Dê ji bo Goristana Xerzanê serî li NY’yê bide 2018-04-28 09:18:27 STENBOL – Hevberdevkê OHP’ê yê Stenbolê Serhat Çakmak, diyar kir ku der barê 267 cenazeyên ku ji Goristana Xerzanê hatin derxistin heta niha tu pêşketin rû nedane û ew ê serî li Komîsertiya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî bidin. Her wiha Çakmak xwest malbat serî li wan bidin.  Di Kanûna 2017’an de 267 cenaze ji Goristana Xerzanê ya li gundê Oleka Jor ê Bedlîsê hatibûn derxistin û ew şandibûn Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê. Ji van cenazeyan tenê 2 jê radestî malbatan hatibûn kirin. Hevberdevkê Platforma Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHP) ê Stenbolê Parêzer Serhat Çakmak, diyar kir ku ji bo cenazeyan 5 mehin ew tev digerin, lê belê heta niha tu pêşketin rû nedane.    Çakmak, bi lêv kir ku armanca sereke ya derxistina cenazeyan û şandina wan a ji bo Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê, ew e ku zirarê bidin hestên manewî û hestên hesas ên mirovan biêşînin. Çakmak diyar kir ku piştî cenaze hatine derxistin, ew wekî OHP di warê hiqûqî de tev geriyane  û di dema derxistina cenazeyan de ji ber ku Serdozgaeriya Komarê ya Bedlîsê li gorî prosedura derxistina cenazeyan tev negeriyaye, wan giliyê wê kiriye. Çakmak, bi lêv kir ku eger cenaze bi refaqetoya Pisporê Tiba Edlî neyên derxistin dê texrîb bibin û dema cenaze bên texrîbkirin mirov nikare DNA’yê bike. Çakmak got: “Lê belê li gorî vê yekê tev geriyane yan na? Em nizanin. Me têkildarî vê rewşê giliyê xwe kir.”    5 MEH IN TU PÊŞKETIN RÛ NEDANE    Çakmak, anî ziman ku ji bo cenaze radestî malbatan bên kirin wan serlêdan pêk aniye û got: “Heta niha me ji bo radestkirina 16 cenazeyan serlêdan pêk aniye, lê belê tenê 2 cenaze hatine radestkirin. Ev cenaze jî ji ber ku ruxseta wan a karê definkirinê heye. Ji bilî vê Serdozgeriya Komarê ya Bedlîsê û Saziya Tiba Edlî hîn bersiva serlêdanên me yên din nedane. Her wiha ji bo sûc jî me serlêdan pêk aniye. Delîl hene, lê dîsa jî dozgeriyê ji bo îfadeyê gazî tu muwekîlê me nekiriye. Ev yek bi tena serê xwe argumana nixumandinê ye ku dozgerî dike. Eger kesekî gilî kiribe, divê dozger ji bo îfadeyê gazî bike. Çi cidî çi jî ne cidî. Belkî delîlên nû yên kes hebin. Lê belê li hemberî vê jî xwe li nedîtinê datînin û her çend 5 meh di ser re derbas bûbin, hîn jî bersiveke zelal ji bo hewldanên me nehatiye dayîn.”    ‘EM Ê SERÎ LI NETEWEYÊN YEKBÛYÎ BIDIN’    Çakmak got: “Endîşeya me ya herî mezin ew e ku bêyî karê diyarkirina nasnameyan hatibe kirin, cenaze li goristanên bêkesan hatibin definkirin. Hêvîdar im Serdozgeriya Komarê ya Bedlîsê ji bo vê endîşeya me bersivê bide.” Çakmak diyar kir ku ew ê li qada navnetewî jî hin serlêdanan bikin û got: “Em wisa difikirin ku serî li Komîsertiya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî bidin. Li Kurdistanê şert û mercên şerî hene, lê di şertên şerî û Rewşa Awarte de jî divê liv û tevger li gorî hiqûqê bin. Lê mixabin ev yek pêk nayê. Ji ber vê em ê serî li Komîsertiya Bilind a Mafên Mirocan a Neteweyên Yekbûyî bidin.”   BANG LI MALBATAN KIR    Çakmak bang li malbatan kir ku, malbatên ku cenazeyên zarok û xizmên wan li wir in bila serî li Komeleya Mafên Mirovan û Platforma Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHP) bidin. Çakmak got: “Em ê bi van serlêdanan ji bo radestkirina cenazeyan hin kar û baran bidin destpêkirin û eger dozgerî bersiveke erênî bide ew ê tevî malbatan cenazeyan defin bikin.”    MA / Sadiye Eser