Tuna Bekleviç: HDP hemû kesan hembêz dike 2018-05-11 09:29:03   AMED  - Tuna Beklevîç yê 26 roj berê bi dirûşmeya “Meşa Xwişk û Biratiyê" ji Enqere ket rê û gihişt sînorê Amedê, diyar kir ku di hilbijartinê de partiya herî zêde hemû kesan hembêz dike HDP ye. Beklevîç, diyar kir ku piştî meşê dê piştgiriya xwe bîne ziman û tev li xebatên hilbijartinê bibe.    Tuna Beklevîç ê di 16 Nîsanê de bi dirûşmeya "Meşa Xwişk û Biratiyê" de Enqereyê ber bi Amedê ve ket rê û namzetiya xwe ya Serokomariyê aşkere kir, gihişt sînorê Amedê. Beklevîç ê demekê bû namzetê parlamenteriyê AKP'ê ji bo gelek wezîrên AKP’ê şewirmendî kir, ji bo hilbijartina 24'ê Hezîranê ji bo Namzetiya Serokomariyê serlêdan kir. Lê ji ber ku 100 hezar îmze kom nekir, nikare bibe namzetê Serokomariyê. Tuna Bekleviç, yê di 16'ê Nîsanê de ji Enqereyê ket rê û piştî 26 rojan gihişt sînorê Amedê der barê rêwîtiya xwe û çavdêriyên xwe yên li ser partiyan û hilbijartinê anî ziman. Bekleviç, li ser polîtîkayên dewletê yên bişaftinê rawestiya û diyar kir ku divê pirsgirêk li ser bingeha wekhevî û xwişk û biratiyê bê çareserkirin.    KESÊN NIJADPEREST JÎ AŞTÎ Û ARAMIYÊ DIXWAZIN   Bekleviç, ewil çavdêriyen xwe yên rêwîtiyê parve kir û wiha got: "Di rêwîtiyê de min dît ku bajarên nijadperest jî biratî, aramî û aştiyê dixwazin. Min dît ku li dijî rejîma yek mirov û polîtikayên bişaftinê bêzar in. Divê êdî rêveberiya îdarî ya Tirkiye bê niqaşkirin. Divê êdî pergala federatif jî bê niqaş kirin û pedivî ji vê yekê heye.    'JI HER 5 HILBIJÊRAN 1 JI BER DENGÊ XWE DAYE AKP'Ê POŞMAN E'    Beklevîç, bal kişand ser hilbijartina 24'e Hezîranê û wiha berdewam kir: "Ev hilbijartin ne pêşwext e. Dereng maye. Ev hikûmet êdî nikare Tirkiye bi rêve bibe. Şensa wê xelas bû. Ez kezeba vê partiyê nas dikim. Ji her 5 hilbijêran 1 ji ber dengê xwe daye vê partiye îro poşman e. OHAL tu qençî û başî neani Tirkiye. Dijberi vê yekê bêtir xerabi anî. Tirkiye bi KHK'yan bi rêve bir. Milyonek kes mexdûrên KHK'yan e. Tirkiye di 16'ê Nîsanê de got "NA". Lê tevi vê yekê Di referandume de biryar stendin û ji ber vê biryare êdî heta 4 - 5 hilbijartinan Tirkiye rast nabe. Em dê 6 meh şûnde dîsa têkevin hilbijartinê. Em hemû pergala parlamentiriyê dixwazin. Divê piştî 25'ê Hezîranê ku me dawî li rejîma yek mirovî anî em karibin li ser çareseriyê niqaş bikin."    'AKP'Ê DI REFERANDÛMÊDE FÎÎLÎ XWE FESIH KIR'   Bekleviç, destnîşan kir ku êdî AKP nikare siyasetê bike û kesên li dora wê kom bûne hemû ji bo rant û berjewendiyê li dora wê kom bûne. Di AKP’ê de li ser navê partiyê tiştek nemaye. Di serdema Referandumê de xwe fesih kir.  Bûye qada listika Recep Tayyip Erdogan. Êdî hemû rêveberên li wir dizanin tu qîmeta fikra wan tune ye. Niha yên li dora wê ketine nava hewldana 'Em çi jê qut bikin kar e'.    Bekleviç, anî ziman ku Erdogan êdî li ser perçekirinê hewl dide xwe li ser piyan bihêle û wiha got: "Lê êdî ev politika encam nastîne. Ji ber ku êdî gel aramî û aştiyê dixwaze. Em dê ji ve pergalê rizgar bibin. 45 roj man. Em dê 45 rojan hin zahmetiyan bijîn. Êdî mirov aştî û aramiyê dixwaze. Dibe ku di xebatên hilbijartinê de hin provokasyon derkevin pêşberî me. Lê divê em her dem bi hêvî bin. Nêzîkatiya Erdogan a li hemberî kurdan ji niha û şûnde jî nayê guheritn. Naxawze siyazetmedarên ciwan û çalak derkevin. Kî dengê xwe dike dixwaze serê wan bitepisîne. Yên pirsgirêka kurd tîne ziman dixwaze wan tune bike. Lê divê gelê kurd bi sebir û zanebûn tev bigere. Ev pêvajo dê derbas bibe. Divê neyên lîstik û provakasyonan."    Bekleviç, bal kişand zextên li ser HDP’ê û wiha got: "Tayînkirina qeyûman ji bo demokrasiyê nayê qebûlkirin. Kesekî wekî Selahattin Demirtaş li bajarê ku ez lê ji dayik bûme dîl hatiye girtin. Ev şerma demokrasiyê ye. Ev polîtîka nagêje armanca xwe. Divê êdî hêzên muxalif zêdetir be û bendê derbas bike. Niha tu pirsgirêka HDP’ê ya bendê tune ye. Divê em bi hêvî û biryar bin.    Niha partiya herî zêde gelan hembêz bike HDP ye. Divê HDP bêtir hembêza xwe veke û her kesî vehewîne.    MA / Lezgin Akdeniz – Mehmet Şah Oruç