Koçberan koçber dikin 2017-10-11 09:14:01 AMED - Rayedarên dewletê gava yekemîn a xerakirina Sûrê bi dawî kirin dest bi gava duyemîn a xerakirina Sûrê dikin. Di gava duyemîn de zorê li welatiyên mayî  dikin ku wan jî koçber bikin. Pîra 73 salî Havva Dundar ku berê koçber bûbû û çavê wê nabîne, wiha got: "Ez berê koçber kirim. Berê dinya min tarî ye. Ji xwe cîhana min tarî ye. Niha min davêjin cîhanek din a tarî."  Li ser biryara Lijneya Wezîran a "Veguhestina Bajarvaniyê" di gava yekemîn de taxên Alipaşa û Lalebey hatin xerakirin. Xerakirinên du taxên Sûrê bi dawî bûn.  Niha dest bi gava duyemîn dikin. Di gava duyemîn de jî welatiyên may jî bu koçberkirinê re rû bi rû ne. Qedexeya di 28'ê Mijdara 2015’an de li Sûrê hat îlankirin li gelek taxan hêj didome. Piştî qedexeyan dest pê kirin malên welatiyan bi destê dewletê hatin xerakirin. Bi qedexeya taxan û xerakirina malan re koçberiya welatiyan pêl bi pêl berdewam kir û heta niha didome. Welatiyên malên xwe terk nekirin û heta niha di ber xwe dan jî di bin gefa koçberkirinê de dijîn.    ‘TAXA MIN JI CÎHANA MIN A TARÎ RE DIBE RONAHÎ'   Pîra 73 salî Havva Dundar a li kolana Sû a taxa Alipaşa dijî 20 sal berê ji Gunde Mixyanê yê Hênê koçî Sûrê kir. Dundar, ku piştî dayika wê jiyana xwe ji dest da, li gel xwişka xwe dijî. Piştî demekê niha bi serê xwe di malekê de dijî. Ji ber ku mala wê jî di sînorê xerakirinê de ye bi fikar dijî. Dundar, bi gotina "Ma ez dê bi kuve biçim" bertekên xwe yên li hemberî xerakirina Sûrê tîne ziman û wiha got: "Vê taxê  cîhana min a tarî ronî dikir. Dê niha min ji cîhak tarî bibin cîhek din a tarî. Dê bi vî halî min bi kuve bibin."    Dundar ku hêj biçûk bû nexweş ket û çavê wê nabîne, 10 salîn bi tena serê xwe dijî. Dundar ji ber tebenê wê mezin bûne û bi serê xwe dijî gelek nexweşiyên cuda pêre hene. Dundar diyar kir ku biraziyê wê yê li Gundê Mixyanê li cem wê dimîne û pêdiviyê wê temîn dike.    EM BÛN WEKÎ QURBANÊ LI BENDA MIRINÊ   Dundar, anî ziman ku 73 salin di cîhanek tarî de dijî û dixwazin wê bi vê koçkirinê koçî cîhanek din a tarî bikin. Dundar wiha behsa çîroka xwekir: "Ez hêj biçûk bûm bavê min jiyana xwe ji dest da. Dayika min ez û 9 xwişk û bira mezin kirin. Piştî dayika min jî mir cîhana min bêtir tarî bû. Min niha bi meaşê xwe yê astengiyê debara xwe dikir. Niha ez li taxa Alipaşa dijîm. Bi mihan e dibêjin xaniyan xera dikin û gav bi gav nêzî mala min dibin. Ez dibînim roj bi roj cîranên min kêm dibin. Ez niha wekî qurbanê li benda mirinê radiwestim. Ez her roj difikirim ez dê bi kuve biçim. Ez dê çawa bijîm. Ez her roj di nava fikaran de dijîm."    MIN HEMÛ RÊ NAS KIRIBÛN   Dundar, anî ziman ku êdî wê hemû kolan nas kiribû û fêr bûbû û wiha got: "Ez biçim taxek din ez dê çawa fêrî wê taxê bibim. Min hemû kolan û kuçe fêr bûbûm. Piştî vî temenî ez dê çawa fêrî tax û jiyanek din bibim. Min hemu cîran û mirovên taxê nas dikir. Hemûyan ez nas dikirim. Dilê me bi hevre bû. Bi salan ez bi alîkarî û hezkirina cîranên xwe dijiyam. Dema ez li ber deriyê mala xwe rûdiniştim, her kesî pirsa min dikir. Yên di ber deriyê mala min re derbas dibûn pirsa min dikir û derbas dibûn. Ez dê niha biçim ku. Her roj min bi kenê zarokên taxe hêz digirt. Dibe ku çavê min nabîne, lê min bi hezkirin û germahiya dilê şêniyên taxê xwe li ser piyan digirt û her tişt fêr dibûm. Niha her ku dengê kepçê têmin ez bêtir dikevin nava fikaran. Roj bi toj tax bêdeng dibe. Ez vê yekê bi çavê dilê xwe dibînim. Ez dibînim ku xerakirin nêzî min dibe. Ez naxwazim Sûrê terk bikim. Li pêş me zivistan heye. Ez bi alîkariya cîranê xwe li ser piyam bûm. Ji niha û şûnde ez dê çawa bijîm. Ez dê bi kuve biçim? Ji xwe cîhana min tarî ye. Dê niha min bavêjin kijan cînanek din a tarî."    MA / Esra Solin Dal