Koçberan koçber dikin

  • rojane
  • 09:14 11 Cotmeh 2017
  • |
img

AMED - Rayedarên dewletê gava yekemîn a xerakirina Sûrê bi dawî kirin dest bi gava duyemîn a xerakirina Sûrê dikin. Di gava duyemîn de zorê li welatiyên mayî  dikin ku wan jî koçber bikin. Pîra 73 salî Havva Dundar ku berê koçber bûbû û çavê wê nabîne, wiha got: "Ez berê koçber kirim. Berê dinya min tarî ye. Ji xwe cîhana min tarî ye. Niha min davêjin cîhanek din a tarî." 

Li ser biryara Lijneya Wezîran a "Veguhestina Bajarvaniyê" di gava yekemîn de taxên Alipaşa û Lalebey hatin xerakirin. Xerakirinên du taxên Sûrê bi dawî bûn.  Niha dest bi gava duyemîn dikin. Di gava duyemîn de jî welatiyên may jî bu koçberkirinê re rû bi rû ne. Qedexeya di 28'ê Mijdara 2015’an de li Sûrê hat îlankirin li gelek taxan hêj didome. Piştî qedexeyan dest pê kirin malên welatiyan bi destê dewletê hatin xerakirin. Bi qedexeya taxan û xerakirina malan re koçberiya welatiyan pêl bi pêl berdewam kir û heta niha didome. Welatiyên malên xwe terk nekirin û heta niha di ber xwe dan jî di bin gefa koçberkirinê de dijîn. 
 
‘TAXA MIN JI CÎHANA MIN A TARÎ RE DIBE RONAHÎ'
 
Pîra 73 salî Havva Dundar a li kolana Sû a taxa Alipaşa dijî 20 sal berê ji Gunde Mixyanê yê Hênê koçî Sûrê kir. Dundar, ku piştî dayika wê jiyana xwe ji dest da, li gel xwişka xwe dijî. Piştî demekê niha bi serê xwe di malekê de dijî. Ji ber ku mala wê jî di sînorê xerakirinê de ye bi fikar dijî. Dundar, bi gotina "Ma ez dê bi kuve biçim" bertekên xwe yên li hemberî xerakirina Sûrê tîne ziman û wiha got: "Vê taxê  cîhana min a tarî ronî dikir. Dê niha min ji cîhak tarî bibin cîhek din a tarî. Dê bi vî halî min bi kuve bibin." 
 
Dundar ku hêj biçûk bû nexweş ket û çavê wê nabîne, 10 salîn bi tena serê xwe dijî. Dundar ji ber tebenê wê mezin bûne û bi serê xwe dijî gelek nexweşiyên cuda pêre hene. Dundar diyar kir ku biraziyê wê yê li Gundê Mixyanê li cem wê dimîne û pêdiviyê wê temîn dike. 
 
EM BÛN WEKÎ QURBANÊ LI BENDA MIRINÊ
 
Dundar, anî ziman ku 73 salin di cîhanek tarî de dijî û dixwazin wê bi vê koçkirinê koçî cîhanek din a tarî bikin. Dundar wiha behsa çîroka xwekir: "Ez hêj biçûk bûm bavê min jiyana xwe ji dest da. Dayika min ez û 9 xwişk û bira mezin kirin. Piştî dayika min jî mir cîhana min bêtir tarî bû. Min niha bi meaşê xwe yê astengiyê debara xwe dikir. Niha ez li taxa Alipaşa dijîm. Bi mihan e dibêjin xaniyan xera dikin û gav bi gav nêzî mala min dibin. Ez dibînim roj bi roj cîranên min kêm dibin. Ez niha wekî qurbanê li benda mirinê radiwestim. Ez her roj difikirim ez dê bi kuve biçim. Ez dê çawa bijîm. Ez her roj di nava fikaran de dijîm." 
 
MIN HEMÛ RÊ NAS KIRIBÛN
 
Dundar, anî ziman ku êdî wê hemû kolan nas kiribû û fêr bûbû û wiha got: "Ez biçim taxek din ez dê çawa fêrî wê taxê bibim. Min hemû kolan û kuçe fêr bûbûm. Piştî vî temenî ez dê çawa fêrî tax û jiyanek din bibim. Min hemu cîran û mirovên taxê nas dikir. Hemûyan ez nas dikirim. Dilê me bi hevre bû. Bi salan ez bi alîkarî û hezkirina cîranên xwe dijiyam. Dema ez li ber deriyê mala xwe rûdiniştim, her kesî pirsa min dikir. Yên di ber deriyê mala min re derbas dibûn pirsa min dikir û derbas dibûn. Ez dê niha biçim ku. Her roj min bi kenê zarokên taxe hêz digirt. Dibe ku çavê min nabîne, lê min bi hezkirin û germahiya dilê şêniyên taxê xwe li ser piyan digirt û her tişt fêr dibûm. Niha her ku dengê kepçê têmin ez bêtir dikevin nava fikaran. Roj bi toj tax bêdeng dibe. Ez vê yekê bi çavê dilê xwe dibînim. Ez dibînim ku xerakirin nêzî min dibe. Ez naxwazim Sûrê terk bikim. Li pêş me zivistan heye. Ez bi alîkariya cîranê xwe li ser piyam bûm. Ji niha û şûnde ez dê çawa bijîm. Ez dê bi kuve biçim? Ji xwe cîhana min tarî ye. Dê niha min bavêjin kijan cînanek din a tarî." 
 
MA / Esra Solin Dal 

Sernavên din

12/10/2017
20:17 Li Mûglayê 4 kesên din jî hatin girtin
19:02 Rojnameger Çoban û Îlkan hatin tehliyekirin
16:18 Serlêdana parêzeran a hevdîtina bi Ocalan re hat redkirin
16:06 32 kes li Qersê hatin binçavkirin
16:05 Parlamenterê berê Zenderlîoglu hat berdan
16:03 Cenazeyek din hat teşhîskirin, şaredar wesayîta cenaze neda
15:48 4 kesên rastî îşkenceya tazî hatin derxistin edliyê
15:32 3 hezar tl ceza dan Eren Keskin
15:09 Walî got ‘Qezaye’ lê şopa sê guleyan derket
15:01 10 meh cezayê girtîgehê dan Rojnameger Çaksu û Eplî
15:01 Fîlmê bo bîranîna dayika Taybet hêjayî xelatê hat dîtin
14:53 Gotin di 'Pevçûnê de mir' di laşê wî de şopên guleyan tune
14:32 Şêniyên Xaçortê: Polîs her êvarê heqaretê li me dikin
14:19 Seçkîn ê li Muglayê jiyana xwe ji dest da hat definkirin
14:18 'Em destûrê nadin pêşnûme bê erêkirin'
14:06 Cenazeyên bi xwedî li ‘Goristana bêxedî' vedişêrin
14:00 Zarokê piçûk piştî dermankirinê ji nexweşxaneyê derket
13:59 Tirkiye bû 'Komara Mûzê', lê nebû 'Komara demokratik'
13:47 Bersûcên DAIŞ'ê bi temamî serbest in
13:16 Çawûşê pispor sedî 100 sûcdar hat dîtin
13:15 Têkildarî teqîna TUPRAŞ’ê 7 kes hatin binçavkirin
12:31 ‘Armanca Tirkiye ne ewlehiya Idlibê, fetisandina Efrînê ye'
12:12 3 hezar û 216 personelê girtîgehan ketin ber lêpirsînê
11:39 Navenda Hunerê ya Nota ya 8’emîn li Wanê vebû
11:37 Parêzeran Ocalan cara 694’an serî li dozgeriyê dan
11:29 Arslan: Erdogan dibêje 'Bila kurd nebin xwedî gotin'
11:25 Li Stenbolê 11 kes hatin girtin
11:25 HRW'ê rapora Tirkiyeyê aşkera kir
11:03 Wekîla Şaredariya Êlihê ya berê hat binçavkirin
10:51 Parlamenterê berê Zenderlîoglu hat binçavkirin
10:47 15 gundên Farqînê hatin qedexekirin
10:46 Dozgerê Muglayê bi ‘Hêjmaran’ axivî!
10:22 Qeyûm Wanê parsêl parsêl difiroşe
10:07 Yên nabin cerdevan bi zextan koçber dikin
10:06 'Zaroka 12 çalî çawa dibe terorîst'
10:05 28 mehin îdîaname tuneye
10:03 Peter Lerch, xebatên wî yên Kurdolojiyê û metnên ewil ên zazakî
09:48 Berxwedana 12 salan encam da: Gelê Newala Dîkenê bi ser ket
09:30 Esnaf, kedkar û bêkar ji heman rewşê bi gazin in
09:29 Welatiyên ku darên wan tên jêkirin: Bila dev ji darên me berdin
09:28 Niha jî derdora Heskîfê bi têlan girtin
09:27 Ji ber qedexekirina gubre êdî tu randimanê nastînin
09:26 Şêniyên herêmê dengê çekan nebihîstiye: Qey hatine înfazkirin?
09:26 Fîguranên jinan gundê Germiyanê diparêzin
09:25 ‘Jehrkujiya krîzan kooperatîfên karkeran e’
09:00 ROJEVA 12'Ê COTMEHA 2017'AN
11/10/2017
20:09 Başaran a HDP'î: SÎHA bûn amûrê înfaza bê daraz
19:20 QSD`ê 10 hezar sivîl azad kir
19:08 Heyeta HDP'ê li Muglayê lêkolîn kir
18:37 'Zarokên baş' hatin berdan
17:30 Di doza Dîlek Mamali de şahid hatin guhdarkirin
17:00 Wêneyên girtiyan çirandin
16:56 Buldan: Em nizanin tenduristiya Ocalan çawa ye
16:47 Li ser bertekan li şûna kurdî, tabeleya bi tirkî daleqandin
16:44 Adalet Zemînî: Bi lezgîn parêzvanên mafên mirovan berdin
16:09 Tişta ku malbatê got derket: Walî got 'qeza' ye
15:53 Birîndar bûyera qereqolê vegot
15:45 Li Edeneyê zarokek hat binçavkirin
15:23 Cerdevanê li Farqînê birindar bû mir
15:16 Parêzer: Bi tirs û êrîşan em serî natewîn in
15:16 Iraqê der barê komîsyonê de biryara girtinê derxist
15:15 Hevserokê Karê Derve yê Cizîrê: Em ji bo muzakereyan amade ne
14:38 Her roj êrîş û binçavî her roj berxwedan
14:36 Dr. Hîkmet Kivilcimli li ser gora xwe hat bibîranîn
14:35 2 hezar leşkar li 2 gundên Geverê bi cih bûn
14:34 ÎHD: Di 9 mehan de Hezar û 485 karker mirin
14:34 Dadgerê ku da girtin niha jî darizandinê dike
13:49 Rojnamegerên rastî lêdana tazî hatin, rastî mehek ceha hatin
13:37 Elewiyên ereb bertek nîşanî MEB'ê dan
13:26 Li Muglayê cenazeye 2 kesan hat wergirtin
13:26 Li cîhanê di her 10 deqeyan de zarokek keç dimire
13:01 26 girtî ji Amedê sewqî Panosê kirin
12:49 Gulmen birin kawişê: Dixwazin bi zorê grevê bi dawî bikin
12:39 Nivîskarê kurd Mehmed Uzun hat bibîranîn
12:20 Ocalan rêya li qada sîtê çêkirin bir rojeva Meclîsê
12:00 Gava ku DAIŞ teslîm dibin!
11:33 NY: Zêdetirî 5 milyon Îraqî ji ber DAIŞ'ê koç kirin
10:47 Piştî 13 mehan dê rojnameger derkevin pêşberî dozger
10:34 Li 34 gundên Bedlisê qedexeya kolanan îlan kirin
10:27 'Her ku deng ji wê cîhazê tê 10'ê Cotmehê tê bîra min'
09:58 Ozgur Gun TV, bi hincetên sosret hatiye girtin
09:14 Koçberan koçber dikin
09:13 Jinên Amedê: Divê em li dijî vê qanûnê rabin ser piyan
09:12 Ji ber ‘kota’ya qeymeqamtiyê esnaf li ber îflasê ne
09:10 Rewşa aborî, serdema Ecevît bi bîr dixe
09:09 KODA, pirtûka neheqiyan çap kir
09:09 'Dê jin bi têkoşînê rê li ber vê qanûnê bigirin’
09:08 Yildirim: Tûtin pereyê lênûsk û pênûsê ye
09:07 Onen: Desthilatdar krîzê ava dikin
09:06 Bi 7 jinan dest pê kir gihişt 50 jinan
09:05 Girtiyê nexweş Aşa nayê dermankirin
09:00 ROJEVA 11'Ê COTMEHA 2017'AN
10/10/2017
21:29 Katalonya biryara serxwebûnê taloq kir
19:15 Her diçe şideta li Yukselê zêde dibe: Saçilik bênavber hat derbkirin
18:16 4 DAIŞ'î xwe radestî şervanê QSD'ê kirin
16:24 Ji bo tesbîta îşkenceya 7 kesan serî li dozgeriyê dan
15:50 Demirtaş ji Serokê Meclîsê xwest rojevê meclîsê ji wan re bişine
15:38 Koma xwest birdariya 10'ê Cotmehê sererast bikin polîsan êrîşê wan kir
15:37 Îşkenceya ku te dît te nenvîsî lê me nivîsî
14:50 Polîsan nehiştin rojnameger çalakiya Yukselê bişopînin