Amediyan: Kî dê di sindoqan de, bê veşartin em ê bibînin 2018-04-27 09:57:26 AMED - Piştî biryara hilbijartina zordest me mikrofon dirêjî Amediyan kir. Amedî namzetekê hevpar ê mûxalifetê yê ku dê bê diyar kirin erênî dibinîn û li dijî gotina Serokê Giştî yê AKP’ê Erdogan “HDP’ê di sindoqan de veşêrin” bersiva “Em ê bibîn ka dê kê di sidoqan de veşêre." dan.    Piştî biryara hilbijartina zordest a îtîfaqa AKP û MHP’ê me mîkrofan dirêjî Amediyan kir. Me ji Amediyan gelo hûn dixwazin kê bibe bernamzetê Serokomariyê û fermana Serokê Giştî yê AKP’ê Erdogan “HDP’ê di sindoqan de veşêrin” pirsîn. Piraniya Amediyan xwestin Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş bibe bernamzetê Serokomariyê û li dijî fermana Erdogan jî gotin “Emê di  sindoqan de bersivê bidin Erdogan.”   Amediyan wiha bersiv dan pirsên me:   Kenan Sarî: Dixwazin AKP biçe. Ji ber vê bila bernamzetê hevpar ê mûxalefê derbikeve. Ger nikaribin derbixin êdî bila biçin li malên xwe rûnin. Gelo ji bilî Erdogan kesek din tuneye? Dinava 16 salan de golo kîjna pirsgirêk çareser kir? Ji ber vê teqez divê Erdogan here. Em Erdogan naxwazin. Kesekê tenê li dijî Erdogan mûxaliftî dikir hebû ew jî kirin girtîgehê. Gelo çawan dikarin vîna gelekê bikin girtîgehê? Êdî misqalî zerre baweriya min bi demokrasiyê nayê. Hemû derewe.   Jiyan Bulut: Ez ditirsim nêrîna xwe bêjim. Xwezî hemû kesê karibûya bi awayekê azad nêrîna xwe bigota. Destûr dane partî bên avakirin, lê gava em dengên xwe diyar dikin sûc tê dîtin. Ji ber vê ez naxwazim di rewşek wiha de biaxivîm.   Kadîr Kalin: Dibe ku Abdullah Gul  be, Kemal Kiliçdaroglu be. Niha  tenê Recep Tayyîp Erdogan û Meral Akşener bûne bernamzet.  Bêguman di dilê min de Selahattîn Demîrtaş heye. Siyasetmedareke mîna Demîrtaş ne hatiye Tirkiyeyê û dê neyê jî. Dengên HDP’ê dê derbikevin 14’an. Ji xwe em ê di sandiqan de bibînin.    Saît Durmuş: Teqez divê HDP Selahattîn Demîrtaş bernamzet nîşan bide. Dengên HDP’ê yên bingehîn hene. Kes nikare HDP’ê di sandiqan de veşêre. Berevajî yên dibêjin ‘emê HDP’ê di sandiqan de veşêrin, ewê di sandiqan de bên definkirin.’   Sekvan Adali: Abdullah Gul mirovek tekûze, lê em Selahattîn Demîrtaş dixwazin. Ji ber ku Demîrtaş baş mûxalîftî dikir, hat girtin. Tehemûla wî nekirin.  Gole li wesayîta wî reşandin, lê ew cardin bêdeng nebû. Ew tu carî ji nekiriye. Emê di sandiqan de vê nîşanî wan bikin.   Burak Dagdelen: Dîvê HDP Selahattîn Demîrtaş bernamzet nîşan bide. Li Tirkiyeyê rêberê herî başe. Gelê Amedê piştgiriyê dide wî. Ew ji bo gelê xwe ket girtîgehê, divê niha jî em wî ji girtîgehê derbixin.   Saadet Kaban: Hilbijartina zordest ne raste. Hemû siyasetmedar eynîne. Ji ber vê ez dengê xwe bikar nayînim. Siyaset derewe.    M. Şerîf Aygun: Bêguman em serokomarekê ji derveyî Erdogan dixwazin. Ji ber vê divê bernamzeteke hevpar derbikeve. Bernamzetê hevpar dibe ku Muharrem Înce be û HDP jî dikare bernamzetekê derbixe. Ez dixwazim Selahattîn Demîrtaş be. Di sindoqan de kê dê bê veşartin emê bibînin.   Leyla Kaplan: Ger Selahattîn Demîrtaş bibe bernamzet dê hemû kes dengê xwe bide wî. Bi awayekê bêhiqûqî hat girtin. Dibe ku dengên me Demîrtaş derbixe.   Cemîl Sevda: Ezê dengê xwe bidin HDP’ê û Selahattîn Demîrtaş. Ji ber zextên Erdogan niha bêdengiyek heye. Em di HDP’ê de bi biryarin.   Azîz Aslan: Ez bernamzetek demokratîk dixwazim. Bêguman kesek heye. Hina bernamzet ne diyarin. Bêguman dê welat bê xwedî nemîne.    Haci Yusuf Kalay: Bernamzet ne diyarin, lê ez dixwazim bidim Selahattîn Demîrtaş. Pergala heyî naxwazim berdewam bike. Ji ber vê divê mûxalefet bibe yek.   Bedîr Hakan: Bila Selahattîn Demîrtaş bibe bernamzet. Erdogan dibêje ‘ez hatim xapandin’, lê di rastiyê tim Kurd tên xapandin. Vê carê karê Erdogan qediya. Lê hîna xwe dixapîne û dibêji dê HDP têk bniçe.    Salîh Sevîndîk: Kes tuneye. Ez nafikirim biçim ser sandiqan. Hemû alî bûne rantçî. Serê min tevlî heve.   Mazlum Reva: Bêguman ez ê dengê xwe bidim Demîrtaş. Amed keleha HDP’ê ye. Kes nikare vê kelehê derbas bike.   Kemal Mahsur: Bila Selahattîn Demîrtaş bernamzet nîşan bidin. Esîl ewê di sandiqan de bên veşartin. Dê hesabê hemû tiştî ji wan bê pirsîn. Bi taybetî dê hesabê wêrankirina bajaran ji wan bê pirsîn. Ji ber vê dê AKP wina da bike.   Zana Sonmez: Ez dixwazim Selahattîn Demîrtaş bibe bernamzet. Em ê bibînin di sandiqan de dê kê bê veşartin. Heya roja îro kesekê nekarî HDP’ê veşêre. Gelo dê Erdogan veşêre? Wisan hema bi gotina wî ev kar wiha naçe. HDP vîna vî geliye, kes nikare têk bibe.   Alî Kemal Zor: Kesekê cûdariyê neke dixwazim bibe namzet. Dê ne cahîl be. Willehî em ji cahîlan bêzar bûn. Qet nebe bila şareza be.   MA / Cîhan Olmez