Nirxandina Seyît Evran a têkildarî komployê: Fikra ku dixwestin tune bikin li cîhanê belav bû

  • rojane
  • 10:38 26 Îlon 2023
  • |
img
RIHA - Rojnameger Seyît Evran, beriya jiyana xwe ji dest bide têkildarî 25’emîn salvegera komploya navneteweyî ya li dijî Abdullah Ocalan bi MA’yê re axivî. Evran, wiha got: “Fikra ku dixwestin tune bikin, li cîhanê belav bû.” 
 
Kedkarê Çapemeniya Azad rojnameger-nivîskar Seyît Evran di 22’yê îlonê de li nexweşxaneyeke Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jiyana xwe ji dest da. Evran, zêdetirî 30 salan li çar parçeyên Kurdistanê û gelek herêmên Rojhilata Navîn rojnamegerî kir. Di vê pêvajoyê de têkoşîna azadiyê ya gelê kurd ji cîhanê re ragihand û şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji nêz ve şopand. 
 
Evran, beriya wefata xwe, têkildarî 25’emîn salvegera komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi ajansa me re axivîbû. Hevpeyvîna bi Evran re ya têkildarî bandora fikrên Abdullah Ocalan a li ser jiyana nû ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wiha ye: 
 
NIRXANDINA EVRAN A DERHEQÊ KOMPLOYÊ DE 
 
Evran, diyar kir ku bi milyonan kes ji fikrên Abdullah Ocalan bibandor bûne û hêzên hegemon ji ber ku ji paradîgmaya Abdullah Ocalan ditirsiyan, plana komployê xistine meriyetê. Evran, wiha domand: “Bala birêz Ocalan beriya komployê piranî li ser Rojhilata Navîn û têkoşîna azadiyê ya gelê kurd bû lê bingeha bala wî ew nebû. Ji bo azadiya mirovahiyê, hemû bindestan û kesên mafên wan hatine xespkirin û rizgariya jinên tune dihatin hesibandin têkoşînek birêxistin kir. Hêzên serdest jî ev fikriyat ji xwe re weke talûke dîtin.” 
 
ROLA CENDIRMETIYÊ YA TIRKIYEYÊ
 
Bi domdarî Evran anî ziman ku Tirkiye jî di komploya navneteweyî de hatibû peywirdarkirin,  her cureyên alîkariyê jê re hatine dayîn û wiha got: “Rola cendirmetiyê ya Tirkiyeyê hêj jî didome. 23 welatan di komployê de cih girt. Ev welat ji fikrên birêz Ocalan bibandor dibûn lewma êrişeke wiha mezin birêxistin kirin. Birêz Ocalan ku di hucreyeke yekkesî de hatiye dîlgirtin, bi pêşxistina paradîgmaya xwe re hêj bêhtir bû xewnereşka van dewletên di komployê de cih girtin. Îcar jî fikrên ku tevahiya gelên cîhanê di nava xwe de dihewîne pêş xist. Di demên berê de jî hebûn lê li Îmraliyê pêş xist û pêşkeşî hemû gelên cîhanê hatin kirin. Ev paradîgma li ser pergala demokratîk, parastina ekolojiyê û azadkirina jina hatiye kolekirin hate pêşxistin. Fikriyata ku dixwestin tune bikin, di nava girseyên hêj berfirehtir de belav bû.” 
 
BELAVBÛNA PARADÎGMAYÊ
 
Di berdewamê de Evran got ku paradîgmaya ku hêzên serdest dixwestin bi komployê tune bikin, li çar aliyên cîhanê ekolojîst, jin, bindest û etnîsîte xwedî lê derketine û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Îro li her çar aliyên sazî û aktîvîstên ku ekolojiyê diparêzin xwedî li birêz Ocalan derdikevin. Ji ber ku fikrên wan jî heman in. Hemû bindest û azadîxwazên cîhanê xwedî li birêz Ocalan derdikevin. Vê yekê bi eşkereyî dibêjin. Tevahiya sendîkayên karkeran ên cîhanê xwedî li birêz Ocalan derdikevin. Ji ber ku dibêjin; ‘ew di heman demê de mafên me diparêze.’ Tevahiya komên etnîkî, formên civakî û gele eşîrên li Rojhilata Navîn îro birêz Ocalan diparêzin. Ji ber ku her kes xwed di vê paradîgmayê de dibîne. Li çar aliyên cîhanê îro xwedîderketineke li fikra serdestan dixwestin tune bikin heye. Xwestin vê fikrê ji holê rakin lê niha bi fikrekî hîn mezintir re rû bi rû ne. Lê nihêrtin ku nikarin tune bikin, îcar jî hewl dan çareseriyê li wir pêş bixin. Lê rola cendirmetiyê ya ku dane Tirkiyeyê bi dawî nebûye. Tirkiye hêj jî li Rojhilata Navîn pevçûnan derdixîne, hewl dide îstîqrarê xera bike û neçareseriyê pêş dixe. Heke ji bo bidawîkirina neçareseriyan daxwazek hebe, divê tecrîda li ser birêz Ocalan bi dawî bibe. Tiştekî xelet nîne ku mirov bibêje bingeha gelek pirsgirêkên li cihanê tecrîda li Îmraliyê ye.” 
 
XWEBIRÊXISTINKIRINA KURDAN
 
Rojnameger Evran, bi bîr xist ku têkoşîna azadiyê ya gelê kurd bi sedsalaya didome û ev nirxandin kir: “Beriya PKK’ê 28 serhildan hene. Têkoşîna azadiya ya kurd ku bi Emirxan Bradostî dest pê kirî, heta sala 1938’an berdewam kir. Temenê tu serhildanan salek derbas nekir. Ji bo Agiriyê dibêjin 4 sal lê li pey hev 3-4 serhildan hatibûn kirin. Temenê Kurd a Mahabatê 11 meh bû. Tevahiya serhildanan, dev ji 2 parçeyan berde, nekarî bandorê li tevahiya parçeyekê jî bikin. Heta têkoşîna pêşmergeyan a li Başûr jî bandor li tevahiya Başûr nekir. Başûr niha 3 parçe ye. Tevek jî lokal man. Bedelên giran hatin dayîn, pêşengên wan hatin bidarvekirin û cihên gorên wan hêj jî nayên zanîn. Lê belê ev serhildan berfireh nebûn û zêde dirêj neajotin. Tekane tevgera ku karî vê yekê pêk bîne, tevgera azadiyê ya kurd anku PKK bû. Têkoşîna azadiyê li 4 parçeyên Kurdistanê û li her deverê birêxistin kir û meşand. Tenê bi 4 parçeyan re jî bisînor nema, kurdên li dîasporayê, Sovyetan û Kafkasan jî birêxistin kir û tev li vê têkoşînê kir. Tişta ku Tevgera Azadiyê ya Kurd ji tevgerên din cuda dike ew e ku kurdên her çar parçeyan kir yek û demokratîk kir. Ev yek jî bi saya fikrên birêz Ocalan hate kirin. Goristana Şehîdan a Kobanê mînaka herî şênber a çar parçeyên Kurdistanê ye. Li vê goristanê şehîdên ji çar parçeyan jî hene.” 
 
SERHILDANA LI DIJÎ KOMPLOYÊ
 
Evran, serhildanên li çar parçeyên Kurdistanê li dijî komployê hatine lidarxistin bi bîr xist û wiha got: “Başûr, bi rojan li ser pêyan bû. Hinek pêşmergeyan xwe şewitandin. Li Rojhilat meş hatin lidarxistin û bi sedhezaran kes tev li bûn û bi rojan domiyan. Bakur li her deverê li ser pêyan bû. Li her gund, bajarok, navçe û bajarên Rojava xwepêşandan hatin lidarxistin. Li Ewropayê bi ser konsoloxaneyan de hate girtin, mirov hatin gulebarankirin. Bi dehan kesên digotin ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ li çar parçeyên Kurdistanê xwe şewitandin. Her çend ku birêz Ocalan gotibe; ‘wisa nekin, ez ne li gel vê çalakiyê me’ jî mirovan xwe şewitandin. Tiştekî wiha li tu devera cîhanê nehatibû dîtin. Digotin qey heke em serî bigirin dê beden belav bibe. Ev 25 sal in gel nesekinî ye û ji bo azadiya birêz Ocalan têdikoşe.” 
 
DINYAYEKE DIN MIMKIN E 
 
Evran, da zanîn ku hewl didin komploya negihiştiye armanca xwe bi pergala tecrîdê ya li Îmraliyê bidomînin û axaftina xwe wiha qedand: “Tecrîd, bi erêkirina hêzên navneteweyî tê girankirin. Heke tecrîd nebûya, îro gelek şer nediqewimîn. Hêza pêşîlêgirtinê ya birêz Ocalan heye. Yek ji geşedanên sereke ya komplo bêbandor kirî jî Şoreşa Rojava ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Bandora xwe li tevahiya herêmê kir. Dewletên herêmî gelek ditirsin. Dema li Rojava kanton hatin ragihandin, li ser kantonên Yemenê nîqaş hatin kirin û 6 kanton hatin ragihandin. Niha Misir, Cezayîr, Tunus û Sûriye vê modêlê ji xwe re mînak digirin. Ne tenê ji bo gelên herêmê, bi hezaran enternasyonalîstên cîhanê jî bi dirûşma ‘dinyayeke din mimkin e’ tev li vê şoreşê bûn. Êrişên îro li dijî Rojava tên kirin, girêdana xwe bi tecrîdê re heye. Hêzên navneteweyî yên li dijî vê bêdeng dimînin jî şirîkên sûc in. Divê li dijî tecrîdê zext li van hêzan were kirin û jê re bibêjin; ‘peywira xwe pêk bînin.’ Heke ev neyê kirin, tecrîd jî ranabe. Kampanya hene lê bi têrî nakin. Faşîzm, azadiyê nade. Azadî ji faşîzmê tê standin.” 
 
MA / Emrûllah Acar
 

Sernavên din

01/10/2023
11:16 Ji bo teqîna li Enqereyê biryara qedexeya weşanê hate dayîn
11:01 Şewata li Akdagê xwe bi xwe vemirî
10:59 Xebatkarên FîlmAmedê: Mîhrîcan bi kelecan û kêfxweşiyeke mezin didome
10:32 Berteka 'hevkariyê' ya li dijî PDK'ê: Dest ji xiyanetê berdin
10:20 Li dijî Midûriyeta Giştî ya Emniyetê ya li Enqereyê êrişa bombeyî hate kirin
10:19 31 sal in li birayê xwe yê windakirî digere
09:43 ‘Paradîgmaya bi komployê hedef hatibû girtin gerdûnî bû’
09:06 Daxwaza taloqkirina înfaza girtiyê nexweş Nebîoglû 4 meh in hatiye sekinandin
09:06 Bayindir: Divê her kes li dijî tecrîdê di 9'ê Cotmehê de li Amedê be
09:04 Mehmet Ocalan: Divê herkes bertekeke mezin nîşan bide ku deriyê Îmraliyê vebe
09:02 Ji bo Ocalan bedena xwe dabûn ber mirinê: Berxwedana li dijî tecrîdê lawaz e, divê berxwedan mezin bibe
09:00 Qeysika girtiyê nexweş hat desteserkirin
09:00 ROJEVA 1'Ê COTMEHA 2023'YAN
08:08 Rojnameya Fermî: Hilbijartinên rêveberiyên herêmî di 31’ê adarê de ne
30/09/2023
22:09 Li Geverê konsera 'Vejîn'
22:02 Celalettîn Can rakirin nexweşxaneyê
21:11 Di roja çaran a FîlmAmedê de 9 belgefîlm
19:21 Dayik û Mirovên Şemiyê hatin berdan
15:59 Ji bo girtiyê nexweş Emîn Çam ê 72 salî banga berdanê hat kirin
15:29 ÎHD’ê faîlên Huseyîn Morsumbul pirsî
15:18 Heke Celalettîn Can neyê tedawîkirin dê çavê wî nebînin
14:55 Xizmên Windayan: Divê dewlet bi sûcên xwe re hevrû bibe
14:54 Di mîhrîcanê de forûm: Ji bo piştevaniyê dê komîteyek bê avakirin
14:33 Kongreya MED TUHAD-FED’ê: Divê zincîra tecrîda li Îmraliyê bê şikandin
14:19 Gerok Ma li Geverê kêfa zarokan anî
14:14 Li Ûrmiyeyê zarokek hate qetilkirin
14:04 Li Rojhilat kolberek hate qetilkirin
13:24 Gunay: Kongre dê bibe kongreya herî krîtîk a dîroka me ya siyasî
12:13 Dayikên/Mirovên Şemiyê bi ledanê hatin binçavkirin
11:21 Sedema kêmkirina cezayê faîlê pitik Ûytûn ‘pengizîna kapsulê ye’
11:17 Salvegera komploya 9’ê Cotmehê: Azadiya birêz Ocalan azadiya me hemûyan e
11:02 Di Wîkîferhengê de kurdî bû zimanê 8'emîn
10:45 Unsal: Abdullah Ocalan aktorek girîng e, divê gavên nû bên avêtin
09:57 Komeleya Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê tê avakirin
09:31 Ji stranbêj Mesûd Gever strana 'Payîzok'
09:06 Kaçmaz: Em ê ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan bixebitin
09:06 Kongreyên DAD'ê dest pê dikin: Dê xeta nû ya têkoşînê bê diyarkirin
09:06 Bi hinceta 'ewlehiyê' amûrên paqijiyê nedan girtiyan
09:05 Girtiyên ku der barê wan de lêpirsîn hat destpêkirin îfade dan
09:05 Dozgerî ji bo çalakiyên Kobanê biryareke emsal da
09:05 Qeyûm li şûna ku xizmetgûzariyê bike mîhrîcana asîmîlasyonê li dar dixe
09:05 Tûrnûvaya futbolê ku Meclisa Ciwanan a Partiya Çepên Kesk daye destpêkirin didome
09:04 Bi gefên kuştinê re rû bi rû maye: Jiyana min di xetereyê de ye
09:04 Ozen ê li dijî tecrîdê xwe şewitandibû: Divê hebûna Abdullah Ocalan were qebûlkirin
09:04 Yureklî: Bingeheke hiqûqî ya azadiya Abdullah Ocalan ava bûye
09:00 ROJEVA 30'Ê ÎLONA 2023'YAN
29/09/2023
21:11 FîlmAmed didome: 14 belgefîlm hatin nîşandan
20:50 Welatiyekî ji Rojava li sînorê Tirkiyeyê hat qetilkirin
20:48 Li Dihokê 25 donim zevî şewitî
18:41 Xebatkara Yenî Yaşamê hat berdan
18:01 Hiqûqnasan li Banayê lêkolîn kirin
16:43 Roja 3’yemîn a Mîhrîcana FilmAmedê: Li 2 saziyan 6 belgefîlm hatin nîşandan
16:25 Hevserokê BEKSAV’ê Uçar hate berdan
15:35 Li Şirnexê ji bo ‘dengên tên veguhestin’ daxuyanî: Desthilat dixwaze encama hilbijartinê biguherîne
15:19 Dozgerê ku doza girtinê li HDP’ê vekir serdana Partiya ÎYÎ kir
14:32 Kedkarên tenduristiyê protestoya ‘xwarinê’ li dar xistin
14:06 Li Pakistanê di êrişê xwekuj de hejmara miriyan ji 50 kesî bihûrî
13:10 Xelkê Amedê nerazîbûn nîşanî bihakirina heqê rê da: Heqê rê me perîşan kir
12:51 Ozalp ê OHD’î hate berdan
12:32 Meclisa kartvîzîtê tirkî bê pere çap dike ji bo kurdî pere xwest
12:28 Xebatkara Yenî Yaşamê li Dêrsimê hate binçavkirin
12:24 Doza Kobanê taloqî 2’yê cotmehê hat kirin
11:08 Partiya Çepên Kesk amadekariyên kongreyê dike: Dê tablo biguhere
11:07 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:02 KCD, DBP, TJA, MED TUHAD-FED’ê ji bo 9’ê Cotmehê banga Amedê kirin
11:00 Jinên girtî bi xwesteka ‘bikeve tevgerê’ serî li CPT’yê dan
10:52 Endama KJAR’ê Mahabad: Şoreşa jinan wê teqez serbikeve
10:40 Doza Hasret Tûtal: Dadgehê ne faîl, Hasretê darizand
09:51 Şagirtê Seyît Evran: Rojnamegerên şoreşger gihand
09:07 Girtiya tedawiya wê tê astengkirin dibe ku çavên xwe winda bike
09:06 Muzîkjen Hosseînî: Çanda populer muzîkê kir amûreke mezaxtinê
09:04 Hevseroka DFG'ê Muftuoglû: Tu dîwar nikare me ji pîşeya me dûr bixe
09:03 Jinên ku kargeha dirûtinê ava kirin: Gelek kêmasiyên me hene
09:02 Zextên derûnas ên li ser girtiyan: Têkoşîna li dijî terorê serkeftî ye yan na?
09:02 BEKSAV amadekariya mîhrîcaneke fîlman dike
09:02 Gundê êzidiyan ê dîrokî Kiwex pêşkeşî sermayeyê tê kirin
09:01 ‘Polîtîkaya bêcezahiştinê bû sedemê kuştina xwişka min’
09:01 Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin: Komplo bi saya sekna Abdullah Ocalan vala hat derxistin
09:00 ROJEVA 29'Ê ÎLONA 2023'YAN
08:45 Li dijî 2 şaredariyên CHP’ê operasyon hate lidarxistin
08:04 Cenazeyê Bîrîk ê serokê AKP’ê yê berê ew kuşt hate definkirin
07:55 Li Silêmaniyê êrişeke çekdarî: Kesekî jiyana xwe ji dest da
28/09/2023
23:08 Li Îzmîrê konsera dengbêjiyê
23:02 'Heya Ocalan azad bibe dê têkoşîna me bidome'
21:33 Cezayê li Kavala û Atalay hatibû birîn hat erêkirin
21:28 Serokê AKP'ê yê navçeyê yê berê mala cîranên xwe gulebaran kir: Kesek jiyana xwe ji dest da
21:11 8’emîn Mîhrîcana Belgefîlman a FîlmAmedê di roja duyemîn de didome
19:47 'Îfadeyên amadekirî' bi wan dan îmzekirin û ew girtin
19:35 Hevserokê BEKSAV'ê Ûçar hat binçavkirin
16:35 MED TUHAD-FED’ê ji bo kongreya xwe banga beşdariyê kir
15:19 Siyasetmedar û rojnamevanek hatin cezakirin
14:06 Li Dîlokê jinek hat qetilkirin
14:02 Girtiyê ku tehliyeya wî 6 mehan hatibû taloqkirin hate berdan
13:37 Doza Kobanê: Ji bo girtinê ‘gumana maqûl’ têr nake
13:37 Partiya Çepên Kesk dê di vekirina Meclisê de daxuyaniyê bide
13:17 AYM dê serlêdana parlamenterê girtî Atalay lêkolîn bike
12:27 Di 10 salan de hezar û 803 karkerên çandiniyê bûn qurbaniyên cînayetên kar
12:17 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:44 Li ber Konseya Ewropayê wê 500 kes ji bo Ocalan nobedê bigirin
11:33 Hejmara qurbaniyên erdheja Fasê nêzî 3 hezaran bû