Mêrdîniyên ceyrana wan hat qutkirin: Deng ji AKP ya ceyranê qut dike re tune 2018-04-30 09:12:52 MÊRDÎN - Welatiyên Gundê Hêşeriyê, ji ber ceyrana li herêma Mêrdîn tê qutkirin, bertek nişanî rayedaran dan  û diyar kirin ku yên li pey sozên xwe nasekinin û gundan di tariyê de dihêlin dê deng nedin wan. Welatiyan, diyar kirin ku beriya hilbijartinê bi armanca "propaganda" ceyrana herêmê berdane û piştî hilbijartinê dê ceyranê dîsa ji ser welatiyan qut bikin û gotin: "Bila AKP di hilbijartinê de neyê dengan ji me nexwaze." Îsal ji ber DEDAŞ'ê ceyran li ser welatiyan qut kir 321 hezar û 616 hektar zeviyên çandiniyê bê av ma û li ber hişbûyînê ye. Li bajêr salê 800 hezar ton genim, garis û ceh tê hilberîn. Lê îsal ji ber ceyran ji ser welatiyan hat qutkirin û welatiyan nekarîbûn ku bi bîrê sontajê zeviyenk xwe av bidin zerarek mezin dît. Piştî Şîrketa Belavkirina Ceyrana Dîcle (DEDAŞ) ceryan li ser gelek gundên bajêr qut kir, cotkarên ku bi bîran erdên xwe av didan mexdûriyeta wan zêde bû. Li 280 gundên girêdayî Qoser, Nisêbîn, Dêrik û Artûklûyê ceryan hatibû birîn û 2 hefteyan nehatibû berdan. Ji ber vê yekê cotkarên ku bi ava bîran erdên xwe av didan, zerarek mezin dîtin. Cotkaran diyar kir ku eger wisa dewam bike, dê ev rewî bi awayekî zêde bandoreke neyînî li aboriya welat bike.    AKP û MHP BI CEYRANÊ PROPAGANDA DIKIN   Piştî AKP û MHP'ê biryara Hilbijartina Zordest a 24'ê Hezîranê da, ceyrana ku berê qut kiribû dîsa berdan û dixwazin bi vê yekê propaganda xwe bikin. Welatiyan bertek nîşanî vê helwesta AKP-MHP'ê dan û xwestin dest bi van polîtikayan berdin. Welatiyên Gundê Hêşeriyê ku nifûsa wê 3 hezar û 233 kes e, diyar kirin ku di her hilbijartinê de tên sozên derew didin wan û piştî hilbijartinê sozên xwe ji bîr dikin. Welatiyan xwest AKP ji bo dengan neyê gundê wan.    Rençberê 52 salî Nusret Ertaş, diyar kir ku hikûmet di her hilbijartinê de berî hilbijartinê tê li gundê wan li dengan digere û wiha got: "Tên gund û gelek sozan didin gundiyan. Lê piştî hilbijartinê sozên xwe ji bîr dikin. Tên li vir gelek derew dikin û diçin. Kesên ku li pey sozên xwe nesekinin em wan li gund naxwazin. Niha çemê gund ji ber çopê xetimiye. Ger ku lehiyek rabe dê çem di ser de biçe û gund di bin avê de bimîne. Lê nayên vî çemî paqij nakin. Em dizanin çawa ku wekî ceyranê dikin amûra propaganda dê niha bên li vir cem paqij bikin û vê yekê jî bikin amûra propaganda. Em dizani dê bên sozên derew bidin. Lê em ji vê yekê têr in. Gelê gund êdî ji vê yekê bêzar bûye û vê yekê naxwazin. Bila nayên gund dengan ji gundiyan nexwazin." Ertaş, bal kişand ser pirsgirêka DEDAŞ'ê û wiha got: "Bi hinceta 'Ceyran qaçax e' û 'Deynê xwe nadin'  ceyrana welatiyan qut dikin. Ev 2 mehên derewan e. Dê bên derewan bikin û biçin. Em dizanin heta hilbijartinê dê ceyranê qut nekin. Dê bikin amûra propaganda. Dê bêjin me ceyran çareser kiriye. Lê em dizanin ev derew e. Piştî hilbijartin bi dawî bibe em dizanin wêneyek çawa li pêş me ye. Ji sedî 90 dê dîsa ceyrana gundan qut bikin. Dê bixwazin vîna mirovan bişkînin û wan bi xwe ve girê bidin. Dixwazin gelê herêmê koçber bikin. Bi salan e pirsgirêka ceyranê heye. "    'EM AKP’Ê NAXWAZIN'   Rençberê 50 salî Mehmet Ali Karaaslan jî anî ziman ku ew siyasetmedar û partiya wekî kêç û geneyan li ser pişta mirovan xwe didin jiyandin naxwazin û wiha got: "Em AKP’ê li vir naxwazin. Yek ji pirsgirêkê heri mezin pirsgirêka ceyranê ye. Ji hilbijartinê heta hilbijartinê tên vir. Em naxwazin tenê di hilbijartinê de bên bîra hin kesan. Bila li ser sozên xwe rawestin. Her dem ceyranê qut dikin."