Berdevka YPJ'ê: Serêkaniyê û Girê Spî ji çeteyan re nabe war

  • rojane
  • 09:04 9 Cotmeh 2023
  • |
img
RIHA - Berdevka YPJ'ê Rûksen Mihemed anî ziman ku DAIŞ li bajarê Serêkaniyê û Girê Spî ya 4 sal in di bin dagirkirina dewleta tirk û hevkarê wê de ne xwe birêxistin dike û got: “Serêkaniyê û Girê Spî ji çeteyan re nabe war.”
 
Bi ser dagirkirina bajarên Serêkaniyê û Girê Spî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re 4 sal derbas bûn ku di 9’ê Cotmeha 2019’an de ji aliyê Tirkiyeyê û Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê (SMO) ku Tirkiyeyê piştgiriya wê dike ve hatibûn dagirkirin. Ji roja ev bajar hatine dagirkirin ve sûcên wekî revandin û qetilkirina mirovan, xesp, destdirêjî û guherandina demografiyê tên kirin. Li gorî daneyên Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê, di êrîşên li ser Serêkaniyê û Girê Spî de 429 welatî hatine qetilkirin û bi deh hezaran welatî jî hatine girtin û revandin. Her wiha tenê li Serêkaniyê ji sedî 90 demografî hate guhertin. Şûna gelê kurd û gelên din ên hatin koçberkirin, komên paramîlîter û xizmên wan hatin bicihkirin. Ev bajarên ku veguherîne baregehên hêzên paramîlîter ji bo herêmên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî dibin cihê xetereyeke mezin. 
 
 
Berdevka Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Rûksen Mihemed, di salvegera 4’an a dagirkirina bajarên Serêkaniyê û Girê Spî de tiştên van 4 salan qewimîn ji Ajansa Mezopotamya (MA) re nirxand. 
 
‘JIYANA NÛ DÎKTATORAN DITIRSÎNE’
 
Rûksen Mihamed anî ziman ku ji ber bajarên Serêkanîye û Girê Spî stratejîk bûn hedef hatin girtin û wiha got: “Gelê li wir jiyan dikirin bi modala modernîteya demokratîk xwe bi xwe rê ve dibirin. Din ava jiyaneke ewle û îstîkrar de bûn. Xwe di hemû sazîyan de bi rê ve dibirin. Ev jiyan, model ji bo Erdogan û kesên dijminatiya gelê xwe bi xwe bi rê ve dibin bû tirs. Tirsin ku ji desthilatdariyê biçin. Ji ber wê Erdogan bi çeteyên xwe re êrişî her du bajaran kir. Xwestin ku di kesayeta her du bajaran de carek din dagir bikin. Piştî Efrînê her du bajar dagirkirin, hêdî hêdî dê axa Sûriyeyê dagirbikin. Dê ewlehiya ve herêmê xirab bikin. Dijminatiya wan dem dirêje, sed sal in li dijî gelan e. 4 sal bi ser dagirkirinê re derbas bûn. Her du bajar ji bo kesên jiyanek nû dixwazin alternatîf bûn.”
 
'WÊ BAJARÊN ME JI ÇETEYAN RE NEBIN WAR' 
 
Ruksen Mihemed bal kişand ku piştî dagirkirina Serêkanîye û Girê Spî bi sed hezaran kes hatin koçberkirin û wiha berdewam kir: “Gel ji axa xwe, çanda xwe hat dûrkirin. Xwestin vê tiştê bidin nîşandan; Hebûna dewleta Tirkiyeyê, berdewamiya desthilata Erdoxan, girêdayî tunekirina gelê vê herêmê ye. Ji ber wê kiryarên li her du bajaran pêk tên li dijî mirovahiyê ne. Ji ber ku kesê li wir dijîn ne kesên wê herêmê ne. Ew der ne cih û warê wan e. Demografî tê guhartin. Armanc ew e ku her du bajaran bikin wîlayetên dewleta tirk. Dê rengê hemû tiştî bi tirkî be. Ziman, pere, saziyên wê bi tirkî ne. Çeteyên li wir ne xelkê vê derê ne. Dixwazin bi guhertina demografîyê bi gelê wê bidin jibîrkirin ku ew ax ne ya wan e. Lê gelê ku koçber bûye îro di kampan de di nav sermaye de dijîn, tevî hemû zehmetiyan jî xwedî îdia ne. Ew roj jî nêze. Kesê xwedî îrade tu carî dest ji têkoşîna xwe bernade. Wê Serêkaniyê û Girê Spî ji çeteyan ra nebe war. Hêviyên gel qut nebûne.”
 
'SÛCÊ LI DIJÎ MIROVAHIYÊ' 
 
Rûksen Mihemed bi bîr xist ku li Serêkanîye û Girê Spî 4 sal in sûcên li dijî mirovahiyê her roj pêk tên û wiha lê zêde kir: “Li herêmên dagirkirî çeteyên Erdogan bi cih dibin. Rêxistinên xwe didin avakirin. Ev dide nîşandan ku dewleta tirk terorê dide meşandin. Ji bo qirkirina gelên li wê derê dê hemû projeyan bidin meşandin. DAIŞ'a ku sala di 2014’an de li Kobanê cara yekem binkeft, îro careke dî bi piştgiriya Tirkiyeyê li Serêkaniyê û Girê Spî bi cih dibe. Li van bajaran perwerde dibin. Dewleta tirk ji aliyê lojîstîkê ve piştgiriyê dide wan. Dewletên navnetewî çawa li hemberî dagirkirina Serêkanîye û Girê Spî bêdeng man, ev 4 sal in li hemberî sûcê şer jî bêdeng in. Li hemberî hemû sûcan bêdeng in. Bi bêdengiya xwe dibin hevkarê van sûcan. Hêj berjewendiyên dewleta tirk xilas nebûne. Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî hat dagirkirin lê hêj planên wê yên Osmaniya nû bi dawî nebûne. Siyaseta qirkirinê bi dawî nebûye. Heya ku li ser vê axê kesekî/e ji bo azadiya xwe li ber xwe dide hebe dê dewleta tirk bi serkêşiya Erdoxan nesekine.”
 
‘ARMANCA ÊRIŞAN QIRQIRINA HEMÛ GELAN E’ 
 
Ruksen Mihamed destnîşan kir ku êrişên bi hinceta çalakiya Enqereyê tên kirin li dijî mirovahiyê ne û wiha pê de çû: “Li cihên xizmetê didin, kesên sivîl bi bombeyan tên hedef kirin. Balafirên şer bombebaran dikin. Ew siyaseta ku li ser rijandina xwînê hatiye avakirin ji Osmaniyan heya îro berdewam dike. Bi heman ferasetê berdewam dike. Di serî de gelê kurd, qirqirina hemû gelan armanc dikin. Dixwazin şoreşa jinê tune bikin. Bi pêşengiya jinê şoreş gihişt vê rojê. Şoreş bû model. Jinan pêşengtiya modernîteya demokratîk kirin. Dixwazin şoreşa jinê bi dawî bikin. Lê êriş çiqas dijwar bibin jî bîr û bawerî, hezkirina jiyanê, ew soza ji şehîdan re hatiye dayîn tu carî em ji bîr nakin. Ne em ne jî gelê me dev ji axa xwe bernadin. Em ê parastina axa xwe bikin. Wê berxwedana me di asta herî jor de be. Pêwîste em layiqî şehîdan bin. Êrişên niha çêdibin elbet wê bê bersiv nemînin û tola wan were hildan. Me soz daye şehîdan û gelê xwe em ê li ser soza xwe bin. Em ê parastina axa xwe bikin û bi hev re êrişan têk bibin.”
 
‘PEWÎST E HEMÛ KES BEŞDARÎ TÊKOŞÎNÊ BIBIN’ 
 
Rûksen Mihemed bi bîr xist ku 9'ê Cotmehê di heman demê de salvegeraa komploya navnetewî ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan e û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Êrişên tên kirin, siyaseta qirqirinê ye û berdewamiya komploya li dijî Rêberê mirovahiyê ye. Xwestin di şexsê Rêber Apo de kesên ji bo jiyana azad vîna wan heye tune bikin. Xwestin gelan bê vîn bihêlin. Di şexsê Rêber Apo de xwestin jinan bê nasname bihêlin. Lê ev komplo bi çi rêbazê were meşandin jî dê ji holê rabe. Em ê bi vî ruhê ku hatiye avakirin, felsefeya ku hatiye pêşkêşkirin tekoşîna xwe bidin meşandin. Em ê tecrîda li ser Serok Apo bi hev re rakin û komployê pûç bikin. Ji bo hemû gelê me yê welat û derveyî welat bangawazîya me wiha ye; werin em bi hev re şoreşê biparêzin. Em bi hev re faşîzma dewleta tirk a bi ser keşiya Erdogan têk bibin. Pêwîste herkes beşdarî vê berxwedanê bibe.”
 
MA / Emrûllah Acar
 

Sernavên din

12/10/2023
09:09 Girtiyên bi kurdî parastin kirin wekî mafê bêdengiyê bikaranîne hat hesibandin!
09:07 Di înşeata nexweşxaneya 500 nivînî de 5 karker dixebitin
09:06 Rencus: Li Rojava sînordarkirina hêza kurdan ne pêkan e
09:04 Sewalvan: Ceh nîne ku em bidin heywanan
09:02 ‘Li dijî tundiya li ser jinan hewceye çareseriyên kolektîf bên pêşxistin’
09:01 Lîstokên hilbijartinê yên AKP'ê li Botanê dest pê kirin: Divê gelê me yê Botanê hişyar be
09:00 ROJEVA 12'Ê COTMEHA 2023'YAN
11/10/2023
23:37 Şahînê HPG'î li gundê xwe hat veşartin
22:22 Li Silêmanî êrişa çekdarî: Êrişkar hat kuştin
19:35 Li Amedê ji bo zarokan 'Kargeha Çîrokên Afirîner'
19:00 Senatorê Awûstralyayî: Divê Tirkiye hesabê sûcên kiriye bide
17:28 Piştî 30 salan ji girtîgehê derket
17:00 Di doza berteka li dijî tecrîdê de biryara beraetê: Tundî û gef tê de tune ye
16:52 Bafil Talabanî: Tirkiye nikare bi gef û êrişan pirsgirêkan çareser bike
16:29 Hevseroka DFG’ê Muftuoglû wê di 7’ê kanûnê de derkeve pêşberî dadger
16:28 HDP’ê paçên reş bi avahiyên xwe ve danîn
16:18 Cerdevanekî li Mêrdînê hevjîna xwe qetil kir
16:08 Mehmed Uzun li ser gora xwe hat bibîranîn
15:32 Di êrişên dewleta tirk de 2 jê zarok 47 kes hatin qetilkirin
15:06 Doza Kobanê: Em li dijî tunehesibandinê têdikoşin
15:05 5 roj in qeyûm avê nade gundê Kabê
15:03 Lîmona ji bo paqijkirina kilsê xistin semawerî kirin hinceta taloqkirina înfazê
14:53 Ji bo kesê êrişî HDP’ê kirî biryara destgîrkirinê hate dayîn
14:31 Li Kobanê û Dêrikê cenazeyên 12 şervanan hatin veşartin
14:27 Ji bo parlamenter Turkoglû dê li benda bersiva Meclisê bisekinin
14:14 Li Mêrdînê malbatekê cenaze teşhîs kir
14:04 Baroya Rihayê dê giliyê kesên penaber dersînor kirin bike
13:37 Dadgehê bi heman îdiayê du caran ceza li siyasetmedar birî
12:59 Xelata Rûmetê ya Konseya Ewropayê dan Ûca û Ozsoy
12:15 Di şerê Îsraîl-Filistînê de hejmara miriyan derket 2 hezar û 150 kesan
12:12 Di doza DÎAYDER’ê de dê dozger mutalayê amade bike
11:54 Penaberên ku hatin dersînorkirin radestî OSO’yê hatine kirin
11:48 MYK’a Partiya Çepên Kesk li Enqereyê civiya
11:47 Li 9 bajaran 31 kes hatin binçavkirin
11:44 Endamên Hêzên Têkoşîna li Dijî Hişbirê bi girseyî tên oxirkirin
11:39 Pirsa ji hevserokên girtî hatiye kirin: Hûn çima tev li xebatên jinan bûn?
11:18 Dozger heqaret li Mîr Perwer kir û got ‘divê mirov van tevekan bişewitîne!’
11:12 Aydenîz: Ha Tirkiye ha DAIŞ ferqa wan ji hev nîn e
11:05 Rapora Girtîgeha Sîncanê ya Jinan: Tu girtiyek siyasî ji mafê berdana bişert sûdê wernagire
11:03 ‘Ji destpêkê ve di doza Helîn Şen de pratîka necezakirinê hebû’
10:59 ‘Jinên Rojhilatî wê qanûnên mafên jinan asteng dikin qebûl nekin'
10:19 Xwest sûcê Tirkiyeyê veşêre û sûc bixe stûyê Îsraîlê!
10:09 Girtiyê nexweş Emîn Gurban anjiyo bû
09:44 Ji bo kesê hevjîn û 3 zarokên xwe kuştî cezayê muebbeta giran hate xwestin
09:07 Bi wesayîta zirxî Cîhan Can perçiqandibû: Dê rojê 20 TL'yî bide!
09:05 Hezex a ku 8 sal in ji aliyê qeyûman ve tê birêvebirin ji xizmetê bêpar e!
09:04 Leşkeran goristan rûxandin
09:01 Jinên ku tev li komxebatê bûn: Rêveberiyên xwecihî nikarin bi yekzimanî xizmetê bikin
09:00 ROJEVA 11'Ê COTMEHA 2023'YAN
08:38 Li Bagokê operasyon, li Omeriya şer
10/10/2023
23:49 Êrişî Şehba û Efrînê hat kirin
22:06 Li Swîsreyê banga 'Ji Abdullah Ocalan re Azadî'
19:24 Ên di 10'ê Cotmehê de hatin qetilkirin hatin bibîranîn: Em kujeran nas dikin
17:01 Rêxistinên Ciwanan: Em ê hesabê êrişan bipirsin
16:55 Jinên bertek nîşanî tacîza çawişên pispor dayîn îfade dan
16:50 HSD: 4 leşker hatin kuştin
15:41 Leşkerekî dewleta tirk li Başûr hate kuştin
15:34 Li dijî êrîşên Tirkiyeyê kampanyaya îmzeyan hat destpêkirin
15:20 Doza Kobanê: Çareserî di guftûgo û muzakereyan de ye
14:58 Meşa ciwanên Kurd a li Atînayê didome
14:57 Di danişîna Eser ê polîsan qetil kir de tu biryar nehate dayîn
14:48 Cîgira Hevserokên Giştî yên DBP’ê Îlbasan hate girtin
14:36 OHD: Li girtîgehên Rihayê înfazên 11 girtiyan bi awayekî keyfî hatin taloqkirin
14:34 Ciwanên enternasyonalîst çûn serdana MKG’ê
14:10 Dostên gelê kurd pêngava 'Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî' dan destpêkirin
14:00 Partiya Çepên Kesk: Bila 10’ê Cotmehê weke Roja Bîranîn û Şînê bê îlankirin
13:57 Gelek bajaran bîranîna 10’ê Cotmehê: Tu kes nikare vê hafizeyê jê bibe
13:55 Rêveberiya Xweser: Rizgirkirina herêmên dagirkirî armanca me ya stratejîk e
13:50 ÎSÎG: Di 9 mehan de hezar û 409 karkeran jiyana xwe ji dest dan
13:41 Amadekariyên kongreyê yên Partiya Çepên Kesk ber bi dawiyê ve ne
13:17 Ji bo 29 xwendekarên akademiyê derabe nehatin vekirin
13:10 Ûçar: Komploya 9’ê Cotmehê hatiye pûçkirin
13:00 Li dijî dozên Kobanê û Geziyê îtîraz hate kirin: Êdî bes e
12:17 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê dîsa serlêdan kirin
11:47 Îsraîl: Cenazeyên hezar û 500 milîtanên Hamasê hatin dîtin
10:56 Partiya Çepên Kesk: Hewl didin Doza 10’ê Cotmehê di tariyê de bihêlin
09:58 Komkujiya 10’ê Cotmehê: Têkoşîna edaletê dê bidome
09:15 Endamên Polîtburo ya YNK’ê diyar bûn
09:15 104 kesên li Amedê hatibûn binçavkirin hatin berdan
09:11 'Tirkiye dixwaze tişta ku DAIŞ'ê nikaribû bike temam bike'
09:07 Rojnamevan Cûma: Gelên Rojava bi yek helwestê li dijî êrişan radibin
09:05 Keça girtiyê nexweş Tanhan: Bavê min bi mirinê re rû bi rû ye
09:04 Di rêveberiyên xwecihî de jin: Jin di nava civakê de azadiyê derdixe pêş
09:02 AKP li Botanê gund bi gund dengê cerdevanan vediguhêze navendan
09:00 ROJEVA 10'Ê COTMEHA 2023'YAN
09/10/2023
23:00 Hevserokên HDP'a Îzmîrê hatin girtin
21:13 Li Geverê yek jê zarok 4 kes hatin girtin
20:38 Ji QSD′ê bîlançoya roja 4′an a êrişan
18:10 Li Eyn Îsayê 2 zarok bi obusan qetil kirin
17:00 Partiya Çepên Kesk: Komplo bi tecrîdê didome
16:46 Di navbera malbatan de şerê biçekê: Kesek mir 12 kes birîndar bûn
16:33 Li Hesekê li dijî komplo û êrişan meş hate lidarxistin
16:23 Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Uçar çû serdana DÎSK’ê
16:09 Rêveberiya Xweser: 29 endamên Hêzên Têkoşîna Dijî Hişbirê jiyana xwe ji dest dan
15:26 Bayindir: Em tecrîdê qebûl nakin, birêz Ocalan navnîşana çareseriyê ye
15:10 Ji ber dîmenê îşkenceya li dijî zarokan a li terîqetê gilî hate kirin
15:02 Dayikên Plaza de Mayoyê piştgirî dan Dayikên Şemiyê: Em bi we re ne
14:55 Salih Muslim: Em ê li dijî êrişan heta dawiyê li ber xwe bidin
14:26 Bêyî ku hincetek were nîşandan 36 penaber hatin dersînorkirin
14:14 Li Serêkaniya binxetê 2 jin hatin qetilkirin