Berxwedêra Şêxmaqsudê Leyla Murad: 3 zarok û hevserê wê şervan in 2018-05-10 12:11:40 HELEB – Leyla Murad a ji Şêxmaqsudê ye, di 2015’an de li dijî êrîşa 35 komên selefî tevî hevserê xwe yê YPG’î û kurê xwe şer kir. Kurê wê Cudî, di êrîşên li ser Efrinê de jiyana xwe ji dest da. Piştre kurê wê Baharin û Reşid tev li  YPG’ê bûn. Murad jî hêj di asayişê de parastinê dike.  Li taxa Şêxmaqsudê ya Helebê welatiyên li vir hem li dijî pergala rejîma Sûriyeyê, hem jî li dijî êrîşên OSO û komên din bi salan de parastinê dikin û li ber xwe didin. Malbatên li vir dijîn bi paradîgmaya Modernîteya demokratik û xweser, li dijî feraseta rejîmê û êrîşên giran li ber xwe didin. Yek ji van malbat jî malbata Murat e. Leyla Murat tevî 3 zarokên xwe û hevserê xwe parastinê dikin. Dayika 3 zarokan Leyla Murat a 35 salî, hêj zarok bû tevî malbata xwe ji navçeya Bilbilê ya Efrinê koçî taxa taxa Şêxmaqsudê ya Helebê kirin. Piştî 3 xwişk û birayên Murad tev li PKK'e bûn, malbatê ew di temenê bi çûk de zewicandin. Leyla Murat û hevserê xwe di dema êrîşên OSO yên li dijî Şêxmaqsudê parastin kir û li ber xwe dan. Tevî kurê xwe Cudî û hevsere xwe li dijî komên selefî li ber xwe dan. Kurê herî biçûk yê Leyla Murad, Cûdî di êrîşa Efrînê de jiyana xwe ji dest da. Piştî Cudî jiyana xwe ji dest da kurê Leyla Murat Baharin (18) û Reşid (18) tev li YPG'e bûn.    'DEMA EZ 10 SALÎ BÛM MIN OCALAN DÎT'    Leyla Murat, ani ziman ku hêj 10 salî bû Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li Şêxmaqsudê dema xitabî gel dikir ew dîtibû û wiha got: "Ez 10 salî bûm, min Ocalan dît. Wê demê min ew nas nedikir. Piştî ku em ji civînê belav bûn û şûnde gotin ew Ocalan e.    'GULÊ SELMO PÊŞENGÎ JI BERXWEDANA TAXÊ RE KIR'   Leyla Murad, anî ziman ku bingeha rêxistinbûn û hişyariya gelê Şêxmaqsudê bi civînên Ocalan hatin avêtin û wiha got: "Piştî êrîşên li ser taxê Gulê Selmo bi berxwedana xwe bû sembol. Piştî Gulê Selmo hat qetilkirin gel rabû ser piyan û li ber xwe dan. Piştî êrîşên rejîmê û komên çekdar ên li ser taxê zêde bû, gel neçar man ku piranî ji vir koçber bikin. Dema şer zêde bû, tenê çend sed mal li taxê man."    'ME YEKEMÎN TABÛRA JINÊ AVA KIR'   Murad anî ziman ku hevserê wê di sala 2011'an de tev li YPG'ê bû û wiha got: "Di destpêkê de zêde çek di destê me de tune bûn. Wêdemê berxwedanek mezin hat nîşandan. Di destpêkê de min di eniyê şer de ji şervanan re xwarin çê dikir. Me jinên li Şêxmaqsud biryar da ku em tabûrê ava bikin. Me jinên Şêxmaqsudiyan biryar girt ku em di eniyên şer de cih bigirin û şer bikin. Ji bo em xwe bi parêzin me xwe perwerde kir û me yekem tabûra jinan ava kir. Tabûra me ji 60 jinan pêk dihat. Me navê Gulê Selmo li tabûra xwe kir. Li vir ne tenê ciwan, dayik jî di eniyên şer de li ber xwe didin û paratinê dikin."    KUR Û HEVSERÊ MIN NIZANÎBÛN KU EZ DI ENIYA ŞER DE ME   Murad, anî ziman ku komên selefî yên ku encama dixwestin bi dest nexistin di sala 2015'an te tevî 35 koman êrîşî taxê kirin û wiha got: "Me li dijî êrîşên komên selefî seferberî îlan kir. Di seferberiyê de jinan cih digirt. Em 15 jin tev li eniya şer bûn. Yek ji van jinan ez bûm. Di şer de kurê min Cudi û hevserê min li herêma Şiqeîf a Şêxmaqsudê li dijî çeteyan şer dikirin. Ewil kesî serlêdana min qebûl nedikir. Lê ez bi zorê ketim eniya şer. Dema ez ketim şer kurê min Reşit hêj 14 salî bû. Min xwest li gel birayê xwe di nava şer de cih bigirim. Min got dema tiştek li min hat biçe cem bavê xwe şer bike. Got 'Yanê neçe' û pir israr kir. Lê min ew hişt û derketim rê. Min tenê li pişt xwe li wî nerî û çûm."    'LI MILEKÎ KURÊ MIN LI MILEKÎ HEVSERÊ MIN HEBÛ'    Murad, destnîşan kir ku wê, kurê xwe û hevserê xwe di heman eniyê de şer kirin û wiha berdewam kir: "Li milekê min ê rastê Cûdî û li milê min yê çepê hevserê min şer dikir. Min hevser û kurê xwe milê xwe dan ev û li dijî komên selefi şer kir. Dem amin û wan milê xwe da hev û şer kir agahiya wan ji min tune bû. 10 roj şûnde hevserê min hat nokteya me. Me li wir hev dit. Me ji hevre digot heval.    'EZ JI PIYÊ XWE BIRÎNDAR BÛM'   Murad, bibîr xist ku di destpêka şer de bi guleya kanasê ji milê xwe ve birîndar bû, lê ev yek ji hevalên din veşart û wiha bi dawî kir: "Ger ku fêr bibûna ez birîndar bûme, dê destûr nedana ku ez di eniyê de şer bikim. Ez di roja 5'emîn a şer de birîndar bûbûm. Çend roj şûnde ez cûm cihê yekîneyên tenduristiyê û min alîkari ji hevalên jin xwest. Min, hevser û kurê xwe 40 rojin di bin ambargoya komên selefî de şer kir. Piştî em li dijî êrîşan bi ser ketin, hevalan ewil ez şandim malê. Ez neçûm. Agahiya min tune bû ku ew jî di enişa şer de şer dike. Niha ez serbilind im. Ez di nava hevalên xwe de bêtir bi hêz im. Cudî û bavê xwe bi hevre ketin şer. Em bi hevre vegeriyan mal. Min bi wî re hest û çîrokên xwe parve kir.    'CUDÎ LI EFRÎNÊ ŞEHÎT BÛ'   Murad, da zanîn ku piştî êrîş hatin şikandin û şer bi dawî bû, dîsa di qada civakî de xebatên xwe berdewam kir û wiha bi dawî kir: "Ez niha di qada asayişê de xebatê dikim. Kurê min ê mezin Cudî li Efrînê şehîd bû. Dema nû erişan dest pê kir kurê min Cudî li Şehbayê bû. Beriya ku biçe li min geriya û got "Dayê ez diçim Efrînê. Min nekarîbû tiştekî bêjim. Min bi girî got 'Rêya te vekirî be' Tev li berxwedana Efrînê bû. Di roja 29'emîn a berxwedanê de jiyana xwe ji dest da. Piştî Cudî şehîd bû Baharin û Reşid jî tev li YPG'ê bûn. Bavê wan jî di nava YPG'ê de têkoşîna xwe berdewam dike."    MA / Nazim Daştan