'Zaroka 12 çalî çawa dibe terorîst'

  • rojane
  • 10:06 12 Cotmeh 2017
  • |
img

AMED - Di ser kuştina zaroka 12 salî Helin Şen a li Sûrê çû ji firinê nan bistîne û hat kuştin re 2 sal derbas bûn. Lê hêj di lêpirsîna kuştinê de tu pêşketin tune ye. Li şûna dozger polîsên şikdar li cihû bûyerê lêkolin kir û delîl kom kir. Di dosyayê de dîmen û qeydên bêtêlê tune. Dayika Şen Nazmiye Şen bertekên li dijî lêpirsînê anî ziman û wiha got: "Her kesî terorîst dibinînin. Çawa dibe keça 12 sali bibe terorîst." 

Dema li navçeya Sûrê derketina derve hatibû qedexekirin di 12'ê Cotmeha 2015'an de li kolana Bahçe ya taxa Fatihpaşa zaroka 12 salî Helin Hasret Şen bi guleya li serê wê ket hat kuştin. 2 sal di ser kuştina Helîn re derbas bû, lê hêji di dosyayê de tu pêşketin tune ye. Dozger di dosyaya lêpirsînê de her çend maşîna polîsan a zirxî 300 metre nêzî bûyerê ye jî diyar kiriye ku şikdar tune ne. Dozger polîsên ku wekî bersûc bên guhdarkirin wekî şahid guhdar kiriye û îfadeya wan girtine. Lêpirsîna ku Lijneya Tefşîk a Midûriyeta Giştî ya Îzmirê di sala 2016'an de dabû destpêkirin didome. Walîtiya Amedê têkildarî parast ku Şen di êrîşa YPS'ê ya li diji polîsan de birîndar bûye û li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest daey. Di girtika Midûriyeta Polîsan a Amedê de jî hat diyar kirin ku dema Şen hat kuştin, li kolanê tu bûyer û şer tune bû. Endamê Komîsyona Hiqûqê ya ÎHD'a Amedê û parêzerê malbata Şen Abdullah Zeytun û dayika Şen Nazmiye Şen, der barê bûyerê û lêpirsîne de axivîn. 
 
YÊN ÇÛN SER CENAZE JÎ GULEBARAN KIRIN
 
Dayika Hêlîn Şen Nazmiye Şen, diyar kir ku ji ber qedexeyê nekarîbû ji malên xwe derkevin û av û xwarina li malê xelas bûbû û wiha got: "Li Sûrê qedexeya derve hebû, lê şer tune bû. Me bihîst ku firin vebûye. Jin û zarok li dor saet 08.00'an de çûn firinê. Li der û dorê me mêr tune bûn. Şer jî tune bû. Li kolana em lê dimeşiyan, maşîna zirxî ya kobra 3 gule avêtin. Ji van guleyan yek jê li serê Helîn ket. Nîşan kirin û gule avêtin serê keça min. Mejiyê wê li erdê belav bû. Keça min saetekê li erdê ma. Ji maşina zirxî li ser me jî gule reşandin. Di destê cîranek min de ala sipî hebû. Li ser wê jî gule reşandin. Destûr nedan ambulans bê. Min keça xwe bir hewşa mala xwe û 2 saetan em li benda ambulansê man. Dema ambulans hat keça min jiyana xwe ji dest dabû." 
 
'XANIYÊ ME TEVÎ ALAVAN XERAKIRIN'
 
Şen, anî ziman ku yên keça wê kuştin, piştî bûyeran mala wê tevî alaven xera kirin û wiha got: "Li vî welatî edalet tune. Lê dîsa ez edaletê dixwazim. Keça min a 12 sali ne terorîst bû. Di deste wê de bombe tune bû. Tev li kesî nebûbû. Di sere wê de maske tune bû û cilên sivîl lê bûn. Ew zarok bû. Li wir şer tune bû. Bila li dimenan binerin. Keça min bê sûc e û ez li heqê keça xwe digerim. Di otopsiyê de hat dîtin ku keça min birçî bû. Keça min pir bi kelecan û bi çoş bû. Min keça xwe dina va xizanî, birçîbûn û tunebûnê de mezin kir. Kê keça min kuştiye divê bê dîtin." 
 
‘321 KESÊN SIVÎL HATIN KUŞTIN'
 
Prz. Abdullah Zeytun jî anî ziman ku ji ber pêkanînên li dijî zagonên neteweyî û navneteweyî mafê welatiyên sivîl ê jiyanê hat binpêkirin û wiha got: "Li dijî zagon û hiqûqê demek dirêj qedexe hatin îlankirin. Ji ber hêza keyfî 321 welatiyên sivîl hatin kuştin. Di qedexeya derketina kolanan de yek ji bûyerên bibe dîrok kuştina Helîn Şen e. Di dema qedexeyan de Tahîr Elçî, Taybet Ana, Mîray hatin kuştin û bûn sembol. Helin Şen jî bi heman rengî bû sembol."  
 
2 SALIN TU GEŞEDAN TUNE 
 
Prz. Zeytun, anî ziman ku di ser kuştina Helin Şen re 2 sal berbas bûn, lê hêj tu pêşketin tune ye. Zeytun, anî ziman ku Buroya Sûcên Karmendan a girêdayî Serdozgerê Komarê yê Amedê de barê dosyayê de tu gavên şênber neavêtiye. Zeytûn, destnîşan kir ku heta niha tu gavên şênber nehatiye avêtin û raporên kêm yên polîs û mufetîşan heye û wiha got: "Bi taybetî lêpirsîn û komkirina delîlên li cihê bûyerê ji aliyê polîsên şikdar ve hatine kirin. Polîsên şikdar wekî kesên şahid hatine guhdarkirin. Me xwestibû lêpirsîn ji aliyê memûrên din ve bê kirin. Lê dozger ev daxwaza me li ber çavan negirt. Delîl û lêpirsîn ji aliyê polîsên şikdar ve kom kirin. Lêpirsîn û komkirina delîlan li gorî usûlê nehatiye kirin. Delîl hatin reşkirin. Di lêpirsînê de tenê Dayika Helîn weki şahid hat guhdarkirin. Dîsa dîmenê maşîna zirxî nexistin dosyayê. Qeydên bêtêlên polîsan nexistin dosyayê. Helîn li nava kolanê hedef hat girtin û hat kuştin. Di raporên otopsiyê de pir aşkere diyar dibe ku Helîn ji aliyê gulebarana Kobra ve hatiye kuştin. Em dibînin ku ji ber hêza polîsan a bê kontrol Hêlîn jiyana xwe ji dest daye. Li Kolana ku Helin Şen lê jiyana xwe ji dest da di wê saetê de bûyer û şer tune bûn. Me ji dozger xwest polîsên ku wê demê li wir peywirdra bûn ji peywirê bên girtin, lê daxwaza ne li ber çavan nehat girtin. Li dijî vê daxwazê dozger ban kesan lêpirsîn da meşandin. 
 
Em bawer dikin ku lêpirsînek bi bandor û pêwist nehat meşandin. Em bawer dikin ku ger lêpirsînek baş hatiba kirin niha bûyer zelal bûba û kujer hatibana darizandin. Lê dixwqazin kujerên Hêlîn Şen bê ceza bihêlin. Ji ber ku keça kurdan e delîlan reş dikin. Ger ku ne keçek kurd bûya û bûyerek edlî bûna niha bûyer ronî kiribûna û bi encam kiribûna. Bê cezabûn bûye polîtîkaya dewletê." 
 
MA / Deniz Tekin 
 

Sernavên din

12/10/2017
20:17 Li Mûglayê 4 kesên din jî hatin girtin
19:02 Rojnameger Çoban û Îlkan hatin tehliyekirin
16:18 Serlêdana parêzeran a hevdîtina bi Ocalan re hat redkirin
16:06 32 kes li Qersê hatin binçavkirin
16:05 Parlamenterê berê Zenderlîoglu hat berdan
16:03 Cenazeyek din hat teşhîskirin, şaredar wesayîta cenaze neda
15:48 4 kesên rastî îşkenceya tazî hatin derxistin edliyê
15:32 3 hezar tl ceza dan Eren Keskin
15:09 Walî got ‘Qezaye’ lê şopa sê guleyan derket
15:01 10 meh cezayê girtîgehê dan Rojnameger Çaksu û Eplî
15:01 Fîlmê bo bîranîna dayika Taybet hêjayî xelatê hat dîtin
14:53 Gotin di 'Pevçûnê de mir' di laşê wî de şopên guleyan tune
14:32 Şêniyên Xaçortê: Polîs her êvarê heqaretê li me dikin
14:19 Seçkîn ê li Muglayê jiyana xwe ji dest da hat definkirin
14:18 'Em destûrê nadin pêşnûme bê erêkirin'
14:06 Cenazeyên bi xwedî li ‘Goristana bêxedî' vedişêrin
14:00 Zarokê piçûk piştî dermankirinê ji nexweşxaneyê derket
13:59 Tirkiye bû 'Komara Mûzê', lê nebû 'Komara demokratik'
13:47 Bersûcên DAIŞ'ê bi temamî serbest in
13:16 Çawûşê pispor sedî 100 sûcdar hat dîtin
13:15 Têkildarî teqîna TUPRAŞ’ê 7 kes hatin binçavkirin
12:31 ‘Armanca Tirkiye ne ewlehiya Idlibê, fetisandina Efrînê ye'
12:12 3 hezar û 216 personelê girtîgehan ketin ber lêpirsînê
11:39 Navenda Hunerê ya Nota ya 8’emîn li Wanê vebû
11:37 Parêzeran Ocalan cara 694’an serî li dozgeriyê dan
11:29 Arslan: Erdogan dibêje 'Bila kurd nebin xwedî gotin'
11:25 Li Stenbolê 11 kes hatin girtin
11:25 HRW'ê rapora Tirkiyeyê aşkera kir
11:03 Wekîla Şaredariya Êlihê ya berê hat binçavkirin
10:51 Parlamenterê berê Zenderlîoglu hat binçavkirin
10:47 15 gundên Farqînê hatin qedexekirin
10:46 Dozgerê Muglayê bi ‘Hêjmaran’ axivî!
10:22 Qeyûm Wanê parsêl parsêl difiroşe
10:07 Yên nabin cerdevan bi zextan koçber dikin
10:06 'Zaroka 12 çalî çawa dibe terorîst'
10:05 28 mehin îdîaname tuneye
10:03 Peter Lerch, xebatên wî yên Kurdolojiyê û metnên ewil ên zazakî
09:48 Berxwedana 12 salan encam da: Gelê Newala Dîkenê bi ser ket
09:30 Esnaf, kedkar û bêkar ji heman rewşê bi gazin in
09:29 Welatiyên ku darên wan tên jêkirin: Bila dev ji darên me berdin
09:28 Niha jî derdora Heskîfê bi têlan girtin
09:27 Ji ber qedexekirina gubre êdî tu randimanê nastînin
09:26 Şêniyên herêmê dengê çekan nebihîstiye: Qey hatine înfazkirin?
09:26 Fîguranên jinan gundê Germiyanê diparêzin
09:25 ‘Jehrkujiya krîzan kooperatîfên karkeran e’
09:00 ROJEVA 12'Ê COTMEHA 2017'AN
11/10/2017
20:09 Başaran a HDP'î: SÎHA bûn amûrê înfaza bê daraz
19:20 QSD`ê 10 hezar sivîl azad kir
19:08 Heyeta HDP'ê li Muglayê lêkolîn kir
18:37 'Zarokên baş' hatin berdan
17:30 Di doza Dîlek Mamali de şahid hatin guhdarkirin
17:00 Wêneyên girtiyan çirandin
16:56 Buldan: Em nizanin tenduristiya Ocalan çawa ye
16:47 Li ser bertekan li şûna kurdî, tabeleya bi tirkî daleqandin
16:44 Adalet Zemînî: Bi lezgîn parêzvanên mafên mirovan berdin
16:09 Tişta ku malbatê got derket: Walî got 'qeza' ye
15:53 Birîndar bûyera qereqolê vegot
15:45 Li Edeneyê zarokek hat binçavkirin
15:23 Cerdevanê li Farqînê birindar bû mir
15:16 Parêzer: Bi tirs û êrîşan em serî natewîn in
15:16 Iraqê der barê komîsyonê de biryara girtinê derxist
15:15 Hevserokê Karê Derve yê Cizîrê: Em ji bo muzakereyan amade ne
14:38 Her roj êrîş û binçavî her roj berxwedan
14:36 Dr. Hîkmet Kivilcimli li ser gora xwe hat bibîranîn
14:35 2 hezar leşkar li 2 gundên Geverê bi cih bûn
14:34 ÎHD: Di 9 mehan de Hezar û 485 karker mirin
14:34 Dadgerê ku da girtin niha jî darizandinê dike
13:49 Rojnamegerên rastî lêdana tazî hatin, rastî mehek ceha hatin
13:37 Elewiyên ereb bertek nîşanî MEB'ê dan
13:26 Li Muglayê cenazeye 2 kesan hat wergirtin
13:26 Li cîhanê di her 10 deqeyan de zarokek keç dimire
13:01 26 girtî ji Amedê sewqî Panosê kirin
12:49 Gulmen birin kawişê: Dixwazin bi zorê grevê bi dawî bikin
12:39 Nivîskarê kurd Mehmed Uzun hat bibîranîn
12:20 Ocalan rêya li qada sîtê çêkirin bir rojeva Meclîsê
12:00 Gava ku DAIŞ teslîm dibin!
11:33 NY: Zêdetirî 5 milyon Îraqî ji ber DAIŞ'ê koç kirin
10:47 Piştî 13 mehan dê rojnameger derkevin pêşberî dozger
10:34 Li 34 gundên Bedlisê qedexeya kolanan îlan kirin
10:27 'Her ku deng ji wê cîhazê tê 10'ê Cotmehê tê bîra min'
09:58 Ozgur Gun TV, bi hincetên sosret hatiye girtin
09:14 Koçberan koçber dikin
09:13 Jinên Amedê: Divê em li dijî vê qanûnê rabin ser piyan
09:12 Ji ber ‘kota’ya qeymeqamtiyê esnaf li ber îflasê ne
09:10 Rewşa aborî, serdema Ecevît bi bîr dixe
09:09 KODA, pirtûka neheqiyan çap kir
09:09 'Dê jin bi têkoşînê rê li ber vê qanûnê bigirin’
09:08 Yildirim: Tûtin pereyê lênûsk û pênûsê ye
09:07 Onen: Desthilatdar krîzê ava dikin
09:06 Bi 7 jinan dest pê kir gihişt 50 jinan
09:05 Girtiyê nexweş Aşa nayê dermankirin
09:00 ROJEVA 11'Ê COTMEHA 2017'AN
10/10/2017
21:29 Katalonya biryara serxwebûnê taloq kir
19:15 Her diçe şideta li Yukselê zêde dibe: Saçilik bênavber hat derbkirin
18:16 4 DAIŞ'î xwe radestî şervanê QSD'ê kirin
16:24 Ji bo tesbîta îşkenceya 7 kesan serî li dozgeriyê dan
15:50 Demirtaş ji Serokê Meclîsê xwest rojevê meclîsê ji wan re bişine
15:38 Koma xwest birdariya 10'ê Cotmehê sererast bikin polîsan êrîşê wan kir
15:37 Îşkenceya ku te dît te nenvîsî lê me nivîsî
14:50 Polîsan nehiştin rojnameger çalakiya Yukselê bişopînin