HRW'ê rapora Tirkiyeyê aşkera kir 2017-10-12 11:25:11 NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan binpêkirinên mafên mirovan, îşkenceya di bin çavan de di raporekê de kom kir. Di raporê ku îşkenceyên li Westan û Şapatanê jî cih digirin de, hat diyarkirin ku di çavdêriya polîsan de îşkence li mirovan kirine, hin mirov jî hatine revandin. Rexistina Çavdêriya Mafên Mirovan (Human Rights Watch - HRW) di rapora xwe ya 43 rûpelî ya bi sernavê "Di bin çavan de: Îşkenceya Polîsan a li Tirkiyeyê û Revandina Mirovan" de, der barê 11 delîlên cuda de rapor hat amadekirin û hat gotin ku îşkence li mirovan hatiye kirin û binpêkirinên mafan zêde ne. HRW'yê diyar kir ku bûyerên ku qala wan tê kirin gelekî zêde ne, yek li derve, di nava 7 mehan de gelek bûyeran rû daye.   Agahiyên di raporê de hatine parvekirin û hevdîtinên bi xizmên mexdûran re hatiye kirin, xwe dispêre qeydên dadgehê û di çavdêriya polîsan de mirov bi giranî hatine derbkirin û gef li wan hatiye xwarin. Di dewama raporê de tê gotin ku mirov hatine tazîkirin û di hin bûyeran de gefa tacîz li wan hatiye xwarin an jî bi tacîza zayendî re rû bi rû mane. Dîsa Rêxistina Mafên Mirovan di rapora xwe de cih dide revandina 5 kesên li Enqere û Îzmîrê û diyar dike ku ev revandin di Adar û Hezîrana 2017'an de pêk hatine û ev kes bi zorê hatine revandin. Ev kesên bi zorê hatine revandin, hebûna wan di bin çavan de hatiye înkarkirin an jî der barê van kesan de tu agahî neyatiye parvekirin.   ‘DIVÊ MALBAT JI XIZMÊN XWE AGAHDAR BIN’   Dîrektorê Asyaya Navîn û Ewropayê yê Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan Hugh Wîllîamson, aşkera kir ku li Tirkiyeyê di çavdêriya polîsan de bûyerên îşkenceyê zêde bûne, divê hikumet bi lezgînî van îdiayan lêpirsîn bike û divê ev bê rawestandin û wiha got: "Dema li Tirkiyeyê bûyerên revandinê yên demên tarî bê fikirîn, divê rayedar bi lez û bez van kesên windan bibîne û hemû kesên di çavdêriya dewletê de demek ji ya din zûtir bi malbat û parêzerên wan re hevdîtinê saz bike û ev şert e."   ‘HIKUMET PÊŞÎ LI BINPÊKIRINÊN MAFAN NAGIRE’   HR'ê da zanîn ku li gorî daneyên fermî sala çûyî qasî 150 hezar kes di bin navê "Terorîzm, endamtiya rêxistina çekdarî an jî bi hewldana derbeya Tîrmeha 2016'an", ji hêla polîsan ve hatine binçavkirin û ev tişt li daneyan hat zêdekirin: "Li gorî bûyerên ku hatine ragihandin, kesên herî zêde bi xetereya îşkenceya di bin çavan re rû bi rû mane, yên ku hikumet wan wekî Rêxistina Terorê ya Fethullahçî (FETO) pênase dike û kesên wekî derbekarên li dijî hikumetê tên pênasekirin û kesên tê îdiakirin girêdana wan bi Patiya Kakerê Kurdistan (PKK/KCK) re heye hatine destnîşankirin. Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di daxuyaniyên xwe yên bi raya giştî re parve dike de îdia dike ku di bin çavan de îşkence sifir e û tevdîra ewlehiyê ya ku di serî de rakiribû dîsa ji nû ve aniye, derfet hatiye dayîn ku kesên di bin çavan de bi parêzerên xwe re hevdîtinê pêk bînin. Lê hikumetê sala çûyî ji bo kêmasiyên di bin çavan de ji holê rabin tu tiştek nekiriye."   LI TIRKIYE FERASETA BÊ CEZAKIRINÊ HAT BELGEKIRIN   Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan diyar kir ku parêzeran diyar kirine ku dema karê xwe dikin rastî gelek astengiyan tên. Desûr nadin ku parêzer bêyî polîsan bi muwekilên xwe re hevdîtin bikin. Parêzeran diyar kirin ku rastî gelek zextan tên û Yekîtiya Baroya Tirkiye û Baroyên bajaren têkildarî van zext û binpêkirinan pir lawaz û sersar dimînin. Rêxistinê destnişan kir ku di şertên OHAL'ê de 3 komeleyên parêzeran hatin girtin, bi sedan parêzer hatin girtin û lêpirsîna wan didome. Erkdarên dewlete yên binpêkirina mafan dikin û sûc dikin rastî bêcezakirinê tên. Tevî Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan saziyên din jî ev yek kirine belge. Ji ber vê yekê DMME'ê gelek caran Tirikey ceza kiriye.    DIVÊ BI LEZ LÊPRISÎN BÊ KIRIN   HRW, xwest der barê berpirsiyarên muameleya xerab û îşkenceyê de bi lez lêpirsînê bidin destpêkirin û li gorî zagon û peymanên navneteweyî tev bigerin.    Yekitiya Baroyên Tirkiye û Baroyên Bajaran divê bêyî mafê parastina kesên şikdar li ber çavan bigirin, divê mafê hemû kesên tên binçavkirin çavdêr bikin û zextan li ser reyadaran bikin.    Divê Yekîtiya Ewropa û hemû endamên YE'ê, divê fikarên der barê têkiliya hemû şirîkên navneteweyî ya bi Tirkiye re bigire navenda xwe. HRW, xwest ku bi taybetî endamên Yekîtiya Ewropa di civîna Konseya Yekîtiya Ewropa û Konseya Karên Derve de rewşa mafên mirovan ên li welatê xwe fikarên xwe parve bikin. Di herdu civinan de jî Tirkiye divê di rojeva wan de hebin.    Rêxistinê cih da îşkenceya li gundê Şapatan, Westanê û mînakên îşkenceya şênper wiha parve kir:    * Di meha tîrmehê de karsazê ku hat binçavkirin, polîsan li wî da, wêneyê ku polîsan lê îşkence kiriye bi twitter  de parve kir.    * Mamoste û hîndekarên ku dema girtî bûn, di bin çavdêriya polîsan de hatin sewqkirin di lêpirsîna polîsan de çuwal xistin serê wan û li wan îşkence hat kirin. Kesên rastî îşeknceyê hatin diyar kirin ku du caran îşkenceya ceşranê li wan kirine.    * Bi dehan gundiyên ku li bajarên Rojhilatê Başûrê Tirkiye li malê hatin binçavkirin, diyar kirin ku rastî îşekcneya giran hatin.    * Polîsê ku di nîsanê de di bin çavdêriya polîsan de hat binçavkirin û rastî îşkenceyê hat, tevî fîlmê rontgenê hat diyar kirin ku parsuyê wî şikestiye jî dozger li ber çavan negirt.    * Hesapgirê ku hat binçavkirin û bi dehan caran rastî îşkenceyê hat, tevî ku bi dozger re parve kir, dozger ev yek li ber çavan negirt.    * 2 kesên ku tê zanîn ji aliyê polîs û leşkeran ve hatin binçavkirin, piştî çend meh şûnde hatin berdan.    * Hesabgirê nexweşxaneyek Îzmirê hMurat Okumuş ku hat revandin û binçavkirin, li gel dîmenên kamerayan jî hêj winda ye.