Çalakvanên Nobeta Edaletê: Tecrîdê rakin

  • rojane
  • 09:55 5 Kanûn 2023
  • |
img
AMED - Dayikên Aştiyê yên ku li Amedê tev li Nobeta Edaletê bûn diyar kirin ku heta tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi dawî dibe dê çalakiya xwe bidomînin. 
 
Nobeta Edaletê ku Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) bi dirûşma “Ji bo edaletê tecrîdê bişkînin, ji bo aştiya civakî em bibin dengê zindanan” daye destpêkirin li navçeya Rezan a Amedê di roja duyemîn de didome. Nobeta Edaletê ji bo piştevaniya bi greva birçîbûnê ya di 27’ê Mijdarê de li girtîgehan hatiye destpêkirin hat destpêkirin û dê her sê rojan carekê komeke cuda dewr bigire. 
 
Dayikên Aştiyê yên tev li Nobeta Edaletê ya li TUAY-DER’ê bûn bang li Wezareta Edaletê kirin û xwestin tecrîdê bi dawî bikin. 
 
'BILA TAVILÊ TECRÎDÊ RAKIN’
 
Dayika Aştiyê Şahîde Hayme bi bîr xist ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û azadiya wî ya fîzîkî li tevahiya cîhanê deng bilind dibe û wiha got: “Greva birçîbûnê ya li girtîgehan hatiye destpêkirin dê heta meha sibatê bidome. Girtiyan gotin ku heta tecrîd bi dawî dibe dê çalakiya wan bidome. Em jî dixwazin Wezareta Edaletê li ser vê rewşa tecrîdê bifikire. Ji bo ji ber çalakiya greva birçîbûnê mirin çênebin û rê li ber nexweşiyên mayînde veneke, me dest bi Nobeta Edaletê kir. Me ji bo rakirina tecrîdê û piştevaniya bi girtiyan re dest bi nobetê kir. Em dixwazin tecrîd tavilê bê rakirin.” 
 
Ji Dayikên Aştiyê Emîne Al jî got ku ji bo rakirina tecrîdê dest bi Nobeta Edaletê kirine û wiha domand: “Em piştgiriyê didin çalakiya zarokên xwe. Heta ku tecrîd bi dawî dibe em ê nobeta xwe bi dawî nekin.” 
 
BANG LI WEZARETA EDALETÊ KIR 
 
Têkildarî mijarê ji Dayikên Aştiyê Muşeher Ulker jî ev tişt anî ziman: “Heta ku tecrîd tê rakirin û çalakiyên li girtîgehan bi dawî dibin em ê dev ji nobetê bernedin. Di van 33 mehên dawî de tecrîd hate girankirin. Lewma girtiyan dest bi greva birçîbûnê kirin. Ev yek nayê qebûlkirin. Heke haya wezîrê edaletê ji êşa dil hebe, bila tavilê tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan rake. Bila tavilê zexta li ser girtîgehan bi dawî bikin.” 
 
‘MALBAT JÎ RASTÎ ÎŞKENCEYÊ TÊN’ 
 
Bi domdarî Ulker diyar kir ku girtiyên ketine greva birçîbûnê ji bo ziman, çand û hebûna xwe têdikoşin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji ber van sedeman hatine girtin. Heke em piştgiriyê nedin wan, wê demê em kesên ji bo gelê kurd têdikoşin jinedîtî ve tên. Tê wê wateyê ku em xwedî li hebûna xwe dernakevin. Rakirina tecrîdê gelek zor nîne. Heke Abdullah Ocalan biaxive, heke tecrîd bê rakirin dê ev îşkence bi dawî bibe. Heke tecrîd bê rakirin dê zehmetiyên din ên li welêt jî bi dawî bibin. Bi tecrîdê re îşkence li malbatan jî tê kirin. Ji bo aştiyeke birûmet û edaletê em dixwazin tecrîd bi dawî bibe.” 
 
‘DIVÊ ABDULLAH AZAD BIBE’
 
Dayika Aştiyê Meryem Soylu jî da zanîn ku ji bo piştgiriya bi girtiyan û bidawîkirina tecrîda li ser Abdullah Ocalan dest bi nobetê kirine û wiha got: “Divê kesên mafên mirovan, demokrasî û aştiyê dixwazin û Wezareta Edaletê destê xwe deyne ser wijdana xwe. Li tu deverekê cîhanê rêberê gelekî di tecrîdê de nehatiye hiştin. Di tu qanûnan de tiştekî wiha nîne. Divê tecrîd tavilê bi dawî bibe û Abdullah Ocalan azad bibe. Em azadiya wî dixwazin.” 
 
‘DIVÊ HER KES YA KU DIKEVE SER MILÊ XWE BIKE’ 
 
Soylu, bang li malbatên girtiyan û gel kir ku ji bo rakirina tecrîdê ya ku dikeve ser milê wan bikin û wiha pê de çû: “Dê greva li girtîgehan heta 15’ê Sibatê bidome. Em ndaxwazin ji girtîgehan cenaze derkevin. Divê her kes piştgiriyê bide van çalakiyan. Ji bo tecrîd bê rakirin û grevên li girtîgehan veneguherin rojiya mirinê, divê her kes piştgiriyê bide. Heke em bibin yek dikarin tecrîdê têk bibin. Êdî bes e bila ev hovîtî bi dawî bibe. Divê gelê me li dijî vê rabe ser pêya.” 
 
Ji Dayikên Aştiyê Rahîme Çalişkan jî wiha axivî: “Heta tecrîd bi dawî dibe dê daxwaza me ya aştiyê bidome. Em piştgiriyê didin girtiyên siyasî û dixwazin tecrîd rabe. Divê demek beriya demekî aştî pêk bê. Em dixwazin tecrîd rabe û êdî dayik negirîn.” 
 
MA / Mujdat Can - Mehmet Guleş
 

Sernavên din

13:10 Piştî dîlgirtina 31 salan hat warê xwe
13:05 Têkildarî rewşa girtiyan li Amedê daxuyanî tê dayin
13:03 PKK’ê ragihand: Me kongreya xwe ya 12’emîn li dar xist HATE NÛKIRIN
12:26 Şaredariyê li dijî biryara redkirina navê ‘Orhan Dogan’ serî li dadgehê da
11:35 Berdevka DEM Partiyê: Hindik ma ye PKK ragihîne ku kongreya xwe li dar xistiye
11:28 Êrişên Hindistan û Pakistanê yên li dijî hev zêde dibin
11:27 Dema ku giliyê gardiyan kir, bû gumanbar
11:18 Ji bo Sirri Sureyya Onder li Semsûrê şîn hate danîn
11:08 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
10:50 Der barê rojnamevan Kanbal de doz hat vekirin
10:25 Rêwîtiya koçberan dest pê kir
10:03 Welatiyên li bazara taxê: Çareserî banga Ocalan e
09:54 Hevdîtinên çareseriyê yên di meseleya Kurd de
09:53 Dîcle Anter: Sirri ji bo hevrûbûna bi rastiyan re têkoşiya
09:32 Çelîk ê piştî 31 salan hate berdan li warê xwe bi coş hate pêşwazîkirin
09:26 Li girtîgehên Antalyayê 90 girtiyên nexweş hene: Girtiyan berdin
09:05 Dîmenên nû yên li Gabarê birîna daran derket holê
09:04 Li Şirnexê gel nikare ji xizmetên tenduristiyê sûd bigire
09:02 ‘Sererastkirina qanûnî ya ji bo mafê hêviyê gaveke bivênevê ye'
09:01 Xizmên girtiyan: Em hem li benda aştiyê hem jî li benda gotinên Abdullah Ocalan in
09:00 ROJEVA 9’Ê GULANA 2025’AN
08/05/2025
16:46 Arinç: Divê dewlet kesên di pêvajoyê de cih digirin biparêze
16:37 Li Amedê xwendekarên hiqûqê Onder bi bîr anîn
16:29 Bi hinceta ‘tililî’ û ‘hembêzkirinê’ ceza dan 9 girtiyên jin
16:22 Di meha Nîsanê de 8 jê zarok 152 karkeran jiyana xwe ji dest dan
15:42 124 kesan xatir ji Onder xwestin: Te li dilê me tevan aştî nivîsand
15:17 Doza Oner ê bi wesayîta zirxî hatibû qetilkirin birin îstînafê
13:51 Di rêya nexweşxaneyê de êrişî girtiyan kirin
13:44 Cezayê hucreyê dan girtiyan
13:32 Erdogan: Pêvajoya li pêşiya me dê hêsan nebe
13:26 Li Amedê lansmana Fuara Hunerê ya ArtTîgrîsê hat dayin
12:39 Li cîhanê hevdîtinên aştiyê: Bi avêtina gavan çareserî pêk hat
12:37 Mafê tedawiyê yê Werîşe Mûradî tê astengkirin
12:31 Di doza rojnameger Guneş de dê ji emniyetê ‘agahî’ bên xwestin
12:25 Ji bo daxuyaniya têkildarî girtiyan banga tevlibûnê hat kirin
12:22 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:21 DEM Partiyê têkildarî îdiayên sûîqestê daxuyanî da
12:06 Danişîna doza girtiyê nexweş Karatay hate lidarxistin
11:58 Starta çalakiyên Serê Gulanê hate dayin
11:34 Di şerê Hindistan-Pakistanê de herî kêm 43 kes hatin kuştin
11:29 Li dijî girtîgehên bi ‘tîpa bîrê’ greva birçîbûnê tê destpêkirin
11:24 Ji bo rojnameger Zeynep Kuray biryara beraetê hate dayin
11:20 Welatiyên li dijî GES'ê li ber xwe didin: Em naxwazin ji gundê xwe bar bikin
10:50 Êrişên DAIŞ’ê yên li Dêrazorê didomin
10:44 Dayika girtiyê nexweş Ayik: Ji bo aştiyê ji ewil divê girtiyên nexweş bên berdan
10:20 Xelkê Amedê ji zema bo veguhestinê hatiye kirin aciz e
09:53 Tevî agirbestê jî Tirkiyeyê 23 hezar û 369 caran êriş kir
09:52 'Ge rem bibin yek wê şanoya Kurdî bibe asoya gel'
09:28 'Em mecbûr in xwesteka herî mezin a Onder aştiyê pêk bînin'
09:28 ‘Divê hemû sazî ji bo bidawîkirina tundiyê bi berprisiyarî rabin'
09:22 Mal bi mal digere û banga Abdullah Ocalan ji gel re vedibêje
09:10 Poşmantî qebûl nekir berdana wî 11 mehan hat taloqkirin
09:09 'Em ê alaya Onder a ji bo aştiyê di asta herî jor de bilind bikin'
09:00 ROJEVA 8’Ê GULANA 2025’AN
08:49 Dewleta tirk Amediye bombebaran kir
08:48 Hesaba X’ê ya Îmamoglû hate astengkirin
07/05/2025
16:49 Ji bo Onder mewlûd hatin dayin
16:24 Li Dêrsimê operasyona leşkerî hate destpêkirin
16:08 Onder li Meclisê hat bîranîn: Divê pêvajoya nîvco hiştî em temam bikin
15:30 ÎHD: Piştevaniya bi girtiyan re tiştekî însanî ye
14:46 Li Wanê starta 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî hat dayin
14:33 Hevserokê SGDF’ê Muslum Koyun tehliye bû
14:18 Di doza Semra Guzelê de ji bo şahid biryara anîna bi darê zorê
13:58 Bahçelî li Meclisê çû serdana şîna Onder
13:42 Welatiyên li dijî GES'ê derketin kemçe dan sekinandin
13:18 Li Stenbolê bi pileya 3.4’ê erdhej çêbû
13:06 Li Almanyayê zanîngeha Kurd tê vekirin
12:38 Li Sûriyeyê di rojekê de 13 kes hatin qetilkirin
11:42 Rojnameger Dîren Yurtseverê beraet kir
10:57 Çeteleya tundiyê ya JINNEWS’ê: Di meha Nîsanê de 34 jin hatin qetilkirin
10:44 Cezayê muebbeta girankirî dan kujerê Hîlal Karê
10:28 Şerê di navbera Hindistan û Pakistanê de giran dibe: Bi dehan kes hatin kuştin
10:02 Li Kerboranê rêyên 3 gundan bi hinceta 'ewlehiyê' hatin girtin
09:59 Cotkarên tûfiringiyan ji ber zêdebûna lêçûnan bi gilî û gazinc in
09:43 Temel: Em ê ji bo xeyala Komara Demokratîk a Onder bixebitin
09:34 Dayikên Aştiyê: Têkoşîna Onder dê bi ser keve
09:26 Ayla Akat Ata: Têkoşîna Onder wesiyete
09:25 Gundê Cixsê GES'ê naxwaze!
09:13 Ji bo berdana girtiyên nexweş dakevin qadan
09:13 Zeyneb Murad: Banga Abdullah Ocalan bû zemîna konferansê
09:00 ROJEVA 7’Ê GULANA 2025’AN
06/05/2025
16:33 Dadgeha Bilind di biryara xwe ya ‘hesta cinawirî tune ye’ de israr dike
16:10 Aslan, Înan û Gezmîş li ser gorên xwe hatin bibîranîn
15:35 Gundiyên tev li civîna ÇED’ê bûn projeya GES’ê red kirin
15:18 ‘Yên aştiyê dixwazin bila operasyonan bidin sekinandin’
15:08 Serdanên ji bo şîna Onder didomin: Em ê têkoşîna Onder mezin bikin
14:15 Tengîoglû ê êrişî Ozel kiribû hate girtin
13:42 Di febrîqeya ardî de teqîn çêbû: 7 kes birîndar bûn
13:33 Li Dêrsimê 2 kes hatin binçavkirin
13:30 Ji bo Sarsilmaz ê OHD’î biryara beraetê hate dayin
13:29 Serokê AKP’î di şîna Onder de got: Dê hewldana Kekê Sirri bi ser keve
13:28 Tehliyeya Tekîn ê 30 sal in girtî ye 11 mehan hate taloqkirin
13:28 Şîna ji bo Onder hatiye danîn di roja duyemîn de didome
13:27 Posterê Onder li navenda giştî ya DEM Partiyê hat daliqandin
12:22 Li Colemêrgê gundiyan li dijî madenan çalakî dan destpêkirin
11:43 Di doza rojnameger Nûrcan Yalçinê de dê li şahid bê guhdarîkirin
11:32 Doza 3 rojnamegeran hate taloqkirin
11:26 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:07 Danişîna doza rojnameger Topaloglû hate taloqkirin
10:37 Cengîz Çîçek: Em dikarin di şexsê Onder de aştiyê civakî bikin