Parêzerên Ocalan rapor şandin CPT'yê: Îmraliyê ziyaret bikin 2018-04-20 09:29:12   STENBOL - Buroya Hiqûqê ya Asrinê, ji ber ku rapora CPT'yê ya Îmraliyê 2 sal şûnde aşkere kirin û rê li ber tiştên xelet vedike îtiraz kir. Buroyê di raporê de gelek nehiqûqî rêz kirin û ji CPT'yê xwest careke din serdana Îmraliyê bike.    Herî dawî di 11'ê Îlona 2016'an de Mehmet Ocalan li Îmraliyê serdana kekê xwe Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan kir û ji wê rojê heta niha tu agahî jê nayên girtin. Ji ber vê her diçe şik û guman zêdetir dibin. Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkence û Muameleyên Xerab a Ewropayê (CPT) jî di 28-29'ê Nîsana 2016'an de hatibû Tirkiyeyê û serdana Girava Îmraliyê kiribû. Lê CPT'ê rapora xwe ya der barê Girtîgeha Îmraliyê de, 2 salan şûnde, di 20'ê Adarê de aşkere kir. Tevî hemû bangawazî û daxuyandinan jî CPT'î rapor aşkere nedikir, lê belê piştî du salan şûnde di dema operasyona li hemberî Efrînê de daxuyand ku ev yek jî cihê balkişandinê ye.   Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê ji 27'ê Tîrmeha 2011'an ve nikarin bi muwekîlê xwe Abdullah Ocalan re hevdîtinan çêbikin. Lê belê parêzeran bi awayekî hûrguliyane rapora CPT'yê daxuyand û di encama lêkolînê de, der barê hin xisûsiyetên di raporê de raporek amade kirin û ji CPT'yê re şandin.    Di rapora hat amadekirin de, hat xwestin ku CPT'ê careke din serdana Girtîgeha Îmraliyê bike.    Parêzeran di rapora ku amadekirin û şandin de, nemaze jî bal kişandin ser rapora CPT'yê û destnîşan kirin ku daxuyaniya hatiye dayîn daxuyaniyeke derengmayî ye. Têkildarî vê yekê ev tişt hatin çespandin: "Bi taybetî em diyar dikin ku, serdana komîteyê û rapora ku hatiye nivîsandin di sala 2016'an de çêbûye. Lê belê rapor jî di 20'ê Adara 2018'an de hatiye daxuyandin. Di navberê de nêzîkî 2 salan heye. Gelek sedemên vê tiştê hene ku ji bo çi hikûmet dereng destûra daxuyandina raporê da. Qenaeta me ew e ku sedema vê tevî tercîhên polîtîk, lawazkirina rasteqîniya raporê ye jî. Ji lewra rapor piştî du salan şûn de hatiye daxuyandin. Di vî du salî de li Tirkiyeyê gelek guherînên polîtîk, hiqûqî û rêveberiyî guherîn. Hewldaneke darbeya leşkerî, îlankirina Rewşa Awarte (OHAL), gelek binçavkirin, girtin û îxrackirin û bi awayekî tund binpêkirinên mafan pêk hatin." Di raporê de hat gotin ku bi îlankirina Rewşa Awarte re bi Biryarnameyên Di Hikmê Qanûnê De (KHK) ên hatin derxistin mafên sereke û azadî hatin sînorkirin.    HAT TIRKIYEYÊ, LÊ NEÇÛ ÎMRALIYÊ    Buroya Hiqûqê ya Asrinê, bi bîr xist ku bi îlankirina Rewşa Awarte re ji 26'ê Tîrmeha 2016'an ve bi awayekî yekser û neyekser hemû pêwendiyên bi Îmraliyê re hatine qedexekirin. Buroyê destnîşan kir ku paşê CPT du caran serdana Tirkiyeyê kiriye, lê belê serdana Îmraliyê nekiriye. Buroya Hiqûqê ya Asrinê got: "Hay ji şert û emrcên jiyanê û rewşa tenduristiyê ya çar muwekîlên li wir tune ye. Di vê pêvajoyê de gelek agahiyên ku darbekaran Îmraliyê hedef girtiye, di serî de mafên jiyanê yên Birêz Ocalan û big iştî hemû girtiyên di Girtîgeha Îmraliyê de di xetereyê de ne di çapemeniyê de rû dan. Ji bo ev xisûs li cihê cih bên raçavkirin û lêkolînkirin me bia wayekî rêkûpêk agahî dan komîteyê. Her çend hat agahdarkirin û komîte di sala 2016 û 2016'an de du caran serdana Tirkiyeyê kir jî, neçû Îmraliyê. Ev sedem hemû diyar dikin ku rapora komîteyê ne raporeke rojane ye û li hemberî nehiqûqiya li Îmraliyê gelek kêmasiyan di xwe de dihebîne."   MA / Sadiye Eser