'Zaroka 12 çalî çawa dibe terorîst' 2017-10-12 10:06:53 AMED - Di ser kuştina zaroka 12 salî Helin Şen a li Sûrê çû ji firinê nan bistîne û hat kuştin re 2 sal derbas bûn. Lê hêj di lêpirsîna kuştinê de tu pêşketin tune ye. Li şûna dozger polîsên şikdar li cihû bûyerê lêkolin kir û delîl kom kir. Di dosyayê de dîmen û qeydên bêtêlê tune. Dayika Şen Nazmiye Şen bertekên li dijî lêpirsînê anî ziman û wiha got: "Her kesî terorîst dibinînin. Çawa dibe keça 12 sali bibe terorîst."  Dema li navçeya Sûrê derketina derve hatibû qedexekirin di 12'ê Cotmeha 2015'an de li kolana Bahçe ya taxa Fatihpaşa zaroka 12 salî Helin Hasret Şen bi guleya li serê wê ket hat kuştin. 2 sal di ser kuştina Helîn re derbas bû, lê hêji di dosyayê de tu pêşketin tune ye. Dozger di dosyaya lêpirsînê de her çend maşîna polîsan a zirxî 300 metre nêzî bûyerê ye jî diyar kiriye ku şikdar tune ne. Dozger polîsên ku wekî bersûc bên guhdarkirin wekî şahid guhdar kiriye û îfadeya wan girtine. Lêpirsîna ku Lijneya Tefşîk a Midûriyeta Giştî ya Îzmirê di sala 2016'an de dabû destpêkirin didome. Walîtiya Amedê têkildarî parast ku Şen di êrîşa YPS'ê ya li diji polîsan de birîndar bûye û li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest daey. Di girtika Midûriyeta Polîsan a Amedê de jî hat diyar kirin ku dema Şen hat kuştin, li kolanê tu bûyer û şer tune bû. Endamê Komîsyona Hiqûqê ya ÎHD'a Amedê û parêzerê malbata Şen Abdullah Zeytun û dayika Şen Nazmiye Şen, der barê bûyerê û lêpirsîne de axivîn.    YÊN ÇÛN SER CENAZE JÎ GULEBARAN KIRIN   Dayika Hêlîn Şen Nazmiye Şen, diyar kir ku ji ber qedexeyê nekarîbû ji malên xwe derkevin û av û xwarina li malê xelas bûbû û wiha got: "Li Sûrê qedexeya derve hebû, lê şer tune bû. Me bihîst ku firin vebûye. Jin û zarok li dor saet 08.00'an de çûn firinê. Li der û dorê me mêr tune bûn. Şer jî tune bû. Li kolana em lê dimeşiyan, maşîna zirxî ya kobra 3 gule avêtin. Ji van guleyan yek jê li serê Helîn ket. Nîşan kirin û gule avêtin serê keça min. Mejiyê wê li erdê belav bû. Keça min saetekê li erdê ma. Ji maşina zirxî li ser me jî gule reşandin. Di destê cîranek min de ala sipî hebû. Li ser wê jî gule reşandin. Destûr nedan ambulans bê. Min keça xwe bir hewşa mala xwe û 2 saetan em li benda ambulansê man. Dema ambulans hat keça min jiyana xwe ji dest dabû."    'XANIYÊ ME TEVÎ ALAVAN XERAKIRIN'   Şen, anî ziman ku yên keça wê kuştin, piştî bûyeran mala wê tevî alaven xera kirin û wiha got: "Li vî welatî edalet tune. Lê dîsa ez edaletê dixwazim. Keça min a 12 sali ne terorîst bû. Di deste wê de bombe tune bû. Tev li kesî nebûbû. Di sere wê de maske tune bû û cilên sivîl lê bûn. Ew zarok bû. Li wir şer tune bû. Bila li dimenan binerin. Keça min bê sûc e û ez li heqê keça xwe digerim. Di otopsiyê de hat dîtin ku keça min birçî bû. Keça min pir bi kelecan û bi çoş bû. Min keça xwe dina va xizanî, birçîbûn û tunebûnê de mezin kir. Kê keça min kuştiye divê bê dîtin."    ‘321 KESÊN SIVÎL HATIN KUŞTIN'   Prz. Abdullah Zeytun jî anî ziman ku ji ber pêkanînên li dijî zagonên neteweyî û navneteweyî mafê welatiyên sivîl ê jiyanê hat binpêkirin û wiha got: "Li dijî zagon û hiqûqê demek dirêj qedexe hatin îlankirin. Ji ber hêza keyfî 321 welatiyên sivîl hatin kuştin. Di qedexeya derketina kolanan de yek ji bûyerên bibe dîrok kuştina Helîn Şen e. Di dema qedexeyan de Tahîr Elçî, Taybet Ana, Mîray hatin kuştin û bûn sembol. Helin Şen jî bi heman rengî bû sembol."     2 SALIN TU GEŞEDAN TUNE    Prz. Zeytun, anî ziman ku di ser kuştina Helin Şen re 2 sal berbas bûn, lê hêj tu pêşketin tune ye. Zeytun, anî ziman ku Buroya Sûcên Karmendan a girêdayî Serdozgerê Komarê yê Amedê de barê dosyayê de tu gavên şênber neavêtiye. Zeytûn, destnîşan kir ku heta niha tu gavên şênber nehatiye avêtin û raporên kêm yên polîs û mufetîşan heye û wiha got: "Bi taybetî lêpirsîn û komkirina delîlên li cihê bûyerê ji aliyê polîsên şikdar ve hatine kirin. Polîsên şikdar wekî kesên şahid hatine guhdarkirin. Me xwestibû lêpirsîn ji aliyê memûrên din ve bê kirin. Lê dozger ev daxwaza me li ber çavan negirt. Delîl û lêpirsîn ji aliyê polîsên şikdar ve kom kirin. Lêpirsîn û komkirina delîlan li gorî usûlê nehatiye kirin. Delîl hatin reşkirin. Di lêpirsînê de tenê Dayika Helîn weki şahid hat guhdarkirin. Dîsa dîmenê maşîna zirxî nexistin dosyayê. Qeydên bêtêlên polîsan nexistin dosyayê. Helîn li nava kolanê hedef hat girtin û hat kuştin. Di raporên otopsiyê de pir aşkere diyar dibe ku Helîn ji aliyê gulebarana Kobra ve hatiye kuştin. Em dibînin ku ji ber hêza polîsan a bê kontrol Hêlîn jiyana xwe ji dest daye. Li Kolana ku Helin Şen lê jiyana xwe ji dest da di wê saetê de bûyer û şer tune bûn. Me ji dozger xwest polîsên ku wê demê li wir peywirdra bûn ji peywirê bên girtin, lê daxwaza ne li ber çavan nehat girtin. Li dijî vê daxwazê dozger ban kesan lêpirsîn da meşandin.    Em bawer dikin ku lêpirsînek bi bandor û pêwist nehat meşandin. Em bawer dikin ku ger lêpirsînek baş hatiba kirin niha bûyer zelal bûba û kujer hatibana darizandin. Lê dixwqazin kujerên Hêlîn Şen bê ceza bihêlin. Ji ber ku keça kurdan e delîlan reş dikin. Ger ku ne keçek kurd bûya û bûyerek edlî bûna niha bûyer ronî kiribûna û bi encam kiribûna. Bê cezabûn bûye polîtîkaya dewletê."    MA / Deniz Tekin