AMED - Wesayîtên girêdayî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ya bin zordestiya qeyûm de, ji bo alên MHP’ê daliqînin, sefer bûn.
Wesayîtên girêdayî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ya bin zordestiya qeyûm de, ji bo alên MHP’ê daliqînin hatin erkdarkirin. Li gorî nûçeya di sîteya Habercîlerdan.com cih girt de, vînçên girêdayî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê di 27’ê Nîsanê serê sibê de, li Kolana 1’emîn a Kişlaya taxa Kooperatî ya navçeya Yenîşerhîra Amedê gava alên MHP’ê dadileqand hat dîtin.