Rapora OHD’ê ya Amedê: Di mehan de mimaleya xerab li 667 kesan hate kirin

  • rojane
  • 14:57 18 Cotmeh 2023
  • |
img
AMED - OHD’ê têkildarî binpêkirinên li Amedê rapor amade kir û got ku di nava 7 mehan de 667 kes hatin îşkencekirin û rastî miameleya xerab hatin. OHD’ê da zanîn ku ji 24 dosyayan 9 jê bi biryara “neşopandinê” biencam bûn. 
 
Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Amedê têkildarî binpêkirinên di nava 7 mehan de li Amedê hatine kirin rapor amade kir û rapor li avahiya komeleyê bi daxuyaniyekê parve kir. Li gel endamên komeleyê, her wiha rêveberên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) û Egîtîm Senê jî tev li daxuyaniyê bûn. Hevserokê Şaxa OHD’a Amedê Riza Polat diyar kir ku Tirkiye li gorî qanûnên neteweyî û navneteweyî tevnagere. 
 
24 DOSYAYÊN ÎŞKENCEYÊ 
 
Rêvebera Şaxa OHD’a Amedê Zeynep Karayilan rapor xwend. Karayilan, got ku komeleya wan 24 dosyayên têkildarî îşkence û miameleya xerab dişopînin û wiha got: “Ji van dosyayan 14 jê di pêvajoya lêpirsînê de ne û ji bo 9’an jî biryara neşopandinê hate dayîn. Di vê pêvajoyê de tenê ji bo dosyayeke me bi sedema ‘birîndarkirina sivik’ doz hate vekirin û pêvajoya darizandinê didome. Her wiha di nava 7 mehan de li Amedê komeleya me 8 bûyerên îşkence û miameleya xerab tespît kirin û serlêdanên hiqûqî yên pêwîst kir.” 
 
REWŞA GIRTÎGEHAN 
 
Karayilan, ji bo biryarên “hewcehî bi şopandinê nîne” got ku “encama polîtîkaya necezakirinê ye.” Bi domdarî Karayilan ev tişt anî ziman: “Yek ji deverên ku îşkence û miameleya xerab herî zêde lê tên jiyîn jî girtîgeh in. Lêgerîna tazî, mudaxileya fîzîkî, hejmartina li ser pêyan, derb, heqaret, tecrîda girankirî, heta demekî dirêj bi tenê ragirtina girtiyan a di odeyên yekkesî de, destûrnedayîna sûdgirtina ji çalakiyên civakî û hêj gelek binpêkirinên din li girtîgehan diqewimin. Hem ji hêla fîzîkî hem jî ji hêla ruhî ve sepanên îşkenceyê li girtiyan tên ferzkirin.” 
 
ÇALAKÎ Û XWEPÊŞANDAN 
 
Bi domdarî Karayilan diyar kir ku îşkence û miameleya xerab a li cihên nefermî zêde bûne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Jixwe ev demekî pir dirêje bi awayekî keyfî mafê lidarxistina çalakî û xwepêşandanên aştiyane tê astengkirin û mafê azadiya xweîfadekirinê tê binpêkirni. Yên dixwazin van mafên xwe li dar bixin jî rastî miameleya xerab û îşkenceya hêzên ewlekariyê tên. Divê derheqê van hêzên ewlekariyê de tavilê lêpirsînên bibandor bên destpêkirin. 
 
DAXWAZA LÊPIRSÎNA BIBANDOR 
 
Em dixwazin pêvajoyên lêpirsînê bibandor bên meşandin. Di serî de Wezareta Dadê û Wezareta Karên Hundir, divê hemû otorîteyên cemaweriyê yên bibandor û berpirsyar ji bo lêpirsînên bibandor bikevin nava hewldanan û dev ji polîtîkaya necezakirinê berdin.” 
 
Tespîtên di raporê de wiha ne: 
 
“* Ji bilî kesên di çalakiya Newrozê ya di 21’ê Adara 2023’yan de bi awayekî neqeydkirî hatine binçavkirin, 57 jê zarok bi giştî 350 kes bi îşkence û miameleya xerab hatin binçavkirin û her wiha bi sedan kes destkelemçekirî bi saetan di wesayîtê de hatin sekinandin. 
 
* Hêzên ewlekariyê di 28’ê adara 2023’yan de li korîdorên edliyeya navçeya Bismilê ji ewil li pêşiya odeya dozger û piştre jî li daşirê îşkence û miameleya xerab li welatiyekî ji sedî 72 astengdar kir. Endamên me yên li edliyeyê serî li saziyê dan. 
 
* Di çarçoveya operasyona navenda wê Amed a di 25’ê nîsana 2023’yan de hatiye destpêkirin de nêzî 200 kes bi îşkenceyê hatin binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin birin navendên qereqolan ên li deverên cuda yên bajar. Ji ber biryara qedexeya hevdîtinê nekarîn 24 saetan bi parêzerên xwe re hevdîtinê bikin û agahî jê nehatin girtin. Piştre hate tespîtkirin ku hejmareke bi ser kapasîteya nezaretxaneyan li heman cihî hatine ragirtin û bêhewa hatine hiştin. Piştre jî welatiyên derxistin edliyeyê bi saetan di korîdorên edliyeyan de hatine destkelemçekirî hatine sekinandin. Her wiha welatiyên derxistin pêşberî dozger, bi awayekî dermirovî zêdetirî saetekê li ser pêyan hatine sekinandin û îfadeyên wan hatine girtin. 
 
* Li gundê Turelî yê Licê 4 welatiyên şivantî dikirin bi îdiaya gumanbar di sasetên serê sibehê de bi awayekî neheq û derhiqûqî hatin binçavkirin û rastî îşkence û miameleya xerab a hêzên ewlekariyê hatin. Ji pişt ve hatin kelemçekirin û pêdevî li erdê hatin dirêjkirin. Piştî gundiyên din ketin navberê hatin berdan. Yek ji faîlên vê bûyerê di 12’ê tîrmeha 2023’yan de li ser hesaba xwe ya Tîktokê bi sernavê ‘ÎNTÎKAM’ vîdeo parve kir. Ji mexdûrên bûyerê H.Y. serî li saziyê da. 
 
* Di 17’ê tîrmeha 2023’yan de dema hêzên ewlekariyê li Parka Rihanê welatî binçav dikir, hêzeke zêde bi kar anîn û midaxileyî welatiyan kirin. Di dema binçavkirinê de gaza îsotê ya sprey avêt çavên welatiyan û piştre jî heta demekî îşkence û miameleya xerab lê kirin. Ji mexdûrên bûyerê M.S. serî li saziya me da. 
 
* Di 26’ê tebaxa 2023’yan de hêzên ewlekariyê li Farqînê bi ser konê welatiyên koçertî dikirin de girtin û 4 welatî bi îşkence û miameleya xerab binçav kirin. Her wiha konên wan hatin şewitandin. Nehiştin 24 saetan bi miwekîlan re hevdîtin were kirin. Di dîmenên li ser çapemeniyê belav bûn de xuya dike ku du welatî hatine tazîkirin, ji pişt ve hatine kelemçekirin û li erdê hatine dirêjkirin. 
 
* Di 9’ê cotmeha 2023’yan de hat xwestin ku li Parka Koşuyoluyê daxuyanî were dayîn. Lê hêzên ewlekariyê êriş kirin û 105 welatî bi îşkence û miameleya xerab binçav kirin. Ev welatî bi saetan di hundirê otobûsê de destkelemçekirî hatin ragirtin. Her wiha di dema binçavkirinê de zêdetirî 12 saetan tu xwarin û vexwarin nehatin dayîn.” 
 

Sernavên din

24/10/2023
08:32 Li Cizîrê polîsan avêt ser avahiya HDP’ê
23/10/2023
23:17 Ozturkê piştî 30 salan ji girtîgehê derket: Em ê berxwedanê mezintir bikin
21:58 Rojnamevan Bayram ji girtîgehê derket
19:51 Li îranê 9 kes hatin darvekirin
19:29 Li Sêrtê 5 kes hatin girtin
16:39 HEDEP'ê ji bo avakirina Wezareta Jinê pêşnûmeqanûn da
16:22 Aşan: Îktîdar ji bo dirêjkirina emrê xwe hewl dide destûra bingehîn biguherîne
16:07 26 girtî xistin qawişa 10 kesî: Nikarin bêhnê bigirin
15:17 Danîşîna faîlê destdirêjiyê Babat hate lidarxistin
15:16 Di doza tecawizê ya Weqfa Hîranûrê de biryar hate aşkerekirin
14:51 Dema binçavkirina rojnameger Kaygusuz hate dirêjkirin
14:37 Dozger xwest rêveberên Baroya Amedê yên berê werin cezakirin
14:34 Edîtora Xwebûnê Bal hate binçavkirin
14:31 Bi ser erdheja Wanê re 12 sal derbas bûn: Hêj qadeke kombûnê jî nîne
13:54 Rojnameger Bayram tehliye bû
12:59 Hevseroka HDP’a Mûşê Nergîz hate binçavkirin
12:50 Tevî biryara dûrxistinê jî Ayfer Kaya hate qetilkirin
11:52 Îsraîlê li Xezeyê ‘operasyona rehîneyan’ li dar xist
11:48 ‘Haylo Dîsa Tevlihev Bû’ dê li Stenbolê derkeve pêşberî şanohezan
11:11 Li Tekîrdagê 2 rêveberên HDP’ê hatin binçavkirin
10:42 Ji Bakirhan peyama hilbijartinê: Em ê destkeftiyên xwe li rojava mezintir bikin
10:37 Qeyûm 420 hektarên erd da ber firotinê: Ersa xelas dibin!
10:15 Sûdanî xwest der barê şerê li Qereçoxê de lêpirsîn bê destpêkirin
10:06 Keskîn: Dema em li dijî şer derdikevin divê em li zimanê xwe hişyar bin
09:24 Endamê Meclisa Partiyê ya DBP’ê Gultepe hate binçavkirin
09:06 Kana keviran a li gundê Şivonê debara gundiyan qedand
09:05 Akdenîz: Yên ku aştiya Filistînê diparêzin divê aştiya kurdan jî biparêzin
09:04 Berhevkar Hîlmî Akyol: Kurd çanda xwe berhev nakin
09:01 Xelkê Amedê: Yên ku êrişên li ser Rojava nebîne û xwedî li Filistînê derkeve durûtiyê dikin
09:00 ‘Tecrîd sûcê mirovahiyê ye’
09:00 ROJEVA 23'YÊ COTMEHA 2023'YAN
22/10/2023
23:57 Di teqîna li Qamişloyê de jinekê jiyana xwe ji dest da
23:17 Şaredariya Gundikê Melê şahiya jinan li dar xist
21:42 Amedsporê, Isparta 32 Spor 2 û 1 têk bir
19:35 DBP’ê serdana Sevîlgen kir: Di dawiya rê de serkeftin heye
17:57 Halîde Turkoglû bû Berdevka Meclisa Jinan a HEDEP'ê
17:48 HEDEP û DBP’ê malbatên dijminên hev bûn li hev anîn
17:29 Hêzên Ked û Demokrasiyê: Têkiliyên xwe yên bi Îsraîlê re qut bikin
16:56 Cegerxwîn li ser gora xwe hat bibîranîn
16:31 Li Wanê qezaya trênê: Şivanek bi giranî birîndar bû
16:21 Uysal: Abdullah Ocalan 24 sal in li dijî pergala tecrîdê têdikoşe
15:50 ‘Dengên AKP û CHP’ê dikevin yên HEDEP’ê zêde dibin’
15:33 Xizmên girtiyan 11 binpêkirinên li girtîgehan parve kirin
14:46 Li Xezeyê heta niha 4 hezar û 651 kes hatine kuştin
14:16 Cezaye hefsê li rojnamegerên qetilkirina Jîna Emînî ragihandin birîn
13:27 Girtiyê 30 salan Karaagar bi girseyî hate ziyaretkirin
12:48 Bi ser wefata helbestvanê kurd ê nemir Cegerxwîn re 39 sal derbas bûn
12:30 Parêzeran piştgirî dan kampanyaya ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’
11:45 Di kongreya DBP’ê de ji bo azadiya Abdullah Ocalan bang hate kirin
11:17 Li dijî baregeha DYA’yê êriş hate kirin
11:16 Bernameya mijdarê ya Şanoya Bajar a Amedê diyar bû
10:18 Di êrişên Tirkiyeyê de li Rojava zêdetirî yek milyar dolar xesara madî çêbû
10:13 Hatîmogûllari: Siyaseta tenê bi îktîdarê bide windakirin bes nake, em ê birêve bibin
10:01 Berga Kovara Jinê ya vê hefteyê tecrîd e
09:55 Danişîna xebatkarê Yenî Yaşamê Bayram di 23’yê cotmehê de ye
09:48 Hunermend Şerîf Omerî: Divê em bikin ku haya hemû cîhanê ji tecrîdê hebe
09:07 Malbat dixwaze mirina bi guman bê zelalkirin
09:07 ‘Ên bi unîforma bûn aktorên şerê taybet'
09:06 Dayika Akman: Ji ber kurdbûna wî ceza lê birîn
09:05 Rewşa girtiyê nexweş ê pençeşêr pê re heye û ji sedî 80 astengdar e giran dibe
09:03 Haya mexdûrên erdhejê ji pereyên ji bo wan hatine kom kirin tune ye
09:01 Rojnameger Avesta: Destê PDK’ê heta qirikê ketiye xiyanetê, xilasiya wê nîne
09:00 ROJEVA 22'YÊ COTMEHA 2023'YAN
21/10/2023
23:15 Li Êlihê mîhrîcana çand û hunerê ya jinan
22:46 Di 24 saetên dawî de 248 filistînî hatin kuştin
19:25 Kesên di çalakiya Dayikên Şemiyê de hatin binçavkirin hatin berdan
19:02 Helbestvan Cegerxwîn hat bibîranîn
16:42 Pêkhateyên Şengalê jî beşdarî pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ bûn
16:14 Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Jinan dest pê kir
15:15 ‘Girtiyên nexweş nayên dermankirin'
14:36 Li Amed û Êlihê malbatên windakiriyan daxwazên xwe yên ‘edaletê’ dubare kirin
14:34 ÎHD: Yilmaz Ozalp di encama binpêkirinên mafan de jiyana xwe ji dest da
13:54 Şaxên ÎHD’ê li aqûbeta Fehmî Tosûn ê di binçavan de hate windakirin pirsîn
13:40 Di çalakiya Dayikên Şemiyê de 26 kes hatin binçavkirin
13:18 HEDEP’ê nerazîbûn nîşanî revandina endamê xwe yê ciwan da
11:59 Li Mêrsînê gefa ‘em ê te teslîmî DAIŞ’ê bikin’ li ciwanê HEDEP’î hatiye xwarin
10:17 Tiryakî: Em ê di pêvajoya diyarkirina namzetan de li deriyê her malê bidin
10:09 Li Manîsayê 350 karker ji xwarinê jehrî bûn
09:51 Doza Recep Hantaş: Dadgeha Îstînafê jî nexwestiye polîs were cezakirin
09:49 Nexweşiya wê belavî hemû laşê wê bû: Songul Adin nayê dermankirin
09:31 Li Îmraliyê cezayekî 'dîsiplînê' yê nû
09:07 Rêxistinên ciwanan: Êrişên Îsraîl û Tirkiyeyê wekî hev in
09:07 Bi heman hincetê der barê hevşaredarê de lêpirsîna duyem
09:06 Ji ber wergêrê kurdî tune bû nehat muayenekirin
09:05 Berteka li dijî bêdengiya ji bo Rojavayê: Zilm li her derî zilm e
09:03 Hevseroka PYD'ê ya Girkê Legê: Em bêav û bênan jî bimînin em ê li ber xwe bidin
09:01 Şêniyên gundê Musolar ku ji sedî 80 hilweşiyabû dê vê zivistanê jî bêxanî derbas bikin
09:00 ROJEVA 21'Ê COTMEHA 2023'YAN
08:46 Li Wanê erdhej çêbû
20/10/2023
22:40 Li Eskîşehîrê avêtin ser dawetekê: 23 kes hatin binçavkirin
22:35 Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê: Hezar û 400 kes winda ne
21:15 Nîzam Karaagar piştî 30 salan ji girtîgehê derket
20:16 Di 99'emîn meha Komkujiya Pirsûsê de daxwaza ji bo edaletê hat dubarekirin
18:43 Li Dîlokê qeza: 5 mirî û 17 birîndar
17:08 Temellî: Tercîha budçeya 2024’an a AKP’ê jî şer e!
16:18 Li Midyadê kesek hat kuştin
15:34 Rojnamevan Kaygusuz hat binçavkirin
15:27 Ji bo rojnamevan Salaz mewlûd hat dayîn
15:10 Îzzettîn Sevîlgen ê ku berdana wî 4 caran hatibû taloqkirin, hat berdan
14:50 Budçeya 2024’an pêşkêşî komîsyonê hat kirin