Girtiyê nexweş 94 kîlometreyan bi dest kelemçekirî birine nexweşxaneyê

  • rojane
  • 09:27 22 Sibat 2024
  • |
ŞIRNEX - Dayika girtiyê nexweş Fikret Erden diyar kir ku kurê wê yê nexweş 94 kîlometreyan bi dest kelemçekirî birine nexweşxaneyê û got: "Ji Girtîgeha Kirikkaleyê tînin Enqereyê nexweşxaneyê. Destê wî venakin ku nanê xwe bixwe. Çawa birine nexweşxaneyê, wisa tînin girtîgehê."
 
Li Tirkiyeyê û bakurê Kurdistanê binpêkirina mafên girtiyan, zext û êriş her ku diçe zêde dibin. Girtiyên ku di bin tecrîdeke giran de tên girtin, ji her mafekî xwe bêpar tên hiştin. Girtiyê nexweş ê bi navê Fikret Erden ê ku li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Kirikkaleyê tê ragirtin bi telefonê bi malbata xwe re axivî û ragihand ku ew rastî her cûreyê êrişan tên. Dayika Erden, Sidika Erden bi lêv kir ku her tiştekî girtiyan tê desteserkirin û banga hestiyariyê kir. 
 
94 KÎLOMETRE BI DEST KELEMÇEKIRÎ BIRIN
 
Erden, anî ziman ku kurê wê yê nexweş bi dest kelemçekirî dibin nexweşxaneyê û wiha axivî: "Bila hemû dayik rabin ser piyan û xwedî li zarokên xwe derbikevin. Zarokên me hemûyan nexweş in. Zarokên me hemû kuştin, girtin. Dayikên leşkeran, dayikên polîsan bila rabin ser xwe dest bidin destê me û li dijî vê zilmê bisekinin. Êşa me dayikan yek e em êdî dibêjin bes e. Kurê me dikujin em dibêjin bes e, keça me dikujin em dibêjin bes e, hevjînê me dikujin em dibêjin bes e. Zarokên me diavêjin girtîgehan û her êrişekî dibin ser wan. Lê em dayikên kurd dîsa jî dibêjin bes e. Weke her dayikekî zarokekî min jî di girtîgehê de ye. Ji kurê min re 107 sal ceza dixwazin. Lê di girtîgehê de rastî tacîzan tên. 
 
 
Girtiyan aciz dikin, xwarinê nadin wan. Kurê min dibin nexweşxaneyê û ew dermanên ku bijîşk jê re dinivîse nadinê. Kurê min ji wan re dibêje, 'hûn çima dermanên min nadin' dibêjin, 'tune ne' destê wî bi kelemçekirî dibin nexweşxaneyê û bi kelemçekirî tînin girtîgehê. Kurê min bi xwe seqete hûn destê wî çima kelemçe dikin? Nexweş e û her ji her derê xwe ve seqet e. Di hevdîtina herî dawî ya bi telefonê ku me bi kurê min re kirî diyar kir ku dema ku wî dibin nexweşxaneyê bi kelemçekirî nan, bacan didinê. Ji wan re dibêje, 'ez ê çi jê bikim?' jê re dibêjin,' tu dê bi xwe re bibî tu dê rê de birçî bibî' Ji Girtîgeha Kirikkaleyê tînin Enqereyê nexweşxaneyê. (94 kîlometre) Destê wî venakin ku nanê xwe bixwe. Çawa birine nexweşxaneyê, wisa tînin girtîgehê. Di dawiyê de nanê ku danê jê digirin û jê re dibêjin, 'te ev nan ji derve aniye' û nan diavêjin çopê. Dewleteke faşîste. Piştî ku we nan da hûn çima wiha dikin."
 
NAN NADIN GIRTIYAN, KINCÊN WAN DESTESER DIKIN
 
Erden, daxwaz kir ku herkes xwedî li girtiyan derbikeve û ev bang kir: "Serê zivistanê kincan dixwaze em kincan jê re dişînin sê mehan wan kincan nadinê. Zivistan ji xwe sê mehin heke ku hûn di nava sê mehan de nedinê ew ê piştre çi lê bikin. Em kincên havînê dişînin, zivistanê didinê. Van êrişên derûnî li ser zarokên me dimeşînin. Kurê min û hevalekê xwe di heman odeyê de dimînin û ji rêveberiyê re dibêje,' ji me re du nan bînin' lê tenê nanekî didinê û ji wan re dibêjin, 'ev tenê heye' çi bixwazin nîv tînin. Banga me ji tevahiya cîhanê re heye ku zarokên me hemû di greva birçîbûnê de ne deng bidin wan. Rabin ser xwe xwedî li zarokên xwe derbikevin." 
 
 
 
 

Sernavên din

21/04/2024
23:43 Li Amedê mihrîcan didome
21:49 Li Erziromê qezaya trafîkê çêbû: Miriyek û 6 birîndar hene
20:05 Encamnameya Civata Giştî ya KNK'ê: Êdî dema yekitiyê ye
18:06 Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşarê di roja 82’emîn de domiya
17:50 Amedspor alîgirên xwe xemgîn kir
16:54 KNK: Li dijî êrişan hewcehî bi helwesta seferberiyê heye
16:20 Astengdarê zihnî Gezer ê hedef hatibû nîşandan hate girtin
15:42 Li Turhalê bi pileya 4.1 erdhej çêbû
15:36 Di lijneya KNK’ê de bal kişandin ser ‘yekitiyê’
15:32 Maça ‘şampiyoniyê’ ya Amedsporê dest pê kir
15:19 Kenan Bakay piştî 30 salan hate berdan
15:11 ‘Kesekî astengdar çawa dibe rêveberê partiyê’
15:01 Çandar: Rêzê ji bo îradeya gel bigirin
14:04 Li Amedê beriya maçê coşa ‘şampiyontiyê’
14:03 Di êrişên Îsraîlê de zêdetirî 34 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan
14:03 Meclisa Jinan a DEM Partiyê: Jinan erdnîgarî bi rengê morê xemiland
12:49 Beriya maça Amedspor-Igdirsporê 2 kes hatin binçavkirin
11:50 Rejîma Îranê 10 sal cezayê hefsê da mamosteya kurdî
11:36 Metîna bi dijwarî tê bombebarankirin
10:56 Tirkiye ji hêla enflasyona bilind ve li cîhanê di rêza 4’emîn de ye
10:36 Dr. Pashang: Di krîza Rojhilata Navîn de tenê rêyeke kurdan heye ew jî yekitî ye
10:14 Amedsporê ji ber ‘bilêtên sexte’ hişyarî da
10:07 Kovara Jînê di hejmarê nû de bal kişand ser mafên zarokan
10:06 Beriya serdana Erdogan li dijî Metînayê êrişeke nû hate destpêkirin
09:21 Albayrak ê AKPî li Xelfetiyê 460 milyon û 601 hezar TL deyn hişt û çû
09:20 Jin wê her roj ji bo Abdullah Ocalan nameyan ji CPT'yê re bişînin
09:05 180 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
09:04 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:00 Mîrateya berxwedêran: Rojnamevaniya Kurd
09:00 Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê: Em qedexeyan pûç dikin
09:00 ROJEVA 21'Ê NÎSANA 2024'AN
08:42 Li Fûara Pirtûkan a Îzmîrê bêtehemûliya li dijî ‘Kurdistanê’
08:41 Şaredariya Sûrê hedef hatibû girtin: Kesê hatiye binçavkirin astengdarê zîhnî ye
00:01 Tîma Jinan a Amedsporê hevrika xwe bi scora 3-1'an têk bir
20/04/2024
23:37 Li Baselê ji ciwanan panela 'azadiya Ocalan'
22:50 DEM Partî: Mîhadê siyaseta li ser ala û sirûdê derbas bûye
21:17 Hevşaredaran ji wezart û Dîwana Muhasebatê mufetîş xwestin
19:29 Ji endamê KNK'ê Ûzûn banga konferansa yekîtiya neteweyî
17:17 Şaxa OHD’a Stenbolê rêveberiya xwe ya nû diyar kir
16:54 Ji bo azadiya Abdullah Ocalan di çalakiyê de ne
16:54 Gelek rêxistinên pîşeyî serdana Emîne Şenyaşarê kirin
16:28 Li Geverê deynên ji qeyûm mane hatin daliqandin
16:20 Derbarê 15 girtiyan de lêpirsîna dîsiplînê hate destpêkirin
16:10 Der barê Şaredariya Sûrê de lêpirsîn hate destpêkirin
15:48 ÎHD'ê Ermenên windakirî bi bîr anî û got: Xwedî li mafên zanînê derkevin
15:42 Hate xwestin ku girtiyên nexweş Kaya û Guvel bên berdan
15:13 Ji bo bendava Cizîrê biryara ‘îstîmlaqkirina lezgîn’ a 255 parselan
15:02 Malbatên windakiriyan li 3 bajaran hatin bahev: Bila faîl bên darizandin
14:58 Civîna Dema Navberê ya KNK’ê dest pê kir
14:25 Mihrîcana Şanoyê ya Amedê: Gotubêja ‘Di şanoyê de dîroka guherînan’
14:02 Aqûbeta Keremoglû yê beriya 29 salan hate windakirin hate pirsîn
12:09 Şaredarê YRP’î bi micirkirina pêşiya avahiyê xwe dest bi kar kir
12:07 Li Colemêrgê hezaz çêbû: Pez di bin axê de man
11:32 Muslim: PKK hincet e, armanc Kerkuk û Silêmanî ne
10:36 Meleyê li zarok daye hate berdan
10:36 Bakirhan: Perspektîfa me ya serdema nû zelal e; em ê xwe birêxistin bikin, mezin bibin
10:22 Midûrê dibistanê yê 9 xwendekar tacîz kirine hate girtin
10:05 Wanî: Bi rêvebirina bajar a bi hev re em dikarin texrîbatên qeyûm ji holê rekin
09:34 Ne bikaranîna tiryakê pirtûka Ocalan sûc hat dîtin!
09:16 Rojnameger Silêman Ehmed 179 roj in di destê îstîxbarata PDK’ê de ye
09:15 Girtiyên siyasî bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan 146 roj in di çalakiyê de ne
09:13 ÎHD: Girtiyên nexweş ên li Girtîgeha Kurkçulerê 3 sal in nayên dermankirin
09:09 Nameyên girtiyê wekî hincet hatin nîşandan û berdana wê 11 mehan hat taloqkirin
09:07 Navnîşana 1'ê Gulanê Qada Taksîmê ye
09:06 Ji Demîrê banga 'têkoşîna hevpar': Werin em bi hev re deriyên Îmraliyê vekin
09:02 Gotibû 'wê meseleya avê çareser bikin', lê di hefteya ewil de ava bajêr birîn
09:00 ROJEVA 20'Ê NÎSANA 2024'AN
19/04/2024
22:16 Eleqeyeke zêde ji bo Mîhrîcana Şanoyê ya Şanoya Bajêr a Amedê
22:05 Ji DEM Partiyê bertek ji bo şandina mufetîşan
19:39 Şaredariya Serêkaniyê kargeha hilberînê vekir
19:37 Rapora Girtîgehên Anatolyaya NavîN. Herî kêm 42 girtiyan jiyana xwe ji dest daye
16:59 Halîse Aksoy ji girtîgehê derket: Dil û hişê min li ser girtîgehê ye
16:45 Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşarê di roja 80’yan de ye
16:38 Di doza êrişê ya Dedeogûllari de cezayên kêm dan bersûcan
16:32 8 kesên binçavkirî hatin berdan
16:31 Di Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê de ‘Şanoya Başûr’ hat nirxandin
15:52 DEM Partiyê girtina Huda Kayayê bir rojeva Meclisê
15:47 Banga ‘bila girtîgehên bi ewlekariya bilind bên girtin’ hate kirin
15:25 Giliyê Tanjû Ozcan kirin
15:14 Sîteya 186 kesan lê jiyana xwe ji dest dayî qaçax hatiye çêkirin
15:05 Derbarê welatiyê got ku ‘Biaxive tu ji kû yî’ de lêpirsîn hate destpêkirin
14:55 Li Rihayê cînayeta kar
14:36 Ji Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mêrsînê banga 1’ê Gulanê
14:26 Berdana Karataş ê 30 sal in girtî ye 6 mehan hate taloqkirin
14:19 Li navçeyê Tûşba û Artemêtê mirinên biguman
14:00 Li Sûriyeyê êrişa DAIŞ’ê: 28 leşker û milis mirin
13:46 Yildiz a di encama tundiya mêr de birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
13:40 AYM’ê têkildarî belavkirina belavokan a li zanîngehan biryar da
12:16 Berî ku cenazeyê lawê xwe bigire jiyana xwe ji dest da
11:37 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:35 Li cihê karesata madenê lê pêk hat cenazeyê kesekî din hate dîtin
11:23 Talha Ç. li Konyayê dapîra xwe qetil kir
11:21 Li Egeyê bi pileya 4.5’ê erdhej çêbû
11:07 Di êrişa dewleta tirk de pêşmergeyekî jiyana xwe ji dest da
10:34 Hatîmogûllari: Encamên hilbijartinê hêviya me mezin kir
10:22 Li Bolûyê tundiya mêr: 2 kes hatin qetilkirin
10:21 Li ser îfadeyên îtîrafkaran daxwaza cezayê muebeda giran
10:00 Halîse Aksoy hate berdan
09:48 Çapemeniya DYA’yê: Îsraîlê li Îranê xist
09:47 ‘MEB bi projeyên cuda cemaet û îstîxbaratê têxe nava dibistanan’