Amediyan: Kî dê di sindoqan de, bê veşartin em ê bibînin

  • rojane
  • 09:57 27 Nîsan 2018
  • |
img

AMED - Piştî biryara hilbijartina zordest me mikrofon dirêjî Amediyan kir. Amedî namzetekê hevpar ê mûxalifetê yê ku dê bê diyar kirin erênî dibinîn û li dijî gotina Serokê Giştî yê AKP’ê Erdogan “HDP’ê di sindoqan de veşêrin” bersiva “Em ê bibîn ka dê kê di sidoqan de veşêre." dan. 

 
Piştî biryara hilbijartina zordest a îtîfaqa AKP û MHP’ê me mîkrofan dirêjî Amediyan kir. Me ji Amediyan gelo hûn dixwazin kê bibe bernamzetê Serokomariyê û fermana Serokê Giştî yê AKP’ê Erdogan “HDP’ê di sindoqan de veşêrin” pirsîn. Piraniya Amediyan xwestin Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş bibe bernamzetê Serokomariyê û li dijî fermana Erdogan jî gotin “Emê di  sindoqan de bersivê bidin Erdogan.”
 
Amediyan wiha bersiv dan pirsên me:
 
Kenan Sarî: Dixwazin AKP biçe. Ji ber vê bila bernamzetê hevpar ê mûxalefê derbikeve. Ger nikaribin derbixin êdî bila biçin li malên xwe rûnin. Gelo ji bilî Erdogan kesek din tuneye? Dinava 16 salan de golo kîjna pirsgirêk çareser kir? Ji ber vê teqez divê Erdogan here. Em Erdogan naxwazin. Kesekê tenê li dijî Erdogan mûxaliftî dikir hebû ew jî kirin girtîgehê. Gelo çawan dikarin vîna gelekê bikin girtîgehê? Êdî misqalî zerre baweriya min bi demokrasiyê nayê. Hemû derewe.
 
Jiyan Bulut: Ez ditirsim nêrîna xwe bêjim. Xwezî hemû kesê karibûya bi awayekê azad nêrîna xwe bigota. Destûr dane partî bên avakirin, lê gava em dengên xwe diyar dikin sûc tê dîtin. Ji ber vê ez naxwazim di rewşek wiha de biaxivîm.
 
Kadîr Kalin: Dibe ku Abdullah Gul  be, Kemal Kiliçdaroglu be. Niha  tenê Recep Tayyîp Erdogan û Meral Akşener bûne bernamzet.  Bêguman di dilê min de Selahattîn Demîrtaş heye. Siyasetmedareke mîna Demîrtaş ne hatiye Tirkiyeyê û dê neyê jî. Dengên HDP’ê dê derbikevin 14’an. Ji xwe em ê di sandiqan de bibînin. 
 
Saît Durmuş: Teqez divê HDP Selahattîn Demîrtaş bernamzet nîşan bide. Dengên HDP’ê yên bingehîn hene. Kes nikare HDP’ê di sandiqan de veşêre. Berevajî yên dibêjin ‘emê HDP’ê di sandiqan de veşêrin, ewê di sandiqan de bên definkirin.’
 
Sekvan Adali: Abdullah Gul mirovek tekûze, lê em Selahattîn Demîrtaş dixwazin. Ji ber ku Demîrtaş baş mûxalîftî dikir, hat girtin. Tehemûla wî nekirin.  Gole li wesayîta wî reşandin, lê ew cardin bêdeng nebû. Ew tu carî ji nekiriye. Emê di sandiqan de vê nîşanî wan bikin.
 
Burak Dagdelen: Dîvê HDP Selahattîn Demîrtaş bernamzet nîşan bide. Li Tirkiyeyê rêberê herî başe. Gelê Amedê piştgiriyê dide wî. Ew ji bo gelê xwe ket girtîgehê, divê niha jî em wî ji girtîgehê derbixin.
 
Saadet Kaban: Hilbijartina zordest ne raste. Hemû siyasetmedar eynîne. Ji ber vê ez dengê xwe bikar nayînim. Siyaset derewe. 
 
M. Şerîf Aygun: Bêguman em serokomarekê ji derveyî Erdogan dixwazin. Ji ber vê divê bernamzeteke hevpar derbikeve. Bernamzetê hevpar dibe ku Muharrem Înce be û HDP jî dikare bernamzetekê derbixe. Ez dixwazim Selahattîn Demîrtaş be. Di sindoqan de kê dê bê veşartin emê bibînin.
 
Leyla Kaplan: Ger Selahattîn Demîrtaş bibe bernamzet dê hemû kes dengê xwe bide wî. Bi awayekê bêhiqûqî hat girtin. Dibe ku dengên me Demîrtaş derbixe.
 
Cemîl Sevda: Ezê dengê xwe bidin HDP’ê û Selahattîn Demîrtaş. Ji ber zextên Erdogan niha bêdengiyek heye. Em di HDP’ê de bi biryarin.
 
Azîz Aslan: Ez bernamzetek demokratîk dixwazim. Bêguman kesek heye. Hina bernamzet ne diyarin. Bêguman dê welat bê xwedî nemîne. 
 
Haci Yusuf Kalay: Bernamzet ne diyarin, lê ez dixwazim bidim Selahattîn Demîrtaş. Pergala heyî naxwazim berdewam bike. Ji ber vê divê mûxalefet bibe yek.
 
Bedîr Hakan: Bila Selahattîn Demîrtaş bibe bernamzet. Erdogan dibêje ‘ez hatim xapandin’, lê di rastiyê tim Kurd tên xapandin. Vê carê karê Erdogan qediya. Lê hîna xwe dixapîne û dibêji dê HDP têk bniçe. 
 
Salîh Sevîndîk: Kes tuneye. Ez nafikirim biçim ser sandiqan. Hemû alî bûne rantçî. Serê min tevlî heve.
 
Mazlum Reva: Bêguman ez ê dengê xwe bidim Demîrtaş. Amed keleha HDP’ê ye. Kes nikare vê kelehê derbas bike.
 
Kemal Mahsur: Bila Selahattîn Demîrtaş bernamzet nîşan bidin. Esîl ewê di sandiqan de bên veşartin. Dê hesabê hemû tiştî ji wan bê pirsîn. Bi taybetî dê hesabê wêrankirina bajaran ji wan bê pirsîn. Ji ber vê dê AKP wina da bike.
 
Zana Sonmez: Ez dixwazim Selahattîn Demîrtaş bibe bernamzet. Em ê bibînin di sandiqan de dê kê bê veşartin. Heya roja îro kesekê nekarî HDP’ê veşêre. Gelo dê Erdogan veşêre? Wisan hema bi gotina wî ev kar wiha naçe. HDP vîna vî geliye, kes nikare têk bibe.
 
Alî Kemal Zor: Kesekê cûdariyê neke dixwazim bibe namzet. Dê ne cahîl be. Willehî em ji cahîlan bêzar bûn. Qet nebe bila şareza be.
 
MA / Cîhan Olmez

Sernavên din

29/04/2018
10:02 Di serdema AKP'ê de 20 hezar û 500 karker mirin
09:13 Qeyûmê Şirnexê şaredariyê hibe dike!
09:12 Banga 1’ê Gulanê: Em ê mîna artêşa betalan biherikin qadan
09:11 'Naxwazin em li ser gora zarokên xwe jî dua bikin'
09:11 ‘Em ê starta 24’ê Hezîranê di 1’ê Gulanê de bidin’
09:10 Karkerên Sûriyeyî: Em bimirin jî ne xema kesî ye
09:09 Amed ji bo 1'ê Gulanê amade ye
09:08 Li Geverê rêjeya betaliyê ji sedî 70’ê ye
09:08 Danişîna Demîrtaş sibê ye: Tekane delîl deşîfrasyona xelet a axaftina ye
09:00 ROJEVA 29'E NÎSANA 2018'AN
08:02 Polîsan bi ser avahiya HDP'ê de û girt 41 kes binçav kirin
28/04/2018
19:54 Polîsan avêt ser civîna gel a HDP’ê
19:43 Bûldan: Gelê kurd derî li AKP’ê girtin
18:17 Temellî: Ji tirsa me asteng dikin
17:12 Girtiya nexweş ku derman nedanê jiyana xwe ji dest da
16:56 Turkdogan: Hêza muxalif ji bo dawî li vê rêveberiyê bîne divê bibe yek
16:50 Buldan: 25’ê Hezîranê dê beyî Erdogan û Bahçelî derbas bibe
16:48 Namzetê Dihokê Kamuran Berwarî rastî êrîşê hat
16:20 Xebatkarên TV10 dawî li çalakiya xwe anîn
16:05 ‘Girtina Budakê ji sedî 96 astengdar, şerma mirovahiyê ye’
15:28 Cîhan ji bo Sûr û Heskîfê rabû ser piya: Em li Sûr, Heskîf û Çemê Dîcleyê ne, em naçin, li vir in
15:16 Parlamenterên HDP’ê ji bo 1’ê Gulanê belakov belav kirin
15:15 Heyeta HDP'ê sibê li Colemêrgê ye
15:08 Midûrê fermana kaşkirina Bîrlîk da, bû bernamzetê AKP’ê
15:04 KESK'a Colemêrgê dê 1'ê Gulanê li Bazara Gel pîroz bikin
14:46 Kesên di 1’ê Gulana 1977’an jiyana xwe ji dest dan hatin bibîranîn
14:44 ÎHD'ê aqûbeta 250 rewşenbirên 103 berê hatin windakirin pirsîn
14:29 Karkerekê îşeatê jiyana xwe ji dest da
14:15 Kedkaran banga tevlîbûna 1’ê Gulanê kirin
14:14 Ew li dawetê binçav kirin û 24 sal e winda ye
14:08 Aqûbeta Tanîel Varujan pirsîn: Tevî wî helwestên wî jî winda bûn
14:01 Şandeya HDP’ê ji bo Kiliç ê di greva bîrçîbûnê de bang li CHP û DÎSK’ê
12:48 Buldan: Gelên Tirkiyeyê êdî îtîfaqa AKP-MHP’ê naxwazin
12:47 Qeyûm ji bo MHP’ê seferber bû
11:54 Kîloya bi 80 TL li hewa difiroşin
11:53 YSK’ê biryara ‘hilbijartina zordest’ ragihand
11:40 Li Denîzlî di serdegirtina malan de gelek kes hatin binçavkirin
11:31 Nisêbîniyan eleqeyek mezin nîşanî Temellî dan
11:28 Leşkeran li Efrînê zarokek kuştin
11:03 'Şerê li Sûriye li dora Helebê kom dibe'
10:29 Jinên penaber çîrokên xwe parve dikin
09:47 Kedkarên Êlihê: Em di govenda demokrasiyê de hev bibînin
09:19 Piştî 2 salan qedexeya li Nisêbînê bi dawî bû
09:18 Dê ji bo Goristana Xerzanê serî li NY’yê bide
09:17 Malbatan bertek nîşanî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan dan
09:16 ‘Eger bi sandalyeya bitekel be jî ez ê biçim 1’ê Gulanê’
09:15 Xwendekarên Zanîngeha Stenbolê: Dê pêşnûma di zanîngehan re derbas nebe
09:15 Hilbijêrên Îzmîrê: Hikûmet jî dizane dê winda bike
09:14 Li Almanyayê ji bo Arîn Mîrxanê dê konserek bê lidarxistin
09:14 Xeyala xwe pêk anî, atolyeya xwe ya hunerê vekir
09:00 ROJEVA 28'Ê NÎSANA 2018'AN
27/04/2018
17:01 Serlêdana malbatan a Îmraliyê cara 73'an hat redkirin
16:02 Buldan: Li ser sindoqan birêz Ocalan bînin bîra xwe
15:12 'Heke dewlet bixwaze dikare bûyera Elçî ronî bike’
15:11 Rêveberê TUHAD-DER'ê hat binçavkirin
15:01 Li Wan û Edeneyê banga beşdariya 1’ê Gulanê hat kirin
14:59 Temellî li Qoserê ye: Tirkiye aramî û aştiya xwe winda kiriye
14:30 Buldan li Bazîdê got: Peykerê Ehmedê Xanî yê hilweşandî nîşanî AKP’ê bidin
14:08 Bîlgen: Em bi hilbijartina firsenda ne wekhev û bê edalet re rû bi rû ne
13:56 Ji bo Katoyê sewqiyata petrolê
13:36 Ji Baroya Enqere kampanya hilbijartinê: ‘Her dibistanek û parêzerek'
13:06 Kelûpelên DÎHA û JINHA derxistin ber firotinê
12:49 Di 'Doza KCK'ê ya çapemeniyê' de daxwaza derketina derve hat redkirin
12:02 Hevserokê HDP'ê Temellî li Qoserê ye
11:52 Li Stenbolê operasyona binçavkirinê
11:44 Malbat ji bo biçin Îmraliyê cara 73’emîn serî li Dozgeriyê dan
11:37 Ji bo Heskif û Sûrê li 20 welatên çalakiyên hemwext
11:18 KCD'ê 1'ê Gulanê karker û kedkaran pîroz kir
10:57 Eugene Schoulgin: Pergala Tirkiye dîktatoriya demokratîk e
10:09 3 sal e bi guleya polîsan dijî, lê doz venabe
09:57 Amediyan: Kî dê di sindoqan de, bê veşartin em ê bibînin
09:21 Tama hezaran salan: Raxistî
09:20 Rêveberên HDP û DBP’ê: Dîlok ji hilbijartinê re amade ye
09:19 Rêxistinên Kedê: Ev hilbijartina hesab pirsîna ji hikumetê ye
09:18 Partiyên siyasî yên Edeneyê: Em ê qezenc bikin
09:17 Ji ber nameya siyasetmedarên girtî xwendin lêpirsîn hat destpêkirin
09:17 Ji ber rewşa heyî 3 salin Mîhrîcana Avaspî nayê lidarxistin
09:16 Erdogan ferman da: Li şûna ku qada hêşîn bê çêkirin, dê mizgeft bê çêkirin
09:16 Dê bi sirûda ‘Soman’in Bulutlari’ di 1’ê Gulanê de bibin dengê karkeran
09:15 Meşa Beklevîç di roja 12’an de ye: Dê gel Erdogan di sindoqan de veşêre
09:14 Eliaçik: Ez li pişt gotinên xwe me, tiştên hatin kirin derî mirovahiyê ne
09:13 Parêzerê Alayumat: Nexwe pirsgirêk ne wêne ne, perspektîfa muxalif e
09:00 ROJEVA 27'Ê NÎSANA 2018'AN
26/04/2018
17:30 Qeyûmê Sûrê ji bo bibe wekîlê AKP’ê îstîfa kir
16:45 Şandeya HDP’ê li Rihayê rastî eleqeyek mezin hat
16:15 Faîlên Enes Ata û Mahsum Mizrak beraet kirin
16:06 Ji bo Mamoste Ayşe daxwaza 'serbestiya bi kontrol'
16:01 Mem Ararat: Ji hunera min nefretê dikin
15:25 21’emîn Mîhrîcana Fîlman a Jinan a Navneteweyî dest pê dike
15:05 Temellî: Efrîn dê talankeran defin bike em jî dê îktîdarê defin bikin
14:35 Akin Atalay beşdarî Nobeta Edaletê bû: Li Tirkiyeyê edalet tuneye
14:30 Hêzên Ked û Demokrasiyê: Em di 1’ê Gulanê de li Gundogduyê ne
14:11 Kemal Turkler li ser gora xwe hat bibîran în
14:11 Birayê Kurkut: Dadgeh tevî ew qas delîlên zelal dê bi kijan delîlên îkna bibe?
13:46 'Ji bo Heskîf di bin avê de nemîne em li benda we ne’
13:45 HDP’a Şemzînanê starta hilbijartinê da
13:43 Polîsê Fendîk kuşt: Em fermanan bi cih tînin
12:39 Li Edeneyê cînayeta kar: Karkerê penaber jiyana xwe ji dest da
12:34 Dozek din li Hevseroka KCD'ê Guven hat vekirin
12:28 Kesek li Riha hat binçavkirin