Dê ji bo Goristana Xerzanê serî li NY’yê bide

  • rojane
  • 09:18 28 Nîsan 2018
  • |
img

STENBOL – Hevberdevkê OHP’ê yê Stenbolê Serhat Çakmak, diyar kir ku der barê 267 cenazeyên ku ji Goristana Xerzanê hatin derxistin heta niha tu pêşketin rû nedane û ew ê serî li Komîsertiya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî bidin. Her wiha Çakmak xwest malbat serî li wan bidin. 

Di Kanûna 2017’an de 267 cenaze ji Goristana Xerzanê ya li gundê Oleka Jor ê Bedlîsê hatibûn derxistin û ew şandibûn Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê. Ji van cenazeyan tenê 2 jê radestî malbatan hatibûn kirin. Hevberdevkê Platforma Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHP) ê Stenbolê Parêzer Serhat Çakmak, diyar kir ku ji bo cenazeyan 5 mehin ew tev digerin, lê belê heta niha tu pêşketin rû nedane. 
 
Çakmak, bi lêv kir ku armanca sereke ya derxistina cenazeyan û şandina wan a ji bo Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê, ew e ku zirarê bidin hestên manewî û hestên hesas ên mirovan biêşînin. Çakmak diyar kir ku piştî cenaze hatine derxistin, ew wekî OHP di warê hiqûqî de tev geriyane  û di dema derxistina cenazeyan de ji ber ku Serdozgaeriya Komarê ya Bedlîsê li gorî prosedura derxistina cenazeyan tev negeriyaye, wan giliyê wê kiriye. Çakmak, bi lêv kir ku eger cenaze bi refaqetoya Pisporê Tiba Edlî neyên derxistin dê texrîb bibin û dema cenaze bên texrîbkirin mirov nikare DNA’yê bike. Çakmak got: “Lê belê li gorî vê yekê tev geriyane yan na? Em nizanin. Me têkildarî vê rewşê giliyê xwe kir.” 
 
5 MEH IN TU PÊŞKETIN RÛ NEDANE 
 
Çakmak, anî ziman ku ji bo cenaze radestî malbatan bên kirin wan serlêdan pêk aniye û got: “Heta niha me ji bo radestkirina 16 cenazeyan serlêdan pêk aniye, lê belê tenê 2 cenaze hatine radestkirin. Ev cenaze jî ji ber ku ruxseta wan a karê definkirinê heye. Ji bilî vê Serdozgeriya Komarê ya Bedlîsê û Saziya Tiba Edlî hîn bersiva serlêdanên me yên din nedane. Her wiha ji bo sûc jî me serlêdan pêk aniye. Delîl hene, lê dîsa jî dozgeriyê ji bo îfadeyê gazî tu muwekîlê me nekiriye. Ev yek bi tena serê xwe argumana nixumandinê ye ku dozgerî dike. Eger kesekî gilî kiribe, divê dozger ji bo îfadeyê gazî bike. Çi cidî çi jî ne cidî. Belkî delîlên nû yên kes hebin. Lê belê li hemberî vê jî xwe li nedîtinê datînin û her çend 5 meh di ser re derbas bûbin, hîn jî bersiveke zelal ji bo hewldanên me nehatiye dayîn.” 
 
‘EM Ê SERÎ LI NETEWEYÊN YEKBÛYÎ BIDIN’ 
 
Çakmak got: “Endîşeya me ya herî mezin ew e ku bêyî karê diyarkirina nasnameyan hatibe kirin, cenaze li goristanên bêkesan hatibin definkirin. Hêvîdar im Serdozgeriya Komarê ya Bedlîsê ji bo vê endîşeya me bersivê bide.” Çakmak diyar kir ku ew ê li qada navnetewî jî hin serlêdanan bikin û got: “Em wisa difikirin ku serî li Komîsertiya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî bidin. Li Kurdistanê şert û mercên şerî hene, lê di şertên şerî û Rewşa Awarte de jî divê liv û tevger li gorî hiqûqê bin. Lê mixabin ev yek pêk nayê. Ji ber vê em ê serî li Komîsertiya Bilind a Mafên Mirocan a Neteweyên Yekbûyî bidin.”
 
BANG LI MALBATAN KIR 
 
Çakmak bang li malbatan kir ku, malbatên ku cenazeyên zarok û xizmên wan li wir in bila serî li Komeleya Mafên Mirovan û Platforma Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHP) bidin. Çakmak got: “Em ê bi van serlêdanan ji bo radestkirina cenazeyan hin kar û baran bidin destpêkirin û eger dozgerî bersiveke erênî bide ew ê tevî malbatan cenazeyan defin bikin.” 
 
MA / Sadiye Eser

Sernavên din

29/04/2018
10:02 Di serdema AKP'ê de 20 hezar û 500 karker mirin
09:13 Qeyûmê Şirnexê şaredariyê hibe dike!
09:12 Banga 1’ê Gulanê: Em ê mîna artêşa betalan biherikin qadan
09:11 'Naxwazin em li ser gora zarokên xwe jî dua bikin'
09:11 ‘Em ê starta 24’ê Hezîranê di 1’ê Gulanê de bidin’
09:10 Karkerên Sûriyeyî: Em bimirin jî ne xema kesî ye
09:09 Amed ji bo 1'ê Gulanê amade ye
09:08 Li Geverê rêjeya betaliyê ji sedî 70’ê ye
09:08 Danişîna Demîrtaş sibê ye: Tekane delîl deşîfrasyona xelet a axaftina ye
09:00 ROJEVA 29'E NÎSANA 2018'AN
08:02 Polîsan bi ser avahiya HDP'ê de û girt 41 kes binçav kirin
28/04/2018
19:54 Polîsan avêt ser civîna gel a HDP’ê
19:43 Bûldan: Gelê kurd derî li AKP’ê girtin
18:17 Temellî: Ji tirsa me asteng dikin
17:12 Girtiya nexweş ku derman nedanê jiyana xwe ji dest da
16:56 Turkdogan: Hêza muxalif ji bo dawî li vê rêveberiyê bîne divê bibe yek
16:50 Buldan: 25’ê Hezîranê dê beyî Erdogan û Bahçelî derbas bibe
16:48 Namzetê Dihokê Kamuran Berwarî rastî êrîşê hat
16:20 Xebatkarên TV10 dawî li çalakiya xwe anîn
16:05 ‘Girtina Budakê ji sedî 96 astengdar, şerma mirovahiyê ye’
15:28 Cîhan ji bo Sûr û Heskîfê rabû ser piya: Em li Sûr, Heskîf û Çemê Dîcleyê ne, em naçin, li vir in
15:16 Parlamenterên HDP’ê ji bo 1’ê Gulanê belakov belav kirin
15:15 Heyeta HDP'ê sibê li Colemêrgê ye
15:08 Midûrê fermana kaşkirina Bîrlîk da, bû bernamzetê AKP’ê
15:04 KESK'a Colemêrgê dê 1'ê Gulanê li Bazara Gel pîroz bikin
14:46 Kesên di 1’ê Gulana 1977’an jiyana xwe ji dest dan hatin bibîranîn
14:44 ÎHD'ê aqûbeta 250 rewşenbirên 103 berê hatin windakirin pirsîn
14:29 Karkerekê îşeatê jiyana xwe ji dest da
14:15 Kedkaran banga tevlîbûna 1’ê Gulanê kirin
14:14 Ew li dawetê binçav kirin û 24 sal e winda ye
14:08 Aqûbeta Tanîel Varujan pirsîn: Tevî wî helwestên wî jî winda bûn
14:01 Şandeya HDP’ê ji bo Kiliç ê di greva bîrçîbûnê de bang li CHP û DÎSK’ê
12:48 Buldan: Gelên Tirkiyeyê êdî îtîfaqa AKP-MHP’ê naxwazin
12:47 Qeyûm ji bo MHP’ê seferber bû
11:54 Kîloya bi 80 TL li hewa difiroşin
11:53 YSK’ê biryara ‘hilbijartina zordest’ ragihand
11:40 Li Denîzlî di serdegirtina malan de gelek kes hatin binçavkirin
11:31 Nisêbîniyan eleqeyek mezin nîşanî Temellî dan
11:28 Leşkeran li Efrînê zarokek kuştin
11:03 'Şerê li Sûriye li dora Helebê kom dibe'
10:29 Jinên penaber çîrokên xwe parve dikin
09:47 Kedkarên Êlihê: Em di govenda demokrasiyê de hev bibînin
09:19 Piştî 2 salan qedexeya li Nisêbînê bi dawî bû
09:18 Dê ji bo Goristana Xerzanê serî li NY’yê bide
09:17 Malbatan bertek nîşanî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan dan
09:16 ‘Eger bi sandalyeya bitekel be jî ez ê biçim 1’ê Gulanê’
09:15 Xwendekarên Zanîngeha Stenbolê: Dê pêşnûma di zanîngehan re derbas nebe
09:15 Hilbijêrên Îzmîrê: Hikûmet jî dizane dê winda bike
09:14 Li Almanyayê ji bo Arîn Mîrxanê dê konserek bê lidarxistin
09:14 Xeyala xwe pêk anî, atolyeya xwe ya hunerê vekir
09:00 ROJEVA 28'Ê NÎSANA 2018'AN
27/04/2018
17:01 Serlêdana malbatan a Îmraliyê cara 73'an hat redkirin
16:02 Buldan: Li ser sindoqan birêz Ocalan bînin bîra xwe
15:12 'Heke dewlet bixwaze dikare bûyera Elçî ronî bike’
15:11 Rêveberê TUHAD-DER'ê hat binçavkirin
15:01 Li Wan û Edeneyê banga beşdariya 1’ê Gulanê hat kirin
14:59 Temellî li Qoserê ye: Tirkiye aramî û aştiya xwe winda kiriye
14:30 Buldan li Bazîdê got: Peykerê Ehmedê Xanî yê hilweşandî nîşanî AKP’ê bidin
14:08 Bîlgen: Em bi hilbijartina firsenda ne wekhev û bê edalet re rû bi rû ne
13:56 Ji bo Katoyê sewqiyata petrolê
13:36 Ji Baroya Enqere kampanya hilbijartinê: ‘Her dibistanek û parêzerek'
13:06 Kelûpelên DÎHA û JINHA derxistin ber firotinê
12:49 Di 'Doza KCK'ê ya çapemeniyê' de daxwaza derketina derve hat redkirin
12:02 Hevserokê HDP'ê Temellî li Qoserê ye
11:52 Li Stenbolê operasyona binçavkirinê
11:44 Malbat ji bo biçin Îmraliyê cara 73’emîn serî li Dozgeriyê dan
11:37 Ji bo Heskif û Sûrê li 20 welatên çalakiyên hemwext
11:18 KCD'ê 1'ê Gulanê karker û kedkaran pîroz kir
10:57 Eugene Schoulgin: Pergala Tirkiye dîktatoriya demokratîk e
10:09 3 sal e bi guleya polîsan dijî, lê doz venabe
09:57 Amediyan: Kî dê di sindoqan de, bê veşartin em ê bibînin
09:21 Tama hezaran salan: Raxistî
09:20 Rêveberên HDP û DBP’ê: Dîlok ji hilbijartinê re amade ye
09:19 Rêxistinên Kedê: Ev hilbijartina hesab pirsîna ji hikumetê ye
09:18 Partiyên siyasî yên Edeneyê: Em ê qezenc bikin
09:17 Ji ber nameya siyasetmedarên girtî xwendin lêpirsîn hat destpêkirin
09:17 Ji ber rewşa heyî 3 salin Mîhrîcana Avaspî nayê lidarxistin
09:16 Erdogan ferman da: Li şûna ku qada hêşîn bê çêkirin, dê mizgeft bê çêkirin
09:16 Dê bi sirûda ‘Soman’in Bulutlari’ di 1’ê Gulanê de bibin dengê karkeran
09:15 Meşa Beklevîç di roja 12’an de ye: Dê gel Erdogan di sindoqan de veşêre
09:14 Eliaçik: Ez li pişt gotinên xwe me, tiştên hatin kirin derî mirovahiyê ne
09:13 Parêzerê Alayumat: Nexwe pirsgirêk ne wêne ne, perspektîfa muxalif e
09:00 ROJEVA 27'Ê NÎSANA 2018'AN
26/04/2018
17:30 Qeyûmê Sûrê ji bo bibe wekîlê AKP’ê îstîfa kir
16:45 Şandeya HDP’ê li Rihayê rastî eleqeyek mezin hat
16:15 Faîlên Enes Ata û Mahsum Mizrak beraet kirin
16:06 Ji bo Mamoste Ayşe daxwaza 'serbestiya bi kontrol'
16:01 Mem Ararat: Ji hunera min nefretê dikin
15:25 21’emîn Mîhrîcana Fîlman a Jinan a Navneteweyî dest pê dike
15:05 Temellî: Efrîn dê talankeran defin bike em jî dê îktîdarê defin bikin
14:35 Akin Atalay beşdarî Nobeta Edaletê bû: Li Tirkiyeyê edalet tuneye
14:30 Hêzên Ked û Demokrasiyê: Em di 1’ê Gulanê de li Gundogduyê ne
14:11 Kemal Turkler li ser gora xwe hat bibîran în
14:11 Birayê Kurkut: Dadgeh tevî ew qas delîlên zelal dê bi kijan delîlên îkna bibe?
13:46 'Ji bo Heskîf di bin avê de nemîne em li benda we ne’
13:45 HDP’a Şemzînanê starta hilbijartinê da
13:43 Polîsê Fendîk kuşt: Em fermanan bi cih tînin
12:39 Li Edeneyê cînayeta kar: Karkerê penaber jiyana xwe ji dest da
12:34 Dozek din li Hevseroka KCD'ê Guven hat vekirin
12:28 Kesek li Riha hat binçavkirin