Êrişên li ser Rojava û binçavkirin hatin protestokirin

  • rojane
  • 15:53 7 Cotmeh 2023
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û binçavkirinên li gelek bajaran hatin kirin bi daxuyaniyan hatin şermezarkirin. 

 
Operasyonên binçavkirinê yên piştî çalakiya li dijî Miduriyeta Polîsan a Enqereyê hatin kirin û êrişên pişt re li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin dest pê kirin didomin. Partiya Çepên Kesk û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi daxuyaniyên li çend bajaran dan êriş û binçavkirin şermezar kirin. 
 
SÊRT
 
Rêxistina Partiya Çepên Kesk a Sêrtê bi armanca şermezarkirina êrişên li dijî rojavayê Kurdistanê û binçavkirinên li bakurê Kurdistanê û bajarên Tirkiyeyê yên çend rojên dawî daxuyanî da. Daxuyanî li ber avahiya HDP’a Sêrtê hat dayîn. Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Sêrtê Sabahat Erdogan Saritaş, Dayikên Aştiyê, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), rêveberên HDP, DBP û Partiya Çepên Kesk beşdarî daxuyaniyê bûn. 
 
Hevberdevkê Partiya Çepê Kesk a Sêrtê Eşref Tekîn daxuyanî da û diyar kir ku bi binçavkirina siyasetmedaran, rojnamevanan û rêveberên rêxistinên sivîl û welatiyan demokrasî hatye armancgirtin. Tekîn anî ziman ku ew hemû êrişên faşîzane red dikin û got: “Ew nikarin bi binçavkirin û girtinan serê bitewînin. Heta êrişên wan faşîzane bên sekinandin em ê têkoşîn û sekna xwe nîşan bidin. Em kesek jî bimînin heta serkeftinê em ê vê faşîzmê red bikin.” 
 
‘SIVÎLAN QETIL DIKIN’ 
 
Parlamenter Sabahat Erdogan Sarıitaş jî destnîşan kir ku tê xwestin ku têkoşîna mafdar û rewa ya gelê kurd bê tepisandin û wiha axivî: “Berê jî gelek caran vê pratika xwe dan nîşandan. Lê tu demê negihîştin armanca xwe. Wê dîsa jî negihîjin mexseda xwe. Desthilatdariya ku binçavkirin û girtinan pêk tîne, niha jî êrişî jîgehên sivîlan ên rojavayê Kurdistanê dike. Bi daxuyaniya Hakan Fîdan sûcê şer tê kirin. Mirovên sivîl dikin armanca êrişan û wan qetil dikin. Heta ku em kesek jî bimînin em ê bi paş ve gav neavêjin. Em bang li muxalefetê dikin; yên ku li dijî van neheqî û êrişan dengê xwe dernexe wê hesabên dîrokî bide. Muxalef bi xemsariyê dibe şirîkê sûcên ku tên kirin.” 
 
AMED 
 
Rêxistinên HDP û Partiya Çepên Kesk ên li bajêr binçavkirinên endam û reveberên xwe bi daxuyaniyekê li Qada Şêx Seîd şermezar kirin. Tevî parlamenterên Partiya Çepên Kesk Serhat Eren, Adalet Kaya, Ceylan Akça gelek rêveberên partiyên siyasî, endamên saziyên sivîl tev li daxuyaniyê bûn. 
 
Beriya daxuyaniyê Hevserokê HDP’a Amedê Zeyyat Ceylan destnîşan kir ku siyaseta demokratîk ji bo her kesekê şansek e û tiştên ji endamên partiya wan re hatine kirin şermezar kir. Piştre rêvebera bajêr a HDP'ê Hasîbe Yazdik daxuyanî xwend û got: “Ji 1’ê cotmehê ve bi operasyonên bênavber ên li dijî partiya me, endamên me û rêxistinên saziyên sivîl tên kirin, hevserokên me, rêveberên me û endamên me jî di nav de gelek kes bi awayeke derhiqûqî hatin binçavkirin.”
 
Yazdik, bi bîr xist ku desthilat bi heman polîtîkayên zextê, dehan sal in ku tu encam negirtine û got: “Taybetî ku kurd, rexnegiran di welêt de bûn temînata demokrasiyê, her awayî bedel dan û dê bedele bidin jî. Partiyekê bifikirin ku tim rêveberên wê di nava lêpirsînê de ne, hezarên wan hatine binçavkirin, hezarên wan hatine girtin lê belê dest ji têkoşînê bernedane û dê bernedin jî.”
 
‘EM Ê DI SIYASETA DEMOKRATÎK DE ISRAR BIKIN’
 
Yazdik, destnîşan kir ku desthilat darazê ji bo amûrê çavtirsandina mûxalîfan bi kar tîne û ev tişt got: “Em ji vir bang li desthilatê û tifaqa faşîst dikin; hûn hiqûq û demokrasiyê bêbandor dikin, vê baş bizanin ku herî zêde pêdiviya we dê bi hiqûq û demokrasiyê çêbibe. Me duh û îro di gotina xwe ya aştiyê û demokrasiyê de israr kir û em ê israra xwe bidomînin.”
 
 

Sernavên din

09/10/2023
11:05 Guven: Komplo ji bo Tirkiyeyê darbeyek bû
09:54 Seyîdxan Anter: Mehmed Uzun wêjeya xwe bi cîhanê da qebûlkirin
09:09 Belgefîlma Casimê Celîl: Malbata Celîl ji bo kurdan kedeke mezin daye
09:08 Colemêrgî: Krîza aborî encax bi çareseriya pirsgirêka kurd re dikare xelas bibe
09:07 Ehmed Xocê yê PYD'î: Li dijî êrişan berxwedaneke mezin heye
09:06 Işik: Durûtiya çepê; ji kurdan re bêdeng in ji Filistînê re xurt in
09:04 Berdevka YPJ'ê: Serêkaniyê û Girê Spî ji çeteyan re nabe war
08:59 ROJEVA 9'Ê COTMEHA 2023'YAN
07:30 Xwebûn bi manşeta ‘Dê azadî bi ser bikeve’ derket
08/10/2023
23:55 Mîhrîcana hunerê ya li Amedê bi konsera Sasa bi dawî bû
23:47 Di şerê Filistîn û Îsraîlê de hezar û 113 kesan jiyana xwe ji dest da
23:01 Dewleta tirk êrişî îstayoneke gazê û bîreke petrolê kir
22:39 Kesên li Kadikoyê hatibûn binçavkirin hatin berdan
21:27 Amedsporê li sehaya xwe Derînce 2 û 1 têk bir
19:02 Li Efrînê droneke dewleta tirk ket xwarê
18:08 Komxebata di rêveberiyên herêmî de polîtîkayên jinan bi dawî bû
17:49 Mûrathan Mûngan li Wêjegeh Amedê pirtûka xwe îmze kir
16:26 Li Îsraîlê ‘rewşa şer’ hate ragihandin
16:26 Partiya Çepên Kesk: Heta pirsgirêka Filistîn û kurdan çareser nebe dê aştî neyê
16:03 Qurbaniyên Komkujiya Gara Enqereyê hatin bibîranîn
15:54 Li Avestayê qursên kurdî dest pê kirin
15:39 Girtiyan bang kirin: Divê em têkoşîna li dijî tecrîdê mezintir bikin
14:25 Aydenîz: Divê em heta bidawîkirina tecrîdê têbikoşin
14:18 Rewşa dawî ya li Filistîn-Îsraîlê: Herî kêm 663 kesan jiyana xwe ji dest dan
14:18 Stasyona Siwêdiyê ji sedî 80 ji xizmetê derket
13:43 Ji 3 siyasetmedarên binçavkirî yek jê hate girtin
13:09 Xelkê Mexmûrê li dijî êrişan meşiya
13:04 Di protestoya komployê de peyama ‘heta tecrîd bi dawî dibe em têbikoşin’ hate dayîn
12:03 Dînçer piştî 30 salan hate berdan
11:53 Rojnameger Sarya: Tirkiye sûcê şer dike
11:26 Li 8 deverên Gazeyê pevçûn berdewam dikin
11:04 Aydenîz: Divê Abdullah Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad bibe
10:31 Li Efxanistanê erdhej: Hejmara miriyan derket 2 hezar û 53’yan
10:25 Hejmara Kovara Jinê bi nîqaşên ser destûra bingehîn derket
10:23 Aydar: Sekna li Îmraliyê komplo vala derxist
10:11 Akademîsyena misirî Attîa: Fikrên Ocalan mifteya wekheviyê ne
09:49 Li Çiyayê Gabar ayîna piştî 34 salan
09:39 Qeyûman bi hezaran donim erse û gelek malên şaredariyê dewr kirin
09:08 Bi çalakiya xwe li dora Abdullah Ocalan bûn xelekeke ji agir
09:07 'Em ê bi reflekseke rêxistinkirî li dijî şerê taybet bitêkoşin'
09:05 Rojnamevan Kanbal: Armanca van operasyonan krîmînalîzekirin e
09:02 ‘Êrişên li ser Rojava berdewama komploya 9'ê Cotmehê ne'
09:00 ROJEVA 8’Ê COTMEHA 2023’YAN
07/10/2023
23:23 Tirkiyeyê êriş bir ser Mexmûrê: Dayikek û 2 zarokên wê birîndar bûn
19:33 Êrişa Hamasê: 70 mirî, nêzî hezarî birîndar
19:28 Li Ewropayê komploya 9’ê Cotmehê hat şermezarkirin
18:45 Di êrişa Tirkiyeyê de welatiyek hat qetilkirin
17:47 Dayikên Şemiyê hatin berdan
16:51 Karabûlût a hatibû binçavkirin hate berdan
16:32 Polîsan dîmenên îşkenceyê bi darê zorê ji telefonan birin
16:21 PEN’a Norveçê idianameya ‘çekên kîmyewî’ lêkolîn kir: Hiqûq hatiye binpêkirin
16:20 Hate xwestin ku girtiyê nexweş Cemal Tarhan ê 70 salî bê berdan
15:54 Girtiyê nexweş Tanboga tenê dikare mama bixwe
15:53 Êrişên li ser Rojava û binçavkirin hatin protestokirin
15:37 Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê hat avakirin
15:29 Xizmên Windayan li aqûbeta du birayên winda pirsîn
15:03 Hevseroka HDP’a Enqereyê: Em ê li dijî êrişan bêdeng nemînin
14:55 Şaxên ÎHD’ê: Em ê dest ji hesabpirsîna kujerên windayan bernedin
14:47 Berpirsê qetlîama Malbata Şenyaşar dîsa bû endamê MKYK’a AKP’ê
14:35 Dema binçavkirina hevserokên HDP’î hate dirêjkirin
14:27 Li Dîlokê jinek hate binçavkirin
14:21 Komploya nevneteweyî bi meşa meşaleyan hate şermezarkirin
14:02 Bayindir: Desthilat temenê xwe bi şer dirêj dike
14:00 ‘112 Hesp û Xezelek’ derçû
13:01 Hamasê li dijî Îsraîlê operasyon da destpêkirin
12:57 Dîsa Qada Galatasarayê li Dayikên Şemiyê qedexe kirin
12:37 Polîsan li ciwanê astengdar dan û giliyê wî kirin
12:19 Wan ripûrût kirin û ava cemidî li wan kirin
11:49 Di meha îlonê de 32 jin hatin qetilkirin
11:35 ‘Azadiya Abdullah Ocalan azadiya me ye’
11:21 Encamnameya civîna DÎK’ê: Em ê ji bo aştiya civakî bi hemû reng, gel, baweriyan ve têbikoşin
11:16 Li dijî binçavkirin û êrişan nerazîbûn: Em bi paş ve gav navêjin
11:05 Hevşaredarên Cizîrê der heqê qeyûm de doz vekirin
11:01 Promiyera lîstika “Mirina Jeanne d’Arcê Ya Din” hate kirin
10:36 Hevseroka BOTAN-DER’ê: Em bi zanebûna dewlemendiya zimanê xwe nêz bibin
10:33 Jin Rêveberiyên Xwecihî nîqaş dikin: Êrişên li dijî Rojava li dijî destkeftiyên jinên kurd e
10:30 Ozbîngol: Aliyê siyasî yê Doza Kobanê ji aliyê hiqûqî girantir e
09:13 Bi kevirê di destê xwe de li dijî peymana 9’ê Cotmehê bû mertal
09:12 Rojnamevan Kalkan: Di çapemeniya kurd de nêrîna jinan bi Gûrbetellî dest pê kir
09:11 Dê aştîxwaz û azadîxwaz di 8'ê Cotmehê de li Kadikoyê kom bibin
09:09 ‘Tecrîdê welat di nava tarîtiyê de fetisandiye'
09:07 Parêzer Demîr: Tecrîda li Îmraliyê sûc e
09:04 Der barê Waliyê Hatayê de îdiayek cidî: Mal û milkên we û jinên we helal in
09:02 Omer Ocalan: Ji bo Destûra Bingehîn bê guherandin divê tecrîd bê rakirin
09:00 ROJEVA 7'Ê COTMEHA 2023'YAN
06/10/2023
23:59 Balafirên şer Kobanê bombeberan kirin
23:38 Rojnamevan Kanbal hat berdan
22:33 'Li dijî tecrîdê Meşa Azadiyê'
20:18 Dê li Qibrisê Konferansa Modernîteya Demokratîk bê lidarxistin
20:15 Li Rojava bi hezaran kes li dijî êrişên Tirkiyeyê daketin qadan
18:03 Fadil Şenyaşar nehat berdan
17:02 Bi îdiaya ‘hedef nîşandanê’ doz li rojnamevan Arslan vekirin
16:48 Ji bo ‘Meşa Azadiyê’ dê xebata tagê bê kirin
16:42 Kampanyaya TJA’yê li Êlihê bi meşê dest pê kir
15:54 Partiya Çepên Kesk li Rihayê serdana esnafan kir
15:33 Tîltay piştî 30 salên girtî hate bardan
15:06 Onder: Doza Kobanê ji bo darizandina AKP’ê pêşîdianameyek e
14:53 Danişîna doza Semra Guzel hat taloqkirin
14:53 Halîse Aksoy nehat berdan
14:48 Rojnamevan Kanbal bi ‘propagandaya rêxistinê’ tê sûcdarkirin