NAVENDA NÛÇEYAN - Dadgeha Federal a Iraqê îro têkildarî referandûma di 25’ê Îlonê de li Başûrê Kurdistanê hatibû kirin, hin biryar da.
Dadgeha Federal a Iraqê ji bo betalkirina parlamenteriya 10 parlamenterên ku di referandûmê de deng dabûn biryara “bêrayetiyê” û têkildarî serok û endamên Komîsyona Hilbijartin û Referandûmê ya Bilind a Başûrê Kurdistanê de biryara girtinê da.
Hat diyarkirin ku biryara girtina serok û endamên komîsyona referandûmê li gorî zagona 329’an hatiye dayîn.
Di heman demê de çend saet berê Dadgeha Federal a Iraqê ji bo betalkirina parlamenteriya 10 parlementerên ku di referandûmê de deng dabûn jî biryara “bêrayetiyê” dabû.