Dozger ji kalê 74 salî 15 sal ceza xwest

  • rojane
  • 09:27 20 Nîsan 2018
  • |
img

AMED - Hasan Bûdak ê 74 salî yê ji sedî 96 berasteng e li ser îfadeya îtirafkaran ku gotibûn zebzeyên baxçeyê xwe daye PKK'yiyan û propaganda kiriye hat girtin. Dozger li Bûdak doz vekir û 15 sal ceza xwest. 

Hasan Bûdak ê 74 salî ku ji sedî 96 berasteng e, hêla wî ya çepê felcî ye, bi nexweşînên dil, şekir û tansiyona bilind ketiye û tiliya wî ya girdê ya destê rastê tune ye, li ser îfadeyên îtirafkarekî ku gotiye zebzebên baxçeyê xwe daye PKK'yiyan hat girtin. Serdozgeriya Komarê ya Amedê îdianameya der barê Bûdak de amade kir û Dadgeha Cezayê Giran a 5'an a Amedê îdianame qebûl kir. Di îdianameyê de tê xwestin ku Bûdak bi tawanbariya "endamtiya rêxistinê" ji 7 sal û nîvan heta 15 salan bê cezakirin. Dê danişîna ewil a dozê di 26'ê Hezîranê de pêk bê. 
 
JI BER ZEBZE ÇANDIYE, WEKÎ 'FEALIYETA RÊXISTINÎ' HAT NÎŞANDAN 
 
Ekrem Demîrê ku berê li bejahiya Dîcleyê li ser navê PKK'ê bi bernavê Agir fealiyet bi rê ve dibirin û di 28'ê Tebaxa 2017'an de li navçeya Dara Hênê ya Çewligê bi awayekî bêçek xwe radest kir, di 11'ê Adarê de li Serdozgeriya Komarê ya Pîranê der barê Bûdakê 74 salî de îfade da. Îfadeya îtirafkar û teşhîsa wî ya li ser wêneyan di îdianameyê de cih girt. Îtirafkar di îdianameyê de îdia kir ku Bûdak hez dikir bi wan re der barê rêxistinê û bîrdoziyê de sohbetê bike û propagandaya rêxistinê dikir. îtirafkar di îdianameyê de bi lêv kir ku Bûdak firingî, xiyar û îsotên li baxçeyê xwe diçand dida wan. 
 
TAYBETMENDIYÊN WÎ YÊN FIZÎKÎ BÛN DELÎLÊN TAWANBARKIRINÊ 
 
DI dîianameyê de hat parastin ku îfadeyên ku îtirafkar Demîr der barê Bûdak de dane, bi temamî berbiçav in û divê îtibar bi van beyanan bê. Di îdianameyê de hat diyarkirin ku îtirafkar taybetmendiyên fizîkî, qisûrên bendenî yên bersûc dizane û ev xisûs rast in. Di îdianameyê de hat gotin ku dema ev tişt bi awayekî yekpare tên nirxandin, bersûc alîkariya endamên çekdar ê rêxistinê kiriye û sûcê endamtiya rêxistinê kiriye. 
 
JI BO BÛDAK SERÎ LI DMME Û AYM'Ê DAN 
 
Parêzerê Bûdak, Parêzer Mehdî Ozdemîr ji ber muwekîlê wî ji sedî 96 berasteng e û ev astengdarî ji bo jiyana wî rîskê dide der, ji bo serbest bê berdan îtirazî biryara girtinê kir, lê belê dadgeha li dozê dinere biryara îtirazê ya Ozdemîr red kir. Ozdemîr di 10'ê Nîsanê de ji bo muwekîlê xwe Bûdak serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn da, lê belê ji ber dadgehê biryarek neda, Ozdemîr serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) da. Ozdemîr bal kişand ser rîska jiyanê ya muwekîlê xwe û ji DMME'yê xwest biryara tevdîrgirtinê bide. 
 
MA / Deniz Tekin

Sernavên din

20/04/2018
11:28 Çoltera Pilemûriye 3 roj in dişewite
11:15 Dowîz ket nava tevgerê û cardin bilind bû
11:09 Gefên hilbijartinê dest pê kirin: Dengê xwe bidin AKP’ê
11:08 Arsan nîqaşên rojnameger “Divê çibikin” nirxand: Divê medyayek xweser bê avakirin
10:24 Buldan: 24’ê Hezîranê roja rizgariya ji AKP’ê ye
10:09 Amediyan: Gel dê dersa pêwîst bide AKP û MHP'ê
09:54 Komên Çekdar ên li Sûriye Tirkiye dixapînin
09:34 'Îstismar ne pirsgirêka tenduristiyê ye, awayekî tundiyê ye’
09:32 Qedexeya li ser zozanan ranebe dê sewalên xwe bifiroş in
09:31 Wanî ji hilbijartina zordest re amade ne: Em ê çem û çem bişînin
09:30 Cotkarên Êlihê: Hişkesalî ji her demê bêtir dê bandorê li me bike
09:29 Parêzerên Ocalan rapor şandin CPT'yê: Îmraliyê ziyaret bikin
09:28 Tayînkirinên watedar ên qeyûm!
09:27 Dozger ji kalê 74 salî 15 sal ceza xwest
09:26 Dersim ji bo 1'ê Gulanê amade ye
09:25 Şahîn ê Guney ew tevli sînemayê kir: Ez çîrokên mirovên ji rêzê dinivîsim
09:25 Ji bo nexweşên şîzofrenî çalakiyek texsîr kirin
09:24 Sîlueta Keleha Dîlokê tê tarîkirin!
09:23 Uca: Tifaqa gelê kurd ji nan û avê pewistir e
09:00 ROJEVA 20'Ê NÎSANA 2018'AN
19/04/2018
22:03 Edîtor û Nuçegihanên ETHA'yê hatin girtin
17:12 Serlêdana parêzerên Ocalan cara 748'emîn hat redkirin
16:32 'Guhertina zagonan a Xesandina Kîmyewî tekakesîkirina pirsgirêkê ye'
15:57 2 kes li Colemêrgê hatin girtin
15:55 Di Doza Panzêrê de polîsê şahid: Midûrê Polîsan ferman da
15:26 Gel Baydemîr û Irmak kirin wekîl, meclîsê betal kir
15:09 Çalakiya esnafên kurdên Îranê berdewam dike
14:46 Egîtim Sen: Biryara girtina Mamoste Ayşe betal bikin
14:46 Rojnameger Zehra Dogan: Divê bêtirs nûçe bên çêkirin
14:38 Doza Nisêbînê didome: Kurd bi Xweseriya Demokratîk dibêjin em hene
14:30 Platforma Parastina Hewselê: Çemê Dîcleyê tune dikin, dê hesab bidin gel
14:18 Pervîn Buldan: 24’ê Hezîranê ji bo me fersend e
14:10 Li Colemêrgê starta hilbijartinê hat dayîn
14:10 Kesê ji qada 6’an a Nexweşxaneyê avêt mir
13:59 Parêzer ji di navde der barê 150 kesan de doz hat vekirin
13:40 Li Amedê 8 kes hatin girtin li Wêranşarê jî 11 kes hatin binçavkirin
13:39 Biryara doza Ata û Mizrak dê hefteyê pêş aşkere bikin
13:38 Temellî: Ecelê bizinê tê nanê şivên dixwe
13:37 Li Tetwanê gorên endamên HPG’ê hatin rûxandin
12:55 Doç. Dr. Ozpek: Operasyona Efrinê ne pêwsit bû
12:41 Li Sîlopiyê ‘Doza Panzerê’ dest pê kir: Rojnameger negirtin salonê
12:25 Heyeta HDP’ê li Îzmîrê bi kulîlkan hat pêşwazîkirin
12:18 4 qemyon li Dêrsîmê hatin şewitandin
12:18 Parêzer Ocalan serlêdana 748’emîn a hevdîtinê kirin
12:17 Got ‘Ezê li hemberî vê bêedaletiyê serî netewînim’ û agir berda bedan xwe
12:16 Bertek nîşanî birîna 7 hezar darên fêkiyan dan: Feraseta daran dibire qirêj e
11:02 Partiya Siberoja Sûriyeyê: Riyên leşkerî qeyranê çareser nekir, çareserî di destê gelan de ye
10:27 Ji bo komên ji Gutayê bar kirin, li Efrînê kamp ava kirin
10:18 HDP starta hilbijartinê li Mêrsînê da: Ji AKP’ê re şîmaqek kurdan lazim e
10:03 Jiyana wan koçberî ye
10:02 'Redkirina derzîkirinê tê maneya ji 10 zarokan 2 zarok bimirin’
09:16 Girtiyê ku cezayê wî nehat erêkirin xistin hucreyê
09:15 'Îktîdar ji bo berjewendiyên xwe OHAL'ê dirêj dike'
09:13 Meclîsê ji bo pêşniyaznameya der barê 18 zimanan de got 'îsrafa kedê' û ew îade kirin
09:13 Îdiaya ku berendamê herî ciwan ê AKP'ê sixtekarî kiriye
09:12 'Mislimanên nebûne yek li dijî kurdan bûn yek
09:11 Komira AKP'ê ya hilbijartinê li naverastê ye
09:10 Di serdema AKP'ê de 3 hezar û 500 girtiyên nexweş mirin
09:10 Karkerên li Çelê li petrolê digerin wisa tên parastin!
09:09 'Dixwazin Ertoş û Oremarê bikin herêma tampon'
09:00 ROJEVA 19'Ê NÎSANA 2018'AN
08:49 Rojnameger Levent Gultekin namzetiya Serokomariyê aşkere kir
08:24 Pasdarek Îranê ji malbatek Kurd 4 kes kuştin
18/04/2018
20:24 Li hemberî girêkoriya netew dewletan, xweseriya demokratîk parastin
19:27 Li Efrînê cenazeyê jineke hatiye kuştin hat dîtin
18:06 OHAL cara 7’emîn hat dirêjkirin
17:23 Wezîrê Parastina Mîllî yê berê Vuralhan hat kuştin
17:22 Beştaş: Ev hilbijartina Zordest e, gel dê ji AKP-MHP'ê xelas bibe
17:04 Li Riha û Dîlokê girtin
16:59 Dîroka ezmûna YKS’ê hat guhertin
16:35 Li Bestayê leşker qadên koçeran topbaran dikin
16:22 Beko: Tirkiye di sedsala 21’an de bûye dojeh
16:15 Karkerê ji kar hat avêtin li ber saziya kar çalakî pêk anî
16:10 Erdogan: Hilbijartin dê di 24’ê hezîranê de pêk bê
15:42 Polîsekî li Bedlîsê întîxar kir
15:36 Alîkarê Serokê Giştî yê EMEP’ê hat berdan
15:27 Êzîdiyên Êlih û Mêrdînê Cejna Çarşema Sor pîroz kirin
15:09 Di doza Nisêbînê de krîza parastina kurdî
14:49 Yolerî: Hişmendiya mêr, naxwaze têkiliya mêrantiyê û îstîsmarê bibînin
14:02 Parêzerê Akademîsyenên Aştiyê: Ji bo DMME'ê qîmeta xala 301'an tune
13:55 ESP’ê girtina hevalên xwe şermezar kir
13:46 Ser întîharên qada tenduristiyê vedişêrin
13:45 Doza Fîncanci, Onderoglu û Nesîn taloq bû
13:04 Li Edeneyê banga 1’ê Gulanê: Werin em wêneyê pêşerojê xêz bikin
12:47 Aborînas Katircioglu: Di bingeha krîzê de siyaset heye
12:46 Temellî hilbijartina pêşwext nirxand: Em ê wan bavêjin çopdanka dîrokê
11:36 HDP piştî niqaşên hilbijartinê dadikevin qadan
11:20 Şahidê hovîtiya OSO E.S: Deh kes li ber çavê min qetil kirin
11:00 Trump ji bo keşeyê amerîkî yê girtî Tirkiye rexne kir
10:51 Bijîşkê Avrînê: dixwazin Efrînê bê kurd bihêlin
10:35 Serpelê ji kar hat avêtin li ber şaxa leşkerî întîhar kir
10:19 Aytîn: Jin pêşengiya yekîtiya neteweyî ya kurd dikin
10:03 Zabiteyê qeyûmê dema hişbir difirot hat girtin
09:53 Selîm Temo: Azadiya Welat dara rûmetê ye
09:52 Xwarinên xwe di kunsarkan de muhafize dikin
09:51 Buroya Hiqûqê ya Asrinê: Divê CPT’î biçe Îmraliyê jî
09:50 ‘Doza panzêrê’ ya Silopiyayê: Kujer di nav me de ye
09:50 Desteya Parastina Heyînên Çandî xwedî li malên tescîlkirî dernakeve
09:49 Jinên penaber li atolyeyê hatin gel hev
09:49 Portreyên ermeniyan ji 1915’an heta niha kirin pirtûk