Tuna Bekleviç: HDP hemû kesan hembêz dike

  • rojane
  • 09:29 11 Gulan 2018
  • |
img
AMED  - Tuna Beklevîç yê 26 roj berê bi dirûşmeya “Meşa Xwişk û Biratiyê" ji Enqere ket rê û gihişt sînorê Amedê, diyar kir ku di hilbijartinê de partiya herî zêde hemû kesan hembêz dike HDP ye. Beklevîç, diyar kir ku piştî meşê dê piştgiriya xwe bîne ziman û tev li xebatên hilbijartinê bibe. 
 
Tuna Beklevîç ê di 16 Nîsanê de bi dirûşmeya "Meşa Xwişk û Biratiyê" de Enqereyê ber bi Amedê ve ket rê û namzetiya xwe ya Serokomariyê aşkere kir, gihişt sînorê Amedê. Beklevîç ê demekê bû namzetê parlamenteriyê AKP'ê ji bo gelek wezîrên AKP’ê şewirmendî kir, ji bo hilbijartina 24'ê Hezîranê ji bo Namzetiya Serokomariyê serlêdan kir. Lê ji ber ku 100 hezar îmze kom nekir, nikare bibe namzetê Serokomariyê. Tuna Bekleviç, yê di 16'ê Nîsanê de ji Enqereyê ket rê û piştî 26 rojan gihişt sînorê Amedê der barê rêwîtiya xwe û çavdêriyên xwe yên li ser partiyan û hilbijartinê anî ziman. Bekleviç, li ser polîtîkayên dewletê yên bişaftinê rawestiya û diyar kir ku divê pirsgirêk li ser bingeha wekhevî û xwişk û biratiyê bê çareserkirin. 
 
KESÊN NIJADPEREST JÎ AŞTÎ Û ARAMIYÊ DIXWAZIN
 
Bekleviç, ewil çavdêriyen xwe yên rêwîtiyê parve kir û wiha got: "Di rêwîtiyê de min dît ku bajarên nijadperest jî biratî, aramî û aştiyê dixwazin. Min dît ku li dijî rejîma yek mirov û polîtikayên bişaftinê bêzar in. Divê êdî rêveberiya îdarî ya Tirkiye bê niqaşkirin. Divê êdî pergala federatif jî bê niqaş kirin û pedivî ji vê yekê heye. 
 
'JI HER 5 HILBIJÊRAN 1 JI BER DENGÊ XWE DAYE AKP'Ê POŞMAN E' 
 
Beklevîç, bal kişand ser hilbijartina 24'e Hezîranê û wiha berdewam kir: "Ev hilbijartin ne pêşwext e. Dereng maye. Ev hikûmet êdî nikare Tirkiye bi rêve bibe. Şensa wê xelas bû. Ez kezeba vê partiyê nas dikim. Ji her 5 hilbijêran 1 ji ber dengê xwe daye vê partiye îro poşman e. OHAL tu qençî û başî neani Tirkiye. Dijberi vê yekê bêtir xerabi anî. Tirkiye bi KHK'yan bi rêve bir. Milyonek kes mexdûrên KHK'yan e. Tirkiye di 16'ê Nîsanê de got "NA". Lê tevi vê yekê Di referandume de biryar stendin û ji ber vê biryare êdî heta 4 - 5 hilbijartinan Tirkiye rast nabe. Em dê 6 meh şûnde dîsa têkevin hilbijartinê. Em hemû pergala parlamentiriyê dixwazin. Divê piştî 25'ê Hezîranê ku me dawî li rejîma yek mirovî anî em karibin li ser çareseriyê niqaş bikin." 
 
'AKP'Ê DI REFERANDÛMÊDE FÎÎLÎ XWE FESIH KIR'
 
Bekleviç, destnîşan kir ku êdî AKP nikare siyasetê bike û kesên li dora wê kom bûne hemû ji bo rant û berjewendiyê li dora wê kom bûne. Di AKP’ê de li ser navê partiyê tiştek nemaye. Di serdema Referandumê de xwe fesih kir.  Bûye qada listika Recep Tayyip Erdogan. Êdî hemû rêveberên li wir dizanin tu qîmeta fikra wan tune ye. Niha yên li dora wê ketine nava hewldana 'Em çi jê qut bikin kar e'. 
 
Bekleviç, anî ziman ku Erdogan êdî li ser perçekirinê hewl dide xwe li ser piyan bihêle û wiha got: "Lê êdî ev politika encam nastîne. Ji ber ku êdî gel aramî û aştiyê dixwaze. Em dê ji ve pergalê rizgar bibin. 45 roj man. Em dê 45 rojan hin zahmetiyan bijîn. Êdî mirov aştî û aramiyê dixwaze. Dibe ku di xebatên hilbijartinê de hin provokasyon derkevin pêşberî me. Lê divê em her dem bi hêvî bin. Nêzîkatiya Erdogan a li hemberî kurdan ji niha û şûnde jî nayê guheritn. Naxawze siyazetmedarên ciwan û çalak derkevin. Kî dengê xwe dike dixwaze serê wan bitepisîne. Yên pirsgirêka kurd tîne ziman dixwaze wan tune bike. Lê divê gelê kurd bi sebir û zanebûn tev bigere. Ev pêvajo dê derbas bibe. Divê neyên lîstik û provakasyonan." 
 
Bekleviç, bal kişand zextên li ser HDP’ê û wiha got: "Tayînkirina qeyûman ji bo demokrasiyê nayê qebûlkirin. Kesekî wekî Selahattin Demirtaş li bajarê ku ez lê ji dayik bûme dîl hatiye girtin. Ev şerma demokrasiyê ye. Ev polîtîka nagêje armanca xwe. Divê êdî hêzên muxalif zêdetir be û bendê derbas bike. Niha tu pirsgirêka HDP’ê ya bendê tune ye. Divê em bi hêvî û biryar bin. 
 
Niha partiya herî zêde gelan hembêz bike HDP ye. Divê HDP bêtir hembêza xwe veke û her kesî vehewîne. 
 
MA / Lezgin Akdeniz – Mehmet Şah Oruç 

Sernavên din

11/05/2018
14:39 Bîlgen: Em ê neqşerêya ku Tirkiye ji yek zilamî xelas bikin aşkere bikin
14:38 Qeyûmê Rêya Armûşê ji 6 mehan carekê kolanê nû dike
14:05 Malbat ji bo biçin Îmraliyê cara 75’yemîn serledan kirin
14:02 Ji bo îstîsmarkarê zaroka 15 salî ceza hat xwestin
12:43 Dadger li 11 zarokan 36 sal ceza birî
12:37 Li Dersime teqîn: Gelek leşker birîndar bûn
12:19 Xwediyê Îmtîyazê yê Ozgur Gundemê Kemal Sancili hat girtin
11:55 Navenda Asayişa Irapê: 5 berpirsên DAIŞ'ê hatin girtin
11:36 Dengdana li Elmanyayê dê 13 rojan berdewam bike
11:24 HDP armanc dike ku ji bo ewlekariya hilbijartinê 2 hezar parêzeran erkdar bike
11:11 Buldan: Divê bi qasî ku nikaribin bidizin dengê HDP’ê zêde bin
09:29 Tuna Bekleviç: HDP hemû kesan hembêz dike
09:13 ‘Li ser sindoqan Dayîka Taybet ji bîr nekin'
09:12 Ev deng û klam dengbêj Şakiroyê nemir tîne bîra mirov
Dengê zindî yê Dengbêj Şakiro dide jiyîn
09:11 Sûlava ku xurmexurma wê ye ji çopan xalî nabe!
09:10 4 sal di ser Somayê re derbas bûn: Dewlet miriye!
09:09 Wanî: Tekane partiya ku me ji xizanî û şer xelas bike HDP ye
09:09 Ozverî: Dê îktîdara fatûreya krîzê li karkeran bibire
09:07 Kesên diçin bajarên kurdan bi hinceta ‘gumanbariyê’ tên binçavkirin
09:07 ‘Veguherîna di tenduristiyê de veguherî rûxandinê’
09:06 Ji ber parvekirineke li ser Efrînê li wekîlê HDP’ê Yildirim fezleke hat amadekirin
09:00 ROJEVA 11'Ê GULANA 2018'AN
10/05/2018
17:52 Roboskiyan: Ji bo bi dawî anîna bêedaletiyê 'TEMAM'
17:19 Dozger serlêdana parêzeran cara 754’emîn red kir
16:55 HDP'ê li Mêrdînê yekem buroya hilbijartinê vekir
16:15 Goma pez hilweşiya 30 mih mirar bûn
16:04 Demîrtaş ji Gunerî ya 80 salî re name şand: Ez ê werim ji te re stranan bistrêm
15:53 Komeleyên Herêmê: Bila Kolçak û hevalên wê bên berdan
15:30 Midûra Karên Nivîsan a Ozgur Gundem Çapan hat binçavkirin
15:29 Rojnameger Guven: Em di nava senaryoyek dîstopîk dene
14:37 Doza Yuksekdag a ‘Heqaret li Serokkomar kir’ hat taloqkirin
14:27 Doza ku parêzer û endamên TUAD'ê tên darizandin taloq kirin
14:23 ‘Di doza Parêzeran a KCK’ê’ de, dê biryara lêgerîna avahiya DBP’ê bê pirsîn
14:12 Yildirim ê 9 rojan li Îmraliyê ma, bi 'fermana' wezaretê avêtin hucreyê
13:11 Li Wanê 101 kesan ji bo bernamzetiya wekîltiyê serî li HDP'ê dan
13:10 Dayîka ku kurê wê di facîya Vînçê de winda mir: Çima kes ne girtî ye?
12:47 Malbatan kesên di 10'ê Cotmehê de hatin qetilkirin bibîr anîn
12:32 We cihê dengê xwe kontrol kir?
12:11 Berxwedêra Şêxmaqsudê Leyla Murad: 3 zarok û hevserê wê şervan in
10:55 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re cara 754'an serî li dozgeriyê dan
10:50 Nasnameyên biyanî li Efrînê bicih dikin
09:55 Girtiyên nexweş 21 rojin di greva bîrçîbûnê dene
09:18 Hilbijartina Iraqê dest pê kir
09:17 Esnafên Geverê ji ber xebatên qeyûmê bi hêrs in
09:16 Gundiyan ji bo ‘qedexeyan’ îsyan kirin: Em ajalên xwe difiroşin û di înşeatan de dixebitin
09:16 Paçal: Nedaxilkirina îtifaqê, dê dengên HDP’ê zêdetir bike
09:15 Tevgera Bê Te Nabe: Me seferberî da destpêkirin, hûn biçin ser sindoqan
09:14 Dê xala sereke ya danezana HDP’ê demokratîkbûyîn be
09:13 Miftîtiya Cizîrê mizgeft li mela qedexe kir!
09:13 Li Sûrê wekî ‘Dîwarê Berlînê’ perdeyên hesinî hatin bicihkirin
09:12 Meclîsên Pêvajoyên Hilbijartinê ji bo ewlehiya hilbijartinê xebatên xwe lezandin
09:11 'Eger edalet hebûna dê xuşka min sax bûna’
09:11 Ji ber ocaxên keviran ên li nav taxê hindik maye xaniyên wan birûxin
09:00 ROJEVA 10'Ê GULANA 2018'AN
09/05/2018
21:15 52 saziyên li Ewropa piştgirî dan HDP'ê û Demirtaş
18:23 Sefîrên welatên Ewropa Turk ziyaret kirin
17:20 2 kes li Hatayê hatin girtin
17:16 HDP'a Mêrdînê starta hilbijartinê li Gundê Apê Mûsa da
17:05 Demîrtaş: Ez serdana Înce bi wate û girîng dibînim
15:02 Di îdîanameya Prof. Dr. Hamzaoglu de pirtûk sûc hatin dîtin
14:44 Muharrem Înce Demîrtaş ziyaret kir
14:43 HDP’ê li Mêrdînê starta hilbijartinê da: Hesabên em bipirsin hene
14:23 5 kes li Wanê hatin binçavkirin
14:20 Malên Gel dê di hilbijartina 24’ê Hezîranê de piştgiriyê bidin HDP’ê
14:19 2 zarokên li Dêrgulê ber bi avê de çûn fetisîn
14:02 Schoulgin: Li şûna rê û navendên bazirganiyê demokrasî lazim e
14:01 Adiyamanê HDP'î leşkerê hat lînçkirin ziyaret kir: Tim gef lê xwarine
13:37 Taviya baranê li Şirnexê jiyan rawestand
12:46 Komîseriya Bilind a NY'ê: Hilbijartina di OHAL’ê de ne rewa ye
12:41 Doza Muglayê bi astengiyan dest pê kir
12:28 Aytaş: TRT, ne amûra propaganda hilbijartinê ya AKP’ê ye
12:08 Mihrîcana Fîlmên Jinan a Uçan Supurge dest pê dike
11:50 Taşdemîr: Beyî agahî bidin me ceza birîn
11:25 Li kampên Şehbayê ji ber nexweyiya weremê 2 zarok mirin
10:32 AKP'ê 60 milyar dolar malê gel firot û li projeyên xwe yên 'Har' xerç kir
10:27 Dolar 4.37 tl derbas kir
09:54 Giştînameya ‘hejmara nîzama leşkerî’ ya Wezareta Dadê derket holê
09:28 Kovarek populer û cûda Kovara ‘Kund’ derket
09:25 Nikarin cenazeyê xwe li goristana dixwazin, veşêrin
09:24 Parêzer Kanar: Li her devera Tirkiyeyê qîra ji bo edaletê heye
09:23 Îdîanameya der barê pîrozbahiya Newroza Stenbolê de hat amadekirin
09:23 Wezaretê li meaşê ku tune ye ceza birî
09:22 Ji ber bêhna genî û mêşan êdî mêvan jî naçin malên wan
09:20 Şahid der barê cînayeta Şehrîban Dînç de axivî: Malbatê pê da kirin
09:20 Rêxistinên civaka sivîl ên Mêrsînê: Dê 24’ê Hezîranê AKP’ê biqedîn in
09:19 Rihayî wê xwedî HDP’ê derkevin
09:18 Bi xurdeyên bajar bi bajar kom dikin debara malbatê dikin
09:17 Havîn hat lê hêj bihayê kayê bi weraqekê ye
09:00 ROJEVA 9'Ê HEZÎRANA 2018'AN
08/05/2018
20:10 Dozger serlêdana parêzeran cara 753’emîn red kir
19:03 Rojnameger Şerîfe Oruç nehat berdan
17:22 ÎSÎG: Di 4 mehan de 575 karker mirin
16:57 Peyama 'TAMAM' qat bi qat zêde dibe
16:32 Li Wanê bûkanî li zarokekê kirin
16:25 Çalakgerê Yukselê Saçilik bû bernamzetê HDP’ê
16:10 Dadgehê salek û 8 meh ceza li parlamenter Taşdemîr birî
16:09 Welatiyên berasteng: Hûn me nebînin em jî we nabînin
15:55 Sîxuriyê li rojnamegerên jin ferz dikin!
15:38 Jinan li Wanê starta hilbijartinê dan
15:11 Rojnameger Îshak Karakaş û 8 kesên din hatin berdan