Qeyûm Wanê parsêl parsêl difiroşe

  • rojane
  • 10:22 12 Cotmeh 2017
  • |
img

WAN – Piştî qeyûm tayînî Şaredariya Wanê hat kirin, hemû mal û milkên şaredariyê derxistine ber firotinê û bajêr parsêl parsêl tê firotin. Heta niha beşek mezin a ji 100 hezar donim erd a aîdî şaredariyê hatiye firotin. Bi sedan kargeh jî derxistine ber firotinê. Qeyûmê bi firotina mal û milk têr nebû heta niha 30 mîlyon TL kredî xerç kiriye. Hat zanîn ku ji bo 30 mîlyon TL kredî jî serlêdan kiriye. 

Bi ser qeyûm tayînkirina Şaredariya Bajarê Wanê re salek derbas dibe. Hemû mal û milkên aîdî şaredariyê perç perçe bi erzanî tê firotin. Navenda Çanda Nûda, Navenda Jiyanê ya Jinê, Stargeha Jinê, Malên Piştevaniya Perwerdehiyê, Kreşên Zarokan û gelek qadên civakî yên di dema rêveberiya Şaredariyên DBP’ê de hatibûn avakirin û vekirin yek bi yek ji aliyê qeyûmê ve hatin girtin. Rêveberiya Qeyûm jî dema ji aliyê aboriyê ve dest teng dibe jî tesîs, erazî û avahiyên aîdî şaredariyê jî derxistiye ber firotinê. 
 
OTOPARKA PIR QATÎ LI BER FIROTINÊ YE
 
4 sal berê otoparka pir qatî û 31 kargehên di hundirê otoparkê de hemû tên firotin. Heta niha nîvê van kargehan hatine firotin. Qismê maye jî li ber firotinê ne. Balkêş e ku li ser bîlboardan jî pesnê firotina mal û milkên şaredariyê tê kirin. 
 
BI 17 MILYONAN FIROTIN 
 
Qeyûm dest avêt Sîteya Galerîvanan û qada 66 hezar 392 metroqare ku 10 sal hatibû kirêkirin jî derxist ber firotinê. Di 27’ê îlonê de bi şertê 20 sal ev der di deste Komeleya Galerî û Otomobîlvanên Wanê de bimîne bi 17 mîlyon û 500 hezar TL firot. Li kolanên bajêr emlakvan metroqareya qadekî bi 2 hezar TL difiroşin lê rêveberiya qeyûmê li heman qadan metroqareyekî bi 263 TL’yî firot. Serokê Komeleya Galerî û Otomobîlvanên Wanê Îsmet Înan ê ku bi erzanî erdê herî baş kirî di hesabê medya xwe ya civakî de pesnê Tayyîp Erdogan, Wekîlê AKP’ê yê Wanê Beşîr Atalay û Qeyûm da. Têkildarî firotinan Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Mustafa Yalçin jî daxuyanî da û got: “Bi alîkariya Brêz Waliyê me Murat Zorluoglu me esnafê xwe jî kir xwediyê mal. Bi van îhaleyan rojên xweş li pêşiya şaredariya me ye.” 
 
TESÎSA HERÎ MEZIN A HERÊMÊ TÊ FIROTIN 
 
Dem û Dezgeha Çandiniya Organîzeya Wanê (VOTAŞ) ku ji aliyê Borsaya Bazirganiya Wanê ve hatibû çêkirin û salek berê ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ya DBP’ê hatibû sitendin ji aliyê qeyûmê ve tê firotin. Ev tesîsa çandinî û sewlakariyê ya ku li Tirkiyê kêm wek vê hene bi erzanî derxistine ber firotinê. Bi taybetî têkildarî firotina VOTAŞ’ê şêniyên bajêr li ser medya civakî nerazîbûnê xwe didomînin. 
 
'WEK MILKÊ XWE DIFIROŞIN’ 
 
Rêveberiya qeyûmê çav berê avahiya kevn a Şaredariya Wanê ku piştî erdhejê rapora bi xesar dîtiye jî daye û ji bo firotina avahiyê xwe amade dikin. Şaredariya DBP’î ji bo cihê vê avahiya bi xesar Navenda Çand û Kongreyê ava bike dê dest bi xebatan bikira. Lê qeyûmê hat tayînkirin projeyê betal kir. Hat zanîn ku dê îhaleya vê avahiyê di hundirê vê mehê de bê kirin. Qeyûm Cîty Van AVM a aîdî Şaredariya Bajarê Mezin ku di hundir de 80 dikan hene derxist ber firotinê li ser nerazîbûnan dev ji firotina dikanan berda û ji bo 3 salan da kirê. 
 
KREDÎ LI SER KREDÎ DIKIŞÎNIN 
 
Qeyûmê bi firotina mal û milk têr nebû heta niha 30 mîlyon TL kredî bikaraniye û hat zanîn ku ji bo 30 mîlyon TL kredî jî serlêdan kiriye. Qeyûm serî li sosretek din da û biryar girt ku wesayîtên şaredariyê yên fermî bi kirê bide hukmê şexs. Qeyûm biryara xwe di malpera fermî ya şaredariyê de jî ragihand. 
 
'KESÊN WANÊ DIFIROŞIN NE JI WANÊ NE’ 
 
Serokwekîlê Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Cahît Bozbey têkildarî firotina mal û milkên şaredariyê axivî û got: “Hemû biryara têkildarî bajêr 5 karmend didin. Malê gel ji 10’an yekê wê tê firotin. Divê teqez der barê van kesên vê firotinê pêk tînin de doz bê vekirin. Ji ber ku ev zerar didin gel û raya giştî. Ev kesên mal û milkên şaredariyê ku difiroşin tu eleqeya wan bi bajêr re n3ine. Îro hene sibê tune ne. Ji ber ku tu xetereyek wan bi pêşeroja bajêr re nîne, li ser dilê rehet van firotinan pêk tînin. Li gel hemû astengiyan jî 7 sal û nîv şaredariya DBP’ê xizmet ji gel re kir û di aboriyê de tengasiyek çênebû. Qeyûm bêyî ku tu projeyan biafirîne gelo çidike ji van pereyan?” 
 
‘ÇIMA SIYASET Û SAZIYÊN BAJÊR BÊDENG IN?’ 
 
Bozbye destnîşan kir ku li dijî van nelirêtiyan siyaset û saziyên sivîl ên bajêr bêdengin û bêdengiya saziyan a li hember pêkanînên qeyûmê rexne kir. Bozbey got: “Îro ne tenê mal û milkê şaredariyê tê firotin, di heman demê de paşeroja bajêrekê tê tunekirin.” 
 
‘WAN A GELÊ WAN Ê YE’ 
 
Jina bi navê Zelal Yerlîkaya jî bertek nîşanî gayrîmenkulên şaredariyê ji aliyê qeyûm ve tên firotin da û got: “Em dibînin ku piştî qeyûmê her dever tê firotin. Ne mimkun e ev yek bê qeblûkirin. Wan bajarê Waniyan e û dê ev bajar wisa jî bimîne.” 
 
'MAL Û MILKÊN GEL DIFIROŞIN’ 
 
Welatiyê bi navê Veysel Guntîn jî bal kişand ser girtina saziyên ji aliyê qeyûmê ve hatine girtin û got: “Em agahiyên ku hemû milkên şaredariyê difiroşin dibîhîzin. Hemû cihên aîdî gel tê firotin. Ev saleke qeyûm tenê xebata ku mal û milk bifiroşe dike. Her der yek bi yek tê firotin. Hevalên min ên li şaredariyê dixebitin hene. Muçeyên xwe dereng distînin. Ev pere diçin ku?” 
 
MA / Ugur Atabay
 

Sernavên din

12/10/2017
20:17 Li Mûglayê 4 kesên din jî hatin girtin
19:02 Rojnameger Çoban û Îlkan hatin tehliyekirin
16:18 Serlêdana parêzeran a hevdîtina bi Ocalan re hat redkirin
16:06 32 kes li Qersê hatin binçavkirin
16:05 Parlamenterê berê Zenderlîoglu hat berdan
16:03 Cenazeyek din hat teşhîskirin, şaredar wesayîta cenaze neda
15:48 4 kesên rastî îşkenceya tazî hatin derxistin edliyê
15:32 3 hezar tl ceza dan Eren Keskin
15:09 Walî got ‘Qezaye’ lê şopa sê guleyan derket
15:01 10 meh cezayê girtîgehê dan Rojnameger Çaksu û Eplî
15:01 Fîlmê bo bîranîna dayika Taybet hêjayî xelatê hat dîtin
14:53 Gotin di 'Pevçûnê de mir' di laşê wî de şopên guleyan tune
14:32 Şêniyên Xaçortê: Polîs her êvarê heqaretê li me dikin
14:19 Seçkîn ê li Muglayê jiyana xwe ji dest da hat definkirin
14:18 'Em destûrê nadin pêşnûme bê erêkirin'
14:06 Cenazeyên bi xwedî li ‘Goristana bêxedî' vedişêrin
14:00 Zarokê piçûk piştî dermankirinê ji nexweşxaneyê derket
13:59 Tirkiye bû 'Komara Mûzê', lê nebû 'Komara demokratik'
13:47 Bersûcên DAIŞ'ê bi temamî serbest in
13:16 Çawûşê pispor sedî 100 sûcdar hat dîtin
13:15 Têkildarî teqîna TUPRAŞ’ê 7 kes hatin binçavkirin
12:31 ‘Armanca Tirkiye ne ewlehiya Idlibê, fetisandina Efrînê ye'
12:12 3 hezar û 216 personelê girtîgehan ketin ber lêpirsînê
11:39 Navenda Hunerê ya Nota ya 8’emîn li Wanê vebû
11:37 Parêzeran Ocalan cara 694’an serî li dozgeriyê dan
11:29 Arslan: Erdogan dibêje 'Bila kurd nebin xwedî gotin'
11:25 Li Stenbolê 11 kes hatin girtin
11:25 HRW'ê rapora Tirkiyeyê aşkera kir
11:03 Wekîla Şaredariya Êlihê ya berê hat binçavkirin
10:51 Parlamenterê berê Zenderlîoglu hat binçavkirin
10:47 15 gundên Farqînê hatin qedexekirin
10:46 Dozgerê Muglayê bi ‘Hêjmaran’ axivî!
10:22 Qeyûm Wanê parsêl parsêl difiroşe
10:07 Yên nabin cerdevan bi zextan koçber dikin
10:06 'Zaroka 12 çalî çawa dibe terorîst'
10:05 28 mehin îdîaname tuneye
10:03 Peter Lerch, xebatên wî yên Kurdolojiyê û metnên ewil ên zazakî
09:48 Berxwedana 12 salan encam da: Gelê Newala Dîkenê bi ser ket
09:30 Esnaf, kedkar û bêkar ji heman rewşê bi gazin in
09:29 Welatiyên ku darên wan tên jêkirin: Bila dev ji darên me berdin
09:28 Niha jî derdora Heskîfê bi têlan girtin
09:27 Ji ber qedexekirina gubre êdî tu randimanê nastînin
09:26 Şêniyên herêmê dengê çekan nebihîstiye: Qey hatine înfazkirin?
09:26 Fîguranên jinan gundê Germiyanê diparêzin
09:25 ‘Jehrkujiya krîzan kooperatîfên karkeran e’
09:00 ROJEVA 12'Ê COTMEHA 2017'AN
11/10/2017
20:09 Başaran a HDP'î: SÎHA bûn amûrê înfaza bê daraz
19:20 QSD`ê 10 hezar sivîl azad kir
19:08 Heyeta HDP'ê li Muglayê lêkolîn kir
18:37 'Zarokên baş' hatin berdan
17:30 Di doza Dîlek Mamali de şahid hatin guhdarkirin
17:00 Wêneyên girtiyan çirandin
16:56 Buldan: Em nizanin tenduristiya Ocalan çawa ye
16:47 Li ser bertekan li şûna kurdî, tabeleya bi tirkî daleqandin
16:44 Adalet Zemînî: Bi lezgîn parêzvanên mafên mirovan berdin
16:09 Tişta ku malbatê got derket: Walî got 'qeza' ye
15:53 Birîndar bûyera qereqolê vegot
15:45 Li Edeneyê zarokek hat binçavkirin
15:23 Cerdevanê li Farqînê birindar bû mir
15:16 Parêzer: Bi tirs û êrîşan em serî natewîn in
15:16 Iraqê der barê komîsyonê de biryara girtinê derxist
15:15 Hevserokê Karê Derve yê Cizîrê: Em ji bo muzakereyan amade ne
14:38 Her roj êrîş û binçavî her roj berxwedan
14:36 Dr. Hîkmet Kivilcimli li ser gora xwe hat bibîranîn
14:35 2 hezar leşkar li 2 gundên Geverê bi cih bûn
14:34 ÎHD: Di 9 mehan de Hezar û 485 karker mirin
14:34 Dadgerê ku da girtin niha jî darizandinê dike
13:49 Rojnamegerên rastî lêdana tazî hatin, rastî mehek ceha hatin
13:37 Elewiyên ereb bertek nîşanî MEB'ê dan
13:26 Li Muglayê cenazeye 2 kesan hat wergirtin
13:26 Li cîhanê di her 10 deqeyan de zarokek keç dimire
13:01 26 girtî ji Amedê sewqî Panosê kirin
12:49 Gulmen birin kawişê: Dixwazin bi zorê grevê bi dawî bikin
12:39 Nivîskarê kurd Mehmed Uzun hat bibîranîn
12:20 Ocalan rêya li qada sîtê çêkirin bir rojeva Meclîsê
12:00 Gava ku DAIŞ teslîm dibin!
11:33 NY: Zêdetirî 5 milyon Îraqî ji ber DAIŞ'ê koç kirin
10:47 Piştî 13 mehan dê rojnameger derkevin pêşberî dozger
10:34 Li 34 gundên Bedlisê qedexeya kolanan îlan kirin
10:27 'Her ku deng ji wê cîhazê tê 10'ê Cotmehê tê bîra min'
09:58 Ozgur Gun TV, bi hincetên sosret hatiye girtin
09:14 Koçberan koçber dikin
09:13 Jinên Amedê: Divê em li dijî vê qanûnê rabin ser piyan
09:12 Ji ber ‘kota’ya qeymeqamtiyê esnaf li ber îflasê ne
09:10 Rewşa aborî, serdema Ecevît bi bîr dixe
09:09 KODA, pirtûka neheqiyan çap kir
09:09 'Dê jin bi têkoşînê rê li ber vê qanûnê bigirin’
09:08 Yildirim: Tûtin pereyê lênûsk û pênûsê ye
09:07 Onen: Desthilatdar krîzê ava dikin
09:06 Bi 7 jinan dest pê kir gihişt 50 jinan
09:05 Girtiyê nexweş Aşa nayê dermankirin
09:00 ROJEVA 11'Ê COTMEHA 2017'AN
10/10/2017
21:29 Katalonya biryara serxwebûnê taloq kir
19:15 Her diçe şideta li Yukselê zêde dibe: Saçilik bênavber hat derbkirin
18:16 4 DAIŞ'î xwe radestî şervanê QSD'ê kirin
16:24 Ji bo tesbîta îşkenceya 7 kesan serî li dozgeriyê dan
15:50 Demirtaş ji Serokê Meclîsê xwest rojevê meclîsê ji wan re bişine
15:38 Koma xwest birdariya 10'ê Cotmehê sererast bikin polîsan êrîşê wan kir
15:37 Îşkenceya ku te dît te nenvîsî lê me nivîsî
14:50 Polîsan nehiştin rojnameger çalakiya Yukselê bişopînin