Parêzerên Ocalan rapor şandin CPT'yê: Îmraliyê ziyaret bikin

  • rojane
  • 09:29 20 Nîsan 2018
  • |
img
STENBOL - Buroya Hiqûqê ya Asrinê, ji ber ku rapora CPT'yê ya Îmraliyê 2 sal şûnde aşkere kirin û rê li ber tiştên xelet vedike îtiraz kir. Buroyê di raporê de gelek nehiqûqî rêz kirin û ji CPT'yê xwest careke din serdana Îmraliyê bike. 
 
Herî dawî di 11'ê Îlona 2016'an de Mehmet Ocalan li Îmraliyê serdana kekê xwe Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan kir û ji wê rojê heta niha tu agahî jê nayên girtin. Ji ber vê her diçe şik û guman zêdetir dibin. Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkence û Muameleyên Xerab a Ewropayê (CPT) jî di 28-29'ê Nîsana 2016'an de hatibû Tirkiyeyê û serdana Girava Îmraliyê kiribû. Lê CPT'ê rapora xwe ya der barê Girtîgeha Îmraliyê de, 2 salan şûnde, di 20'ê Adarê de aşkere kir. Tevî hemû bangawazî û daxuyandinan jî CPT'î rapor aşkere nedikir, lê belê piştî du salan şûnde di dema operasyona li hemberî Efrînê de daxuyand ku ev yek jî cihê balkişandinê ye.
 
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê ji 27'ê Tîrmeha 2011'an ve nikarin bi muwekîlê xwe Abdullah Ocalan re hevdîtinan çêbikin. Lê belê parêzeran bi awayekî hûrguliyane rapora CPT'yê daxuyand û di encama lêkolînê de, der barê hin xisûsiyetên di raporê de raporek amade kirin û ji CPT'yê re şandin. 
 
Di rapora hat amadekirin de, hat xwestin ku CPT'ê careke din serdana Girtîgeha Îmraliyê bike. 
 
Parêzeran di rapora ku amadekirin û şandin de, nemaze jî bal kişandin ser rapora CPT'yê û destnîşan kirin ku daxuyaniya hatiye dayîn daxuyaniyeke derengmayî ye. Têkildarî vê yekê ev tişt hatin çespandin: "Bi taybetî em diyar dikin ku, serdana komîteyê û rapora ku hatiye nivîsandin di sala 2016'an de çêbûye. Lê belê rapor jî di 20'ê Adara 2018'an de hatiye daxuyandin. Di navberê de nêzîkî 2 salan heye. Gelek sedemên vê tiştê hene ku ji bo çi hikûmet dereng destûra daxuyandina raporê da. Qenaeta me ew e ku sedema vê tevî tercîhên polîtîk, lawazkirina rasteqîniya raporê ye jî. Ji lewra rapor piştî du salan şûn de hatiye daxuyandin. Di vî du salî de li Tirkiyeyê gelek guherînên polîtîk, hiqûqî û rêveberiyî guherîn. Hewldaneke darbeya leşkerî, îlankirina Rewşa Awarte (OHAL), gelek binçavkirin, girtin û îxrackirin û bi awayekî tund binpêkirinên mafan pêk hatin." Di raporê de hat gotin ku bi îlankirina Rewşa Awarte re bi Biryarnameyên Di Hikmê Qanûnê De (KHK) ên hatin derxistin mafên sereke û azadî hatin sînorkirin. 
 
HAT TIRKIYEYÊ, LÊ NEÇÛ ÎMRALIYÊ 
 
Buroya Hiqûqê ya Asrinê, bi bîr xist ku bi îlankirina Rewşa Awarte re ji 26'ê Tîrmeha 2016'an ve bi awayekî yekser û neyekser hemû pêwendiyên bi Îmraliyê re hatine qedexekirin. Buroyê destnîşan kir ku paşê CPT du caran serdana Tirkiyeyê kiriye, lê belê serdana Îmraliyê nekiriye. Buroya Hiqûqê ya Asrinê got: "Hay ji şert û emrcên jiyanê û rewşa tenduristiyê ya çar muwekîlên li wir tune ye. Di vê pêvajoyê de gelek agahiyên ku darbekaran Îmraliyê hedef girtiye, di serî de mafên jiyanê yên Birêz Ocalan û big iştî hemû girtiyên di Girtîgeha Îmraliyê de di xetereyê de ne di çapemeniyê de rû dan. Ji bo ev xisûs li cihê cih bên raçavkirin û lêkolînkirin me bia wayekî rêkûpêk agahî dan komîteyê. Her çend hat agahdarkirin û komîte di sala 2016 û 2016'an de du caran serdana Tirkiyeyê kir jî, neçû Îmraliyê. Ev sedem hemû diyar dikin ku rapora komîteyê ne raporeke rojane ye û li hemberî nehiqûqiya li Îmraliyê gelek kêmasiyan di xwe de dihebîne."
 
MA / Sadiye Eser
 
 
 

Sernavên din

20/04/2018
11:28 Çoltera Pilemûriye 3 roj in dişewite
11:15 Dowîz ket nava tevgerê û cardin bilind bû
11:09 Gefên hilbijartinê dest pê kirin: Dengê xwe bidin AKP’ê
11:08 Arsan nîqaşên rojnameger “Divê çibikin” nirxand: Divê medyayek xweser bê avakirin
10:24 Buldan: 24’ê Hezîranê roja rizgariya ji AKP’ê ye
10:09 Amediyan: Gel dê dersa pêwîst bide AKP û MHP'ê
09:54 Komên Çekdar ên li Sûriye Tirkiye dixapînin
09:34 'Îstismar ne pirsgirêka tenduristiyê ye, awayekî tundiyê ye’
09:32 Qedexeya li ser zozanan ranebe dê sewalên xwe bifiroş in
09:31 Wanî ji hilbijartina zordest re amade ne: Em ê çem û çem bişînin
09:30 Cotkarên Êlihê: Hişkesalî ji her demê bêtir dê bandorê li me bike
09:29 Parêzerên Ocalan rapor şandin CPT'yê: Îmraliyê ziyaret bikin
09:28 Tayînkirinên watedar ên qeyûm!
09:27 Dozger ji kalê 74 salî 15 sal ceza xwest
09:26 Dersim ji bo 1'ê Gulanê amade ye
09:25 Şahîn ê Guney ew tevli sînemayê kir: Ez çîrokên mirovên ji rêzê dinivîsim
09:25 Ji bo nexweşên şîzofrenî çalakiyek texsîr kirin
09:24 Sîlueta Keleha Dîlokê tê tarîkirin!
09:23 Uca: Tifaqa gelê kurd ji nan û avê pewistir e
09:00 ROJEVA 20'Ê NÎSANA 2018'AN
19/04/2018
22:03 Edîtor û Nuçegihanên ETHA'yê hatin girtin
17:12 Serlêdana parêzerên Ocalan cara 748'emîn hat redkirin
16:32 'Guhertina zagonan a Xesandina Kîmyewî tekakesîkirina pirsgirêkê ye'
15:57 2 kes li Colemêrgê hatin girtin
15:55 Di Doza Panzêrê de polîsê şahid: Midûrê Polîsan ferman da
15:26 Gel Baydemîr û Irmak kirin wekîl, meclîsê betal kir
15:09 Çalakiya esnafên kurdên Îranê berdewam dike
14:46 Egîtim Sen: Biryara girtina Mamoste Ayşe betal bikin
14:46 Rojnameger Zehra Dogan: Divê bêtirs nûçe bên çêkirin
14:38 Doza Nisêbînê didome: Kurd bi Xweseriya Demokratîk dibêjin em hene
14:30 Platforma Parastina Hewselê: Çemê Dîcleyê tune dikin, dê hesab bidin gel
14:18 Pervîn Buldan: 24’ê Hezîranê ji bo me fersend e
14:10 Li Colemêrgê starta hilbijartinê hat dayîn
14:10 Kesê ji qada 6’an a Nexweşxaneyê avêt mir
13:59 Parêzer ji di navde der barê 150 kesan de doz hat vekirin
13:40 Li Amedê 8 kes hatin girtin li Wêranşarê jî 11 kes hatin binçavkirin
13:39 Biryara doza Ata û Mizrak dê hefteyê pêş aşkere bikin
13:38 Temellî: Ecelê bizinê tê nanê şivên dixwe
13:37 Li Tetwanê gorên endamên HPG’ê hatin rûxandin
12:55 Doç. Dr. Ozpek: Operasyona Efrinê ne pêwsit bû
12:41 Li Sîlopiyê ‘Doza Panzerê’ dest pê kir: Rojnameger negirtin salonê
12:25 Heyeta HDP’ê li Îzmîrê bi kulîlkan hat pêşwazîkirin
12:18 4 qemyon li Dêrsîmê hatin şewitandin
12:18 Parêzer Ocalan serlêdana 748’emîn a hevdîtinê kirin
12:17 Got ‘Ezê li hemberî vê bêedaletiyê serî netewînim’ û agir berda bedan xwe
12:16 Bertek nîşanî birîna 7 hezar darên fêkiyan dan: Feraseta daran dibire qirêj e
11:02 Partiya Siberoja Sûriyeyê: Riyên leşkerî qeyranê çareser nekir, çareserî di destê gelan de ye
10:27 Ji bo komên ji Gutayê bar kirin, li Efrînê kamp ava kirin
10:18 HDP starta hilbijartinê li Mêrsînê da: Ji AKP’ê re şîmaqek kurdan lazim e
10:03 Jiyana wan koçberî ye
10:02 'Redkirina derzîkirinê tê maneya ji 10 zarokan 2 zarok bimirin’
09:16 Girtiyê ku cezayê wî nehat erêkirin xistin hucreyê
09:15 'Îktîdar ji bo berjewendiyên xwe OHAL'ê dirêj dike'
09:13 Meclîsê ji bo pêşniyaznameya der barê 18 zimanan de got 'îsrafa kedê' û ew îade kirin
09:13 Îdiaya ku berendamê herî ciwan ê AKP'ê sixtekarî kiriye
09:12 'Mislimanên nebûne yek li dijî kurdan bûn yek
09:11 Komira AKP'ê ya hilbijartinê li naverastê ye
09:10 Di serdema AKP'ê de 3 hezar û 500 girtiyên nexweş mirin
09:10 Karkerên li Çelê li petrolê digerin wisa tên parastin!
09:09 'Dixwazin Ertoş û Oremarê bikin herêma tampon'
09:00 ROJEVA 19'Ê NÎSANA 2018'AN
08:49 Rojnameger Levent Gultekin namzetiya Serokomariyê aşkere kir
08:24 Pasdarek Îranê ji malbatek Kurd 4 kes kuştin
18/04/2018
20:24 Li hemberî girêkoriya netew dewletan, xweseriya demokratîk parastin
19:27 Li Efrînê cenazeyê jineke hatiye kuştin hat dîtin
18:06 OHAL cara 7’emîn hat dirêjkirin
17:23 Wezîrê Parastina Mîllî yê berê Vuralhan hat kuştin
17:22 Beştaş: Ev hilbijartina Zordest e, gel dê ji AKP-MHP'ê xelas bibe
17:04 Li Riha û Dîlokê girtin
16:59 Dîroka ezmûna YKS’ê hat guhertin
16:35 Li Bestayê leşker qadên koçeran topbaran dikin
16:22 Beko: Tirkiye di sedsala 21’an de bûye dojeh
16:15 Karkerê ji kar hat avêtin li ber saziya kar çalakî pêk anî
16:10 Erdogan: Hilbijartin dê di 24’ê hezîranê de pêk bê
15:42 Polîsekî li Bedlîsê întîxar kir
15:36 Alîkarê Serokê Giştî yê EMEP’ê hat berdan
15:27 Êzîdiyên Êlih û Mêrdînê Cejna Çarşema Sor pîroz kirin
15:09 Di doza Nisêbînê de krîza parastina kurdî
14:49 Yolerî: Hişmendiya mêr, naxwaze têkiliya mêrantiyê û îstîsmarê bibînin
14:02 Parêzerê Akademîsyenên Aştiyê: Ji bo DMME'ê qîmeta xala 301'an tune
13:55 ESP’ê girtina hevalên xwe şermezar kir
13:46 Ser întîharên qada tenduristiyê vedişêrin
13:45 Doza Fîncanci, Onderoglu û Nesîn taloq bû
13:04 Li Edeneyê banga 1’ê Gulanê: Werin em wêneyê pêşerojê xêz bikin
12:47 Aborînas Katircioglu: Di bingeha krîzê de siyaset heye
12:46 Temellî hilbijartina pêşwext nirxand: Em ê wan bavêjin çopdanka dîrokê
11:36 HDP piştî niqaşên hilbijartinê dadikevin qadan
11:20 Şahidê hovîtiya OSO E.S: Deh kes li ber çavê min qetil kirin
11:00 Trump ji bo keşeyê amerîkî yê girtî Tirkiye rexne kir
10:51 Bijîşkê Avrînê: dixwazin Efrînê bê kurd bihêlin
10:35 Serpelê ji kar hat avêtin li ber şaxa leşkerî întîhar kir
10:19 Aytîn: Jin pêşengiya yekîtiya neteweyî ya kurd dikin
10:03 Zabiteyê qeyûmê dema hişbir difirot hat girtin
09:53 Selîm Temo: Azadiya Welat dara rûmetê ye
09:52 Xwarinên xwe di kunsarkan de muhafize dikin
09:51 Buroya Hiqûqê ya Asrinê: Divê CPT’î biçe Îmraliyê jî
09:50 ‘Doza panzêrê’ ya Silopiyayê: Kujer di nav me de ye
09:50 Desteya Parastina Heyînên Çandî xwedî li malên tescîlkirî dernakeve
09:49 Jinên penaber li atolyeyê hatin gel hev
09:49 Portreyên ermeniyan ji 1915’an heta niha kirin pirtûk