Berxwedêra Şêxmaqsudê Leyla Murad: 3 zarok û hevserê wê şervan in

  • rojane
  • 12:11 10 Gulan 2018
  • |
img

HELEB – Leyla Murad a ji Şêxmaqsudê ye, di 2015’an de li dijî êrîşa 35 komên selefî tevî hevserê xwe yê YPG’î û kurê xwe şer kir. Kurê wê Cudî, di êrîşên li ser Efrinê de jiyana xwe ji dest da. Piştre kurê wê Baharin û Reşid tev li  YPG’ê bûn. Murad jî hêj di asayişê de parastinê dike. 

Li taxa Şêxmaqsudê ya Helebê welatiyên li vir hem li dijî pergala rejîma Sûriyeyê, hem jî li dijî êrîşên OSO û komên din bi salan de parastinê dikin û li ber xwe didin. Malbatên li vir dijîn bi paradîgmaya Modernîteya demokratik û xweser, li dijî feraseta rejîmê û êrîşên giran li ber xwe didin. Yek ji van malbat jî malbata Murat e. Leyla Murat tevî 3 zarokên xwe û hevserê xwe parastinê dikin. Dayika 3 zarokan Leyla Murat a 35 salî, hêj zarok bû tevî malbata xwe ji navçeya Bilbilê ya Efrinê koçî taxa taxa Şêxmaqsudê ya Helebê kirin. Piştî 3 xwişk û birayên Murad tev li PKK'e bûn, malbatê ew di temenê bi çûk de zewicandin. Leyla Murat û hevserê xwe di dema êrîşên OSO yên li dijî Şêxmaqsudê parastin kir û li ber xwe dan. Tevî kurê xwe Cudî û hevsere xwe li dijî komên selefî li ber xwe dan. Kurê herî biçûk yê Leyla Murad, Cûdî di êrîşa Efrînê de jiyana xwe ji dest da. Piştî Cudî jiyana xwe ji dest da kurê Leyla Murat Baharin (18) û Reşid (18) tev li YPG'e bûn. 
 
'DEMA EZ 10 SALÎ BÛM MIN OCALAN DÎT' 
 
Leyla Murat, ani ziman ku hêj 10 salî bû Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li Şêxmaqsudê dema xitabî gel dikir ew dîtibû û wiha got: "Ez 10 salî bûm, min Ocalan dît. Wê demê min ew nas nedikir. Piştî ku em ji civînê belav bûn û şûnde gotin ew Ocalan e. 
 
'GULÊ SELMO PÊŞENGÎ JI BERXWEDANA TAXÊ RE KIR'
 
Leyla Murad, anî ziman ku bingeha rêxistinbûn û hişyariya gelê Şêxmaqsudê bi civînên Ocalan hatin avêtin û wiha got: "Piştî êrîşên li ser taxê Gulê Selmo bi berxwedana xwe bû sembol. Piştî Gulê Selmo hat qetilkirin gel rabû ser piyan û li ber xwe dan. Piştî êrîşên rejîmê û komên çekdar ên li ser taxê zêde bû, gel neçar man ku piranî ji vir koçber bikin. Dema şer zêde bû, tenê çend sed mal li taxê man." 
 
'ME YEKEMÎN TABÛRA JINÊ AVA KIR'
 
Murad anî ziman ku hevserê wê di sala 2011'an de tev li YPG'ê bû û wiha got: "Di destpêkê de zêde çek di destê me de tune bûn. Wêdemê berxwedanek mezin hat nîşandan. Di destpêkê de min di eniyê şer de ji şervanan re xwarin çê dikir. Me jinên li Şêxmaqsud biryar da ku em tabûrê ava bikin. Me jinên Şêxmaqsudiyan biryar girt ku em di eniyên şer de cih bigirin û şer bikin. Ji bo em xwe bi parêzin me xwe perwerde kir û me yekem tabûra jinan ava kir. Tabûra me ji 60 jinan pêk dihat. Me navê Gulê Selmo li tabûra xwe kir. Li vir ne tenê ciwan, dayik jî di eniyên şer de li ber xwe didin û paratinê dikin." 
 
KUR Û HEVSERÊ MIN NIZANÎBÛN KU EZ DI ENIYA ŞER DE ME
 
Murad, anî ziman ku komên selefî yên ku encama dixwestin bi dest nexistin di sala 2015'an te tevî 35 koman êrîşî taxê kirin û wiha got: "Me li dijî êrîşên komên selefî seferberî îlan kir. Di seferberiyê de jinan cih digirt. Em 15 jin tev li eniya şer bûn. Yek ji van jinan ez bûm. Di şer de kurê min Cudi û hevserê min li herêma Şiqeîf a Şêxmaqsudê li dijî çeteyan şer dikirin. Ewil kesî serlêdana min qebûl nedikir. Lê ez bi zorê ketim eniya şer. Dema ez ketim şer kurê min Reşit hêj 14 salî bû. Min xwest li gel birayê xwe di nava şer de cih bigirim. Min got dema tiştek li min hat biçe cem bavê xwe şer bike. Got 'Yanê neçe' û pir israr kir. Lê min ew hişt û derketim rê. Min tenê li pişt xwe li wî nerî û çûm." 
 
'LI MILEKÎ KURÊ MIN LI MILEKÎ HEVSERÊ MIN HEBÛ' 
 
Murad, destnîşan kir ku wê, kurê xwe û hevserê xwe di heman eniyê de şer kirin û wiha berdewam kir: "Li milekê min ê rastê Cûdî û li milê min yê çepê hevserê min şer dikir. Min hevser û kurê xwe milê xwe dan ev û li dijî komên selefi şer kir. Dem amin û wan milê xwe da hev û şer kir agahiya wan ji min tune bû. 10 roj şûnde hevserê min hat nokteya me. Me li wir hev dit. Me ji hevre digot heval. 
 
'EZ JI PIYÊ XWE BIRÎNDAR BÛM'
 
Murad, bibîr xist ku di destpêka şer de bi guleya kanasê ji milê xwe ve birîndar bû, lê ev yek ji hevalên din veşart û wiha bi dawî kir: "Ger ku fêr bibûna ez birîndar bûme, dê destûr nedana ku ez di eniyê de şer bikim. Ez di roja 5'emîn a şer de birîndar bûbûm. Çend roj şûnde ez cûm cihê yekîneyên tenduristiyê û min alîkari ji hevalên jin xwest. Min, hevser û kurê xwe 40 rojin di bin ambargoya komên selefî de şer kir. Piştî em li dijî êrîşan bi ser ketin, hevalan ewil ez şandim malê. Ez neçûm. Agahiya min tune bû ku ew jî di enişa şer de şer dike. Niha ez serbilind im. Ez di nava hevalên xwe de bêtir bi hêz im. Cudî û bavê xwe bi hevre ketin şer. Em bi hevre vegeriyan mal. Min bi wî re hest û çîrokên xwe parve kir. 
 
'CUDÎ LI EFRÎNÊ ŞEHÎT BÛ'
 
Murad, da zanîn ku piştî êrîş hatin şikandin û şer bi dawî bû, dîsa di qada civakî de xebatên xwe berdewam kir û wiha bi dawî kir: "Ez niha di qada asayişê de xebatê dikim. Kurê min ê mezin Cudî li Efrînê şehîd bû. Dema nû erişan dest pê kir kurê min Cudî li Şehbayê bû. Beriya ku biçe li min geriya û got "Dayê ez diçim Efrînê. Min nekarîbû tiştekî bêjim. Min bi girî got 'Rêya te vekirî be' Tev li berxwedana Efrînê bû. Di roja 29'emîn a berxwedanê de jiyana xwe ji dest da. Piştî Cudî şehîd bû Baharin û Reşid jî tev li YPG'ê bûn. Bavê wan jî di nava YPG'ê de têkoşîna xwe berdewam dike." 
 
MA / Nazim Daştan
 

Sernavên din

11/05/2018
14:39 Bîlgen: Em ê neqşerêya ku Tirkiye ji yek zilamî xelas bikin aşkere bikin
14:38 Qeyûmê Rêya Armûşê ji 6 mehan carekê kolanê nû dike
14:05 Malbat ji bo biçin Îmraliyê cara 75’yemîn serledan kirin
14:02 Ji bo îstîsmarkarê zaroka 15 salî ceza hat xwestin
12:43 Dadger li 11 zarokan 36 sal ceza birî
12:37 Li Dersime teqîn: Gelek leşker birîndar bûn
12:19 Xwediyê Îmtîyazê yê Ozgur Gundemê Kemal Sancili hat girtin
11:55 Navenda Asayişa Irapê: 5 berpirsên DAIŞ'ê hatin girtin
11:36 Dengdana li Elmanyayê dê 13 rojan berdewam bike
11:24 HDP armanc dike ku ji bo ewlekariya hilbijartinê 2 hezar parêzeran erkdar bike
11:11 Buldan: Divê bi qasî ku nikaribin bidizin dengê HDP’ê zêde bin
09:29 Tuna Bekleviç: HDP hemû kesan hembêz dike
09:13 ‘Li ser sindoqan Dayîka Taybet ji bîr nekin'
09:12 Ev deng û klam dengbêj Şakiroyê nemir tîne bîra mirov
Dengê zindî yê Dengbêj Şakiro dide jiyîn
09:11 Sûlava ku xurmexurma wê ye ji çopan xalî nabe!
09:10 4 sal di ser Somayê re derbas bûn: Dewlet miriye!
09:09 Wanî: Tekane partiya ku me ji xizanî û şer xelas bike HDP ye
09:09 Ozverî: Dê îktîdara fatûreya krîzê li karkeran bibire
09:07 Kesên diçin bajarên kurdan bi hinceta ‘gumanbariyê’ tên binçavkirin
09:07 ‘Veguherîna di tenduristiyê de veguherî rûxandinê’
09:06 Ji ber parvekirineke li ser Efrînê li wekîlê HDP’ê Yildirim fezleke hat amadekirin
09:00 ROJEVA 11'Ê GULANA 2018'AN
10/05/2018
17:52 Roboskiyan: Ji bo bi dawî anîna bêedaletiyê 'TEMAM'
17:19 Dozger serlêdana parêzeran cara 754’emîn red kir
16:55 HDP'ê li Mêrdînê yekem buroya hilbijartinê vekir
16:15 Goma pez hilweşiya 30 mih mirar bûn
16:04 Demîrtaş ji Gunerî ya 80 salî re name şand: Ez ê werim ji te re stranan bistrêm
15:53 Komeleyên Herêmê: Bila Kolçak û hevalên wê bên berdan
15:30 Midûra Karên Nivîsan a Ozgur Gundem Çapan hat binçavkirin
15:29 Rojnameger Guven: Em di nava senaryoyek dîstopîk dene
14:37 Doza Yuksekdag a ‘Heqaret li Serokkomar kir’ hat taloqkirin
14:27 Doza ku parêzer û endamên TUAD'ê tên darizandin taloq kirin
14:23 ‘Di doza Parêzeran a KCK’ê’ de, dê biryara lêgerîna avahiya DBP’ê bê pirsîn
14:12 Yildirim ê 9 rojan li Îmraliyê ma, bi 'fermana' wezaretê avêtin hucreyê
13:11 Li Wanê 101 kesan ji bo bernamzetiya wekîltiyê serî li HDP'ê dan
13:10 Dayîka ku kurê wê di facîya Vînçê de winda mir: Çima kes ne girtî ye?
12:47 Malbatan kesên di 10'ê Cotmehê de hatin qetilkirin bibîr anîn
12:32 We cihê dengê xwe kontrol kir?
12:11 Berxwedêra Şêxmaqsudê Leyla Murad: 3 zarok û hevserê wê şervan in
10:55 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re cara 754'an serî li dozgeriyê dan
10:50 Nasnameyên biyanî li Efrînê bicih dikin
09:55 Girtiyên nexweş 21 rojin di greva bîrçîbûnê dene
09:18 Hilbijartina Iraqê dest pê kir
09:17 Esnafên Geverê ji ber xebatên qeyûmê bi hêrs in
09:16 Gundiyan ji bo ‘qedexeyan’ îsyan kirin: Em ajalên xwe difiroşin û di înşeatan de dixebitin
09:16 Paçal: Nedaxilkirina îtifaqê, dê dengên HDP’ê zêdetir bike
09:15 Tevgera Bê Te Nabe: Me seferberî da destpêkirin, hûn biçin ser sindoqan
09:14 Dê xala sereke ya danezana HDP’ê demokratîkbûyîn be
09:13 Miftîtiya Cizîrê mizgeft li mela qedexe kir!
09:13 Li Sûrê wekî ‘Dîwarê Berlînê’ perdeyên hesinî hatin bicihkirin
09:12 Meclîsên Pêvajoyên Hilbijartinê ji bo ewlehiya hilbijartinê xebatên xwe lezandin
09:11 'Eger edalet hebûna dê xuşka min sax bûna’
09:11 Ji ber ocaxên keviran ên li nav taxê hindik maye xaniyên wan birûxin
09:00 ROJEVA 10'Ê GULANA 2018'AN
09/05/2018
21:15 52 saziyên li Ewropa piştgirî dan HDP'ê û Demirtaş
18:23 Sefîrên welatên Ewropa Turk ziyaret kirin
17:20 2 kes li Hatayê hatin girtin
17:16 HDP'a Mêrdînê starta hilbijartinê li Gundê Apê Mûsa da
17:05 Demîrtaş: Ez serdana Înce bi wate û girîng dibînim
15:02 Di îdîanameya Prof. Dr. Hamzaoglu de pirtûk sûc hatin dîtin
14:44 Muharrem Înce Demîrtaş ziyaret kir
14:43 HDP’ê li Mêrdînê starta hilbijartinê da: Hesabên em bipirsin hene
14:23 5 kes li Wanê hatin binçavkirin
14:20 Malên Gel dê di hilbijartina 24’ê Hezîranê de piştgiriyê bidin HDP’ê
14:19 2 zarokên li Dêrgulê ber bi avê de çûn fetisîn
14:02 Schoulgin: Li şûna rê û navendên bazirganiyê demokrasî lazim e
14:01 Adiyamanê HDP'î leşkerê hat lînçkirin ziyaret kir: Tim gef lê xwarine
13:37 Taviya baranê li Şirnexê jiyan rawestand
12:46 Komîseriya Bilind a NY'ê: Hilbijartina di OHAL’ê de ne rewa ye
12:41 Doza Muglayê bi astengiyan dest pê kir
12:28 Aytaş: TRT, ne amûra propaganda hilbijartinê ya AKP’ê ye
12:08 Mihrîcana Fîlmên Jinan a Uçan Supurge dest pê dike
11:50 Taşdemîr: Beyî agahî bidin me ceza birîn
11:25 Li kampên Şehbayê ji ber nexweyiya weremê 2 zarok mirin
10:32 AKP'ê 60 milyar dolar malê gel firot û li projeyên xwe yên 'Har' xerç kir
10:27 Dolar 4.37 tl derbas kir
09:54 Giştînameya ‘hejmara nîzama leşkerî’ ya Wezareta Dadê derket holê
09:28 Kovarek populer û cûda Kovara ‘Kund’ derket
09:25 Nikarin cenazeyê xwe li goristana dixwazin, veşêrin
09:24 Parêzer Kanar: Li her devera Tirkiyeyê qîra ji bo edaletê heye
09:23 Îdîanameya der barê pîrozbahiya Newroza Stenbolê de hat amadekirin
09:23 Wezaretê li meaşê ku tune ye ceza birî
09:22 Ji ber bêhna genî û mêşan êdî mêvan jî naçin malên wan
09:20 Şahid der barê cînayeta Şehrîban Dînç de axivî: Malbatê pê da kirin
09:20 Rêxistinên civaka sivîl ên Mêrsînê: Dê 24’ê Hezîranê AKP’ê biqedîn in
09:19 Rihayî wê xwedî HDP’ê derkevin
09:18 Bi xurdeyên bajar bi bajar kom dikin debara malbatê dikin
09:17 Havîn hat lê hêj bihayê kayê bi weraqekê ye
09:00 ROJEVA 9'Ê HEZÎRANA 2018'AN
08/05/2018
20:10 Dozger serlêdana parêzeran cara 753’emîn red kir
19:03 Rojnameger Şerîfe Oruç nehat berdan
17:22 ÎSÎG: Di 4 mehan de 575 karker mirin
16:57 Peyama 'TAMAM' qat bi qat zêde dibe
16:32 Li Wanê bûkanî li zarokekê kirin
16:25 Çalakgerê Yukselê Saçilik bû bernamzetê HDP’ê
16:10 Dadgehê salek û 8 meh ceza li parlamenter Taşdemîr birî
16:09 Welatiyên berasteng: Hûn me nebînin em jî we nabînin
15:55 Sîxuriyê li rojnamegerên jin ferz dikin!
15:38 Jinan li Wanê starta hilbijartinê dan
15:11 Rojnameger Îshak Karakaş û 8 kesên din hatin berdan