Girtiyê nexweş 94 kîlometreyan bi dest kelemçekirî birine nexweşxaneyê 2024-02-22 09:27:31 ŞIRNEX - Dayika girtiyê nexweş Fikret Erden diyar kir ku kurê wê yê nexweş 94 kîlometreyan bi dest kelemçekirî birine nexweşxaneyê û got: "Ji Girtîgeha Kirikkaleyê tînin Enqereyê nexweşxaneyê. Destê wî venakin ku nanê xwe bixwe. Çawa birine nexweşxaneyê, wisa tînin girtîgehê."   Li Tirkiyeyê û bakurê Kurdistanê binpêkirina mafên girtiyan, zext û êriş her ku diçe zêde dibin. Girtiyên ku di bin tecrîdeke giran de tên girtin, ji her mafekî xwe bêpar tên hiştin. Girtiyê nexweş ê bi navê Fikret Erden ê ku li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Kirikkaleyê tê ragirtin bi telefonê bi malbata xwe re axivî û ragihand ku ew rastî her cûreyê êrişan tên. Dayika Erden, Sidika Erden bi lêv kir ku her tiştekî girtiyan tê desteserkirin û banga hestiyariyê kir.    94 KÎLOMETRE BI DEST KELEMÇEKIRÎ BIRIN   Erden, anî ziman ku kurê wê yê nexweş bi dest kelemçekirî dibin nexweşxaneyê û wiha axivî: "Bila hemû dayik rabin ser piyan û xwedî li zarokên xwe derbikevin. Zarokên me hemûyan nexweş in. Zarokên me hemû kuştin, girtin. Dayikên leşkeran, dayikên polîsan bila rabin ser xwe dest bidin destê me û li dijî vê zilmê bisekinin. Êşa me dayikan yek e em êdî dibêjin bes e. Kurê me dikujin em dibêjin bes e, keça me dikujin em dibêjin bes e, hevjînê me dikujin em dibêjin bes e. Zarokên me diavêjin girtîgehan û her êrişekî dibin ser wan. Lê em dayikên kurd dîsa jî dibêjin bes e. Weke her dayikekî zarokekî min jî di girtîgehê de ye. Ji kurê min re 107 sal ceza dixwazin. Lê di girtîgehê de rastî tacîzan tên.      Girtiyan aciz dikin, xwarinê nadin wan. Kurê min dibin nexweşxaneyê û ew dermanên ku bijîşk jê re dinivîse nadinê. Kurê min ji wan re dibêje, 'hûn çima dermanên min nadin' dibêjin, 'tune ne' destê wî bi kelemçekirî dibin nexweşxaneyê û bi kelemçekirî tînin girtîgehê. Kurê min bi xwe seqete hûn destê wî çima kelemçe dikin? Nexweş e û her ji her derê xwe ve seqet e. Di hevdîtina herî dawî ya bi telefonê ku me bi kurê min re kirî diyar kir ku dema ku wî dibin nexweşxaneyê bi kelemçekirî nan, bacan didinê. Ji wan re dibêje, 'ez ê çi jê bikim?' jê re dibêjin,' tu dê bi xwe re bibî tu dê rê de birçî bibî' Ji Girtîgeha Kirikkaleyê tînin Enqereyê nexweşxaneyê. (94 kîlometre) Destê wî venakin ku nanê xwe bixwe. Çawa birine nexweşxaneyê, wisa tînin girtîgehê. Di dawiyê de nanê ku danê jê digirin û jê re dibêjin, 'te ev nan ji derve aniye' û nan diavêjin çopê. Dewleteke faşîste. Piştî ku we nan da hûn çima wiha dikin."   NAN NADIN GIRTIYAN, KINCÊN WAN DESTESER DIKIN   Erden, daxwaz kir ku herkes xwedî li girtiyan derbikeve û ev bang kir: "Serê zivistanê kincan dixwaze em kincan jê re dişînin sê mehan wan kincan nadinê. Zivistan ji xwe sê mehin heke ku hûn di nava sê mehan de nedinê ew ê piştre çi lê bikin. Em kincên havînê dişînin, zivistanê didinê. Van êrişên derûnî li ser zarokên me dimeşînin. Kurê min û hevalekê xwe di heman odeyê de dimînin û ji rêveberiyê re dibêje,' ji me re du nan bînin' lê tenê nanekî didinê û ji wan re dibêjin, 'ev tenê heye' çi bixwazin nîv tînin. Banga me ji tevahiya cîhanê re heye ku zarokên me hemû di greva birçîbûnê de ne deng bidin wan. Rabin ser xwe xwedî li zarokên xwe derbikevin."