02 ‘Êrişên li ser kurdî parçeyeke polîtîkaya şerê taybet e'
09:00 ROJEVA 4’Ê TEBAXA 2024’AN
03/08/2024
22:59 Li Amedê fînala Tûrnûvaya Fûtbolê ya Gulistan Dokû hat lîstin
21:34 Êrişên li ser kurdî hatin şermezarkirin
21:18 Di çalakiya li dijî qeyûm de banga têkoşîna hevpar
16:16 Meclisa Jinan: Li Şengalê yekitiya gelan hedef girtin
16:08 Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daketin qadan û komkujî şermezar kirin
15:50 TJA’yê ji serokkomarê Iraqê re name şand
15:43 Jinên êzîdî banga ‘bila ji berpirsên komkujiyê hesab bê pirsin’ kirin
15:25 Ji bo girtiyên nexweş Yaşar û Aytaç banga berdanê kirin
14:51 Banga ‘Komkujiya Şengalê weke qirkirin qebûl bikin’ hat kirin
14:31 Dayikên Şemiyê ji bo Suleyman Cîhan banga edaletê kirin
13:59 Xizmên Windakiriyan: Em ê dev ji têkoşîna xwe bernedin
13:36 Lêpirsîna êrişa Edliyeya Stenbolê: Ji 19 kesan re heya 15 salan ceza hefsê hat xwestin
13:14 Li Somaliyê teqîn: 32 kes mirin, 63 kes birîndar bûn
13:03 Mexdûra Erdhejê Kaya: Bi raporên taybet edaletê dikirin
11:54 ‘Bila 3’yê Tebaxê bibe Li Hemberî Qirkirin û Jenosîda Jinan Roja Çalakiya Navneteweyî’
11:00 Ji Îsraîlê êrişa hewayî: Fermandarekî Tugeyên el-Kassamê hate kuştin
10:53 Dê li Depê Mîhrîcana Çand û Xwezayê bê lidarxistin
10:52 KNK: Birînên Şengalê bi tifaqeke mezin a kurdan dikare bikewin
10:13 Bakirhan: Pêdiviya Tirkiyeyê bi pergaleke nenavendî heye
09:09 Ekmen: Kurdî parçe nake lê wê ev mêjî welêt parçe bike
09:08 Hevseroka BEKSAV'ê: Hunermendên kurd û sosyalîst li dijî tecrîdê li ber xwe didin
09:07 Ji ber nexwestin di êrişan de cih bigirin doz li cerdevanan hat vekirin
09:00 Bertek nîşanî êrişan dan: Divê em govenda xwe mezin bikin
09:00 ROJEVA 3'YÊ TEBAXA 2024'AN
07:14 Li Îranê di mehekê de herî kêm 55 girtî hatine darvekirin
02/08/2024
21:35 "Her kes bila bibe mamosteyê zimanê xwe'
21:26 DEM Partî: Werin em bi hev re lîstikên nijadperest pûç bikin
17:23 Li Kerboranê 'Pêşî Peya' cardin hat jêbirin
16:28 Çalakiya ‘Tecrîdê bi dawî bikin’ di hefteya 15’an de dom kir
16:11 Di ‘Nobeta Aştiyê’ de berteka bêtehamuliya li hember kurdî
16:04 Îşkenceya polîsan protesto kirin: Hûn nikarin serî bi ciwanan bidin tewandin
15:52 OHD’ê rapora binpêkirinên tenduristiyê parve kir
15:37 Li Cizîrê nivîsên ‘Pêşî Pêya’ dîsa hatin nivîsandin
14:55 Der heqê girtiyên li dijî lêpirsîna ‘nasnameyê’ derketin lêpirsîn hat destpêkirin
14:08 Êrişa li dijî zimanê kurdî didome: Li Cizîrê jî nivîsa ‘Pêşî Peya’ hate jêbirin
13:56 Ji bo girtiyê nexweş Guvel serî li Wezareta Dadê da
13:02 Hinceta astengkirina Instagramê: Li gorî qedexeya sûcên katalogê tevnegeriya
12:44 DEM Partiyê têkildarî Qoserê daxuyanî da: Lêpirsîna disiplînê hat destpêkirin
12:23 Li 9 bajaran hinek qad ji statûya daristanê hatin derxistin
12:22 Erdogan li ser Instagram a hatiye astengkirin peyam parve kir!
11:50 Malbata Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
11:37 Rapora DFG’ê ya tîrmehê: Li 9 rojnamegeran 51 sal ceza hate birîn
11:36 MYK’a DEM Partiyê li Wanê civiya
11:27 Dolar radibe lîreyê tirk bêqîmet dibe
11:11 Qanûna kuştina kûçikan di Rojnameya Fermî de hate weşandin
10:35 Ciwanên ji hêla polîsan ve hatine ragirtin îşkenceya dîtine vegotin
10:02 Hevşaredaran got: Dê zimanê xizmetê yê bajar bibe kurdî
09:51 Lêçûnên 6 mehan ên Serokkomariyê ji sedî 177 zêde bûn
09:44 Rapora ÎHD’ê: Bijîşkên bi helwestên siyasî tevdigerin pêşî li tehliyeyan digirin
09:26 'Li dijî êrişan cihgirtina li cem gelê kurd berpirsiyarî ye'
09:17 Endamên Koma Hevrayê: Em xwedî li govendên xwe derkevin
09:13 Li Şirnexê her gavek lêpirsînek e!
09:07 Parêzer Fîdan: Jêbirina nivîsên bi kurdî derqanûntî ye
09:04 Cerdevan li Bêtkarê rojane 600-700 tonên daran dibirin
09:03 Li benda rizgarkirina keça xwe ya di destê DAIŞ'ê de ye
09:00 ROJEVA 2'YÊ TEBAXA 2024'AN
08:49 Li Rezanê du welatî bi şer ketin
08:38 Instagram hate astengkirin
01/08/2024
23:03 Nobeta li dijî desteserkirinê: Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin
22:02 Banga 'xwedî li çanda kurdî û zimanê kurdî derkevin'
16:19 DYA 12 keştî û bi hezaran leşkeran dişîne Rojhilata Navîn
16:09 Kesên li Pîranê hatibûn binçavkirin hatin berdan
15:34 Leşkerên Îranê koleberek qetil kirin
15:18 2 jin û zarokek ji DAIŞ’ê hatin rizgarkirin
14:31 Pênciwênê SÎHA’yek ket
14:16 15 baro: kurdî zimanê zikmakî yê bi milyonan welatiyan e
13:50 Li Îzmîrê 4 kes hatin berdan
13:19 Gulmez: Dewlet çima provakasyonan dike?
12:41 Hat îdiakirin ku şaredariya AKP’î beravêtiyên karkeran kom kirine, şewitandiye
12:40 Îsraîl: Fermandarê Tûgayên Îzzetîn el Kassamê Deîf hate kuştin
12:39 Talankirina daran a li Gabarê didome
12:00 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:11 Li Omeryanê pevçûn derket
11:05 Îstînafê biryara beraetê ya di ‘Doza Îstîsmarê ya Pasûrê’ de guncav dît!
10:43 Li Xezeyê 2 rojnameger di êrişa Îsraîlê de hatin kuştin
10:38 NADA piştgirî da kampanyaya ‘Ji darvekirinê re na, ji jiyana azad re erê’
10:38 Li Pîranê 5 kes ji ber ‘govendê’ hatin binçavkirin
10:32 Endamên SKM’ê piştî cezayê pereyan hatin berdan