Mexdurên erdhejê vê zivistanê jî bêwar in!

  • rojane
  • 09:02 19 Cotmeh 2023
  • |
img

MEREŞ - Mexdûrên erdhejê ku li navçeya Bazarcixê di konteyniran de dijîn bi lêv kirin ku konteynir ne li gor şert û mercên zivistanê ne û xwestin ku demildest ji wan re xanî bên çekirin. 

 
Li navenda navçeya Bazarcix a Mereşê ku yek ji navenda erdhejên 6'ê Sibatê li Mereşê çêbûn bû 872 xanî hilweşiyan û li gorî reqamên fermî 431 kesan jî jiyana xwe ji dest dan. Hejmara kesên ku li gundan jiyana xwe ji dest danê nayê zanîn û tê diyarkirin ku li Bazarcixê bi giştî zêdetirî hezar kesan jiyana xwe ji dest daye. Li navçeya Bazarcixê ku ji 47 gund û 28 mezrayan pêk tê beriya erdhejê hejmara şeniyên navçeyê 70 hezar û 123 kes bûne. Li navçeya ku di erdhejê de nîviyê wê hilweşiya ji aliyê Wezareta Hawirdor û Bajarvaniyê ve derbarê 752 avahiyan de biryara hilweşandinê hate dayîn. Li navçeyê hilweşandina xaniyên ku xesara giran girtine didome û ji ber ku li navçeyê hê etuda erdê nehatiye kirin, mexdurên erdhejê bi derfetên xwe jî nikarin xaniyan çêbikin. 
 
 
Li Bazarcixê tenê ji aliyê TOKÎ'yê ve li taxên Bagdinsagir û Încîrliyê avahî tên çekirin û ev avahî jî hê neqediyane. Mexdurên erdhejê ku xaniyên wan kêm xesar girtine bi derfetên xwe xaniyên xwe çekirin û di xaniyan de ne. Hejmareke zêde ya navçeyê jî an li konteyniran an jî di konan de ne. Li navçeyê bi tevahî 4 konteynir bajar hatine çekirin. Li taxa Memîş Ozdal ji aliyê Başûrê Koreyê ve konteynir bajarek ku ji hezar û 10 konteyniran pêk tê hatiyê çekirin. Her wiha li derdora Nexweşxaneya Dewletê ya Bazarcixê, taxa Çamli Tepe û herêma Konûtlarê jî konteynir bajar hatinê çekirin û li wan deran jî bi tevahî 2 hezar û 700 konteynir hatine amadekirin. 
 
Lê konteynir jî ji bo şert û mercên zivistanê ne ewle ne û bi nêzbûna demsala zivistanê re mexdurên erdhejê bi fikarin. Mexdurên erdhejê ku ji wan re xanî nehatine çêkirin vê zivistanê jî wê bêxanî derbas bikin. Li konteynir bajara taxa Memîş Ozdal ku em bi mexdurên erdhejê yên di konteyniran de dijîn re axivîn diyar kirin ku konteynir ne li gor şert û mercên zivistanê ne û pirsgirêkên xwe yên ji ber bi cih bûne vegotin.
 
'ALÎKARÎ TÊRA WAN NAKE'
 
Mexdura erdhejê Ayşe Toraman (44) ku bi 4 zarokên xwe ve di konteynirê de dijî diyar kir ku alîkariya ji mexdurên erdhejê re tê dayin ji ber bihabûnê têra wan nake û ev tişt gotin: "Dema erdhej çêbû ez li Qibrisê bûm. Ji bo kar çûbûm wir. Piştî erdhejê ji ber ku xaniyê me li vir bû em vegeriyan. Lê ji ber ku em di kirê de bûn xwediyê xanî em jê derxistin. Li ser vê 3 mehan em di kon de man û pişt re jî bi zehmetiyan em ketin konteyniran. Hevjînê min ji ber xebatê dîsa çû Qibrisê. Ez bi zarokan re li vir im. Alîkariya ku ji mexdurên erdhejê re tê dayin têra me nake. Em ji bo pêdiviyên xwe dabîn bikin ji marketê deyn tînin. Qerta ku ji bo dan û standina marketê ji mexdurên erdhejê re tê dayin jî nedan me. Banga min ji Serokkomarî re heye bila halê me bibîne, ne kincê zarokên min hene ne jî li malê tiştekî xwarinê heye." 
 
'ZIVISTANÊ EM Ê ÇIBIKIN'
 
Bi domdarî Toraman, balkişand ser bi nêzbûna zivistanê û fikarbûna xwe ya ji ber zivistanê wiha anî ziman: "Niha em di meha cotmehê de ne lê ji me re sar e. Zivîstanê em ê çibikin nizanim. Konteynir ne li gor şert û mercên zivistanê ne. Dema zarok avê li ser xwe dikin hûndirê konteynirê tejî av dibe. Ji ber wê em nikarin xaliyan jî di hundir de raxînin. Em nikarin zivistanê di konteyniran de bihewin, divê ji me re xanî bên çekirin."
 
'PIRSGIRÊK PIR IN LÊ ÇARESERÎ TUNE YE'
 
Haticê Şahîngoz (47) ku bi lawikê xwe ve di konteynirê de dijî destnîşan kir ku tevî 8 meh bi ser erdhejê re derbas bûne jî pirsgirêkên wan nehatinê çareser kirin û wiha axivî: "Heta niha xanî nehatinê çekirin. Pirsgirêka bêwarbûne hê berdewam dike. Ava xaniyên ku di erdhejê de hilweşiyane bi awayekî berhewa diçe tu kes jî elaqedar nabe. Gelek pirsgirêk li navçeyê hene lê çareserî tune ye. Pirsgirêkên navçeyê weke roja ewil li cihê xwe sekinî ne. Gelek kes bê war man dibe ku demekê dirêj em neçarî konteyniran bibin. Jixwe tu cihê ku mirov biçê jî tune ye." 
 
'ZIVISTANÊ WÊ ZEHMET BIBE'
 
Di dawiya axaftina xwe de Şahîngoz anî ziman ku konteyner ji bo şert û mercên zivistanê ne ewle ne û wiha berdewam kir: "Em nizanin vê zivistanê em ê di hundirê van konteyniran de çibikin. Dema yek jî ji me avê li laşê xwe dike hûndir tijê av dibe. Her wiha pirsgirêka ceyranê hê çareser nebûye her tim ceyran diçe. Hûndirê konteyiran sar e. Heke xanî neyên çekirin zivistanê konteynir wê pir zehmet bibin."
 
MA / Mahmût Altintaş

Sernavên din

24/10/2023
08:32 Li Cizîrê polîsan avêt ser avahiya HDP’ê
23/10/2023
23:17 Ozturkê piştî 30 salan ji girtîgehê derket: Em ê berxwedanê mezintir bikin
21:58 Rojnamevan Bayram ji girtîgehê derket
19:51 Li îranê 9 kes hatin darvekirin
19:29 Li Sêrtê 5 kes hatin girtin
16:39 HEDEP'ê ji bo avakirina Wezareta Jinê pêşnûmeqanûn da
16:22 Aşan: Îktîdar ji bo dirêjkirina emrê xwe hewl dide destûra bingehîn biguherîne
16:07 26 girtî xistin qawişa 10 kesî: Nikarin bêhnê bigirin
15:17 Danîşîna faîlê destdirêjiyê Babat hate lidarxistin
15:16 Di doza tecawizê ya Weqfa Hîranûrê de biryar hate aşkerekirin
14:51 Dema binçavkirina rojnameger Kaygusuz hate dirêjkirin
14:37 Dozger xwest rêveberên Baroya Amedê yên berê werin cezakirin
14:34 Edîtora Xwebûnê Bal hate binçavkirin
14:31 Bi ser erdheja Wanê re 12 sal derbas bûn: Hêj qadeke kombûnê jî nîne
13:54 Rojnameger Bayram tehliye bû
12:59 Hevseroka HDP’a Mûşê Nergîz hate binçavkirin
12:50 Tevî biryara dûrxistinê jî Ayfer Kaya hate qetilkirin
11:52 Îsraîlê li Xezeyê ‘operasyona rehîneyan’ li dar xist
11:48 ‘Haylo Dîsa Tevlihev Bû’ dê li Stenbolê derkeve pêşberî şanohezan
11:11 Li Tekîrdagê 2 rêveberên HDP’ê hatin binçavkirin
10:42 Ji Bakirhan peyama hilbijartinê: Em ê destkeftiyên xwe li rojava mezintir bikin
10:37 Qeyûm 420 hektarên erd da ber firotinê: Ersa xelas dibin!
10:15 Sûdanî xwest der barê şerê li Qereçoxê de lêpirsîn bê destpêkirin
10:06 Keskîn: Dema em li dijî şer derdikevin divê em li zimanê xwe hişyar bin
09:24 Endamê Meclisa Partiyê ya DBP’ê Gultepe hate binçavkirin
09:06 Kana keviran a li gundê Şivonê debara gundiyan qedand
09:05 Akdenîz: Yên ku aştiya Filistînê diparêzin divê aştiya kurdan jî biparêzin
09:04 Berhevkar Hîlmî Akyol: Kurd çanda xwe berhev nakin
09:01 Xelkê Amedê: Yên ku êrişên li ser Rojava nebîne û xwedî li Filistînê derkeve durûtiyê dikin
09:00 ‘Tecrîd sûcê mirovahiyê ye’
09:00 ROJEVA 23'YÊ COTMEHA 2023'YAN
22/10/2023
23:57 Di teqîna li Qamişloyê de jinekê jiyana xwe ji dest da
23:17 Şaredariya Gundikê Melê şahiya jinan li dar xist
21:42 Amedsporê, Isparta 32 Spor 2 û 1 têk bir
19:35 DBP’ê serdana Sevîlgen kir: Di dawiya rê de serkeftin heye
17:57 Halîde Turkoglû bû Berdevka Meclisa Jinan a HEDEP'ê
17:48 HEDEP û DBP’ê malbatên dijminên hev bûn li hev anîn
17:29 Hêzên Ked û Demokrasiyê: Têkiliyên xwe yên bi Îsraîlê re qut bikin
16:56 Cegerxwîn li ser gora xwe hat bibîranîn
16:31 Li Wanê qezaya trênê: Şivanek bi giranî birîndar bû
16:21 Uysal: Abdullah Ocalan 24 sal in li dijî pergala tecrîdê têdikoşe
15:50 ‘Dengên AKP û CHP’ê dikevin yên HEDEP’ê zêde dibin’
15:33 Xizmên girtiyan 11 binpêkirinên li girtîgehan parve kirin
14:46 Li Xezeyê heta niha 4 hezar û 651 kes hatine kuştin
14:16 Cezaye hefsê li rojnamegerên qetilkirina Jîna Emînî ragihandin birîn
13:27 Girtiyê 30 salan Karaagar bi girseyî hate ziyaretkirin
12:48 Bi ser wefata helbestvanê kurd ê nemir Cegerxwîn re 39 sal derbas bûn
12:30 Parêzeran piştgirî dan kampanyaya ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’
11:45 Di kongreya DBP’ê de ji bo azadiya Abdullah Ocalan bang hate kirin
11:17 Li dijî baregeha DYA’yê êriş hate kirin
11:16 Bernameya mijdarê ya Şanoya Bajar a Amedê diyar bû
10:18 Di êrişên Tirkiyeyê de li Rojava zêdetirî yek milyar dolar xesara madî çêbû
10:13 Hatîmogûllari: Siyaseta tenê bi îktîdarê bide windakirin bes nake, em ê birêve bibin
10:01 Berga Kovara Jinê ya vê hefteyê tecrîd e
09:55 Danişîna xebatkarê Yenî Yaşamê Bayram di 23’yê cotmehê de ye
09:48 Hunermend Şerîf Omerî: Divê em bikin ku haya hemû cîhanê ji tecrîdê hebe
09:07 Malbat dixwaze mirina bi guman bê zelalkirin
09:07 ‘Ên bi unîforma bûn aktorên şerê taybet'
09:06 Dayika Akman: Ji ber kurdbûna wî ceza lê birîn
09:05 Rewşa girtiyê nexweş ê pençeşêr pê re heye û ji sedî 80 astengdar e giran dibe
09:03 Haya mexdûrên erdhejê ji pereyên ji bo wan hatine kom kirin tune ye
09:01 Rojnameger Avesta: Destê PDK’ê heta qirikê ketiye xiyanetê, xilasiya wê nîne
09:00 ROJEVA 22'YÊ COTMEHA 2023'YAN
21/10/2023
23:15 Li Êlihê mîhrîcana çand û hunerê ya jinan
22:46 Di 24 saetên dawî de 248 filistînî hatin kuştin
19:25 Kesên di çalakiya Dayikên Şemiyê de hatin binçavkirin hatin berdan
19:02 Helbestvan Cegerxwîn hat bibîranîn
16:42 Pêkhateyên Şengalê jî beşdarî pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ bûn
16:14 Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Jinan dest pê kir
15:15 ‘Girtiyên nexweş nayên dermankirin'
14:36 Li Amed û Êlihê malbatên windakiriyan daxwazên xwe yên ‘edaletê’ dubare kirin
14:34 ÎHD: Yilmaz Ozalp di encama binpêkirinên mafan de jiyana xwe ji dest da
13:54 Şaxên ÎHD’ê li aqûbeta Fehmî Tosûn ê di binçavan de hate windakirin pirsîn
13:40 Di çalakiya Dayikên Şemiyê de 26 kes hatin binçavkirin
13:18 HEDEP’ê nerazîbûn nîşanî revandina endamê xwe yê ciwan da
11:59 Li Mêrsînê gefa ‘em ê te teslîmî DAIŞ’ê bikin’ li ciwanê HEDEP’î hatiye xwarin
10:17 Tiryakî: Em ê di pêvajoya diyarkirina namzetan de li deriyê her malê bidin
10:09 Li Manîsayê 350 karker ji xwarinê jehrî bûn
09:51 Doza Recep Hantaş: Dadgeha Îstînafê jî nexwestiye polîs were cezakirin
09:49 Nexweşiya wê belavî hemû laşê wê bû: Songul Adin nayê dermankirin
09:31 Li Îmraliyê cezayekî 'dîsiplînê' yê nû
09:07 Rêxistinên ciwanan: Êrişên Îsraîl û Tirkiyeyê wekî hev in
09:07 Bi heman hincetê der barê hevşaredarê de lêpirsîna duyem
09:06 Ji ber wergêrê kurdî tune bû nehat muayenekirin
09:05 Berteka li dijî bêdengiya ji bo Rojavayê: Zilm li her derî zilm e
09:03 Hevseroka PYD'ê ya Girkê Legê: Em bêav û bênan jî bimînin em ê li ber xwe bidin
09:01 Şêniyên gundê Musolar ku ji sedî 80 hilweşiyabû dê vê zivistanê jî bêxanî derbas bikin
09:00 ROJEVA 21'Ê COTMEHA 2023'YAN
08:46 Li Wanê erdhej çêbû
20/10/2023
22:40 Li Eskîşehîrê avêtin ser dawetekê: 23 kes hatin binçavkirin
22:35 Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê: Hezar û 400 kes winda ne
21:15 Nîzam Karaagar piştî 30 salan ji girtîgehê derket
20:16 Di 99'emîn meha Komkujiya Pirsûsê de daxwaza ji bo edaletê hat dubarekirin
18:43 Li Dîlokê qeza: 5 mirî û 17 birîndar
17:08 Temellî: Tercîha budçeya 2024’an a AKP’ê jî şer e!
16:18 Li Midyadê kesek hat kuştin
15:34 Rojnamevan Kaygusuz hat binçavkirin
15:27 Ji bo rojnamevan Salaz mewlûd hat dayîn
15:10 Îzzettîn Sevîlgen ê ku berdana wî 4 caran hatibû taloqkirin, hat berdan
14:50 Budçeya 2024’an pêşkêşî komîsyonê hat kirin