Dozger ji kalê 74 salî 15 sal ceza xwest 2018-04-20 09:27:42 AMED - Hasan Bûdak ê 74 salî yê ji sedî 96 berasteng e li ser îfadeya îtirafkaran ku gotibûn zebzeyên baxçeyê xwe daye PKK'yiyan û propaganda kiriye hat girtin. Dozger li Bûdak doz vekir û 15 sal ceza xwest.  Hasan Bûdak ê 74 salî ku ji sedî 96 berasteng e, hêla wî ya çepê felcî ye, bi nexweşînên dil, şekir û tansiyona bilind ketiye û tiliya wî ya girdê ya destê rastê tune ye, li ser îfadeyên îtirafkarekî ku gotiye zebzebên baxçeyê xwe daye PKK'yiyan hat girtin. Serdozgeriya Komarê ya Amedê îdianameya der barê Bûdak de amade kir û Dadgeha Cezayê Giran a 5'an a Amedê îdianame qebûl kir. Di îdianameyê de tê xwestin ku Bûdak bi tawanbariya "endamtiya rêxistinê" ji 7 sal û nîvan heta 15 salan bê cezakirin. Dê danişîna ewil a dozê di 26'ê Hezîranê de pêk bê.    JI BER ZEBZE ÇANDIYE, WEKÎ 'FEALIYETA RÊXISTINÎ' HAT NÎŞANDAN    Ekrem Demîrê ku berê li bejahiya Dîcleyê li ser navê PKK'ê bi bernavê Agir fealiyet bi rê ve dibirin û di 28'ê Tebaxa 2017'an de li navçeya Dara Hênê ya Çewligê bi awayekî bêçek xwe radest kir, di 11'ê Adarê de li Serdozgeriya Komarê ya Pîranê der barê Bûdakê 74 salî de îfade da. Îfadeya îtirafkar û teşhîsa wî ya li ser wêneyan di îdianameyê de cih girt. Îtirafkar di îdianameyê de îdia kir ku Bûdak hez dikir bi wan re der barê rêxistinê û bîrdoziyê de sohbetê bike û propagandaya rêxistinê dikir. îtirafkar di îdianameyê de bi lêv kir ku Bûdak firingî, xiyar û îsotên li baxçeyê xwe diçand dida wan.    TAYBETMENDIYÊN WÎ YÊN FIZÎKÎ BÛN DELÎLÊN TAWANBARKIRINÊ    DI dîianameyê de hat parastin ku îfadeyên ku îtirafkar Demîr der barê Bûdak de dane, bi temamî berbiçav in û divê îtibar bi van beyanan bê. Di îdianameyê de hat diyarkirin ku îtirafkar taybetmendiyên fizîkî, qisûrên bendenî yên bersûc dizane û ev xisûs rast in. Di îdianameyê de hat gotin ku dema ev tişt bi awayekî yekpare tên nirxandin, bersûc alîkariya endamên çekdar ê rêxistinê kiriye û sûcê endamtiya rêxistinê kiriye.    JI BO BÛDAK SERÎ LI DMME Û AYM'Ê DAN    Parêzerê Bûdak, Parêzer Mehdî Ozdemîr ji ber muwekîlê wî ji sedî 96 berasteng e û ev astengdarî ji bo jiyana wî rîskê dide der, ji bo serbest bê berdan îtirazî biryara girtinê kir, lê belê dadgeha li dozê dinere biryara îtirazê ya Ozdemîr red kir. Ozdemîr di 10'ê Nîsanê de ji bo muwekîlê xwe Bûdak serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn da, lê belê ji ber dadgehê biryarek neda, Ozdemîr serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) da. Ozdemîr bal kişand ser rîska jiyanê ya muwekîlê xwe û ji DMME'yê xwest biryara tevdîrgirtinê bide.    MA / Deniz Tekin