Mêrdîniyên ceyrana wan hat qutkirin: Deng ji AKP ya ceyranê qut dike re tune

  • rojane
  • 09:12 30 Nîsan 2018
  • |
img

MÊRDÎN - Welatiyên Gundê Hêşeriyê, ji ber ceyrana li herêma Mêrdîn tê qutkirin, bertek nişanî rayedaran dan  û diyar kirin ku yên li pey sozên xwe nasekinin û gundan di tariyê de dihêlin dê deng nedin wan. Welatiyan, diyar kirin ku beriya hilbijartinê bi armanca "propaganda" ceyrana herêmê berdane û piştî hilbijartinê dê ceyranê dîsa ji ser welatiyan qut bikin û gotin: "Bila AKP di hilbijartinê de neyê dengan ji me nexwaze."

Îsal ji ber DEDAŞ'ê ceyran li ser welatiyan qut kir 321 hezar û 616 hektar zeviyên çandiniyê bê av ma û li ber hişbûyînê ye. Li bajêr salê 800 hezar ton genim, garis û ceh tê hilberîn. Lê îsal ji ber ceyran ji ser welatiyan hat qutkirin û welatiyan nekarîbûn ku bi bîrê sontajê zeviyenk xwe av bidin zerarek mezin dît. Piştî Şîrketa Belavkirina Ceyrana Dîcle (DEDAŞ) ceryan li ser gelek gundên bajêr qut kir, cotkarên ku bi bîran erdên xwe av didan mexdûriyeta wan zêde bû. Li 280 gundên girêdayî Qoser, Nisêbîn, Dêrik û Artûklûyê ceryan hatibû birîn û 2 hefteyan nehatibû berdan. Ji ber vê yekê cotkarên ku bi ava bîran erdên xwe av didan, zerarek mezin dîtin. Cotkaran diyar kir ku eger wisa dewam bike, dê ev rewî bi awayekî zêde bandoreke neyînî li aboriya welat bike. 
 
AKP û MHP BI CEYRANÊ PROPAGANDA DIKIN
 
Piştî AKP û MHP'ê biryara Hilbijartina Zordest a 24'ê Hezîranê da, ceyrana ku berê qut kiribû dîsa berdan û dixwazin bi vê yekê propaganda xwe bikin. Welatiyan bertek nîşanî vê helwesta AKP-MHP'ê dan û xwestin dest bi van polîtikayan berdin. Welatiyên Gundê Hêşeriyê ku nifûsa wê 3 hezar û 233 kes e, diyar kirin ku di her hilbijartinê de tên sozên derew didin wan û piştî hilbijartinê sozên xwe ji bîr dikin. Welatiyan xwest AKP ji bo dengan neyê gundê wan. 
 
Rençberê 52 salî Nusret Ertaş, diyar kir ku hikûmet di her hilbijartinê de berî hilbijartinê tê li gundê wan li dengan digere û wiha got: "Tên gund û gelek sozan didin gundiyan. Lê piştî hilbijartinê sozên xwe ji bîr dikin. Tên li vir gelek derew dikin û diçin. Kesên ku li pey sozên xwe nesekinin em wan li gund naxwazin. Niha çemê gund ji ber çopê xetimiye. Ger ku lehiyek rabe dê çem di ser de biçe û gund di bin avê de bimîne. Lê nayên vî çemî paqij nakin. Em dizanin çawa ku wekî ceyranê dikin amûra propaganda dê niha bên li vir cem paqij bikin û vê yekê jî bikin amûra propaganda. Em dizani dê bên sozên derew bidin. Lê em ji vê yekê têr in. Gelê gund êdî ji vê yekê bêzar bûye û vê yekê naxwazin. Bila nayên gund dengan ji gundiyan nexwazin." Ertaş, bal kişand ser pirsgirêka DEDAŞ'ê û wiha got: "Bi hinceta 'Ceyran qaçax e' û 'Deynê xwe nadin'  ceyrana welatiyan qut dikin. Ev 2 mehên derewan e. Dê bên derewan bikin û biçin. Em dizanin heta hilbijartinê dê ceyranê qut nekin. Dê bikin amûra propaganda. Dê bêjin me ceyran çareser kiriye. Lê em dizanin ev derew e. Piştî hilbijartin bi dawî bibe em dizanin wêneyek çawa li pêş me ye. Ji sedî 90 dê dîsa ceyrana gundan qut bikin. Dê bixwazin vîna mirovan bişkînin û wan bi xwe ve girê bidin. Dixwazin gelê herêmê koçber bikin. Bi salan e pirsgirêka ceyranê heye. " 
 
'EM AKP’Ê NAXWAZIN'
 
Rençberê 50 salî Mehmet Ali Karaaslan jî anî ziman ku ew siyasetmedar û partiya wekî kêç û geneyan li ser pişta mirovan xwe didin jiyandin naxwazin û wiha got: "Em AKP’ê li vir naxwazin. Yek ji pirsgirêkê heri mezin pirsgirêka ceyranê ye. Ji hilbijartinê heta hilbijartinê tên vir. Em naxwazin tenê di hilbijartinê de bên bîra hin kesan. Bila li ser sozên xwe rawestin. Her dem ceyranê qut dikin." 

Sernavên din

02/05/2018
09:04 Maila îxbarê ya der barê rojnamevan Taşkinê de ji aliyê EGM'ê ve hatiye şandin
09:03 3 kes miribûn: Keyayê AKP'î wisa mudaxile kiribû
09:00 ROJEVA 2'YÊ GULANA 2018'AN
01/05/2018
23:43 5 fezlekeyên din jî der barê parlementerên HDP'ê de şandin meclîsê
22:58 Siyasetmedara kurd Palabiyik li Îzmîrê hat veşartin
20:38 Demirtaş: Em li her derî hevserokên xwe bi girseyî û coş pêşwazî bikin
20:29 Serlêdana parêzerên Ocalan hat redkirin
17:50 Polîsan piştî pîrozbahiyê êrîş kir û du kes binçav kir
17:47 Li çar aliyên Tirkiyeyê 1’ê Gulanê hat pîrozkirin
17:32 Bîlgen bû mêvanê Pirtukakurdi.com’ê
17:30 Li Wan û Colemêrgê 1’ê Gulanê bi coş hat pîrozkirin
16:51 Temellî: Ji yên li vir kurd in û li Enqereyê gur in re deng nîn in
16:23 Bi deh hezaran li Gundogdu qêrîyan: Heta 24'ê Hezîranê 1 Gulan
16:13 Li qadên 1’ê Gulanê qîr kirin: Hûn nikarin vîna me têk bibin
15:52 Turk-Îşê jî piştgirî da operasyona OSO
15:49 Li Beyoglu 66 kes hatin binçavkirin
15:31 Çerkezoglu: Dê Ked Erdogan rawestîne
Bozgeyîk: Dê di 24'ê Hezîranê de bersîva pêwst bê dayîn
15:09 TTB, KESK û DÎSK'ê 1'ê Gulanê li Mêrdîn pîroz kirin
15:08 Li Amedê pîrozbahiya 1’ê Gulanê dest pê kir
14:39 Îlham Ehmed: Divê navdewletên ji bo Efrînê soz dan, sozên xwe pêk bînin
14:23 Pêngava Bagera Cizîrê ji nû ve dest pê kir
14:06 Polîsan xwest pankarta 'Ji rojnamegeran re azadî' asteng bike
13:50 Mîtînga Stenbolê bi tevlêbûna sed hezaran dest pê kir
13:41 MSD'ê bang li civakên navdewletî kir: Zûtirîn demê Tirkiye ji Efrînê derxin
13:20 Meşa karkerên Îzmirê ji 4 milan ve dest pê kir
12:50 Bi sed hezaran dimeşin Qada Maltepe
11:09 Rêveberê HDP'ê li Osmaniyê hat binçavkirin
11:08 Karamollaoglu bû namzetê serokomariyê yê partiya xwe
11:08 Li Beşîktaşê mudaxeleya Taksîmê: 20 kes binçavkirin
11:07 Taksim li karkeran qedexe ye ji Hak Îş’ê re serbest e!
10:32 Çîna karkeran li 75 navendan 1'ê Gulanê piroz dike
09:41 Polîsan Qada Taksimê li trafîkê girt
09:03 ‘Hin bijîşk li gorî nêrîna girtiyan wan derman dikin’
09:03 Gullu: Şideta li hemberî jinan di 10 salan de 3 qat zêdetir bû
09:02 'Em ê dersê ji dîrokê derbixin û xwedî li siberoja xwe derkevin’
09:02 Rezervasyon tên betalkirin, turîzmvan bêhêvî ne
09:00 ROJEVA 1'Ê GULANA 2018'AN
30/04/2018
23:50 Li Dersimê 3 leşker birîndar bûn
23:46 Li malê tûp teqiya: 2 kes mirin
23:02 ‘Lêgerîna ji bo îtifaqeke bêyî HDP'ê tê wateya gerandina dolaba îktîdarê'
20:57 Peyama Demîrtaş a 1'ê Gulanê: Em bi hev re pêşî dakevin qadan, paşê jî biçin ser sindoqan
20:07 Qada Taksîmê bi bariyeran hat girtin
18:45 Temellî: Gel dê çawa deng bide kesên Hecî Lokman Bîrlîk kaş kir?
17:58 Aldar Xelîl: Berxwedan dê bersîv bide dagirkeran
17:20 Li Afganîstanê êrîş: Xebatkarên BBC û AFP'ê jî di navde 25 kes mirin
16:15 Beştaş a HDP'î: Ger cesareta we hebe Demirtaş berdin
16:14 40 qadên Besta ya operasyon lê berdewam dike, qedexe kirin
15:57 'Pîrozbahiya 1’ê Gulanê dê bandorê li ser hilbijartinê bike’
15:46 Li Aydinê gelek kes hatin binçavkirin
15:24 Bernameyên 1’ê Gulanê yên li bajaran diyar bûn
15:23 Li Colemêrgê gel vexwendin pîrozbahiya 1’ê Gulanê
15:15 Cizîriyan bi heybetek mezin Temellî pêşwazî kirin
15:03 Herêma Serhedê girêdana xwe ya bi HDP’ê re carek din nîşan da
14:47 Kasibkarên Rojhilat dest bi çalakiyê kirin
14:20 Li Mêrsînê banga tevlîbûna 1’ê Gulanê
13:52 Gelê Efrîn û Şehbayê li dijî polîtîkayên Tirkiyeyê meşiyan
13:18 Xewa biharê ya li ber bircên dîrokî
13:04 Xwendekarên Zanîngehê: Di 1'ê Gulanê de li qadan bin
12:59 Dozger xwest Demîrtaş û Onder 5 salan bên cezakirin
12:51 Li Dîlokê 1’ê Gulanê dê li Parka Kirkayak bê pîrozkirin
12:37 Cenaze ligel hatin teşhîskirin jî nedan malbatan
12:36 Rojnameger Taşkin nehat berdan
12:04 Gava pincar kom kir ji zinar ket û jiyana xwe ji dest da
11:35 Îthalatê gelek zêde bû
11:20 Tevinkarê Berikan: Li vê derê patron tune ye
11:06 Bernamzeta AKP'ê bi 'xapxapok'î tê sucdarkirin
10:45 ‘Kesên dibêjin krîz tuneye, pareyên wan hene’
10:08 Li Taksimê bariyerê 1'ê Gulanê
09:57 ‘Lêgerînek me ya platformek çareseriyê bîne heye’
09:56 Kurkçu ji kedkar û karkeran xwest di rêveberiyê de cih bigirin
09:24 Belgeya serkeftinê dan polîsê 4 welatî kuştin
09:12 Mêrdîniyên ceyrana wan hat qutkirin: Deng ji AKP ya ceyranê qut dike re tune
09:12 Hekimê tevî 90'ê esrar hat girtin çima hat Amedê?
09:11 Ridvan Turan: Em fikarên xwe danîn aliyekê û tenê serkeftinê bifikirin
09:10 Komiteya Amadekar ya Enqereyê: Em ji 1'ê Gulanê re amade ne
09:09 Dayika 97 salî Zeycan 37 salin li hestiyê kurê xwe digere
09:08 Tunç ê ji kar hat avêtin: Em 1’ê Gulanê veguherînin qadên berxwedanê
09:07 Parlamenterê HDP’î Aslan: Îktîdar dixwaze meclîsa pir dengî ji holê rake
09:00 ROJEVA 30'Ê NÎSANA 2018'AN
08:56 Li dijî baragehê leşkerî yên Hama û Helebê êrîşên bi fuze
29/04/2018
20:57 QSD'ê 4 gundên Dêrazorê ji destê rêjîma Baas derxistin
20:35 Temellî: Em dê tu carî xerakirina li Sîlopî, Cizîr û Şirnexê ji bîr nekin
19:20 Parlamenterên HDP'ê li Îzmirê tev li xebatên hilbijartinê bûn
18:53 Li Bestayê şer: Leşkerekî jiyana xwe ji dest da
16:39 Kesên di 1'ê Gulana 1996'an de hatin qetilkirin hatin bibîr anîn
16:33 Wesayîta leşkerî qelibî: 3 leşker birîndar bûn
16:23 Platforma Jinan a Helkîz li Êlihê hat avakirin
16:21 Wekîla HDP’ê Irgat: 1'ê Gulanê dê encama 24'ê Hezîranê diyar bike
14:57 Komîteya 1’ê Gulanê: Em ê di hilbijartinê de bersiva pêwîst bidin AKP-MHP’ê
14:45 Temellî: Şirnex Şirnexî, Efrîn Efrînî dê bi rêve bibin
14:17 Li Edeneyê ciwanek hat binçavkirin
13:37 Yildirim: Serkeftin dê ya gelan be
12:58 Nûçegihana me Taşkin sibe derdixin dadgehê
12:50 Rêveberiya Xweser a Efrînê bang li NY kir: Dawî li dagirkeriyê bînin
12:13 Buldan: Namzetê me, kesê herî wêrek ê Tirkiyeyê ye
11:40 Girtiyên jin: Em derp kirin û bi erdê re kaş kirin
11:22 Li Çewligê 26 herêm li sivîlan hatin qedexekirin
11:13 Gurkan: Me di 16 Nîsan 7'ê Hezîranê û Gezî de hevî dît
10:49 Li Sêwasê karkerekî Sûriyeyî ji înşeatê ket û mir
10:44 Destûra meşa 1’ê Gulanê hat dayîn