Iraqê der barê komîsyonê de biryara girtinê derxist 2017-10-11 15:16:08   NAVENDA NÛÇEYAN - Dadgeha Federal a Iraqê îro têkildarî referandûma di 25’ê Îlonê de li Başûrê Kurdistanê hatibû kirin, hin biryar da.   Dadgeha Federal a Iraqê ji bo betalkirina parlamenteriya 10 parlamenterên ku di referandûmê de deng dabûn biryara “bêrayetiyê” û têkildarî serok û endamên Komîsyona Hilbijartin û Referandûmê ya Bilind a Başûrê Kurdistanê de biryara girtinê da.   Hat diyarkirin ku biryara girtina serok û endamên komîsyona referandûmê li gorî zagona 329’an hatiye dayîn.   Di heman demê de çend saet berê Dadgeha Federal a Iraqê ji bo betalkirina parlamenteriya 10 parlementerên ku di referandûmê de deng dabûn jî biryara “bêrayetiyê” dabû.