Qeyûm Wanê parsêl parsêl difiroşe 2017-10-12 10:22:49 WAN – Piştî qeyûm tayînî Şaredariya Wanê hat kirin, hemû mal û milkên şaredariyê derxistine ber firotinê û bajêr parsêl parsêl tê firotin. Heta niha beşek mezin a ji 100 hezar donim erd a aîdî şaredariyê hatiye firotin. Bi sedan kargeh jî derxistine ber firotinê. Qeyûmê bi firotina mal û milk têr nebû heta niha 30 mîlyon TL kredî xerç kiriye. Hat zanîn ku ji bo 30 mîlyon TL kredî jî serlêdan kiriye.  Bi ser qeyûm tayînkirina Şaredariya Bajarê Wanê re salek derbas dibe. Hemû mal û milkên aîdî şaredariyê perç perçe bi erzanî tê firotin. Navenda Çanda Nûda, Navenda Jiyanê ya Jinê, Stargeha Jinê, Malên Piştevaniya Perwerdehiyê, Kreşên Zarokan û gelek qadên civakî yên di dema rêveberiya Şaredariyên DBP’ê de hatibûn avakirin û vekirin yek bi yek ji aliyê qeyûmê ve hatin girtin. Rêveberiya Qeyûm jî dema ji aliyê aboriyê ve dest teng dibe jî tesîs, erazî û avahiyên aîdî şaredariyê jî derxistiye ber firotinê.    OTOPARKA PIR QATÎ LI BER FIROTINÊ YE   4 sal berê otoparka pir qatî û 31 kargehên di hundirê otoparkê de hemû tên firotin. Heta niha nîvê van kargehan hatine firotin. Qismê maye jî li ber firotinê ne. Balkêş e ku li ser bîlboardan jî pesnê firotina mal û milkên şaredariyê tê kirin.    BI 17 MILYONAN FIROTIN    Qeyûm dest avêt Sîteya Galerîvanan û qada 66 hezar 392 metroqare ku 10 sal hatibû kirêkirin jî derxist ber firotinê. Di 27’ê îlonê de bi şertê 20 sal ev der di deste Komeleya Galerî û Otomobîlvanên Wanê de bimîne bi 17 mîlyon û 500 hezar TL firot. Li kolanên bajêr emlakvan metroqareya qadekî bi 2 hezar TL difiroşin lê rêveberiya qeyûmê li heman qadan metroqareyekî bi 263 TL’yî firot. Serokê Komeleya Galerî û Otomobîlvanên Wanê Îsmet Înan ê ku bi erzanî erdê herî baş kirî di hesabê medya xwe ya civakî de pesnê Tayyîp Erdogan, Wekîlê AKP’ê yê Wanê Beşîr Atalay û Qeyûm da. Têkildarî firotinan Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Mustafa Yalçin jî daxuyanî da û got: “Bi alîkariya Brêz Waliyê me Murat Zorluoglu me esnafê xwe jî kir xwediyê mal. Bi van îhaleyan rojên xweş li pêşiya şaredariya me ye.”    TESÎSA HERÎ MEZIN A HERÊMÊ TÊ FIROTIN    Dem û Dezgeha Çandiniya Organîzeya Wanê (VOTAŞ) ku ji aliyê Borsaya Bazirganiya Wanê ve hatibû çêkirin û salek berê ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ya DBP’ê hatibû sitendin ji aliyê qeyûmê ve tê firotin. Ev tesîsa çandinî û sewlakariyê ya ku li Tirkiyê kêm wek vê hene bi erzanî derxistine ber firotinê. Bi taybetî têkildarî firotina VOTAŞ’ê şêniyên bajêr li ser medya civakî nerazîbûnê xwe didomînin.    'WEK MILKÊ XWE DIFIROŞIN’    Rêveberiya qeyûmê çav berê avahiya kevn a Şaredariya Wanê ku piştî erdhejê rapora bi xesar dîtiye jî daye û ji bo firotina avahiyê xwe amade dikin. Şaredariya DBP’î ji bo cihê vê avahiya bi xesar Navenda Çand û Kongreyê ava bike dê dest bi xebatan bikira. Lê qeyûmê hat tayînkirin projeyê betal kir. Hat zanîn ku dê îhaleya vê avahiyê di hundirê vê mehê de bê kirin. Qeyûm Cîty Van AVM a aîdî Şaredariya Bajarê Mezin ku di hundir de 80 dikan hene derxist ber firotinê li ser nerazîbûnan dev ji firotina dikanan berda û ji bo 3 salan da kirê.    KREDÎ LI SER KREDÎ DIKIŞÎNIN    Qeyûmê bi firotina mal û milk têr nebû heta niha 30 mîlyon TL kredî bikaraniye û hat zanîn ku ji bo 30 mîlyon TL kredî jî serlêdan kiriye. Qeyûm serî li sosretek din da û biryar girt ku wesayîtên şaredariyê yên fermî bi kirê bide hukmê şexs. Qeyûm biryara xwe di malpera fermî ya şaredariyê de jî ragihand.    'KESÊN WANÊ DIFIROŞIN NE JI WANÊ NE’    Serokwekîlê Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Cahît Bozbey têkildarî firotina mal û milkên şaredariyê axivî û got: “Hemû biryara têkildarî bajêr 5 karmend didin. Malê gel ji 10’an yekê wê tê firotin. Divê teqez der barê van kesên vê firotinê pêk tînin de doz bê vekirin. Ji ber ku ev zerar didin gel û raya giştî. Ev kesên mal û milkên şaredariyê ku difiroşin tu eleqeya wan bi bajêr re n3ine. Îro hene sibê tune ne. Ji ber ku tu xetereyek wan bi pêşeroja bajêr re nîne, li ser dilê rehet van firotinan pêk tînin. Li gel hemû astengiyan jî 7 sal û nîv şaredariya DBP’ê xizmet ji gel re kir û di aboriyê de tengasiyek çênebû. Qeyûm bêyî ku tu projeyan biafirîne gelo çidike ji van pereyan?”    ‘ÇIMA SIYASET Û SAZIYÊN BAJÊR BÊDENG IN?’    Bozbye destnîşan kir ku li dijî van nelirêtiyan siyaset û saziyên sivîl ên bajêr bêdengin û bêdengiya saziyan a li hember pêkanînên qeyûmê rexne kir. Bozbey got: “Îro ne tenê mal û milkê şaredariyê tê firotin, di heman demê de paşeroja bajêrekê tê tunekirin.”    ‘WAN A GELÊ WAN Ê YE’    Jina bi navê Zelal Yerlîkaya jî bertek nîşanî gayrîmenkulên şaredariyê ji aliyê qeyûm ve tên firotin da û got: “Em dibînin ku piştî qeyûmê her dever tê firotin. Ne mimkun e ev yek bê qeblûkirin. Wan bajarê Waniyan e û dê ev bajar wisa jî bimîne.”    'MAL Û MILKÊN GEL DIFIROŞIN’    Welatiyê bi navê Veysel Guntîn jî bal kişand ser girtina saziyên ji aliyê qeyûmê ve hatine girtin û got: “Em agahiyên ku hemû milkên şaredariyê difiroşin dibîhîzin. Hemû cihên aîdî gel tê firotin. Ev saleke qeyûm tenê xebata ku mal û milk bifiroşe dike. Her der yek bi yek tê firotin. Hevalên min ên li şaredariyê dixebitin hene. Muçeyên xwe dereng distînin. Ev pere diçin ku?”    MA / Ugur Atabay