DEM Partî hevdîtinên bi gel re da destpêkirin: Serê îktîdarê li sicdeyê aqilê wê li ser hîleyan e! 2024-02-22 12:03:06 NAVENDA NÛÇEYAN - DEM Partiyê di çarçoveya xebatên hilbijartinê de ji du baskan ve dest bi hevdîtinên bi gel re kir. Hevserokê Giştî Tuncer Bakirhan bal kişand ser mijara veguhestina hilbijêran û wiha ji îktîdarê re got: “Serê vanan li sicdeyê û aqilê wan li ser hîleyan e.”    Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan di çarçoveya xebatên hilbijartina rêveberiyên herêmî de ji du baskan ve bi gel re hatin gel hev. Hatîmogûllari û şandeya pê re ji ewil çûn Erdexanê. Hevserokê Giştî Bakirhan û şandeya pê re jî çûn navçeya Şemzînan a Colemêrgê. Hevserokên  Giştî dê mehekê li qadê bin û bi gel re hevdîtinan bikin.    LI ŞEMZÎNANÊ DÎMENÊN RENGÎN   Tuncer Bakirhan li Şemzînanê li navçeya Şemzînanê bi gel re hate gel hev û tev li vekirina buroya hilbijartinê bû. Bakirhan û şandeya pê re li Kaniya Bermêşê ya li Jêbihûra Şapatanê ji hêla girseyekî qelebalix ve bi coşeke mezin hatin pêşwazîkirin. Piştre jî derbasî buroya hilbijartinê bûn. Konvoya DEM Partiyê li her cihê jê re derbas dibû rastî eleqeyeke mezin a gel hat. Welatiyan bi nîşaneyên serkeftinê û dirûşman konvoy silav kirin. Li pêşiya buroya hilbijartinê jî şande bi girseyî hat pêşwazîkirin. Di hevdîtinê de alayên partiyên hatin hilgirtin û pêtal hatin vêxistin.    ‘ŞEMZÎNAN KURDISTAN E’   Bakirhan li vir got “Şemzînan yekitî û Kurdistan e.” Bi domdarî Bakirhan anî ziman ku dê di 31’ê adarê de qeyûman bişînin û wiha got: “Me di vê hilbijartinê de ji Şemzînanê dest pê kir û dê Şemzînan bi ser keve. Yên ku kurdan qebûl nakin, ji bo kurdî dibêjin ‘zimanê nayê zanîn an jî X.’ Divê xelkê Şemzînanê bersiva wan bide. Têkoşîna me têkoşîna hebûnê ye. Nûnerên partiyên din ên li çar aliyên Tirkiyeyê dadikevin kolanan, yek gotineke bi kurdî nabêjin. Li vî welatî 30 milyon kurd dijîn û gelê kurd heta niha li tu gelan xiyanet nekiriye. Tekane daxwaza vî gelî ew e ku mîna her kesî bi mirovane bijî.”      ‘REWŞA ME BIQÛDRET E’   Bakirhan, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Serdemek berê qeyûm tayîn kirin. Îradeya we teslîmî memûrekî dewletê kirin. Çi bû? Ne xizmet heye ne jî tiştekî din. Li dijî kurdan cihêkarî kirin. Di hilbijartina din de gel xapandin, gef lê xwarin û bi dengekî kin şaredarî standin. Niha jî ji bo xespkirina vîna gel hilbijêr hatine veguhestin. Serê van li sicdeyê û aqilê wan li ser hîleyan e. 2 hezar hilbijêrên qaçax anîne vê derê. Kesên ji Aksaray û Amasyayê anîne vê derê. Dê piştre jî bibêjin ‘em di hilbijartinê de bi ser ketin.’ Dê ev hilbijartina bi hîleyan ji kepê we derkeve. Banga min ji bo AKP’iyan e; gelo wijdana we qebûl dike ku hûn Şaredariya Şemzînanê bi rêya hilbijêrên qaçax bi dest bixin? Hûn dê çawa dengê xwe bidin vê zîhniyeta dizîker? Bawer bikin rewşa me gelek biqûdret e. Li gel jin û ciwanan em ê dersekî baş bibin kesên kurdan tune dihesibînin û di girtîgehan de dirizînin.”   Piştî axaftinan jî bûroya hilbijartinê hate vekirin. Bakirhan û şandeya pê re piştre derbasî navçeya Geverê bûn.    ERDEXAN   Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari jî starta hilbijartina xwecihî ya partiya xwe li Qada Bajar a Haptanê ya li navçeya Mêrdink a Erdexanê da. Beriya hevdîtina bi gel re, xelkê navçeyê Hatîmogûllari li Demîrkapiyê pêşwazî kir û bi hev re bi konvoyê derbasî navçeyê bûn. Partiyiyên ku bi stranan ketin navçeyê, ji hêla gel ve bi nîşaneyên serkeftinê û çepikan hatin pêşwazîkirin.    BAL KIŞAND SER TECRÎDÊ    Namzetê hevşaredariyê yê DEM Partiyê yê şaredariyê Serkan Yilmaz û endamên partiyê tev li hevdîtinê bûn. Yilmaz li vir axivî û diyar kir ku partiya wan ne partiya kesên nelirêtiyê dikin e û ev tişt anî ziman: “Partiya me li dijî nelirêtiyê û li gel xizanan e. DEM Partî, partiya pêşerojê ye. Yên ku wekhevî, aştî û xwişk-biratiyê li vî welatî diparêzin, nûnerên DEM Partiyê ne.” Her wiha Yilmaz bal kişand ser greva birçîbûnê ya li girtîgehan bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û rakirina tecrîdê hatiye destpêkirin û têkoşîna girtiyan silav kir.          ‘EM Ê GOLANÊ BI DEST BIXIN’   Piştre jî Hatîmogûllari axivî û got ku xelkê Golanê bi gel û têkoşîna xwe ya şoreşgerî tê naskirin. Hatîmogûllari , bi domdarî Akîf Yilmaz û Cemîl Kirbayir weke mînak nîşan da û wiha domand: “Piştî teslîmkirina lîsteyan, ji ewil em hatin vê derê.Tevî zext û girtinan jî DEM Partî li vir e. Em ê li vir bi ser kevin. Hevşaredarên me dê nîşan bidin bê ka şaredarvaniya demokratî û ekolojîk çawa ye. Yên ku tenê xelkê Golanê piştî hilbijartinê tê bîra wan, dema diçin Enqereyê ma careke din berê xwe didin vir? Ma dibêjin çi pêdiviyên wan hene? Nabêjin. Em ê tu caran dengê xwe nedin van. Ez ji ber pêşwazîkirina we ya dilgerm spas dikim.”    ‘ERDEXANÎ DÊ VEGERIN ERDEXANÊ’   Di berdewamê de Hatîmogûllari diyar kir ku AKP’ê li Erdexan û Golanê turîzm, çandinî û sewalkarî tune kiriye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Jixwe li vir her tişt pir biha ye. Her roj ji bo mazotê zeman dikin. Êmê sewalan jî pir biha bûye. Xelk nikare debara xwe bike. Golan ji bîr kirine. Nabêjin gelo dê di van rojên sar de xelk çi bixwe û çi vexwe. Qet nabêjin gelo ji bo sewalkariyê kooperatîf hewce dikin an na. Nayê bîra tu kesî. Lê di bîra DEM Partiyê de ye. Dê hevşaredarên me di demên pêş de van projeyan pêk bînin. Weke karê ewil dê kooperatîfan ava bikin. Miroveke birçî nikare bijî. Kesên birçî zexta koçberiyê lê dibe. Zêdetirî pênc qatî kesên li vir dijîn koçber bûne. Dê Erdexanî dîsa vegerin Erdexanê.”    BAL KIŞAND SER LICIKÊ   Hatîmogûllari bal kişand ser hezaza li Licikê çêbûyî û qala 9 karkerên di bin axê de kir. hatîmogûllari, axaftina xwe wiha qedand: “Projeya çêkirina kana madenê ji bo Erdexanê heye. Dê me neçar bikin ku ava jehrî, bisiyanûr û bipenceşirî vexwin. Em destûrê nedin vê. Divê em xwe li dijî vê birêxistin bikin. Bila Golan ji xelkê Golanê re bimîne. Bila karkerên me koçber nebin. Mirov li ku bijîn bila zikê wan li wir têr bibe.”    Hatîmogûllari piştre jî li navçeyê dest bi serdanan kir. .