Doç. Dr. Ozpek: Operasyona Efrinê ne pêwsit bû

  • rojane
  • 12:55 19 Nîsan 2018
  • |
img

ENQERE – Zanyarê siyasî Doç. Dr. Burak Bîlgehan Ozpek, êrîşên DYA Îngilîstan û Fransa ya li ser Sûriye û operasyona Tirkiye ya li dijî Efrînê nirxand û got: "Operasyona li dijî Efrînê ne pêwist bû." Ger ku Tirkiye ji Efrînê vekişe û destûr nede DYA balafirgeha Încirlikê li dijî cîranê wê bikar bîne dê bi hêsanîtir pêvajoyê derbas bike."

Zanyarê siyasetê û Hîndekarê Zanîngeha  Teknolojî û Aboriyê ya TOBB'ê Doçent Doktor Burak Bilgehan Ozpek, têkildarî êrîşa DYA ya li dijî Sûriye û ketina Tirkiye ya Efrînê ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî. 
Ozpek, anî ziman ku ew ne bawer e ku Kriza Suriye rê li pêş şerê 3’emîn ê cîhanê veke û wiha got: "Di şerê yekemîn û duyemîn ê cîhanê de enî hatibûn avakirin. Hikûmeta Hitler bêtir ketibû rewşa êrîşkar, lê niha rewşa êrîşkariya Alman zêde nayê xuyakirin. Dibe ku Çîn leşkerên xwe zêde bike û di nava 30 salên peş de li dijî DYA derkeve qada şer. Lê ez bawer nakim ku niha Sûriye pergalan bîne hemberî hev û eniyan ava bike. Ez bawer nakim ku artêş li hemberî hev şer bikin û bajar bên xerakirin. Ez ne bawerim hêzên mezin li Sûriye hêm hemberî hev. Niha ne pêkan e DYA û Rusya bên hemberî hev. 
 
Ji ber ku kapasiteya leşkerên Rûs ji ya DYA'yê gelek kêmtir e. Niha ji şerên yekem û duyem yên cîhanê cudatir em qala çekên nukleer dikin. Niha pişta xwe dispêrin çekên nukleer û xwe li ser piyan dihêlin. Lê ji ber ku nikarin çekên nukleer bizar bînin serî li çekên konvansiyonel yên herêmî bikar tînin. Dema em li lêçûnên leşkerî dinerin em dibînin ku DYA 600 milyar dolar li leşkeriyê xerç kiriye. Lê Rûsya 50 milyar dolar pere li leşkeriyê xerç kiriye. Di vir de jî xuya dike ku DYA ji Rûsya gelek zêdetir amadekariya leşkerî kiriye. DYA û Rûsya 8 salin di şerê navxweyî de hewl dan pêl li piyên hev nekin. Niha jî hewl didin neyên hemberî hev." 
 
Ozpek, da zanîn ku Serokwezîrê berê Ahmet Davutoglu, di gotarek xwe de got 'Me wekî Tirkiye li dijî rejîma Esad helwest girtiye. Li ser daxwaza DYA me ev helwest girt.' Dema Tirkiye li hemberî Esad ev helwest nîşan da jî teqez bawer kir ku DYA dê rejîma Esad ji holê rake û baweriya xwe bi DYA'yê anî. Bawer kir ku biratiya Mislimanan pêş bixe û ji Stenbolê dest pê bike heta Heleb, Şam, Gazze, Kahire, Trablus, Bingazî Tunus axê bi dest bixe. Hedê xwe derbas kir. Şoreşa li Sûriye dest pê kir nexist nava hesabê xwe. Dîsa geşedanên li Tunus, Misir û Libya nexist nava hesab. Piştî Tirkiye dît ku DYA mudaxaleyî herêmê nake, eksena xwe guhert. Berê xwe da Îran û Rûsya. Ket nava pêvajoya Astana." 
 
TIRKIYE ENIYA XWE GUHERT 
 
Ozpek, da zanîn ku piştî hilbijartina 7'ê Hezîranê AKP'ê giraniya xwe ya li meclîsê winda kir, pêvajoya çareseriyê xelas kir û pêva girêdayî helwesta xwe ya li dijî komên kurdan ên li Sûriye jî guhert. Piştî pêvajo xelak kir Îtîlafa di navbera kurdên Sûriye û Enqere de jî êdî wekî berê pêş neket. AKP di ewlehiya navxweyî de bêtir serî li polîtîkayên nijadperest, mîlîtarîst, ewlekariyê da. AKP di polîtikayên hundir de serdestî û serweriya xwe xurt bi zext û zorê xurt kir. Êdî berê xwe da Îran û Rûsya. Pişta xwe da demokrasiyê. Li şûna DYA û NATO, Rûsya û Îran tercîh kir. Dibe ku di mijara Efrînê de welatiyekî tirk û welatiyê nijadperest bawer bike ku ev operasyon ji bo ewlehiya neteweyî be. Lê di rastiyê de ev operasyon ji bo parastina îktîdara AKP’ê ye. Ji bo vê yekê jî piştgiriya Rûsya xwest. Tirkiye û Rûsya bi hevkarî li dijî Efrînê operasyon pêk anîn. Tirkiye çi winda kir û çi bi dest xist ev yek nehat hiqaşkirin."
 
Li gorî nerîna min Tirkiye ji bo têkeve Efrînê di qada Enerjiyê de tawîz da Rûsya. Ji bo fuzeyên S-400 ji Rûsya bistîne pêşin pere dane. Derketine ji sînorê NATO  daye ber çavên xwe. Li hemberî van yekan li Akkuyu tawîza Santrala Nukleer daye. Tirkiye ji bo têkeve navçeya Efrînê di milê ewlehiya neteweyî de di gelek kadan de tawîz daye Rûsya. Endamtiya Tirkiye ya NATO ketiye talûkeyê. Tu carî rastiya Efrînê di qada rasnonel de nehat niqaşkirin. 
Operasyona Efrînê ji bo Tirkiye çi bi dest xist û çi winda kir qet nehat niqaşkirin." 
 
 
Li gorî min operasyona Tirkiye ya li dijî Efrînê operasyonek ne pêwist bû. Ji bo polîtîkayên Tirkiye yên derve şaşiyek bû. AKP'êpiştî operasyona Sûriye dît ku ger rejîma Esad hilweşe jî dê dîsa komên Îslamperest û komên muxalif ên Îslami dê dîsa derkevin ser dikê. Dê dîsa li Sûriye qada erka xwe berfireh bikin. Dît ku di vir de divê destekê bide aktora DYA û koalisê. Ger ku DYA dîsa bi AKP'ê re li hev bike û di polîtikaya Suriye deAKP'ê qebûl bike, dibe ku dîsa di navbera AKP û Kurdan de aştiyê pêk bîne. Ev yek jî Efrîn û Idlib a di serdema AStana de AKP'ê bi dest xistiye dê dîsa ji destê wê derkeve. 
 
Li gorî daxuyaniyên rayedarên OSO ger ku li dijî Esad operasyonek dijwar pêk bê, dê ABD jî piştgiriyê bide wan. Ger ku Tirkiye bi serê xwe biryar bide û bê alî bimîne, piştgiriya DYA Red bike, dibe ku biryarên OSO bandorê li ser Tirkiye bike. Ji ber ku OSO ne dewlet e û biryarê wê tenê wê eleqeder dikin. An dê AKP, xwe li gorî OSO û DYA di heman xetê de pênase bike, an jî dê Efrîn û Îdbilê 
 
AKP, bi vê operasyonê peyam girt ku temenê Esad ne dirêj e. DYA li Rojhilata Navin polîtîkayên nû pêş dixe. Di pêşeroja Sûriye de Tirkiye jî xwedî rol e. Ji ber vê yekê ger ku ji Astana dûr bikeve û nêzî Cenevre bibe dê bêtir destkeftiyan bi dest bixe. Divê Tirkiye êdî sînorekî têxe nava xwe û Rûsya. Dîsa divê sinorekî têxe nava xwe û DYA jî. Her kes dizane ku Tirkiye dikare bi destûra DYA li dijî Minbiçê operasyonê pêk bîne û bi destûra Rûsya li dijî Tel Rıfatê operasyonê pêk bîne. Ji ber vê yekê divê hemwext van aliyan iknak bike. Divê êdî dest ji polîtîkayên rojane berde. "
 
MA / Berivan Altan

Sernavên din

20/04/2018
11:28 Çoltera Pilemûriye 3 roj in dişewite
11:15 Dowîz ket nava tevgerê û cardin bilind bû
11:09 Gefên hilbijartinê dest pê kirin: Dengê xwe bidin AKP’ê
11:08 Arsan nîqaşên rojnameger “Divê çibikin” nirxand: Divê medyayek xweser bê avakirin
10:24 Buldan: 24’ê Hezîranê roja rizgariya ji AKP’ê ye
10:09 Amediyan: Gel dê dersa pêwîst bide AKP û MHP'ê
09:54 Komên Çekdar ên li Sûriye Tirkiye dixapînin
09:34 'Îstismar ne pirsgirêka tenduristiyê ye, awayekî tundiyê ye’
09:32 Qedexeya li ser zozanan ranebe dê sewalên xwe bifiroş in
09:31 Wanî ji hilbijartina zordest re amade ne: Em ê çem û çem bişînin
09:30 Cotkarên Êlihê: Hişkesalî ji her demê bêtir dê bandorê li me bike
09:29 Parêzerên Ocalan rapor şandin CPT'yê: Îmraliyê ziyaret bikin
09:28 Tayînkirinên watedar ên qeyûm!
09:27 Dozger ji kalê 74 salî 15 sal ceza xwest
09:26 Dersim ji bo 1'ê Gulanê amade ye
09:25 Şahîn ê Guney ew tevli sînemayê kir: Ez çîrokên mirovên ji rêzê dinivîsim
09:25 Ji bo nexweşên şîzofrenî çalakiyek texsîr kirin
09:24 Sîlueta Keleha Dîlokê tê tarîkirin!
09:23 Uca: Tifaqa gelê kurd ji nan û avê pewistir e
09:00 ROJEVA 20'Ê NÎSANA 2018'AN
19/04/2018
22:03 Edîtor û Nuçegihanên ETHA'yê hatin girtin
17:12 Serlêdana parêzerên Ocalan cara 748'emîn hat redkirin
16:32 'Guhertina zagonan a Xesandina Kîmyewî tekakesîkirina pirsgirêkê ye'
15:57 2 kes li Colemêrgê hatin girtin
15:55 Di Doza Panzêrê de polîsê şahid: Midûrê Polîsan ferman da
15:26 Gel Baydemîr û Irmak kirin wekîl, meclîsê betal kir
15:09 Çalakiya esnafên kurdên Îranê berdewam dike
14:46 Egîtim Sen: Biryara girtina Mamoste Ayşe betal bikin
14:46 Rojnameger Zehra Dogan: Divê bêtirs nûçe bên çêkirin
14:38 Doza Nisêbînê didome: Kurd bi Xweseriya Demokratîk dibêjin em hene
14:30 Platforma Parastina Hewselê: Çemê Dîcleyê tune dikin, dê hesab bidin gel
14:18 Pervîn Buldan: 24’ê Hezîranê ji bo me fersend e
14:10 Li Colemêrgê starta hilbijartinê hat dayîn
14:10 Kesê ji qada 6’an a Nexweşxaneyê avêt mir
13:59 Parêzer ji di navde der barê 150 kesan de doz hat vekirin
13:40 Li Amedê 8 kes hatin girtin li Wêranşarê jî 11 kes hatin binçavkirin
13:39 Biryara doza Ata û Mizrak dê hefteyê pêş aşkere bikin
13:38 Temellî: Ecelê bizinê tê nanê şivên dixwe
13:37 Li Tetwanê gorên endamên HPG’ê hatin rûxandin
12:55 Doç. Dr. Ozpek: Operasyona Efrinê ne pêwsit bû
12:41 Li Sîlopiyê ‘Doza Panzerê’ dest pê kir: Rojnameger negirtin salonê
12:25 Heyeta HDP’ê li Îzmîrê bi kulîlkan hat pêşwazîkirin
12:18 4 qemyon li Dêrsîmê hatin şewitandin
12:18 Parêzer Ocalan serlêdana 748’emîn a hevdîtinê kirin
12:17 Got ‘Ezê li hemberî vê bêedaletiyê serî netewînim’ û agir berda bedan xwe
12:16 Bertek nîşanî birîna 7 hezar darên fêkiyan dan: Feraseta daran dibire qirêj e
11:02 Partiya Siberoja Sûriyeyê: Riyên leşkerî qeyranê çareser nekir, çareserî di destê gelan de ye
10:27 Ji bo komên ji Gutayê bar kirin, li Efrînê kamp ava kirin
10:18 HDP starta hilbijartinê li Mêrsînê da: Ji AKP’ê re şîmaqek kurdan lazim e
10:03 Jiyana wan koçberî ye
10:02 'Redkirina derzîkirinê tê maneya ji 10 zarokan 2 zarok bimirin’
09:16 Girtiyê ku cezayê wî nehat erêkirin xistin hucreyê
09:15 'Îktîdar ji bo berjewendiyên xwe OHAL'ê dirêj dike'
09:13 Meclîsê ji bo pêşniyaznameya der barê 18 zimanan de got 'îsrafa kedê' û ew îade kirin
09:13 Îdiaya ku berendamê herî ciwan ê AKP'ê sixtekarî kiriye
09:12 'Mislimanên nebûne yek li dijî kurdan bûn yek
09:11 Komira AKP'ê ya hilbijartinê li naverastê ye
09:10 Di serdema AKP'ê de 3 hezar û 500 girtiyên nexweş mirin
09:10 Karkerên li Çelê li petrolê digerin wisa tên parastin!
09:09 'Dixwazin Ertoş û Oremarê bikin herêma tampon'
09:00 ROJEVA 19'Ê NÎSANA 2018'AN
08:49 Rojnameger Levent Gultekin namzetiya Serokomariyê aşkere kir
08:24 Pasdarek Îranê ji malbatek Kurd 4 kes kuştin
18/04/2018
20:24 Li hemberî girêkoriya netew dewletan, xweseriya demokratîk parastin
19:27 Li Efrînê cenazeyê jineke hatiye kuştin hat dîtin
18:06 OHAL cara 7’emîn hat dirêjkirin
17:23 Wezîrê Parastina Mîllî yê berê Vuralhan hat kuştin
17:22 Beştaş: Ev hilbijartina Zordest e, gel dê ji AKP-MHP'ê xelas bibe
17:04 Li Riha û Dîlokê girtin
16:59 Dîroka ezmûna YKS’ê hat guhertin
16:35 Li Bestayê leşker qadên koçeran topbaran dikin
16:22 Beko: Tirkiye di sedsala 21’an de bûye dojeh
16:15 Karkerê ji kar hat avêtin li ber saziya kar çalakî pêk anî
16:10 Erdogan: Hilbijartin dê di 24’ê hezîranê de pêk bê
15:42 Polîsekî li Bedlîsê întîxar kir
15:36 Alîkarê Serokê Giştî yê EMEP’ê hat berdan
15:27 Êzîdiyên Êlih û Mêrdînê Cejna Çarşema Sor pîroz kirin
15:09 Di doza Nisêbînê de krîza parastina kurdî
14:49 Yolerî: Hişmendiya mêr, naxwaze têkiliya mêrantiyê û îstîsmarê bibînin
14:02 Parêzerê Akademîsyenên Aştiyê: Ji bo DMME'ê qîmeta xala 301'an tune
13:55 ESP’ê girtina hevalên xwe şermezar kir
13:46 Ser întîharên qada tenduristiyê vedişêrin
13:45 Doza Fîncanci, Onderoglu û Nesîn taloq bû
13:04 Li Edeneyê banga 1’ê Gulanê: Werin em wêneyê pêşerojê xêz bikin
12:47 Aborînas Katircioglu: Di bingeha krîzê de siyaset heye
12:46 Temellî hilbijartina pêşwext nirxand: Em ê wan bavêjin çopdanka dîrokê
11:36 HDP piştî niqaşên hilbijartinê dadikevin qadan
11:20 Şahidê hovîtiya OSO E.S: Deh kes li ber çavê min qetil kirin
11:00 Trump ji bo keşeyê amerîkî yê girtî Tirkiye rexne kir
10:51 Bijîşkê Avrînê: dixwazin Efrînê bê kurd bihêlin
10:35 Serpelê ji kar hat avêtin li ber şaxa leşkerî întîhar kir
10:19 Aytîn: Jin pêşengiya yekîtiya neteweyî ya kurd dikin
10:03 Zabiteyê qeyûmê dema hişbir difirot hat girtin
09:53 Selîm Temo: Azadiya Welat dara rûmetê ye
09:52 Xwarinên xwe di kunsarkan de muhafize dikin
09:51 Buroya Hiqûqê ya Asrinê: Divê CPT’î biçe Îmraliyê jî
09:50 ‘Doza panzêrê’ ya Silopiyayê: Kujer di nav me de ye
09:50 Desteya Parastina Heyînên Çandî xwedî li malên tescîlkirî dernakeve
09:49 Jinên penaber li atolyeyê hatin gel hev
09:49 Portreyên ermeniyan ji 1915’an heta niha kirin pirtûk