STENBOL- Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê serlêdana 751'emîn a parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku ji bo pê re hevdîtinê çêbikin pêk anîbûn red kir.
Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Rezan Sarica, Cengîz Yureklî û Sînan Zîncîr ji bo bi muwekîlê xwe re hevdîtinê çêbikin duh serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dabûn. Lê belê serdozgeriyê serlêdana 751'emîn a parêzerên Ocalan red kir.
Ji 27'ê Tîrmeha 2011'an ve parêzeran 751 car serî li dozgeriyê daye lê belê hemû serlêdanên wan bi hinceta "Nebaşiya rewşa hewayê", "Koster xerabe ye" û "Rewşa Awarte" hatin redkirin.