Sarisozen: Armanca êrişên Tirkiyeyê tesfiyekirin e

  • rojane
  • 09:04 19 Cotmeh 2023
  • |
img

STENBOL - Rojnamevan Veysî Sarisozen bilêv kir ku li pişt êrişên Tirkiyeyê yên li ser Rojavayê û êrişên Îsraîlê yên Filistînê polîtîkayên NATO'yê yên li hemberî herêmê hene û got ku her du dewlet jî sivîlan hedef digirin û bi vê dixwazin herêmê tesfiye bikin. 

Tirkiye di êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de gelê sivîl, depoyên avê, tesîsên ceyran û petrolê û qadên jiyanê hedef digire. Di van êrişan de zarok û jin jî di nav de bi dehan kesan jiyana xwe ji dest dan.
 
Rojnamevan Veysî Sarisozen êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nirxand û got ku divê her kes li hemberî van êrişan rabe. 
 
Sarisozen bilêv kir ku êrişên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û êrişên Îsraîlê yên li ser Filistînê di çarçoveya planên NATO'yê de tên kirin. 
 
Sarisozen bilêv kir ku her du dewlet jî "qereqolên pêşketî" yên girêdayî NATO'yê ne li Rojhilata Navîn û got ku di bingeha êrişên Tirkiyeyê yên li ser Rojavayê û êrişên Îsraîlê yên li ser Filistînê de armancên DYA'yê yên li hemberî Îranê hene. Sarisozen wiha domand: "DYA anku NATO, berî ew û Îranê di eniyan de li ber hev rabin, yek jê dixwaze Filistînê, Hizbullahê û Hamasê û yê din jî dixwaze Rojavayê û Qadên Parastina Medyayê tesfiye bike. Ger ev bên tesfiyekirin, dê planên xwe yên stratejîk ên li hemberî Îranê têxin dewrê. Lewma hem teqîna li Enqereyê hem jî êrişa Hamasê ya li hemberî Îsraîlê, ji bo polîtîkayên wan di wesfê hincetan de ne." 
 
Sarisozen bilêv kir ku NATO rola temamkirina şerê cîhanê yê sêyem daye van her du dewletan û got: "Ev polîtîkayên şer, polîtîkayên entegrekirina bi NATO'yê ne. Ez wiha difikirim ku divê mirov ji pencereyeke berfirehtir li van geşedanan mêze bike." 
 
Rojnamevan Veysî Sarisozen
 
HEVŞIBIYA REWŞA ÎSRAÎL Û TIRKIYEYÊ
 
Sarisozen gotinên Wezîrê Karên Derve yê Tirk Hakan Fîdan ku gotibû "Tesîsên sered û binerdê, tesîsên enerjiyê ji niha û pê ve armanca me ya rewa ne" bibîr xistin û got ku ev êriş û êrişên Îsraîlê yên li hemberî Filîstinê "sûcên şer" in. Sarisozen got: "Eşkere dibêjin 'em ê mirovên sivîl bikujin.' A rast rêbazên Îsraîl û Tirkiyeyê ji hev ne cuda ne." 
 
Sarisozen destnîşan kir ku Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî li ser "Rêya Sêyem" dimeşin û ev jî berhemeke tevgera azadiyê ya kurd e û got: "Rasterast li dijî emperyalîzmê têdikoşe. Ev emperyalîzm, emperyalîzma herêmî ya kurd e û li dijî artêşa herî mezin a duyem a NATO'yê şer dike. Lewma piştevaniya ji bo Rojavayê rasterast piştevaniya ji bo antîemperyalîzmê ye." 
 
'TIRKIYE MEHKÛMÊ NEENCAMGIRTINÊ YE'
 
Sarisozen helwesta DYA'yê ya ji bo êrişên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî nirxand û got ku DYA 'ji bo li herêmê bimîne muhtacî kurdan e " û ji ber vê li dijî êrişan e. Sarisozen wiha domand: "DYA, Kurdistaneke bêyî PKK'ê wekî cihekî avakirina hegemonyaya xwe difikire. Rojava jî sûdê ji vê hevsengiya di navbera hêzên emperyalîst de digire. Helbet ev ne tifaqeke stratejîk e. Lewma dê Tirkiye nikaribe bi van êrişan Rojavayê teslîm bigire. Ne cîhan ne jî Tirkiye ji bo vê ne musaîd in. Tirkiye niha di nava krîzeke mezin de ye, lê belê heya ji destê wê bê dê zirarên mezin bide Rojavayê." 
 
Sarisozen bilêv kir ku tevî hemû êrişan jî gelê Rojavayê dest ji xaka xwe bernade û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Rojava niha navendeke şoreşger e. Ji lew re Kurdistan di şerê cîhanê yê sêyemîn de di pozîsyoneke navendî de ye. Kî bibe serdestê Kurdistanê dê bibe serdestê Rojhilata Navîn. Her du kampên emperyalîst, ji ber şoreşa Rojavayê gavên bi teredut diavêjin. Lewma îro Rojava xwe disipêre hêza xwe û xwedî derfeta xweparastinê ye. Tirkiye mehkûmê neencamgirtinê ye." 
 
MA/ Ergîn Çaglar

Sernavên din

24/10/2023
09:00 ROJEVA 24'Ê COTMEHA 2023'YAN
08:32 Li Cizîrê polîsan avêt ser avahiya HDP’ê
23/10/2023
23:17 Ozturkê piştî 30 salan ji girtîgehê derket: Em ê berxwedanê mezintir bikin
21:58 Rojnamevan Bayram ji girtîgehê derket
19:51 Li îranê 9 kes hatin darvekirin
19:29 Li Sêrtê 5 kes hatin girtin
16:39 HEDEP'ê ji bo avakirina Wezareta Jinê pêşnûmeqanûn da
16:22 Aşan: Îktîdar ji bo dirêjkirina emrê xwe hewl dide destûra bingehîn biguherîne
16:07 26 girtî xistin qawişa 10 kesî: Nikarin bêhnê bigirin
15:17 Danîşîna faîlê destdirêjiyê Babat hate lidarxistin
15:16 Di doza tecawizê ya Weqfa Hîranûrê de biryar hate aşkerekirin
14:51 Dema binçavkirina rojnameger Kaygusuz hate dirêjkirin
14:37 Dozger xwest rêveberên Baroya Amedê yên berê werin cezakirin
14:34 Edîtora Xwebûnê Bal hate binçavkirin
14:31 Bi ser erdheja Wanê re 12 sal derbas bûn: Hêj qadeke kombûnê jî nîne
13:54 Rojnameger Bayram tehliye bû
12:59 Hevseroka HDP’a Mûşê Nergîz hate binçavkirin
12:50 Tevî biryara dûrxistinê jî Ayfer Kaya hate qetilkirin
11:52 Îsraîlê li Xezeyê ‘operasyona rehîneyan’ li dar xist
11:48 ‘Haylo Dîsa Tevlihev Bû’ dê li Stenbolê derkeve pêşberî şanohezan
11:11 Li Tekîrdagê 2 rêveberên HDP’ê hatin binçavkirin
10:42 Ji Bakirhan peyama hilbijartinê: Em ê destkeftiyên xwe li rojava mezintir bikin
10:37 Qeyûm 420 hektarên erd da ber firotinê: Ersa xelas dibin!
10:15 Sûdanî xwest der barê şerê li Qereçoxê de lêpirsîn bê destpêkirin
10:06 Keskîn: Dema em li dijî şer derdikevin divê em li zimanê xwe hişyar bin
09:24 Endamê Meclisa Partiyê ya DBP’ê Gultepe hate binçavkirin
09:06 Kana keviran a li gundê Şivonê debara gundiyan qedand
09:05 Akdenîz: Yên ku aştiya Filistînê diparêzin divê aştiya kurdan jî biparêzin
09:04 Berhevkar Hîlmî Akyol: Kurd çanda xwe berhev nakin
09:01 Xelkê Amedê: Yên ku êrişên li ser Rojava nebîne û xwedî li Filistînê derkeve durûtiyê dikin
09:00 ‘Tecrîd sûcê mirovahiyê ye’
09:00 ROJEVA 23'YÊ COTMEHA 2023'YAN
22/10/2023
23:57 Di teqîna li Qamişloyê de jinekê jiyana xwe ji dest da
23:17 Şaredariya Gundikê Melê şahiya jinan li dar xist
21:42 Amedsporê, Isparta 32 Spor 2 û 1 têk bir
19:35 DBP’ê serdana Sevîlgen kir: Di dawiya rê de serkeftin heye
17:57 Halîde Turkoglû bû Berdevka Meclisa Jinan a HEDEP'ê
17:48 HEDEP û DBP’ê malbatên dijminên hev bûn li hev anîn
17:29 Hêzên Ked û Demokrasiyê: Têkiliyên xwe yên bi Îsraîlê re qut bikin
16:56 Cegerxwîn li ser gora xwe hat bibîranîn
16:31 Li Wanê qezaya trênê: Şivanek bi giranî birîndar bû
16:21 Uysal: Abdullah Ocalan 24 sal in li dijî pergala tecrîdê têdikoşe
15:50 ‘Dengên AKP û CHP’ê dikevin yên HEDEP’ê zêde dibin’
15:33 Xizmên girtiyan 11 binpêkirinên li girtîgehan parve kirin
14:46 Li Xezeyê heta niha 4 hezar û 651 kes hatine kuştin
14:16 Cezaye hefsê li rojnamegerên qetilkirina Jîna Emînî ragihandin birîn
13:27 Girtiyê 30 salan Karaagar bi girseyî hate ziyaretkirin
12:48 Bi ser wefata helbestvanê kurd ê nemir Cegerxwîn re 39 sal derbas bûn
12:30 Parêzeran piştgirî dan kampanyaya ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’
11:45 Di kongreya DBP’ê de ji bo azadiya Abdullah Ocalan bang hate kirin
11:17 Li dijî baregeha DYA’yê êriş hate kirin
11:16 Bernameya mijdarê ya Şanoya Bajar a Amedê diyar bû
10:18 Di êrişên Tirkiyeyê de li Rojava zêdetirî yek milyar dolar xesara madî çêbû
10:13 Hatîmogûllari: Siyaseta tenê bi îktîdarê bide windakirin bes nake, em ê birêve bibin
10:01 Berga Kovara Jinê ya vê hefteyê tecrîd e
09:55 Danişîna xebatkarê Yenî Yaşamê Bayram di 23’yê cotmehê de ye
09:48 Hunermend Şerîf Omerî: Divê em bikin ku haya hemû cîhanê ji tecrîdê hebe
09:07 Malbat dixwaze mirina bi guman bê zelalkirin
09:07 ‘Ên bi unîforma bûn aktorên şerê taybet'
09:06 Dayika Akman: Ji ber kurdbûna wî ceza lê birîn
09:05 Rewşa girtiyê nexweş ê pençeşêr pê re heye û ji sedî 80 astengdar e giran dibe
09:03 Haya mexdûrên erdhejê ji pereyên ji bo wan hatine kom kirin tune ye
09:01 Rojnameger Avesta: Destê PDK’ê heta qirikê ketiye xiyanetê, xilasiya wê nîne
09:00 ROJEVA 22'YÊ COTMEHA 2023'YAN
21/10/2023
23:15 Li Êlihê mîhrîcana çand û hunerê ya jinan
22:46 Di 24 saetên dawî de 248 filistînî hatin kuştin
19:25 Kesên di çalakiya Dayikên Şemiyê de hatin binçavkirin hatin berdan
19:02 Helbestvan Cegerxwîn hat bibîranîn
16:42 Pêkhateyên Şengalê jî beşdarî pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ bûn
16:14 Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Jinan dest pê kir
15:15 ‘Girtiyên nexweş nayên dermankirin'
14:36 Li Amed û Êlihê malbatên windakiriyan daxwazên xwe yên ‘edaletê’ dubare kirin
14:34 ÎHD: Yilmaz Ozalp di encama binpêkirinên mafan de jiyana xwe ji dest da
13:54 Şaxên ÎHD’ê li aqûbeta Fehmî Tosûn ê di binçavan de hate windakirin pirsîn
13:40 Di çalakiya Dayikên Şemiyê de 26 kes hatin binçavkirin
13:18 HEDEP’ê nerazîbûn nîşanî revandina endamê xwe yê ciwan da
11:59 Li Mêrsînê gefa ‘em ê te teslîmî DAIŞ’ê bikin’ li ciwanê HEDEP’î hatiye xwarin
10:17 Tiryakî: Em ê di pêvajoya diyarkirina namzetan de li deriyê her malê bidin
10:09 Li Manîsayê 350 karker ji xwarinê jehrî bûn
09:51 Doza Recep Hantaş: Dadgeha Îstînafê jî nexwestiye polîs were cezakirin
09:49 Nexweşiya wê belavî hemû laşê wê bû: Songul Adin nayê dermankirin
09:31 Li Îmraliyê cezayekî 'dîsiplînê' yê nû
09:07 Rêxistinên ciwanan: Êrişên Îsraîl û Tirkiyeyê wekî hev in
09:07 Bi heman hincetê der barê hevşaredarê de lêpirsîna duyem
09:06 Ji ber wergêrê kurdî tune bû nehat muayenekirin
09:05 Berteka li dijî bêdengiya ji bo Rojavayê: Zilm li her derî zilm e
09:03 Hevseroka PYD'ê ya Girkê Legê: Em bêav û bênan jî bimînin em ê li ber xwe bidin
09:01 Şêniyên gundê Musolar ku ji sedî 80 hilweşiyabû dê vê zivistanê jî bêxanî derbas bikin
09:00 ROJEVA 21'Ê COTMEHA 2023'YAN
08:46 Li Wanê erdhej çêbû
20/10/2023
22:40 Li Eskîşehîrê avêtin ser dawetekê: 23 kes hatin binçavkirin
22:35 Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê: Hezar û 400 kes winda ne
21:15 Nîzam Karaagar piştî 30 salan ji girtîgehê derket
20:16 Di 99'emîn meha Komkujiya Pirsûsê de daxwaza ji bo edaletê hat dubarekirin
18:43 Li Dîlokê qeza: 5 mirî û 17 birîndar
17:08 Temellî: Tercîha budçeya 2024’an a AKP’ê jî şer e!
16:18 Li Midyadê kesek hat kuştin
15:34 Rojnamevan Kaygusuz hat binçavkirin
15:27 Ji bo rojnamevan Salaz mewlûd hat dayîn
15:10 Îzzettîn Sevîlgen ê ku berdana wî 4 caran hatibû taloqkirin, hat berdan