Qeyûm ji bo MHP’ê seferber bû 2018-04-28 12:47:20 AMED - Wesayîtên girêdayî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ya bin zordestiya  qeyûm de, ji bo alên MHP’ê daliqînin, sefer bûn.   Wesayîtên girêdayî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ya bin zordestiya  qeyûm de, ji bo alên MHP’ê daliqînin hatin erkdarkirin. Li gorî nûçeya di sîteya Habercîlerdan.com cih girt de, vînçên girêdayî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê di 27’ê Nîsanê serê sibê de, li Kolana 1’emîn a Kişlaya taxa Kooperatî ya navçeya Yenîşerhîra Amedê gava alên MHP’ê dadileqand hat dîtin.