ESKÎŞEHÎR - Karûbarên îfadegirtinê yên 5 rojnamegerên di çarçoveya lêpirsîna Eskîşehîrê de hatibûn binçavkirin bi dawî bûn. Rojnameger bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin.
Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Eskîşehîrê de de li gelek bajaran bi ser malan de hatibû girtin û gelek rojnameger jî hatibûn binçavkirin. Îfadeyên rojnamegerên anîn Eskîşehîrê temam bûn. Di lêpirsîna dozeriyê de nûçeyên rojnamegeran çêkirin jê hatin pirsîn.
Mehmet Yaşar Abatan piştî îfadeya li dozgeriyê hate berdan û rojnameger Mehmet Uçar, Erdogan Alayumat, Serap Guneş, Bîlge Aksu û Tugçe Yilmaz bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” û bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeriya Cezayên Sulhê hatin kirin.
Dozgeriyê xwest ku Bîlal Seçkîn, Havîn Derya û Sûzan Demîr jî bi şertê kontrola edlî bên berdan.