Herêma Serhedê girêdana xwe ya bi HDP’ê re carek din nîşan da 2018-04-30 15:03:50   WAN - HDP’ê gera xwe ya herêma Serhedê li Îdirê dest pê kir û li Colemêrgê bi dawî kir. Di ziyaretan de ya herî balkêş derket pêş cerdevanan jî nîşaneya serkeftinê ji HDP'iyan re bilind dikir û karwan silav kirin.    Partiya Demokratîk a Gelan li herêma Serhedê derket tûra hilbijartinê. Hevseroka Giştî ya HDP’ê û wekîl û rêveberên HDP’ê di nav de heyete li Îdirê dest bi gera xwe kir û li Colemêrgê bi dawî kir. 5 rojan domand û li Îdir, Agirî, Wan û Colemêrgê geriyan. Heyet gelek navçeyan jî ziyaret kir. Buldan û heyeta pê re li her cihê çûnê bi eleqeyek mezin hat pêşwazîkirin.    'EV ZILAM BÊ HILBIJARTIN EM XWEZIYA XWE BI OSMANIYAN BÎNIN’    Rawestgeha Buldan û heyeta wê ya ewil Îdir bû. Me ji welatiyên kurd, tirk, azerî û terekeme rewşa hilbijartinê pirsî. Gelek welatiyên ku bi sewalkariyê re mijûl dibin li qahwexaneyek kom bûne nîqaşên hişk li ser hilbijartinê dikin. Welatiyek extiyar li qahweyê rûniştî diyar kir ku wî bi salan dengê xwe daye AKP’ê û got: “Divê êdî em vî bişînin.” Welatî jê dipirsin dibêjin “çima” bila êdî biçe? Welatî wiha bersivê dide: “Hûn dizanin Agnam (bac) çi ye? Agnam di serdema Osmaniyan de baca ji tucarên sewalan digirt bû. Ev zilam niha ji tucaran bêtir bacê digire. Mazot, gübre, qedexeya zozanan, bihayê neqliyê û bihabûna êm û gelek tiştên din mînaka vê yekê ne.” Welatî dîsa jê dipirsin “heke ew bibe serok?” welatî wiha bersiv dide: “Wê demê dê hemû sewalên me ji destê me bigire. Kes jî hesabê vê yekê pirs nake. Pişt re jî em ê rehmetî Osmaniyan bibin û xweziya xwe bi wan bînin.”    LI ÎDIRÊ HILBÊJÊREK MHP’Ê: MHP JI BER ERDOGAN HELIYA Û ÇÛ    Welatiyê bi navê Mehmet jî tifaqa AKP’ê û MHP’ê nirxand û got: “Ez ê di vê hilbijartinê de dengê xwe nedin MHP’ê. AKP û MHP çawa dibin tifaq. MHP sedema Erdogan heliya û çû. Em li cihek wek Erziromê jî nikarin wekîlek derbixin. Sedema vê yekê AKP ye. Ez ê dengê xwe nedin tifaqa wan. Ez nebawerim kes jî bida tifaqa wan.”    ÎDIR DIXWAZE 2 WEKÎLAN DÎSA BI DEST BIXE    Endam û dildarên HDP’ê ku li benda hatina Buldan in jî destnîşan dikin ku ew ê li Îdirê du wekîlan bi dest bixin. Buldan û heyeta xwe hatin ber avahiya HDP’ê û ji gel re axivî û got: “Çawa me di 7’ê Hezîranê de du wekîl bi dest xist, em ê dîsa 2 wekîlan bi dest bixin.” Eleqeya welatî ango hilbijêrên Îdirê ya nîşanî HDP’ê didin ji niha ve encama hilbijartinê dê çawa bibe radixe ber çavan.   'EM Ê HESABÊ BAVÊ XANÎ BIPIRSIN'   Rawestgeha duyemîn a Buldan navçeya Bazîda Agiriyê bû. Bi hezaran Bazîdî Buldan pêşwazî kirin û ligel qedexeyên heyî jî bê navber dirûşmên ji bo Rêberê PKK’ê Abdullha Ocalan berz kirin. Buldan li vê derê bal kişand ser bîrdariya Ehmedê Xanê ya ji aliyê qeyûm ve hat xira kirin û girseyê jî hêrsa xwe nîşanî qeyûm da. Bazîdiyên hêrsa xwe anîn ser ziman gotin ku “Dê hesabê Bavê Xanî bipirsin.”    HEDEFA TEKANE YA AGIRYÊ 4-0   Şandeya HDP’ê ji Bazîdê derbasî Agiriyê bû. Agirî di abulkeya polîsan de ji bo HDP’iyan pêşwazî bikin, seferber bûn. Agiriyan bi awayekê girseyê Buldan û şandeya pê re pêşwazî kirin û salona çalakî lê pêk hat tije kirin.    LIGEL HEMÛ ÊRÎŞAN JÎ GELÊ ERDÎŞÊ HÊZA XWE NÎŞAN DA   Piştî Agirî û Îdirê HDP’iyên derbasî Wan û Erdîşê bûn, di kontrola rêyan rastî muameleyên hişk ên polîsan hatin. Ligel hemû zextên leşker û polîsan gelê Erdîşê bi konvoyek ji sedan wesayîtan pêk tên HDP’î pêşwazî kirin. Erdîşiyan nêzîkatiya xwe danîn holê û gotin “Dê di 24’ê Hezîranê de hesabê hemû girtiyên siyasî bixwazin.”   WANIYAN: DÊ ROJA HILBIJARTINÊ MÎNA NEWROZÊ BE   HDP’iyan di gera Serhedê ya dawî de berê xwe dan Wanê. Qeyûm tayînê 11 şaredariyên Wanê hatin kirin, hevşaredarên wê hatin girtin û wekiltiya 2 parlamenterên wê hatin betal kirin. Bi sedan welatiyên wanên ligel hemû zext û êrîşên polîsan jî HDP’î bi coşek mezin pêşwazî kirin. Buldan û şandeya pêe di ketina Kolana Cumhuriyetê de, bi berzkirina tilîlî û lêxistina çapikan hatin pêşwazî kirin. Gelê Wanê diyar kirin ku dê roja hilbijartinê mîna Newrozê bikin.   LI COLEMÊRGÊ CERDEVANAN NÎŞANEYA SERKEFTÊ KIRIN!   Şandeya HDP’ê herî dawî derbasî Colemêrgê û Geverê bû. Şande dinava bi dehan qereqol û konrolên lêgerînê derbas bûn û ket Colemêrgê. HDP’î destpêkê li Qada Azadiyê hatin pêşwazî kirin û heya navenda bajêr bi sedan kes konvoy silav kirin. Di heman demê de cerdevanên li ser rêyê jî nîşaneya serketinê nîşan dan û konvoy silav kirin.      Şande piştî Colemêrgê derbasî navçeya Geverê bû û gel bi coşek mezin Buldan û şandeya pêre pêşwazî kirin.    HDP HÊVIYA TEKANE YE   HDP’iyan ligel êrîş, girtin û zextên heyî gera xwe ya 4 rojan a Serhedê bi dawî kirin. Gel li dijî binpêkirina mafên mirovan û krîza aborî tekane rêya rizgariyê di HDP’ê de dibîne û bi vê yekê bawere.