Qeyûman bi hezaran donim erse û gelek malên şaredariyê dewr kirin

  • rojane
  • 09:39 8 Cotmeh 2023
  • |
img
WAN - Qeyûmên Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê, di 5 salên dawî de gelek erse û malên şaredariyê dewrî saziyên cuda kirin. 
 
Li Şaredariya Bajarê Mezin a Wan ku ji aliyê qeyûm ve tê birêvebirin, çavkaniyên ji bo xizmeta gel nayên bikaranîn an pêşkêşî alîgiran tên kirin an jî dewrî saziyên giştî tên kirin. Rêveberiyên qeyûman ku heya niha gelek erseyên şaredariyê firotine, ji bo rantê jî gelek planên îmraê amade kirine. 
 
Qeyûmê niha û yên berê gelek erse û û malên şaredariyê bi guherandina planan dewrî saziyên din kirin. Di navebar 2017-2023'yan de erseyên girîng ên şaredariyê ji bo 49 salan dewrî 25 saziyan hatin kirin. Erseyên hatine dewrkirin di ser 2 milyon metrekareyê re ne. 
 
Rêveberiya qeyûm piraniya erseyan dewrî Midûriyeta Tenduristiyê ya Bajêr, Miftîtiya Bajêr, Midûriyeta Ciwanan û Werzîşê ya Bajêr û Midûriyeta Turzmê ya Bajêr kirin. 
 
TESÎSA MEZIN A BAJÊR HAT DEWRKIRIN
 
Piraniya Parka Şitilan ku di dema rêveberiya BDP'ê de hîmê wê hatibû danîn û yek ji projeyên herî girîng ên bajêr bû, ji bo 25 salan dewrî Midûriyeta Ciwanan û Werzîşê ya Bajêr hat kirin. 
 
Li Taxa Emînpaşa ya navçeya Artemêtanê avahiya li ser sê blokan ku tê de qada fûtbolê, voleybolê û kortên tenîsê hene û 700 hezar metrekare ye, di 14'ê Çielay 2022'yan de dewrî Midûriyeta Ciwanan û Werzîşê ya Bajêr hat kirin û navenda çandê, pirtûkxane û qadên civakî-çandî yên din ên di nava parkê de jî di 19'ê Îlona 2021'ê de ji bo 25 salan dewrî Midûriyeta Turûzmê ya Bajêr hat kirin. 
 
Ji hin mal û milkên şaredariyê yên ku rêveberiya qeyûm di navbera 2017-2023'yan de ew dewr kirine ev in: 
 
* Li Taxa Şerefiye ya navçeya Rêya Armûşê qadeke hezar û 665 metrekare ji bo 12 salan dewrî Şaredariya Rêya Armûşê hat kirin. 
 
* Li Taxa Şemsîbey a navçeya Tûşbayê qadeke 18 hezar û 169 metrekare ji bo 12 salan dewrî VASKÎ'yê hat kirin. 
 
* Li Taxa Şemsîbey a navçeya Tûşbayê qadeke 17 hezar û 800 metrekare ji bo 25 salan dewrî VASKÎ'yê hat kirin. 
 
* Li Taxa Beyuzumê ya navçeya Tûşbayê qadeke 14 hezar û 29 metrekare, li Taxa Suphanê ya navçeya Artemêtanê qadeke 4 hezar û 435 metrekare û li Taxa Akkopru ya navçeya Tûşbayê qadeke 10 hezar û 184 metrekare ji bo 25 salan dewrî Xezîneya Maliyeyê hatin kirin. 
 
2018 
 
* Li Taxa Suphanê ya navçeya Artemêtanê qadeke hezar û 290 metrekare ji bo 25 salan dewrî Serokatiya Karên diyanetê hat kirin. 
 
* Li Taxa Şerefiye ya navçeya Rêya Armûşê qadeke 5 hezar û 214 metrekare ji bo 25 salan dewrî Xezîneya Maliyeyê hat kirin. 
 
* Li Taxa Şemsîbey a navçeya Tûşbayê qadeke hezar û 389 metrekare ji bo 25 salan dewrî Şaredariya Tûşbayê hat kirin. 
 
* Li Taxa Şaxê ya Bahçelîevelerê qadeke 2 hezar û 668 metrekare jib o 25 salan dewrî Şaredariya Şaxê hat kirin. 
 
2019 
 
* Li Taxa Kiyicakê ya navçeya Aretmêtanê qadeke 14 hezar û 206 metrekare ji bo 10 salan dewrî Şaredariya Artemêtanê hat kirin. 
 
* Li Taxa Bardakçi ya navçeya Tûşbayê qadeke 7 hezar û 865 metrekare ji bo 25 salan dewrî Şaredariya Tûşbayê hat kirin. 
 
* Li Taxa Suphanê ya navçeya Artemêtanê qadeke 3 hezar û 195 metrekare ji bo 20 salan dewrî Midûriyeta Xebat û Civakê ya Bajêr hat kirin. 
 
2020 
 
* Li Taxa Şerefiye ya navçeya Rêya Armûşê qadeke 4 hezar û 390 metrekare ji bo 25 salan dewrî Midûriyeta Çand û Turîzmê hat kirin. 
 
* Li Taxa Yenîmahale ya navçeya Aretmêtanê qadeke 12 hezar û 465 metrekare ji bo 10 salan dewrî Şaredariya Artemêtanê hat kirin. 
 
2021-2022-2023 
 
* Li Taxa Suphanê ya navçeya Artemêtanê qadeke 6 hezar û 419 metrekare û qadeke 5 hezar û 600 metrekare ji bo 10 salan dewrî Midûriyeta Ciwanan û Werzîşê ya Bajêr hat kirin. 
 
* Li Taxa Emînpaşa ya navçeya Artemêtanê avahiya li ser sê blokan ku tê de qada fûtbolê, voleybolê û kortên tenîsê hene û 700 hezar metrekare ye û avahiyeke du qatî ya li ser 6 blokan jı bo 25 salan dewrî Midûriyeta Ciwanan û Werzîşê ya Bajêr hat kirin. 
 
* Lı Taxa Altıntepe ya navçeya Tüşbayö qadeke 2 hezar ü 730 metrekare jı bo 25 salan dewri Mıdürıyeta Perwerdheıya Neteweyi hat kirin. 
 
* Li Taxa Emînpaşa ya navçeya Artemêtanê qadeke 26 hezar û 458 metrekare ji bo 25 salan dewrî Midûriyeta Perwerdehiyê ya Neteweyî hat kirin. 

Sernavên din

12/10/2023
09:11 Ciwanên enternasyonalîst: Têkoşîna jinên kurd dê bi sînordarkirina erdnîgariyê re kêm bimîne
09:09 Girtiyên bi kurdî parastin kirin wekî mafê bêdengiyê bikaranîne hat hesibandin!
09:07 Di înşeata nexweşxaneya 500 nivînî de 5 karker dixebitin
09:06 Rencus: Li Rojava sînordarkirina hêza kurdan ne pêkan e
09:04 Sewalvan: Ceh nîne ku em bidin heywanan
09:02 ‘Li dijî tundiya li ser jinan hewceye çareseriyên kolektîf bên pêşxistin’
09:01 Lîstokên hilbijartinê yên AKP'ê li Botanê dest pê kirin: Divê gelê me yê Botanê hişyar be
09:00 ROJEVA 12'Ê COTMEHA 2023'YAN
11/10/2023
23:37 Şahînê HPG'î li gundê xwe hat veşartin
22:22 Li Silêmanî êrişa çekdarî: Êrişkar hat kuştin
19:35 Li Amedê ji bo zarokan 'Kargeha Çîrokên Afirîner'
19:00 Senatorê Awûstralyayî: Divê Tirkiye hesabê sûcên kiriye bide
17:28 Piştî 30 salan ji girtîgehê derket
17:00 Di doza berteka li dijî tecrîdê de biryara beraetê: Tundî û gef tê de tune ye
16:52 Bafil Talabanî: Tirkiye nikare bi gef û êrişan pirsgirêkan çareser bike
16:29 Hevseroka DFG’ê Muftuoglû wê di 7’ê kanûnê de derkeve pêşberî dadger
16:28 HDP’ê paçên reş bi avahiyên xwe ve danîn
16:18 Cerdevanekî li Mêrdînê hevjîna xwe qetil kir
16:08 Mehmed Uzun li ser gora xwe hat bibîranîn
15:32 Di êrişên dewleta tirk de 2 jê zarok 47 kes hatin qetilkirin
15:06 Doza Kobanê: Em li dijî tunehesibandinê têdikoşin
15:05 5 roj in qeyûm avê nade gundê Kabê
15:03 Lîmona ji bo paqijkirina kilsê xistin semawerî kirin hinceta taloqkirina înfazê
14:53 Ji bo kesê êrişî HDP’ê kirî biryara destgîrkirinê hate dayîn
14:31 Li Kobanê û Dêrikê cenazeyên 12 şervanan hatin veşartin
14:27 Ji bo parlamenter Turkoglû dê li benda bersiva Meclisê bisekinin
14:14 Li Mêrdînê malbatekê cenaze teşhîs kir
14:04 Baroya Rihayê dê giliyê kesên penaber dersînor kirin bike
13:37 Dadgehê bi heman îdiayê du caran ceza li siyasetmedar birî
12:59 Xelata Rûmetê ya Konseya Ewropayê dan Ûca û Ozsoy
12:15 Di şerê Îsraîl-Filistînê de hejmara miriyan derket 2 hezar û 150 kesan
12:12 Di doza DÎAYDER’ê de dê dozger mutalayê amade bike
11:54 Penaberên ku hatin dersînorkirin radestî OSO’yê hatine kirin
11:48 MYK’a Partiya Çepên Kesk li Enqereyê civiya
11:47 Li 9 bajaran 31 kes hatin binçavkirin
11:44 Endamên Hêzên Têkoşîna li Dijî Hişbirê bi girseyî tên oxirkirin
11:39 Pirsa ji hevserokên girtî hatiye kirin: Hûn çima tev li xebatên jinan bûn?
11:18 Dozger heqaret li Mîr Perwer kir û got ‘divê mirov van tevekan bişewitîne!’
11:12 Aydenîz: Ha Tirkiye ha DAIŞ ferqa wan ji hev nîn e
11:05 Rapora Girtîgeha Sîncanê ya Jinan: Tu girtiyek siyasî ji mafê berdana bişert sûdê wernagire
11:03 ‘Ji destpêkê ve di doza Helîn Şen de pratîka necezakirinê hebû’
10:59 ‘Jinên Rojhilatî wê qanûnên mafên jinan asteng dikin qebûl nekin'
10:19 Xwest sûcê Tirkiyeyê veşêre û sûc bixe stûyê Îsraîlê!
10:09 Girtiyê nexweş Emîn Gurban anjiyo bû
09:44 Ji bo kesê hevjîn û 3 zarokên xwe kuştî cezayê muebbeta giran hate xwestin
09:07 Bi wesayîta zirxî Cîhan Can perçiqandibû: Dê rojê 20 TL'yî bide!
09:05 Hezex a ku 8 sal in ji aliyê qeyûman ve tê birêvebirin ji xizmetê bêpar e!
09:04 Leşkeran goristan rûxandin
09:01 Jinên ku tev li komxebatê bûn: Rêveberiyên xwecihî nikarin bi yekzimanî xizmetê bikin
09:00 ROJEVA 11'Ê COTMEHA 2023'YAN
08:38 Li Bagokê operasyon, li Omeriya şer
10/10/2023
23:49 Êrişî Şehba û Efrînê hat kirin
22:06 Li Swîsreyê banga 'Ji Abdullah Ocalan re Azadî'
19:24 Ên di 10'ê Cotmehê de hatin qetilkirin hatin bibîranîn: Em kujeran nas dikin
17:01 Rêxistinên Ciwanan: Em ê hesabê êrişan bipirsin
16:55 Jinên bertek nîşanî tacîza çawişên pispor dayîn îfade dan
16:50 HSD: 4 leşker hatin kuştin
15:41 Leşkerekî dewleta tirk li Başûr hate kuştin
15:34 Li dijî êrîşên Tirkiyeyê kampanyaya îmzeyan hat destpêkirin
15:20 Doza Kobanê: Çareserî di guftûgo û muzakereyan de ye
14:58 Meşa ciwanên Kurd a li Atînayê didome
14:57 Di danişîna Eser ê polîsan qetil kir de tu biryar nehate dayîn
14:48 Cîgira Hevserokên Giştî yên DBP’ê Îlbasan hate girtin
14:36 OHD: Li girtîgehên Rihayê înfazên 11 girtiyan bi awayekî keyfî hatin taloqkirin
14:34 Ciwanên enternasyonalîst çûn serdana MKG’ê
14:10 Dostên gelê kurd pêngava 'Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî' dan destpêkirin
14:00 Partiya Çepên Kesk: Bila 10’ê Cotmehê weke Roja Bîranîn û Şînê bê îlankirin
13:57 Gelek bajaran bîranîna 10’ê Cotmehê: Tu kes nikare vê hafizeyê jê bibe
13:55 Rêveberiya Xweser: Rizgirkirina herêmên dagirkirî armanca me ya stratejîk e
13:50 ÎSÎG: Di 9 mehan de hezar û 409 karkeran jiyana xwe ji dest dan
13:41 Amadekariyên kongreyê yên Partiya Çepên Kesk ber bi dawiyê ve ne
13:17 Ji bo 29 xwendekarên akademiyê derabe nehatin vekirin
13:10 Ûçar: Komploya 9’ê Cotmehê hatiye pûçkirin
13:00 Li dijî dozên Kobanê û Geziyê îtîraz hate kirin: Êdî bes e
12:17 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê dîsa serlêdan kirin
11:47 Îsraîl: Cenazeyên hezar û 500 milîtanên Hamasê hatin dîtin
10:56 Partiya Çepên Kesk: Hewl didin Doza 10’ê Cotmehê di tariyê de bihêlin
09:58 Komkujiya 10’ê Cotmehê: Têkoşîna edaletê dê bidome
09:15 Endamên Polîtburo ya YNK’ê diyar bûn
09:15 104 kesên li Amedê hatibûn binçavkirin hatin berdan
09:11 'Tirkiye dixwaze tişta ku DAIŞ'ê nikaribû bike temam bike'
09:07 Rojnamevan Cûma: Gelên Rojava bi yek helwestê li dijî êrişan radibin
09:05 Keça girtiyê nexweş Tanhan: Bavê min bi mirinê re rû bi rû ye
09:04 Di rêveberiyên xwecihî de jin: Jin di nava civakê de azadiyê derdixe pêş
09:02 AKP li Botanê gund bi gund dengê cerdevanan vediguhêze navendan
09:00 ROJEVA 10'Ê COTMEHA 2023'YAN
09/10/2023
23:00 Hevserokên HDP'a Îzmîrê hatin girtin
21:13 Li Geverê yek jê zarok 4 kes hatin girtin
20:38 Ji QSD′ê bîlançoya roja 4′an a êrişan
18:10 Li Eyn Îsayê 2 zarok bi obusan qetil kirin
17:00 Partiya Çepên Kesk: Komplo bi tecrîdê didome
16:46 Di navbera malbatan de şerê biçekê: Kesek mir 12 kes birîndar bûn
16:33 Li Hesekê li dijî komplo û êrişan meş hate lidarxistin
16:23 Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Uçar çû serdana DÎSK’ê
16:09 Rêveberiya Xweser: 29 endamên Hêzên Têkoşîna Dijî Hişbirê jiyana xwe ji dest dan
15:26 Bayindir: Em tecrîdê qebûl nakin, birêz Ocalan navnîşana çareseriyê ye
15:10 Ji ber dîmenê îşkenceya li dijî zarokan a li terîqetê gilî hate kirin
15:02 Dayikên Plaza de Mayoyê piştgirî dan Dayikên Şemiyê: Em bi we re ne
14:55 Salih Muslim: Em ê li dijî êrişan heta dawiyê li ber xwe bidin
14:26 Bêyî ku hincetek were nîşandan 36 penaber hatin dersînorkirin