ROJEVA 20'Ê COTMEHA 2023'YAN

  • rojane
  • 09:00 20 Cotmeh 2023
  • |
img
* Hevserokê Giştî yê HEDEP’ê Tuncer Bakirhan diyar kir ku di demên berê de ji bo partiya xwe avahî peyda nedikirin lê di halê hazir de hem li Tirkiyeyê hem jî li cîhanê hatine astekî girîng û wiha got: “Di serdema nû de em ê di nava gel de bin û bi gel re ava bikin.” 
 
* Rojnameger Xeznê Nebî ya ku li Bakur û Rojhilatê Suriyeyê geşedanan dişopîne, diyar kir ku dewleta tirk çavkaniyên aborî yên gel hedef digire û got: “Tenê li Hesekê zêdetirî 2 mîlyon kesî ji qutkirina avê zirar dîtine. Zêdetirî 4 mîlyon û 2 hezar mirov ji vê rewşê bandor bûne. Armanca dewleta tirk ji holê rakirina pergala netewa demokratîk û felçkirina Rêveberiya Xweser e." 
 
* Xwendekaran bertek nîşanî bihabûna fiyeta xwarinên li xwaringehên zanîngehan dan û gotin ku fikarên wan ên aboriyê bandorê li jiyana wan a perwerdehiyê dike. 
 
* Şaredariya AKP'î ya Artemêtanê li navenda navçeyê "Kafeya Biskilêtê" çêkiribû. Di rapora pêzaniyê de ya der barê vê kafeyê de ku bûbû cihê bertekên mezin, hat diyarkirin ku kafe li dijî qanûna îmarê hatiye çêkirin. 
 
* Endamê Lijneya Rêveber a Navendî ya SGDF'ê Muslum Koyûn ku ji ber xebatên xwe yên siyasî hat girtin, 5 meh in bi tena serê xwe di hucreyekê de ye û hemû serlêdanên wî yên hevdîtina bi hevalên wî re tên redkirin. 
 
* Di êrişên dawî yên Tirkiyeyê de yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, 4 zaroka hatin qetilkirin û 10 zarok jî bi giranî birîndar bûn. Parêzvanên mafên zarokan diyar kirin ku Tirkiye bi van êrişan mafê jiyanê yê zarokan binpê dike. 
 
* Di ser kuştina Aydin Dere re 23 sal derbas bûne, lê hê jî kiryarên wî nehatine dîtin. Dere gava li Gokçeadayê leşkeriya mecbûrî dikir hatibû îdiakirin ku xwe kuştiye, lê paşê bi delîlan hatibû piştrastkirin ku Dere hatiye kuştin. 
 
* Hevserokê HDP'ê yê Bazarcixê Erdal Îper şev û roj alîkariya maxdûrên erdhejê kir û di 8'ê adarê de jiyana xwe ji dest da. Malbata Îper bi lêv kir ku xew ji wî re tune bûye û heta jiyana xwe ji dest daye alîkariya maxdûrên erdhejê kiriye. 
 
* Psîkolog Mesût Aslan, anî ziman ku bêdengiya li dijî polîtîkayên şerê taybet ên li Kurdistanê bû sedem ku belavî Tirkiyeyê bibe û destnîşan kir ku divê refleksa civakî ya li dijî tundiyê jinûve bê bidestxistin. 
 
* Mîkaîl Kirbayir diyar kir ku 43 sal in ew ji birayê xwe Cemîl ku di binçavan de hat windakirin têdikoşe û ji bo Qada Galatasarayê got: “Ev der cihê hev helalkirina me ye, cihê lêgerîna edaletê ye.” 
 
* Meclisên Jinan ên HEDEP û HDP'ê dê Konferansa Jinan a Herêma Amedê li Ewyana Dawetê ya Ayazê lidar bixin. (09.30) ZINDÎ
 
* Danişîna Doza Kobanê dê li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê berdewam bike. (10.00)
 
* Tora Têkoşîna li Dijî Tundiyê ya Amedê dê têkildarî êrişên li ser rojavayê Kurdistanê û Filistînê li ber Edliyeya Amedê daxuyanî bide. Şaxên ÎHD'ê jî wê li dijî êrişan name ji Neteweyên Yekbûyî re bişînin. (12.00-15.00)
 
* Danişîna doza Nîhat Kazanhan ê li Cizîra Şirnexê bi guleya polîsan hatibû kuştin dê li Dadgeha Cezayê Giran a Şirnexê bê lidarxistin. (14.00)
 

Sernavên din

20/10/2023
09:00 Heta ku dilê wî sekinî alîkariya mexdûrên erdhejê kir
09:00 ROJEVA 20'Ê COTMEHA 2023'YAN
19/10/2023
19:37 ‘Doza Sereke ya Stenbolê ya KCK'ê' hat taloqkirin
19:11 Ji kesên li Sêrtê hatin binçavkirin 6 kes hatin girtin
15:54 6 sal û 3 meh cezayê hefsê li kujerê Helîn Şen a 12 salî hate birîn
15:17 Biryara bihincet a biryara beraetkirina rojnamegeran: Bi inyeta çêkirina nûçeyê tevgeriyan
15:01 Di doza destdirêjiya li dijî zaroka 13 salî ya li Berwariyê de biryara beraetê hate dayîn
14:47 Rojnameger: Em naxwazin nûçeyên şer binivîsin
14:35 Dadgehê ji bo îşkenceya li ber kamerayan biryara beraetê da!
14:25 Ciwanên Zanîngeha Dîcleyê: Berpirsiyarê xwekuştina Alan AKP û MHP ne
14:24 Parastina hevserokatiyê: Ma Dadgeha Bilind jî ferman ji KCK’ê wergirtiye?
14:06 Li dijî şer ji bo aştiyê qîr kirin
13:41 Li Şirnexê barîna baranê û mija zêde
13:08 Jina 58 salî hate binçavkirin
13:07 Di doza Denîz Poyraz de îstînafê hemû serlêdan red kir
12:00 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:59 Zextên li Girtîgeha Hejmar 2 ya Amedê zêde bûn: Malbatan serî li ÎHD’ê dan
11:49 Li Amedê atolyeya ‘lîberalîzm û rêxistinbûyînê’ hate lidarxistin
10:50 Polîsê ku îstîsmara zayendî li zarokê kirî hate girtin
10:39 Li Îdirê tecawizê zarokekê kirin û fuhûş pê dan kirin
10:21 Li Hezexê 5 kes hatin binçavkirin
10:18 Hevrêyên Necmedîn Salaz: Tu demê dest ji xeta xwe ya têkoşînê berneda
10:10 Stier: Jinên kurd kirin ku em femînîzmê jinûve bifikirin
10:07 NPG’ê ragihand ku hemû hêzên wan ji Mexmûrê vekişiyane
09:49 Li Gazeyê êrişî dibistanê hate kirin: Mirî û birîndar hene
09:14 Girtiyê nexweş ku 'poşmantiyê' qebûl nekir, berdana wî hat taloqkirin
09:05 Şaredariya AKP'î dê li kerboranê 82 mal û milkên şaredariyê bifiroşe
09:05 Mihçi yê HEDEP'î: Tirkiye lêçûnên şer li civakê bar dike
09:04 Sarisozen: Armanca êrişên Tirkiyeyê tesfiyekirin e
09:03 Rojnamevan Chrîs den Hond: Divê em rastiya gelê kurd ragihînin cîhanê
09:03 Ji bo posterên Erdogan milyon û 828 hezar TL hat xerckirin!
09:02 Mexdurên erdhejê vê zivistanê jî bêwar in!
09:00 ROJEVA 19'Ê COTMEHA 2023'YAN
18/10/2023
21:18 Êrişî mizgefteke li Xezeyê hat kirin
18:23 Li ber NY'yê ji bo Abdullah Ocalan çalakî
17:58 Ji MSD'ê banga ji bo aştiyeke mayinde
17:46 Amedsporê li deplasmanê Karamansporê 2-1 têk bir
16:47 Bozan: Em ê ji bo azadiya Ocalan têbikoşin
16:30 Li Îzmîrê erdhej çêbû
16:06 HDK: Ji bo ku qirkirinê rawestînin têkiliyên xwe yên bi Îsraîlê re qut bikin
16:05 Cezayê muebbetê li faîlê Fîrdevs Babat hate birîn
15:35 CPJ: Di şerê Îsraîl-Filistînê de 17 rojnameger hatin kuştin
15:31 Dîmenên ku îtîrafên Koç ê DAIŞ’î tê de bûn dan temaşekirin
15:30 Ji bo Farisogûllari 26 cezayê hefsê hate xwestin
14:57 Rapora OHD’ê ya Amedê: Di mehan de mimaleya xerab li 667 kesan hate kirin
14:27 Cenazeyê rojnameger Salaz li Wanê hate definkirin
14:16 Êrişên Îsraîlê hatin protestokirin
13:20 Biden li Îsraîlê ye: Wisa xuya dike ku teqîn aliyê din pêk aniye
13:20 Di doza ‘sindoqa winda de’ dê li şahidan bê guhdarîkirin
12:50 Şewata li Licê xwe bi xwe vemirî
12:48 Ewlehiya li derdora Konsolosxaneya Îsraîlê hate zêdekirin
11:17 Kelecana HEDEP’ê: Derenceyên serkeftinê li pêşiya me ne
10:46 Pentagonê daxuyanî da: Em ji Îsraîlê bibawer in
10:43 Yilmaz: Bêyî ku ferq û cudatî bê kirin divê li dijî êrişan deng were derxistin
10:17 Azadiya çapemeniyê piştî qanûna sansurê kete kategoriya “xeternakê”
10:16 Baroya Amedê dê ji bo betalkirina biryara ‘ÇED erênî ye’ ya ji bo Geliyê Zorê serî li dadgehê bide
10:01 Abdullah Ocalan: Tiştên li Qudsê diqewimin dibe ku sibe li Kerkûkê jî biqewimin
09:05 Li Wanê fiyetê kirêyan 4 qat zêdetir bûn
09:04 Li ser 800 kesî îfade dabû: Beyanên wî yên pûç di girtenameyên dadgehê de ne
09:03 Ciwanên daxilî nava tiryakê hatine kirin behsa tiryaka ji aliyê polîs-notirvanan tê firotin kirin
09:02 Ûca: Tirkiye dixwaze DAIŞ'ê car din bi ruh û can bike
09:01 3 demsal in di konekî de dimînin û va zivistan jî bi ser wan ve hat
09:00 ROJEVA 18'Ê COTMEHA 2023'YAN
08:40 Cenazeyê rojnameger Salaz gihişt Wanê
17/10/2023
22:45 HEDEP: Em bang li hemû gelên cîhanê dikin ku dengê aştiyê bilind bikin
22:06 Îsraîlê êrîşî nexweşxaneyekê kir: Herî kêm 500 kesan jiyana xwe ji dest dan
21:34 Tezkereya ji bo êrişên derveyî sînor li Meclisê hat qebûlkirin
19:13 Cenazeyê dayika Zekiye Alkanê hat veşartin
18:32 Can a ku bi beyanên Akbiyik hatibû girtin hat berdan
16:50 Cerdevan keça xwe qetil kir û lawê xwe jî birîndar kir
16:16 Stranbêja filistînî Amîne hate binçavkirin
16:01 Ji şandeya dadgehê pirsa ‘ma em dijminên we ne?’ kir
16:00 Tirkiyeyê wesayîtek xelkê Mexmûrê bombebaran kir: Kesek hat qetilkirin û 3 kes birîndar bûn
15:22 DFG’ê: Divê faîlên li Rohat Bulut dan bên tespîtkirin û cezakirin
14:56 DBP û HEDEP’ê ji bo tezkereyê bang kir: Polîtîkayên şer ên îktîdarê erê nekin
14:25 Qeyûmê Bajarê Nû wê 30 keyayan bibe umreyê
13:25 Li dijî Han Yûnûs û Refahê êriş: 45 kes mirin
13:08 Îsraîlê têkildarî ‘operasyona bejahî’ daxuyanî da
11:57 Doza parlamenterên berê hate taloqkirin
11:54 Smith-Sivertsen: Heta ku Ocalan di tecrîdê de be dê aştî neyê Rojhilata Navîn
11:49 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:16 Ji ber êrişên dewleta tirk gundên Eyn Îsayê bêav man
11:03 Dayika Zekiye Alkan, Îsmet Alkan wefat kir
11:03 Li Îranê li ser hev erdhej çêbûn
10:50 Bi wesayîta bêplaka rê li ber rojnameger Bulut girtin û derb kirin
10:29 Rewşenbîr û nivîskar: Kongreya HEDEP’ê hêvî da gel
10:21 Cenazeyê Salaz bi hinceta ‘kar û barên fermî’ tê rawestandin
10:12 'Dema kurd tên qetilkirin her kes kerr, kor û lal dimîne’
09:54 Pierre Barbier: Ocalan çareseriyê nîşan dide
09:46 Li dijî astengkirinên şanoya kurdî xwe bi xwe eywana xwe ava kirin
09:34 Li Enqereyê herî kêm 15 kes hatin binçavkirin
09:34 Ji bo motorînê zem hate kirin: Fiyetê lîtreyê 40 TL derbas kir
09:33 Abdullah Ocalan: Îxtîlafa Îsraîl-Filistînê mînaka herî nêz e ku netewe dewlet çareserî nîne
09:09 Neşe Ozgen: Divê civaka Tirkiyeyê ji bo azadiya Ocalan bang bike
09:08 Polîsan gef xwar, qada fûtbolê nedan ciwanan
09:07 Tundiya li dijî jinan: 'Qirkirin' jî derbas kiriye
09:05 Dê bi dirûşma 'Jina Azad Hunera Azad' mîhrîcana jinan bê lidarxistin
09:04 Ji ber navê 'Andok' li ser bû formayê Amedsporê nedan girtî!
09:02 Yuce: Kesên dibêjin 'em li cem Filistînê ne', di heman demê de êrişî Rojava dikirin
09:01 30 sal in li çaverêya berdana bavê xwe ye: Êdî bes e