Çalakvanên Nobeta Edaletê: Tecrîdê rakin 2023-12-05 09:55:42   AMED - Dayikên Aştiyê yên ku li Amedê tev li Nobeta Edaletê bûn diyar kirin ku heta tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi dawî dibe dê çalakiya xwe bidomînin.    Nobeta Edaletê ku Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) bi dirûşma “Ji bo edaletê tecrîdê bişkînin, ji bo aştiya civakî em bibin dengê zindanan” daye destpêkirin li navçeya Rezan a Amedê di roja duyemîn de didome. Nobeta Edaletê ji bo piştevaniya bi greva birçîbûnê ya di 27’ê Mijdarê de li girtîgehan hatiye destpêkirin hat destpêkirin û dê her sê rojan carekê komeke cuda dewr bigire.    Dayikên Aştiyê yên tev li Nobeta Edaletê ya li TUAY-DER’ê bûn bang li Wezareta Edaletê kirin û xwestin tecrîdê bi dawî bikin.    'BILA TAVILÊ TECRÎDÊ RAKIN’   Dayika Aştiyê Şahîde Hayme bi bîr xist ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û azadiya wî ya fîzîkî li tevahiya cîhanê deng bilind dibe û wiha got: “Greva birçîbûnê ya li girtîgehan hatiye destpêkirin dê heta meha sibatê bidome. Girtiyan gotin ku heta tecrîd bi dawî dibe dê çalakiya wan bidome. Em jî dixwazin Wezareta Edaletê li ser vê rewşa tecrîdê bifikire. Ji bo ji ber çalakiya greva birçîbûnê mirin çênebin û rê li ber nexweşiyên mayînde veneke, me dest bi Nobeta Edaletê kir. Me ji bo rakirina tecrîdê û piştevaniya bi girtiyan re dest bi nobetê kir. Em dixwazin tecrîd tavilê bê rakirin.”    Ji Dayikên Aştiyê Emîne Al jî got ku ji bo rakirina tecrîdê dest bi Nobeta Edaletê kirine û wiha domand: “Em piştgiriyê didin çalakiya zarokên xwe. Heta ku tecrîd bi dawî dibe em ê nobeta xwe bi dawî nekin.”    BANG LI WEZARETA EDALETÊ KIR    Têkildarî mijarê ji Dayikên Aştiyê Muşeher Ulker jî ev tişt anî ziman: “Heta ku tecrîd tê rakirin û çalakiyên li girtîgehan bi dawî dibin em ê dev ji nobetê bernedin. Di van 33 mehên dawî de tecrîd hate girankirin. Lewma girtiyan dest bi greva birçîbûnê kirin. Ev yek nayê qebûlkirin. Heke haya wezîrê edaletê ji êşa dil hebe, bila tavilê tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan rake. Bila tavilê zexta li ser girtîgehan bi dawî bikin.”    ‘MALBAT JÎ RASTÎ ÎŞKENCEYÊ TÊN’    Bi domdarî Ulker diyar kir ku girtiyên ketine greva birçîbûnê ji bo ziman, çand û hebûna xwe têdikoşin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji ber van sedeman hatine girtin. Heke em piştgiriyê nedin wan, wê demê em kesên ji bo gelê kurd têdikoşin jinedîtî ve tên. Tê wê wateyê ku em xwedî li hebûna xwe dernakevin. Rakirina tecrîdê gelek zor nîne. Heke Abdullah Ocalan biaxive, heke tecrîd bê rakirin dê ev îşkence bi dawî bibe. Heke tecrîd bê rakirin dê zehmetiyên din ên li welêt jî bi dawî bibin. Bi tecrîdê re îşkence li malbatan jî tê kirin. Ji bo aştiyeke birûmet û edaletê em dixwazin tecrîd bi dawî bibe.”    ‘DIVÊ ABDULLAH AZAD BIBE’   Dayika Aştiyê Meryem Soylu jî da zanîn ku ji bo piştgiriya bi girtiyan û bidawîkirina tecrîda li ser Abdullah Ocalan dest bi nobetê kirine û wiha got: “Divê kesên mafên mirovan, demokrasî û aştiyê dixwazin û Wezareta Edaletê destê xwe deyne ser wijdana xwe. Li tu deverekê cîhanê rêberê gelekî di tecrîdê de nehatiye hiştin. Di tu qanûnan de tiştekî wiha nîne. Divê tecrîd tavilê bi dawî bibe û Abdullah Ocalan azad bibe. Em azadiya wî dixwazin.”    ‘DIVÊ HER KES YA KU DIKEVE SER MILÊ XWE BIKE’    Soylu, bang li malbatên girtiyan û gel kir ku ji bo rakirina tecrîdê ya ku dikeve ser milê wan bikin û wiha pê de çû: “Dê greva li girtîgehan heta 15’ê Sibatê bidome. Em ndaxwazin ji girtîgehan cenaze derkevin. Divê her kes piştgiriyê bide van çalakiyan. Ji bo tecrîd bê rakirin û grevên li girtîgehan veneguherin rojiya mirinê, divê her kes piştgiriyê bide. Heke em bibin yek dikarin tecrîdê têk bibin. Êdî bes e bila ev hovîtî bi dawî bibe. Divê gelê me li dijî vê rabe ser pêya.”    Ji Dayikên Aştiyê Rahîme Çalişkan jî wiha axivî: “Heta tecrîd bi dawî dibe dê daxwaza me ya aştiyê bidome. Em piştgiriyê didin girtiyên siyasî û dixwazin tecrîd rabe. Divê demek beriya demekî aştî pêk bê. Em dixwazin tecrîd rabe û êdî dayik negirîn.”    MA / Mujdat Can - Mehmet Guleş