HRW'ê rapora Tirkiyeyê aşkera kir

  • rojane
  • 11:25 12 Cotmeh 2017
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan binpêkirinên mafên mirovan, îşkenceya di bin çavan de di raporekê de kom kir. Di raporê ku îşkenceyên li Westan û Şapatanê jî cih digirin de, hat diyarkirin ku di çavdêriya polîsan de îşkence li mirovan kirine, hin mirov jî hatine revandin.

Rexistina Çavdêriya Mafên Mirovan (Human Rights Watch - HRW) di rapora xwe ya 43 rûpelî ya bi sernavê "Di bin çavan de: Îşkenceya Polîsan a li Tirkiyeyê û Revandina Mirovan" de, der barê 11 delîlên cuda de rapor hat amadekirin û hat gotin ku îşkence li mirovan hatiye kirin û binpêkirinên mafan zêde ne. HRW'yê diyar kir ku bûyerên ku qala wan tê kirin gelekî zêde ne, yek li derve, di nava 7 mehan de gelek bûyeran rû daye.
 
Agahiyên di raporê de hatine parvekirin û hevdîtinên bi xizmên mexdûran re hatiye kirin, xwe dispêre qeydên dadgehê û di çavdêriya polîsan de mirov bi giranî hatine derbkirin û gef li wan hatiye xwarin. Di dewama raporê de tê gotin ku mirov hatine tazîkirin û di hin bûyeran de gefa tacîz li wan hatiye xwarin an jî bi tacîza zayendî re rû bi rû mane. Dîsa Rêxistina Mafên Mirovan di rapora xwe de cih dide revandina 5 kesên li Enqere û Îzmîrê û diyar dike ku ev revandin di Adar û Hezîrana 2017'an de pêk hatine û ev kes bi zorê hatine revandin. Ev kesên bi zorê hatine revandin, hebûna wan di bin çavan de hatiye înkarkirin an jî der barê van kesan de tu agahî neyatiye parvekirin.
 
‘DIVÊ MALBAT JI XIZMÊN XWE AGAHDAR BIN’
 
Dîrektorê Asyaya Navîn û Ewropayê yê Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan Hugh Wîllîamson, aşkera kir ku li Tirkiyeyê di çavdêriya polîsan de bûyerên îşkenceyê zêde bûne, divê hikumet bi lezgînî van îdiayan lêpirsîn bike û divê ev bê rawestandin û wiha got: "Dema li Tirkiyeyê bûyerên revandinê yên demên tarî bê fikirîn, divê rayedar bi lez û bez van kesên windan bibîne û hemû kesên di çavdêriya dewletê de demek ji ya din zûtir bi malbat û parêzerên wan re hevdîtinê saz bike û ev şert e."
 
‘HIKUMET PÊŞÎ LI BINPÊKIRINÊN MAFAN NAGIRE’
 
HR'ê da zanîn ku li gorî daneyên fermî sala çûyî qasî 150 hezar kes di bin navê "Terorîzm, endamtiya rêxistina çekdarî an jî bi hewldana derbeya Tîrmeha 2016'an", ji hêla polîsan ve hatine binçavkirin û ev tişt li daneyan hat zêdekirin: "Li gorî bûyerên ku hatine ragihandin, kesên herî zêde bi xetereya îşkenceya di bin çavan re rû bi rû mane, yên ku hikumet wan wekî Rêxistina Terorê ya Fethullahçî (FETO) pênase dike û kesên wekî derbekarên li dijî hikumetê tên pênasekirin û kesên tê îdiakirin girêdana wan bi Patiya Kakerê Kurdistan (PKK/KCK) re heye hatine destnîşankirin. Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di daxuyaniyên xwe yên bi raya giştî re parve dike de îdia dike ku di bin çavan de îşkence sifir e û tevdîra ewlehiyê ya ku di serî de rakiribû dîsa ji nû ve aniye, derfet hatiye dayîn ku kesên di bin çavan de bi parêzerên xwe re hevdîtinê pêk bînin. Lê hikumetê sala çûyî ji bo kêmasiyên di bin çavan de ji holê rabin tu tiştek nekiriye."
 
LI TIRKIYE FERASETA BÊ CEZAKIRINÊ HAT BELGEKIRIN
 
Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan diyar kir ku parêzeran diyar kirine ku dema karê xwe dikin rastî gelek astengiyan tên. Desûr nadin ku parêzer bêyî polîsan bi muwekilên xwe re hevdîtin bikin. Parêzeran diyar kirin ku rastî gelek zextan tên û Yekîtiya Baroya Tirkiye û Baroyên bajaren têkildarî van zext û binpêkirinan pir lawaz û sersar dimînin. Rêxistinê destnişan kir ku di şertên OHAL'ê de 3 komeleyên parêzeran hatin girtin, bi sedan parêzer hatin girtin û lêpirsîna wan didome. Erkdarên dewlete yên binpêkirina mafan dikin û sûc dikin rastî bêcezakirinê tên. Tevî Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan saziyên din jî ev yek kirine belge. Ji ber vê yekê DMME'ê gelek caran Tirikey ceza kiriye. 
 
DIVÊ BI LEZ LÊPRISÎN BÊ KIRIN
 
HRW, xwest der barê berpirsiyarên muameleya xerab û îşkenceyê de bi lez lêpirsînê bidin destpêkirin û li gorî zagon û peymanên navneteweyî tev bigerin. 
 
Yekitiya Baroyên Tirkiye û Baroyên Bajaran divê bêyî mafê parastina kesên şikdar li ber çavan bigirin, divê mafê hemû kesên tên binçavkirin çavdêr bikin û zextan li ser reyadaran bikin. 
 
Divê Yekîtiya Ewropa û hemû endamên YE'ê, divê fikarên der barê têkiliya hemû şirîkên navneteweyî ya bi Tirkiye re bigire navenda xwe. HRW, xwest ku bi taybetî endamên Yekîtiya Ewropa di civîna Konseya Yekîtiya Ewropa û Konseya Karên Derve de rewşa mafên mirovan ên li welatê xwe fikarên xwe parve bikin. Di herdu civinan de jî Tirkiye divê di rojeva wan de hebin. 
 
Rêxistinê cih da îşkenceya li gundê Şapatan, Westanê û mînakên îşkenceya şênper wiha parve kir: 
 
* Di meha tîrmehê de karsazê ku hat binçavkirin, polîsan li wî da, wêneyê ku polîsan lê îşkence kiriye bi twitter  de parve kir. 
 
* Mamoste û hîndekarên ku dema girtî bûn, di bin çavdêriya polîsan de hatin sewqkirin di lêpirsîna polîsan de çuwal xistin serê wan û li wan îşkence hat kirin. Kesên rastî îşeknceyê hatin diyar kirin ku du caran îşkenceya ceşranê li wan kirine. 
 
* Bi dehan gundiyên ku li bajarên Rojhilatê Başûrê Tirkiye li malê hatin binçavkirin, diyar kirin ku rastî îşekcneya giran hatin. 
 
* Polîsê ku di nîsanê de di bin çavdêriya polîsan de hat binçavkirin û rastî îşkenceyê hat, tevî fîlmê rontgenê hat diyar kirin ku parsuyê wî şikestiye jî dozger li ber çavan negirt. 
 
* Hesapgirê ku hat binçavkirin û bi dehan caran rastî îşkenceyê hat, tevî ku bi dozger re parve kir, dozger ev yek li ber çavan negirt. 
 
* 2 kesên ku tê zanîn ji aliyê polîs û leşkeran ve hatin binçavkirin, piştî çend meh şûnde hatin berdan. 
 
* Hesabgirê nexweşxaneyek Îzmirê hMurat Okumuş ku hat revandin û binçavkirin, li gel dîmenên kamerayan jî hêj winda ye. 
 
 
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

12/10/2017
20:17 Li Mûglayê 4 kesên din jî hatin girtin
19:02 Rojnameger Çoban û Îlkan hatin tehliyekirin
16:18 Serlêdana parêzeran a hevdîtina bi Ocalan re hat redkirin
16:06 32 kes li Qersê hatin binçavkirin
16:05 Parlamenterê berê Zenderlîoglu hat berdan
16:03 Cenazeyek din hat teşhîskirin, şaredar wesayîta cenaze neda
15:48 4 kesên rastî îşkenceya tazî hatin derxistin edliyê
15:32 3 hezar tl ceza dan Eren Keskin
15:09 Walî got ‘Qezaye’ lê şopa sê guleyan derket
15:01 10 meh cezayê girtîgehê dan Rojnameger Çaksu û Eplî
15:01 Fîlmê bo bîranîna dayika Taybet hêjayî xelatê hat dîtin
14:53 Gotin di 'Pevçûnê de mir' di laşê wî de şopên guleyan tune
14:32 Şêniyên Xaçortê: Polîs her êvarê heqaretê li me dikin
14:19 Seçkîn ê li Muglayê jiyana xwe ji dest da hat definkirin
14:18 'Em destûrê nadin pêşnûme bê erêkirin'
14:06 Cenazeyên bi xwedî li ‘Goristana bêxedî' vedişêrin
14:00 Zarokê piçûk piştî dermankirinê ji nexweşxaneyê derket
13:59 Tirkiye bû 'Komara Mûzê', lê nebû 'Komara demokratik'
13:47 Bersûcên DAIŞ'ê bi temamî serbest in
13:16 Çawûşê pispor sedî 100 sûcdar hat dîtin
13:15 Têkildarî teqîna TUPRAŞ’ê 7 kes hatin binçavkirin
12:31 ‘Armanca Tirkiye ne ewlehiya Idlibê, fetisandina Efrînê ye'
12:12 3 hezar û 216 personelê girtîgehan ketin ber lêpirsînê
11:39 Navenda Hunerê ya Nota ya 8’emîn li Wanê vebû
11:37 Parêzeran Ocalan cara 694’an serî li dozgeriyê dan
11:29 Arslan: Erdogan dibêje 'Bila kurd nebin xwedî gotin'
11:25 Li Stenbolê 11 kes hatin girtin
11:25 HRW'ê rapora Tirkiyeyê aşkera kir
11:03 Wekîla Şaredariya Êlihê ya berê hat binçavkirin
10:51 Parlamenterê berê Zenderlîoglu hat binçavkirin
10:47 15 gundên Farqînê hatin qedexekirin
10:46 Dozgerê Muglayê bi ‘Hêjmaran’ axivî!
10:22 Qeyûm Wanê parsêl parsêl difiroşe
10:07 Yên nabin cerdevan bi zextan koçber dikin
10:06 'Zaroka 12 çalî çawa dibe terorîst'
10:05 28 mehin îdîaname tuneye
10:03 Peter Lerch, xebatên wî yên Kurdolojiyê û metnên ewil ên zazakî
09:48 Berxwedana 12 salan encam da: Gelê Newala Dîkenê bi ser ket
09:30 Esnaf, kedkar û bêkar ji heman rewşê bi gazin in
09:29 Welatiyên ku darên wan tên jêkirin: Bila dev ji darên me berdin
09:28 Niha jî derdora Heskîfê bi têlan girtin
09:27 Ji ber qedexekirina gubre êdî tu randimanê nastînin
09:26 Şêniyên herêmê dengê çekan nebihîstiye: Qey hatine înfazkirin?
09:26 Fîguranên jinan gundê Germiyanê diparêzin
09:25 ‘Jehrkujiya krîzan kooperatîfên karkeran e’
09:00 ROJEVA 12'Ê COTMEHA 2017'AN
11/10/2017
20:09 Başaran a HDP'î: SÎHA bûn amûrê înfaza bê daraz
19:20 QSD`ê 10 hezar sivîl azad kir
19:08 Heyeta HDP'ê li Muglayê lêkolîn kir
18:37 'Zarokên baş' hatin berdan
17:30 Di doza Dîlek Mamali de şahid hatin guhdarkirin
17:00 Wêneyên girtiyan çirandin
16:56 Buldan: Em nizanin tenduristiya Ocalan çawa ye
16:47 Li ser bertekan li şûna kurdî, tabeleya bi tirkî daleqandin
16:44 Adalet Zemînî: Bi lezgîn parêzvanên mafên mirovan berdin
16:09 Tişta ku malbatê got derket: Walî got 'qeza' ye
15:53 Birîndar bûyera qereqolê vegot
15:45 Li Edeneyê zarokek hat binçavkirin
15:23 Cerdevanê li Farqînê birindar bû mir
15:16 Parêzer: Bi tirs û êrîşan em serî natewîn in
15:16 Iraqê der barê komîsyonê de biryara girtinê derxist
15:15 Hevserokê Karê Derve yê Cizîrê: Em ji bo muzakereyan amade ne
14:38 Her roj êrîş û binçavî her roj berxwedan
14:36 Dr. Hîkmet Kivilcimli li ser gora xwe hat bibîranîn
14:35 2 hezar leşkar li 2 gundên Geverê bi cih bûn
14:34 ÎHD: Di 9 mehan de Hezar û 485 karker mirin
14:34 Dadgerê ku da girtin niha jî darizandinê dike
13:49 Rojnamegerên rastî lêdana tazî hatin, rastî mehek ceha hatin
13:37 Elewiyên ereb bertek nîşanî MEB'ê dan
13:26 Li Muglayê cenazeye 2 kesan hat wergirtin
13:26 Li cîhanê di her 10 deqeyan de zarokek keç dimire
13:01 26 girtî ji Amedê sewqî Panosê kirin
12:49 Gulmen birin kawişê: Dixwazin bi zorê grevê bi dawî bikin
12:39 Nivîskarê kurd Mehmed Uzun hat bibîranîn
12:20 Ocalan rêya li qada sîtê çêkirin bir rojeva Meclîsê
12:00 Gava ku DAIŞ teslîm dibin!
11:33 NY: Zêdetirî 5 milyon Îraqî ji ber DAIŞ'ê koç kirin
10:47 Piştî 13 mehan dê rojnameger derkevin pêşberî dozger
10:34 Li 34 gundên Bedlisê qedexeya kolanan îlan kirin
10:27 'Her ku deng ji wê cîhazê tê 10'ê Cotmehê tê bîra min'
09:58 Ozgur Gun TV, bi hincetên sosret hatiye girtin
09:14 Koçberan koçber dikin
09:13 Jinên Amedê: Divê em li dijî vê qanûnê rabin ser piyan
09:12 Ji ber ‘kota’ya qeymeqamtiyê esnaf li ber îflasê ne
09:10 Rewşa aborî, serdema Ecevît bi bîr dixe
09:09 KODA, pirtûka neheqiyan çap kir
09:09 'Dê jin bi têkoşînê rê li ber vê qanûnê bigirin’
09:08 Yildirim: Tûtin pereyê lênûsk û pênûsê ye
09:07 Onen: Desthilatdar krîzê ava dikin
09:06 Bi 7 jinan dest pê kir gihişt 50 jinan
09:05 Girtiyê nexweş Aşa nayê dermankirin
09:00 ROJEVA 11'Ê COTMEHA 2017'AN
10/10/2017
21:29 Katalonya biryara serxwebûnê taloq kir
19:15 Her diçe şideta li Yukselê zêde dibe: Saçilik bênavber hat derbkirin
18:16 4 DAIŞ'î xwe radestî şervanê QSD'ê kirin
16:24 Ji bo tesbîta îşkenceya 7 kesan serî li dozgeriyê dan
15:50 Demirtaş ji Serokê Meclîsê xwest rojevê meclîsê ji wan re bişine
15:38 Koma xwest birdariya 10'ê Cotmehê sererast bikin polîsan êrîşê wan kir
15:37 Îşkenceya ku te dît te nenvîsî lê me nivîsî
14:50 Polîsan nehiştin rojnameger çalakiya Yukselê bişopînin