Dîmenên ku îtîrafên Koç ê DAIŞ’î tê de bûn dan temaşekirin

  • rojane
  • 15:31 18 Cotmeh 2023
  • |
img
ENQERE - Yek ji parêzerên Doza Kobanê Ozgur Erol dîmenên ku îtîrafên endamê DAIŞ’ê Servet Koç ê destê wî ji bilî xebatkarê Rojnameya Azadiya Welat Kadrî Bagdû, di kuştina gelek kesan de ye, tê de bûn û ji malbata Bagdû re şandine li eywana danişînê bi şandeya dadgehê dan temaşekirin.
 
Rûniştina sêyemîn a danişîna 37’an a Doza Kobanê ku Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên berê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş jî di nav de 18 jê girtî bi giştî 108 siyasetmedarên kurd bi hinceta bûyerên 6-8’ê Cotmeha 2014’an tê de tên darizandin, li 22’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê ya li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê dest pê kir. 
 
Sebahat Tuncel, Ayla Akat Ata û gelek siyasetmedarên girtî di danişînê de amade bûn. Hevserokên Giştî yên Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) Serhat Çakmak û Ekîn Yeter danişîn şopandin.  
 
 
Di rûniştinê de parêzerê Ayla Akat Ata, Ozgur Erol axivî û pirsgirêkên ku ji ber berdewama rûniştinên bênavber tên jiyîn anî ziman û bertek nîşanî şandeyê da ku di vê biryarê de israr dike. Erol, anî ziman ku wî nikariye di eywana danişînê de parastina muwekîla xwe Ata ya ji bo parastinê amade bike jî guhdar bike û wiha got: “Navê vê rewşa em li vir rast tên yê li sektoreke taybet mobîng e. Bi awayekî hiqûqî jî em di bin tacîza hiqûqî de ne. Em li vir minetê ji kesê nakin. Ez diyar bikim ku ev ferzkirin ne şert û mercên maqûl in.”
 
PIRSA ‘ÇIMA CÎNAYETÊN DAIŞ’Ê KIRINE CIH NAGIRIN?’
 
Erol, ê pişt re li ser mutalaya dozgeriyê rawestiya, pirsa çima di mutalayê de DAIŞ cih nagire pirsî û wiha got: “Li Edeneyê li ser hev di 8’ê cotmehê de pişt re di 10’ê cotmehê de û du re di 14’ê cotmehê de 3 cînayet hatin kirin. Yê di 14’ê cotmehê de hate qetilkirin Kadrî Bagdû bû. Belavkarê rojnameya Azadiya Welat bû. Du cinayet xistine nava dosyayê lê ya Bagdû ne xistine nav. Yek ji van cînayetan jî Yûsûf Gulduren bû. Dema Gulduren bi hevjîn û zarokê xwe re dimeşiya, ji ber her du paş ve man ji Xwedê re xeberan dibêje. 6-7 endamên DAIŞ’ê yên di wê kêliyê de di nava mînîbusekê de bûn peya dibin Gulderen bi yek guleyê dikujin. Tevî ku kesên Gulduren kuştin bi awayekî zelal DAIŞ’î jî ne di dosyayê de cih nagire.”
 
DÎMENÊN KOÇ’Ê DAIŞ’Î DAN TEMAŞEKIRIN
 
Erol da zanîn ku endamê DAIŞ’ê Servet Koç pişt re têkildarî van her cînayetan ji kurê Kadrî Bagdû re dîmen şandine û ew dîmen li eywana danişînê dan guhdarkirin. Erol, bal kişand ku Koçê ku îtîraf dike destê wî di nav her sê cînayetên hatine kirin de heye, ji bo qelebalixa li Taxa Şakîrpaşa kombûye gulebaran kirin disekinîn.  Erol dû re qala îtîrafên Koç kir û diyar kir ku Koç plankiribû ku 50 kesan bikujin lê ji ber bûyera Gulduren qewimiye nikarîne vê plana xwe pêk bînin. 
 
DADGEH JI WAN DAXWAZAN RE BÛ ‘DÎWAR’!
 
Erol, bi lêv kir ku muwekîlên wî beriya niha gotine protestoyên Kobanê hatine provoke kirin, ji bo ev derkeve holê daxwazên wan hebûn lê dadgeh ji van daxwazan re bû “dîwar” û wiha got: “Dozger nedizanî ku ev kes DAIŞ’iyan kuştine ku muwekîlên me bi van cînayetan sûcdar dike? Li gorî nûçeyekê derbarê van kesan de lêpirsîn tê destpêkirin û îfadeyên wan tên wergirtin û tên berdan. Elbet ew ne siyasetmedar in. Çima du salan girtî bimînin! Çûne Sûriyeyê û hatine!”
 
FAÎLAN DI BIN ŞOPA POLÎSAN DE CÎNAYET KIRIN 
 
Erol, bi bîr xist ku Ercan Guler ê tê gotin failê van bûyeran e hatiye binçavkirin û derbarê wî de doz hatiye vekirin. Erol, bal kişand ku derket holê ku Guler jî di dema kuştina Gulduren de amade bûye û beriya ku cînayet pêk were polîsan ev kes beriya hefteyekê dest bi şopandina wan kirine. 
 
Erol, bal kişand ser protestoyên gel ên di meha îlonê de dest pê kirin û di 6’ê cotmehê de gihiştin lutkeyê û li ser banga HDP’ê kir sekinî, destnîşan kir ku heta vê dîrokê jî tu cînayet nehatin kirin. Erol, anî ziman ku di 7’ê cotmehê de ciwanê bi navê Hakan Bûksûr li navçeya Gimgimê bi guleya ji wesayîta polîsan hate berdan jiyana xwe ji dest da û anî ziman ku têkildarî ronîkirina bûyerê tu lêpirsîn nehatin destpêkirin. Erol di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Gelo wê demê çima ev mirov ji vê cînayetê berpirsyar tên girtin? Bersiveke vê ya hiqûqî nebe, dê ya siyasal û sosyal çawa be? Dîmenên derbarê kuştina Hakan Bûksûr de hene, rapora pispor heye lê hate îdaikirin ku têkildarî kuştina Bûksûr de tu delîl nehatine bidestxistin. Her wiha birîndarkirina giran a Ûgûr Bozkûrt qet li ber çavan nehate girtin.”
 
QALA CÎNAYETAN KIR
 
Erol dû re qala cînayetên di 8’ê cotmehê de li navçeya Qoserê hatin kirin, cînayeta Yûnûs Aktaş a ji aliyê polîsan ve di 9’ê Cotmehê de li Wanê hate kirin, Mûrat Dag ê li Amedê hate qetilkirin, Kamîl Taş ê di 8’ê cotmehê de li Sêrtê hate kuştin û Mahsûn Çoban ê li Amedê di dema protestoyan de hate kuştin kir. Erol da zanîn ku tevî ev cînayet diyar in ji aliyê kê ve hatine kirin jî muwekîlên wan ji ber van cînayetan tên sûcdarkirin
 
'BI ECÊBIYA HIQÛQÊ RE RÛ BI RÛ NE' 
 
Erol, bi lêv kir ku bi ecêbiya hiqûqê re rû bi rû mane û bi van gotinan bertek nîşan da: “Ev xeletiyên di îdianameyê de ne, em nabêjin bila di mutalayê de an jî di biryarê de bên rastkirin. Em bi vê yekê hişmendiya îdianame amadekiriye dibînin. Kesekî xwe kuştî û tespîtkirî ye û biryar jî di holê de ye lê neketiye dosyayê. Ev yek pêbaweriya darizandinê bi giştî ji holê radike. Ewlehiya hiqûqî ya muwekîlên me nîne. Em jî xwe di ewlehiyê de hîs nakin. Em nikarin texmîn bikin ku dê çi bi serê me bînin.”

Sernavên din

24/10/2023
09:00 ROJEVA 24'Ê COTMEHA 2023'YAN
08:32 Li Cizîrê polîsan avêt ser avahiya HDP’ê
23/10/2023
23:17 Ozturkê piştî 30 salan ji girtîgehê derket: Em ê berxwedanê mezintir bikin
21:58 Rojnamevan Bayram ji girtîgehê derket
19:51 Li îranê 9 kes hatin darvekirin
19:29 Li Sêrtê 5 kes hatin girtin
16:39 HEDEP'ê ji bo avakirina Wezareta Jinê pêşnûmeqanûn da
16:22 Aşan: Îktîdar ji bo dirêjkirina emrê xwe hewl dide destûra bingehîn biguherîne
16:07 26 girtî xistin qawişa 10 kesî: Nikarin bêhnê bigirin
15:17 Danîşîna faîlê destdirêjiyê Babat hate lidarxistin
15:16 Di doza tecawizê ya Weqfa Hîranûrê de biryar hate aşkerekirin
14:51 Dema binçavkirina rojnameger Kaygusuz hate dirêjkirin
14:37 Dozger xwest rêveberên Baroya Amedê yên berê werin cezakirin
14:34 Edîtora Xwebûnê Bal hate binçavkirin
14:31 Bi ser erdheja Wanê re 12 sal derbas bûn: Hêj qadeke kombûnê jî nîne
13:54 Rojnameger Bayram tehliye bû
12:59 Hevseroka HDP’a Mûşê Nergîz hate binçavkirin
12:50 Tevî biryara dûrxistinê jî Ayfer Kaya hate qetilkirin
11:52 Îsraîlê li Xezeyê ‘operasyona rehîneyan’ li dar xist
11:48 ‘Haylo Dîsa Tevlihev Bû’ dê li Stenbolê derkeve pêşberî şanohezan
11:11 Li Tekîrdagê 2 rêveberên HDP’ê hatin binçavkirin
10:42 Ji Bakirhan peyama hilbijartinê: Em ê destkeftiyên xwe li rojava mezintir bikin
10:37 Qeyûm 420 hektarên erd da ber firotinê: Ersa xelas dibin!
10:15 Sûdanî xwest der barê şerê li Qereçoxê de lêpirsîn bê destpêkirin
10:06 Keskîn: Dema em li dijî şer derdikevin divê em li zimanê xwe hişyar bin
09:24 Endamê Meclisa Partiyê ya DBP’ê Gultepe hate binçavkirin
09:06 Kana keviran a li gundê Şivonê debara gundiyan qedand
09:05 Akdenîz: Yên ku aştiya Filistînê diparêzin divê aştiya kurdan jî biparêzin
09:04 Berhevkar Hîlmî Akyol: Kurd çanda xwe berhev nakin
09:01 Xelkê Amedê: Yên ku êrişên li ser Rojava nebîne û xwedî li Filistînê derkeve durûtiyê dikin
09:00 ‘Tecrîd sûcê mirovahiyê ye’
09:00 ROJEVA 23'YÊ COTMEHA 2023'YAN
22/10/2023
23:57 Di teqîna li Qamişloyê de jinekê jiyana xwe ji dest da
23:17 Şaredariya Gundikê Melê şahiya jinan li dar xist
21:42 Amedsporê, Isparta 32 Spor 2 û 1 têk bir
19:35 DBP’ê serdana Sevîlgen kir: Di dawiya rê de serkeftin heye
17:57 Halîde Turkoglû bû Berdevka Meclisa Jinan a HEDEP'ê
17:48 HEDEP û DBP’ê malbatên dijminên hev bûn li hev anîn
17:29 Hêzên Ked û Demokrasiyê: Têkiliyên xwe yên bi Îsraîlê re qut bikin
16:56 Cegerxwîn li ser gora xwe hat bibîranîn
16:31 Li Wanê qezaya trênê: Şivanek bi giranî birîndar bû
16:21 Uysal: Abdullah Ocalan 24 sal in li dijî pergala tecrîdê têdikoşe
15:50 ‘Dengên AKP û CHP’ê dikevin yên HEDEP’ê zêde dibin’
15:33 Xizmên girtiyan 11 binpêkirinên li girtîgehan parve kirin
14:46 Li Xezeyê heta niha 4 hezar û 651 kes hatine kuştin
14:16 Cezaye hefsê li rojnamegerên qetilkirina Jîna Emînî ragihandin birîn
13:27 Girtiyê 30 salan Karaagar bi girseyî hate ziyaretkirin
12:48 Bi ser wefata helbestvanê kurd ê nemir Cegerxwîn re 39 sal derbas bûn
12:30 Parêzeran piştgirî dan kampanyaya ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’
11:45 Di kongreya DBP’ê de ji bo azadiya Abdullah Ocalan bang hate kirin
11:17 Li dijî baregeha DYA’yê êriş hate kirin
11:16 Bernameya mijdarê ya Şanoya Bajar a Amedê diyar bû
10:18 Di êrişên Tirkiyeyê de li Rojava zêdetirî yek milyar dolar xesara madî çêbû
10:13 Hatîmogûllari: Siyaseta tenê bi îktîdarê bide windakirin bes nake, em ê birêve bibin
10:01 Berga Kovara Jinê ya vê hefteyê tecrîd e
09:55 Danişîna xebatkarê Yenî Yaşamê Bayram di 23’yê cotmehê de ye
09:48 Hunermend Şerîf Omerî: Divê em bikin ku haya hemû cîhanê ji tecrîdê hebe
09:07 Malbat dixwaze mirina bi guman bê zelalkirin
09:07 ‘Ên bi unîforma bûn aktorên şerê taybet'
09:06 Dayika Akman: Ji ber kurdbûna wî ceza lê birîn
09:05 Rewşa girtiyê nexweş ê pençeşêr pê re heye û ji sedî 80 astengdar e giran dibe
09:03 Haya mexdûrên erdhejê ji pereyên ji bo wan hatine kom kirin tune ye
09:01 Rojnameger Avesta: Destê PDK’ê heta qirikê ketiye xiyanetê, xilasiya wê nîne
09:00 ROJEVA 22'YÊ COTMEHA 2023'YAN
21/10/2023
23:15 Li Êlihê mîhrîcana çand û hunerê ya jinan
22:46 Di 24 saetên dawî de 248 filistînî hatin kuştin
19:25 Kesên di çalakiya Dayikên Şemiyê de hatin binçavkirin hatin berdan
19:02 Helbestvan Cegerxwîn hat bibîranîn
16:42 Pêkhateyên Şengalê jî beşdarî pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ bûn
16:14 Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Jinan dest pê kir
15:15 ‘Girtiyên nexweş nayên dermankirin'
14:36 Li Amed û Êlihê malbatên windakiriyan daxwazên xwe yên ‘edaletê’ dubare kirin
14:34 ÎHD: Yilmaz Ozalp di encama binpêkirinên mafan de jiyana xwe ji dest da
13:54 Şaxên ÎHD’ê li aqûbeta Fehmî Tosûn ê di binçavan de hate windakirin pirsîn
13:40 Di çalakiya Dayikên Şemiyê de 26 kes hatin binçavkirin
13:18 HEDEP’ê nerazîbûn nîşanî revandina endamê xwe yê ciwan da
11:59 Li Mêrsînê gefa ‘em ê te teslîmî DAIŞ’ê bikin’ li ciwanê HEDEP’î hatiye xwarin
10:17 Tiryakî: Em ê di pêvajoya diyarkirina namzetan de li deriyê her malê bidin
10:09 Li Manîsayê 350 karker ji xwarinê jehrî bûn
09:51 Doza Recep Hantaş: Dadgeha Îstînafê jî nexwestiye polîs were cezakirin
09:49 Nexweşiya wê belavî hemû laşê wê bû: Songul Adin nayê dermankirin
09:31 Li Îmraliyê cezayekî 'dîsiplînê' yê nû
09:07 Rêxistinên ciwanan: Êrişên Îsraîl û Tirkiyeyê wekî hev in
09:07 Bi heman hincetê der barê hevşaredarê de lêpirsîna duyem
09:06 Ji ber wergêrê kurdî tune bû nehat muayenekirin
09:05 Berteka li dijî bêdengiya ji bo Rojavayê: Zilm li her derî zilm e
09:03 Hevseroka PYD'ê ya Girkê Legê: Em bêav û bênan jî bimînin em ê li ber xwe bidin
09:01 Şêniyên gundê Musolar ku ji sedî 80 hilweşiyabû dê vê zivistanê jî bêxanî derbas bikin
09:00 ROJEVA 21'Ê COTMEHA 2023'YAN
08:46 Li Wanê erdhej çêbû
20/10/2023
22:40 Li Eskîşehîrê avêtin ser dawetekê: 23 kes hatin binçavkirin
22:35 Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê: Hezar û 400 kes winda ne
21:15 Nîzam Karaagar piştî 30 salan ji girtîgehê derket
20:16 Di 99'emîn meha Komkujiya Pirsûsê de daxwaza ji bo edaletê hat dubarekirin
18:43 Li Dîlokê qeza: 5 mirî û 17 birîndar
17:08 Temellî: Tercîha budçeya 2024’an a AKP’ê jî şer e!
16:18 Li Midyadê kesek hat kuştin
15:34 Rojnamevan Kaygusuz hat binçavkirin
15:27 Ji bo rojnamevan Salaz mewlûd hat dayîn
15:10 Îzzettîn Sevîlgen ê ku berdana wî 4 caran hatibû taloqkirin, hat berdan