Herêma Serhedê girêdana xwe ya bi HDP’ê re carek din nîşan da

  • rojane
  • 15:03 30 Nîsan 2018
  • |
img
WAN - HDP’ê gera xwe ya herêma Serhedê li Îdirê dest pê kir û li Colemêrgê bi dawî kir. Di ziyaretan de ya herî balkêş derket pêş cerdevanan jî nîşaneya serkeftinê ji HDP'iyan re bilind dikir û karwan silav kirin. 
 
Partiya Demokratîk a Gelan li herêma Serhedê derket tûra hilbijartinê. Hevseroka Giştî ya HDP’ê û wekîl û rêveberên HDP’ê di nav de heyete li Îdirê dest bi gera xwe kir û li Colemêrgê bi dawî kir. 5 rojan domand û li Îdir, Agirî, Wan û Colemêrgê geriyan. Heyet gelek navçeyan jî ziyaret kir. Buldan û heyeta pê re li her cihê çûnê bi eleqeyek mezin hat pêşwazîkirin. 
 
'EV ZILAM BÊ HILBIJARTIN EM XWEZIYA XWE BI OSMANIYAN BÎNIN’ 
 
Rawestgeha Buldan û heyeta wê ya ewil Îdir bû. Me ji welatiyên kurd, tirk, azerî û terekeme rewşa hilbijartinê pirsî. Gelek welatiyên ku bi sewalkariyê re mijûl dibin li qahwexaneyek kom bûne nîqaşên hişk li ser hilbijartinê dikin. Welatiyek extiyar li qahweyê rûniştî diyar kir ku wî bi salan dengê xwe daye AKP’ê û got: “Divê êdî em vî bişînin.” Welatî jê dipirsin dibêjin “çima” bila êdî biçe? Welatî wiha bersivê dide: “Hûn dizanin Agnam (bac) çi ye? Agnam di serdema Osmaniyan de baca ji tucarên sewalan digirt bû. Ev zilam niha ji tucaran bêtir bacê digire. Mazot, gübre, qedexeya zozanan, bihayê neqliyê û bihabûna êm û gelek tiştên din mînaka vê yekê ne.” Welatî dîsa jê dipirsin “heke ew bibe serok?” welatî wiha bersiv dide: “Wê demê dê hemû sewalên me ji destê me bigire. Kes jî hesabê vê yekê pirs nake. Pişt re jî em ê rehmetî Osmaniyan bibin û xweziya xwe bi wan bînin.” 
 
LI ÎDIRÊ HILBÊJÊREK MHP’Ê: MHP JI BER ERDOGAN HELIYA Û ÇÛ 
 
Welatiyê bi navê Mehmet jî tifaqa AKP’ê û MHP’ê nirxand û got: “Ez ê di vê hilbijartinê de dengê xwe nedin MHP’ê. AKP û MHP çawa dibin tifaq. MHP sedema Erdogan heliya û çû. Em li cihek wek Erziromê jî nikarin wekîlek derbixin. Sedema vê yekê AKP ye. Ez ê dengê xwe nedin tifaqa wan. Ez nebawerim kes jî bida tifaqa wan.” 
 
ÎDIR DIXWAZE 2 WEKÎLAN DÎSA BI DEST BIXE 
 
Endam û dildarên HDP’ê ku li benda hatina Buldan in jî destnîşan dikin ku ew ê li Îdirê du wekîlan bi dest bixin. Buldan û heyeta xwe hatin ber avahiya HDP’ê û ji gel re axivî û got: “Çawa me di 7’ê Hezîranê de du wekîl bi dest xist, em ê dîsa 2 wekîlan bi dest bixin.” Eleqeya welatî ango hilbijêrên Îdirê ya nîşanî HDP’ê didin ji niha ve encama hilbijartinê dê çawa bibe radixe ber çavan.
 
'EM Ê HESABÊ BAVÊ XANÎ BIPIRSIN'
 
Rawestgeha duyemîn a Buldan navçeya Bazîda Agiriyê bû. Bi hezaran Bazîdî Buldan pêşwazî kirin û ligel qedexeyên heyî jî bê navber dirûşmên ji bo Rêberê PKK’ê Abdullha Ocalan berz kirin. Buldan li vê derê bal kişand ser bîrdariya Ehmedê Xanê ya ji aliyê qeyûm ve hat xira kirin û girseyê jî hêrsa xwe nîşanî qeyûm da. Bazîdiyên hêrsa xwe anîn ser ziman gotin ku “Dê hesabê Bavê Xanî bipirsin.” 
 
HEDEFA TEKANE YA AGIRYÊ 4-0
 
Şandeya HDP’ê ji Bazîdê derbasî Agiriyê bû. Agirî di abulkeya polîsan de ji bo HDP’iyan pêşwazî bikin, seferber bûn. Agiriyan bi awayekê girseyê Buldan û şandeya pê re pêşwazî kirin û salona çalakî lê pêk hat tije kirin. 
 
LIGEL HEMÛ ÊRÎŞAN JÎ GELÊ ERDÎŞÊ HÊZA XWE NÎŞAN DA
 
Piştî Agirî û Îdirê HDP’iyên derbasî Wan û Erdîşê bûn, di kontrola rêyan rastî muameleyên hişk ên polîsan hatin. Ligel hemû zextên leşker û polîsan gelê Erdîşê bi konvoyek ji sedan wesayîtan pêk tên HDP’î pêşwazî kirin. Erdîşiyan nêzîkatiya xwe danîn holê û gotin “Dê di 24’ê Hezîranê de hesabê hemû girtiyên siyasî bixwazin.”
 
WANIYAN: DÊ ROJA HILBIJARTINÊ MÎNA NEWROZÊ BE
 
HDP’iyan di gera Serhedê ya dawî de berê xwe dan Wanê. Qeyûm tayînê 11 şaredariyên Wanê hatin kirin, hevşaredarên wê hatin girtin û wekiltiya 2 parlamenterên wê hatin betal kirin. Bi sedan welatiyên wanên ligel hemû zext û êrîşên polîsan jî HDP’î bi coşek mezin pêşwazî kirin. Buldan û şandeya pêe di ketina Kolana Cumhuriyetê de, bi berzkirina tilîlî û lêxistina çapikan hatin pêşwazî kirin. Gelê Wanê diyar kirin ku dê roja hilbijartinê mîna Newrozê bikin.
 
LI COLEMÊRGÊ CERDEVANAN NÎŞANEYA SERKEFTÊ KIRIN!
 
Şandeya HDP’ê herî dawî derbasî Colemêrgê û Geverê bû. Şande dinava bi dehan qereqol û konrolên lêgerînê derbas bûn û ket Colemêrgê. HDP’î destpêkê li Qada Azadiyê hatin pêşwazî kirin û heya navenda bajêr bi sedan kes konvoy silav kirin. Di heman demê de cerdevanên li ser rêyê jî nîşaneya serketinê nîşan dan û konvoy silav kirin.   
 
Şande piştî Colemêrgê derbasî navçeya Geverê bû û gel bi coşek mezin Buldan û şandeya pêre pêşwazî kirin. 
 
HDP HÊVIYA TEKANE YE
 
HDP’iyan ligel êrîş, girtin û zextên heyî gera xwe ya 4 rojan a Serhedê bi dawî kirin. Gel li dijî binpêkirina mafên mirovan û krîza aborî tekane rêya rizgariyê di HDP’ê de dibîne û bi vê yekê bawere.
 

Sernavên din

02/05/2018
09:04 Maila îxbarê ya der barê rojnamevan Taşkinê de ji aliyê EGM'ê ve hatiye şandin
09:03 3 kes miribûn: Keyayê AKP'î wisa mudaxile kiribû
09:00 ROJEVA 2'YÊ GULANA 2018'AN
01/05/2018
23:43 5 fezlekeyên din jî der barê parlementerên HDP'ê de şandin meclîsê
22:58 Siyasetmedara kurd Palabiyik li Îzmîrê hat veşartin
20:38 Demirtaş: Em li her derî hevserokên xwe bi girseyî û coş pêşwazî bikin
20:29 Serlêdana parêzerên Ocalan hat redkirin
17:50 Polîsan piştî pîrozbahiyê êrîş kir û du kes binçav kir
17:47 Li çar aliyên Tirkiyeyê 1’ê Gulanê hat pîrozkirin
17:32 Bîlgen bû mêvanê Pirtukakurdi.com’ê
17:30 Li Wan û Colemêrgê 1’ê Gulanê bi coş hat pîrozkirin
16:51 Temellî: Ji yên li vir kurd in û li Enqereyê gur in re deng nîn in
16:23 Bi deh hezaran li Gundogdu qêrîyan: Heta 24'ê Hezîranê 1 Gulan
16:13 Li qadên 1’ê Gulanê qîr kirin: Hûn nikarin vîna me têk bibin
15:52 Turk-Îşê jî piştgirî da operasyona OSO
15:49 Li Beyoglu 66 kes hatin binçavkirin
15:31 Çerkezoglu: Dê Ked Erdogan rawestîne
Bozgeyîk: Dê di 24'ê Hezîranê de bersîva pêwst bê dayîn
15:09 TTB, KESK û DÎSK'ê 1'ê Gulanê li Mêrdîn pîroz kirin
15:08 Li Amedê pîrozbahiya 1’ê Gulanê dest pê kir
14:39 Îlham Ehmed: Divê navdewletên ji bo Efrînê soz dan, sozên xwe pêk bînin
14:23 Pêngava Bagera Cizîrê ji nû ve dest pê kir
14:06 Polîsan xwest pankarta 'Ji rojnamegeran re azadî' asteng bike
13:50 Mîtînga Stenbolê bi tevlêbûna sed hezaran dest pê kir
13:41 MSD'ê bang li civakên navdewletî kir: Zûtirîn demê Tirkiye ji Efrînê derxin
13:20 Meşa karkerên Îzmirê ji 4 milan ve dest pê kir
12:50 Bi sed hezaran dimeşin Qada Maltepe
11:09 Rêveberê HDP'ê li Osmaniyê hat binçavkirin
11:08 Karamollaoglu bû namzetê serokomariyê yê partiya xwe
11:08 Li Beşîktaşê mudaxeleya Taksîmê: 20 kes binçavkirin
11:07 Taksim li karkeran qedexe ye ji Hak Îş’ê re serbest e!
10:32 Çîna karkeran li 75 navendan 1'ê Gulanê piroz dike
09:41 Polîsan Qada Taksimê li trafîkê girt
09:03 ‘Hin bijîşk li gorî nêrîna girtiyan wan derman dikin’
09:03 Gullu: Şideta li hemberî jinan di 10 salan de 3 qat zêdetir bû
09:02 'Em ê dersê ji dîrokê derbixin û xwedî li siberoja xwe derkevin’
09:02 Rezervasyon tên betalkirin, turîzmvan bêhêvî ne
09:00 ROJEVA 1'Ê GULANA 2018'AN
30/04/2018
23:50 Li Dersimê 3 leşker birîndar bûn
23:46 Li malê tûp teqiya: 2 kes mirin
23:02 ‘Lêgerîna ji bo îtifaqeke bêyî HDP'ê tê wateya gerandina dolaba îktîdarê'
20:57 Peyama Demîrtaş a 1'ê Gulanê: Em bi hev re pêşî dakevin qadan, paşê jî biçin ser sindoqan
20:07 Qada Taksîmê bi bariyeran hat girtin
18:45 Temellî: Gel dê çawa deng bide kesên Hecî Lokman Bîrlîk kaş kir?
17:58 Aldar Xelîl: Berxwedan dê bersîv bide dagirkeran
17:20 Li Afganîstanê êrîş: Xebatkarên BBC û AFP'ê jî di navde 25 kes mirin
16:15 Beştaş a HDP'î: Ger cesareta we hebe Demirtaş berdin
16:14 40 qadên Besta ya operasyon lê berdewam dike, qedexe kirin
15:57 'Pîrozbahiya 1’ê Gulanê dê bandorê li ser hilbijartinê bike’
15:46 Li Aydinê gelek kes hatin binçavkirin
15:24 Bernameyên 1’ê Gulanê yên li bajaran diyar bûn
15:23 Li Colemêrgê gel vexwendin pîrozbahiya 1’ê Gulanê
15:15 Cizîriyan bi heybetek mezin Temellî pêşwazî kirin
15:03 Herêma Serhedê girêdana xwe ya bi HDP’ê re carek din nîşan da
14:47 Kasibkarên Rojhilat dest bi çalakiyê kirin
14:20 Li Mêrsînê banga tevlîbûna 1’ê Gulanê
13:52 Gelê Efrîn û Şehbayê li dijî polîtîkayên Tirkiyeyê meşiyan
13:18 Xewa biharê ya li ber bircên dîrokî
13:04 Xwendekarên Zanîngehê: Di 1'ê Gulanê de li qadan bin
12:59 Dozger xwest Demîrtaş û Onder 5 salan bên cezakirin
12:51 Li Dîlokê 1’ê Gulanê dê li Parka Kirkayak bê pîrozkirin
12:37 Cenaze ligel hatin teşhîskirin jî nedan malbatan
12:36 Rojnameger Taşkin nehat berdan
12:04 Gava pincar kom kir ji zinar ket û jiyana xwe ji dest da
11:35 Îthalatê gelek zêde bû
11:20 Tevinkarê Berikan: Li vê derê patron tune ye
11:06 Bernamzeta AKP'ê bi 'xapxapok'î tê sucdarkirin
10:45 ‘Kesên dibêjin krîz tuneye, pareyên wan hene’
10:08 Li Taksimê bariyerê 1'ê Gulanê
09:57 ‘Lêgerînek me ya platformek çareseriyê bîne heye’
09:56 Kurkçu ji kedkar û karkeran xwest di rêveberiyê de cih bigirin
09:24 Belgeya serkeftinê dan polîsê 4 welatî kuştin
09:12 Mêrdîniyên ceyrana wan hat qutkirin: Deng ji AKP ya ceyranê qut dike re tune
09:12 Hekimê tevî 90'ê esrar hat girtin çima hat Amedê?
09:11 Ridvan Turan: Em fikarên xwe danîn aliyekê û tenê serkeftinê bifikirin
09:10 Komiteya Amadekar ya Enqereyê: Em ji 1'ê Gulanê re amade ne
09:09 Dayika 97 salî Zeycan 37 salin li hestiyê kurê xwe digere
09:08 Tunç ê ji kar hat avêtin: Em 1’ê Gulanê veguherînin qadên berxwedanê
09:07 Parlamenterê HDP’î Aslan: Îktîdar dixwaze meclîsa pir dengî ji holê rake
09:00 ROJEVA 30'Ê NÎSANA 2018'AN
08:56 Li dijî baragehê leşkerî yên Hama û Helebê êrîşên bi fuze
29/04/2018
20:57 QSD'ê 4 gundên Dêrazorê ji destê rêjîma Baas derxistin
20:35 Temellî: Em dê tu carî xerakirina li Sîlopî, Cizîr û Şirnexê ji bîr nekin
19:20 Parlamenterên HDP'ê li Îzmirê tev li xebatên hilbijartinê bûn
18:53 Li Bestayê şer: Leşkerekî jiyana xwe ji dest da
16:39 Kesên di 1'ê Gulana 1996'an de hatin qetilkirin hatin bibîr anîn
16:33 Wesayîta leşkerî qelibî: 3 leşker birîndar bûn
16:23 Platforma Jinan a Helkîz li Êlihê hat avakirin
16:21 Wekîla HDP’ê Irgat: 1'ê Gulanê dê encama 24'ê Hezîranê diyar bike
14:57 Komîteya 1’ê Gulanê: Em ê di hilbijartinê de bersiva pêwîst bidin AKP-MHP’ê
14:45 Temellî: Şirnex Şirnexî, Efrîn Efrînî dê bi rêve bibin
14:17 Li Edeneyê ciwanek hat binçavkirin
13:37 Yildirim: Serkeftin dê ya gelan be
12:58 Nûçegihana me Taşkin sibe derdixin dadgehê
12:50 Rêveberiya Xweser a Efrînê bang li NY kir: Dawî li dagirkeriyê bînin
12:13 Buldan: Namzetê me, kesê herî wêrek ê Tirkiyeyê ye
11:40 Girtiyên jin: Em derp kirin û bi erdê re kaş kirin
11:22 Li Çewligê 26 herêm li sivîlan hatin qedexekirin
11:13 Gurkan: Me di 16 Nîsan 7'ê Hezîranê û Gezî de hevî dît
10:49 Li Sêwasê karkerekî Sûriyeyî ji înşeatê ket û mir
10:44 Destûra meşa 1’ê Gulanê hat dayîn